hiqûq

  • Ji bo dosya Garîbe Gezer a hatî qetilkirin biriyara neşopandinê 

    Ji bo dosya Garîbe Gezer a 9’ê Kanûnê di hucreya xwe ya li Girtîgeha Kandirayê de bi îşkence û tecawîzê hatî qetilkirin biriyara neşopandinê hat dayîn. Parêzeran balkişandin ser mijara neguhdarkirina şahidan û bigiraya hatî dayîn û diyar kirin ku ewê îtiraz bikin. Parêzeran bang li raya giştî jî kirin ku li ser vê mijarê baldariyê nîşan bidin.

  • Peyanerên ciwan ji destkeftiyên herî mezin ên têkoşîna jinên Misrê ne 

    Parêzera femînîst a Misrî Nesma El-Xetib li ser pirsgirêkên ku jin di sala 2021’ê de jiyane û li hemberî van pirsgirêkan têkoşîna femînîstên Misrî ji ajansa me re axivî.

  • Ji ber perwerda zimanê Kurdî da cezayê girtîgehê girt 

    Mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî li Rojhilatê Kurdistanê rastî 5 sal cezayê girtîgehê hat.

  • Di sala 2021’ê de li Cezayîrê bi dehan jin hatin qetilkirin 

    Lêkolîner û civaknasa Cezayîrî û şêwirmenda malbatê Sara Zagad dibêje ku nêzî ji sedî 35 jin rastî tundiyê hatine ku ev yek ji sêyeka jinên cîhanê bi şêweyên xwe yên cuda, ji tundiya devkî heta tundiya fizîkî, di asta kuştinê de ye, li gorî ku rêxistinên navneteweyî diyar kirine.

  • "Em bihêvîne ku sala 2022'an bê şidet be û bi qanûnên dadmend maf bên parastin" 

    Seroka Mektebeya Rêvebirinê ya Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hevwelatîbûnê ya Jinên Mexribê Buşra Abdo girêdayî xebatên wan ên sala derbasbûyî û bernameyên ji bo sala bê nirxandin kir û got: “Di komeleyê de du navendên guhdarîkirinê hene ku jinên di şert û mercên zehmet de û jinên ku rastî tundiyê hatine pêşwazî dikin. Di nav wan xizmetên ku têne pêşkêşkirin de şêwirmendî û piştgirîkiriya derûnî û qanûnî jî heye. Di derbarê bername û pirojeyên sala 2022'an de jî wê tevahî karê me ji bo xizmetkirina jinan û bidestxistina edaletê be.”

  • Li cîhanê mînaka vê banga ji bo ‘edaletê’ tune ye! 

    Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, beriya hilbijartinên giştî yên 14’ê Hezîrana 2018’an, tevî xizm û parêzvanên xwe bi êrîşa çekdarî êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Piştî êrîşa ku roja bûyerê li derveyî dikanê li nexweşxaneyê jî pêk hat, ji malbata Şenyaşar 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Tevî ku 3 sal derbas bûn jî darizandin bi biryarên sergirtî û nepenî hatin meşandin. Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar a ji bo darizandina Îbrahîm Halîl Yildizê ku zarok û hevjînê wê hatin qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî pêvajoya hiqûqî ya bûyerê û tiştên piştî wê hatin jiyîn nirxand û diyar kir ku li tu deverê cîhanê mînaka wekî banga edaletê a Emîne Şenyaşar tune ye.

  • Di derbarê Pervîn Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin 

    Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku di danişîna doza qetilkirina Denîz Poyraz de bertek nîşanî heyeta dadgehê da, lêpirsîn da destpêkirin.

  • Fadwa Miad: Em dixwazim rûmeta jinên Mexribê biparêzin 

    Seroka Komeleya Hişyariya Jinan Fadwa Miad xebatên salekê yên Komeleya Jinên Femînîst ji bo jinên Mexribê meşandine wiha anî ziman: “Xebata Komeleya jinan a li Mexribê bi xebatên komeleyên jinan ên hevkar bi salan ji bo parastina rûmeta jinan têdikoşe.”

