hiqûq

  • Aliya Rehîmî: Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta azadiya Zeyneb Celaliyan 

    Endama Kampanya Azadî ya Zeyneb Celaliyan û endama Rêxistina Jinan Ronak Aliya Rehîmî diyar kir ku kampanya di serî de ji bo pêşîgirtina îşkenceya fîzîkî û derunî li ser Zeyneb Celaliyan ne.

  • Serdozgeriya Komarê: Biryara Peymana Stenbolê neqanûnî ye 

    Serdozgeriya Komarê ya Dewletê mutalaa da û diyar kir ku biryara betalkirin û vekişîna ji Peymana Stenbolê "neqanûnî" da.

  • Gotin 'Em hemû li gorî ritmê hilperiyan' û car din bang kirin 

    Darizandina 13 jinên ku hat diyarkirin sala derbasbûyî di Meşa Şevê ya Femînîst a 8'ê Adarê de bi hilperîna li gorî rîtme heqaret li Serokomar kirine, berdewam dike.

  • Kiryarê îstîsmara zayendî piştî hat girtin mehek şûnde hat tehliyekirin 

    Kemal Bîlem ê ku li Mêrdînê bi hinceta îstîsmara zayendî li ser zarokek, der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, piştî hat girtin mehek şûnde hat tehliyekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 23'ê Hezîranê de bê dîtin.

  • Îman El-Şerefî: Pirsgirêka jinan tenê tundî nîn e 

    Seroka Komeleya HONNA ya Tûnisê Îman El-Şerefî destnîşan kir ku divê pirsgirêkên jinan, tenê bi tundiya li ser wan re neyên bisînorkirin, berevajî vê divê aliyên din ên pirsgirêkan werin dîtin. Her wiha ji bo ku riyên din ji bo bihêzkirina jinan û bidestxistina wekheviyê li ser erdê temam bikin, ji derveyî dirûşmên ku her carê der barê jinan de tên dubarekirin divê helwestên din werin nîşandan.

  • Nejat Enwer: Kêmkirina bûyerên destdirêjiya ser zarokan bi parastina qanûnî ve girêdayî ye 

    Seroka Komeleya "Nêzî zarokê min nebe" Nejat Enwer raporta salane ya komeleyê nirxand û behsa hejmara dozên ku komeleyê di sala 2021'an de wergirtine kir û danî ziman ku kêmkirina diyardeya destavêtina zarokan bi nesepandina qanûnê ve girêdayî ye.

  • Gelek caran biryara dûrxistinê binpê kir lê rayedar tiştek nakin! 

    Li Tirkiyeyê kiryarên ku li dijî jinan sûcen tundî û cînayetê pêk tinîn ji polîtîkaya bêcezatiyê cesaret digrin. Li Farqînê ku mînaka polîtîkaya bêcezatiyê tê jiyîn, P.M. ya ku ji aliyê Abdullah Memîş ve rastî tundiya sîstematik tê, tevî biryara parastin û dûrxistinê jî rastî tundiyê tê û gefa li ser wê didome. Kiryar Abdullah Memiş ê ku 7 caran biryarên ji aliyê dadgehê ve hatin girtin binpê kir, di encama van binpêkirinan de yek ji wan bi giranî 4 caran mexdûr P.M derb kir.

  • Der barê gardinaya ku Leyla Guven tehdît kiribû de serlêdana sûc 

    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê gardiyana ku gef lê xwaribû de serlêdana sûc kir.

  • Danişîna doza der barê Dayikên Aştiyê de hat dîtin 

    Doza ku sê sal berê ji 11 Dayikên Aştiyê û 2 rojnamegerên ku ji ber îfadeya ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven û xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de hatibû vekirin, danişîna wê hat dîtin.

  • Li Misirê di doza sinetkirinê de bapîr û bijîşkekî hatin girtin 

    Parêzer Dalia Zachary ku di gelek saziyên pêşxistina civaka sivîl û mafên mirovan de dixebitî, got ku biryara dawî ya li Aswanê û ya berê ya li Şubrayê hêjayî pîrozkirinê ne, ji ber ku wan di pêkanîna qanûna têkçûyî de ji nû ve hêviyê di dosyayên bi vî rengî de zindî kirine.

  • Di doza Pinar Gultekîn de geşedanên nû çêbû û Mertcan Avci hat girtin 

    Der barê Mertcan Avci yê têkildarî qetilkirina Pinar Gultekîn serbest dihat darizandin de, biryara girtinê hat dayîn. Parêzerê malbata Gultekîn Rêzan Epozdemîr ku biryar nirxand, wiha got: “Ger me pêvajoyê qebûl kiribûya dê îro dosya bi bersûcek bihata meşandin. Di rewşa heyî de veguherî darazîndina 6 bersûcan.”

  • Duha El-Curşî: Şoreşa li dijî qalibên serdest hewceyî xebata bi ciwanan re ye 

    Komeleya Ciwanan a ku di sala 2011'an de hat avakirin û li gelek bajarên Tûnisê xebatên xwe dimeşîne, bi ciwanên 13-18 salî re eleqedar dibe. Ew xebatên li ser pêşketina şiyanên wan ên çandî û fizîkî dike da ku bibin parêzvanên doza xwe.

  • Femînîstên Mexribê banga bicîhanîna prensîba wekheviya mîrasê dikin 

    Li Mexribê quraleke di qanûna Malbatê de hatiye destnîşan kirin ku mîrasgirên jin ên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane, mecbûr dike ku mal û milkê xwe bi xizmên hevjînê xwe re par bikin. Ji ber vê yekê jî tevgerên femînîst vê yekê di derheqê jinan de weki neheqî dinirxînin ku nirxên jinan di nav civakê de kêm dike.

  • Komeleya Jinên Demokratîk daxwaza wekheviya parvekirina mîras dike 

    Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê bang kir ku darizandinên bêserûber û sûcên sexte yên li dijî çalakvana mafên mirovan Turkiya El-Şayibî û jinên cotkar ên xwepêşandanê li Silyana, kirine bi dawî bibin.

  • Berfîn Polat: Mirina jinan a bi guman weke "întihar" dikeve qeydan 

    Parêzer Berfîn Polat bal kişand ku li Tirkiyeyê mirina jinan a di bin navê 'întiharê’ de baş û rast nayê lêkolînkirin, diyar kir ku di bûyerên wekî întihar hatine nîşandan de, kiryarên ku weke gumanbar nehatine dîtin û binçavkirin, dikarin bi tunekirina delîlan bûyerê di lehiya xwe de biguherînin û rastiyê veşêrjin. Berfîn Polat got: “Mijar çi dibe bila bibe, cihê ku em lê digerin û careke din dibînin dîsa Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an e.”

  • "Rapora ku ATK'ê derbarê Aysel Tugluk de amade kir ji zanistiyê dûr e" 

    Ji Baroya Amedê Hatîce Demîr bertek nîşanî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a teşhîsa nexweşiya demansê danîne ser amade kir da, diyar kir ku di raporê de di îdianameya derbarê Aysel Tugluk de dirêj cih nedayîn sî avêtina ser zanista raporê ye û balkişand ku sedema rewşa bingehîn ya vê jî nasnameya siyasî ya Aysel Tugluk e.

  • Dadgeha Bilind cezayê ku li îstîsmarkar hatibû birîn betal kir! 

    Cezayê li xwediyê marketê Mehmet Şîrîn Bîngol ê ku li Amedê du salan îstîsmara zayendî li dijî zarokan kiribû, ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi hinceta "Gotinên zarokan bi nakok in" ve hat betalkirin. Danişîna doza ku ji nû ve hat vekirin dê di 31'ê Adarê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

  • Mafê jinan ê mîras di navbera dadperweriya hiqûqê û urf û edetan de ye 

    Bi dehan herêmên Cezayîrê hene ku hê jî jin ji mafên xwe yên rewa yên weke mîras bêpar mane, di bin navê urf û edetan de hejmarek mezin ji wan mîrateyên jinan di kategoriya tabûyan de bi nav dikin û divê qet ji nîqaşan re neyê vekirin. Ev yek jî dibe sedema nakokiyên malbatî û heta nakokiyên kolektîf û dibe sedema kuştinê jî.

  • “Bi hevkariya dozger, nexweşxane û ATK’ê girtî mehkûmî mirinê dimînin” 

    Parêzera OHD'ê Seda Zengîn diyar kir ku mirina girtiyên nexweş ku roj bi roj li girtîgehan zêde dibe di wijdanê civakê de birînên kûr vedike, bal kişand ku her çend di nava qanûnê de cih digre jî girtiyên nexweş heta rojen xwe yên dawî nayên berdan. Seda Zengîn diyar kir ku girtiyên nexweş bi raporên dozgerî, nexweşxane û ATK'ê mehkûmê mirinê dimînin.

  • Cezayê pere dan Emîne Şenyaşar 

    Doza di derheqê Emîne Şenyaşar de bi hinceta heqaret li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye hatibû vekirin bi encamp bû û cezayê pêre li Emîne hat birîn.