  • Îdîanameya der barê kujerê Başak Cengîz de amade ye 

    Ji bo kujerê ku mîmar Başak Cengîz li nîvê kolanê qetil kir, cezayê muebbetê yê giran hat xwestin.

  • Malbatan xwestin zextên li girtîgehên Tirkiyeyê bi dawî bibin 

    Malbatên ji Rojava ku zarokên wan bi dehan salan e di girtîgehên Tirkiyeyê de ne daxwaza parastina zarokên xwe û şopandina rewşa wan kirin. Zeyneb Muhammed a ku kurê wê di sala 1999'an de hat girtin û hê jî di girtîgehên Tirkiyeyê de ye, diyar kir ku rewşa girtiyan zehmet e, nikare were vegotin û got "Ez êdî nizanim rûyê kurê min çawa bû, min ji bîr kiriye û nizanim niha di çi rewşê de ye.”

  • Navenda Meryem a Çandî li Xezayê kampanyayek parêzvaniyê organîze kir 

    Li gorî Heba Skaik, zagona tasfiyekirina mîrasê dê mafên jinan (li gor temen û rewşa zewacê) bixe bin temînatê ku mîrateya xwe bi dest bixin û vî mafî paşve nexin û wan ji dest nedin. Her wiha dê bi lez veqetandina mîrasan misoger bike û piştrast bike ku her mîrateyek para xwe ya destnîşankirî bigre, ji ber ku dê yekîneyek îdarî li jêr Wezareta Dadê were damezrandin ku di warê mîrasan de pispor e û dê derfetên berfireh jê re werin dayîn.

  • Dadgeha Xerbî Muklla ya Yemenê der barê doza Merwa El-Beytî de biryar da 

    Navê Merwa El-Beytî carek din vegeriya ser malperên torên civakî li Yemenê. Piştî ku di 27'ê Kanûnê de Dadgeha Ceza ya Xerbî Muklla ya Yemenê biryara mehkûmkirina sûcdar Mihemed Husên El-Cefrî da û cezayê darvekirina wî bi gulereşandinê û dayîna tazmînatê ku bi hejmara 10 milyon riyalê Yemenî bide, hate ceza kirin.

  • “Bidestxistina edaleteke civakî û xwedîderketina li mafên jinan, ji me tê xwestin” 

    Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Edaleta Civakî Newroz Esed got ku gelek kar û xebat ji bo perwerdekirin û xurtkirina hemû endamên meclisê hatine kirin da ku edaleteke civakî û rast were meşandin. Her wiha eşkere kir ku meclis tevî hemû zehmetiyan jî dikaribû xwedî li mafên jinan derkeve û hejmareke mezin jinan ji mirinê xilas bike.

  • “Di sala 2021’ê de 75 jin hatine revandin û 13 jin hatine qetilkirin” 

    Li gorî belgeyên ku rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi dest xistine dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di sala 2021’ê de li Efrîna dagirkirî bi sedan sivîlên wê deverê rastî kiryar û îşkenceyan hatine di nav de jin û zarokên bi temen biçûk jî hene. Di heman demê de bi hezaran dar hatine birîn.”

  • Najla Al-Alanî: Em dikarin statuya jinan bilind bikin 

    Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahiyên li ser Jinan "CREDIF" yek ji saziyên giştî yên herî diyar ên girêdayî Wezareta Malbat, Jin û Zarokan e û parastina mafên jinan û hêsankirina gihandina wan ji bo navendên biryarê ye. Ji bilî rola wê ya bi bandor di şerê li dijî piraniya şêweyên tundûtûjiyê de bi riya kampanyayên hişyariyê yên cihêreng bi awayekî dîjîtal jî hewl daye bigihîje wekheviya zayendî û parastina jinan ji her cure zext û cudakariyên ku ji mal heta cihê kar û kolanan bandorê li wan dike.

  • Cezayê muebetê dan mêrê jina ji Afganistanê reviyayî kuştî 

    Cezayê muebetê li Muhammedullah Raihan ê ku Elham Atifi ya ku ji Afganistanê reviya û li Stenbolê bi cih bû qetil kir hat birîn.

  • Aslihan Bulut: Girtiyên nexweş ji bo mirinê li girtîgehan tên ragirtin 

    Parêzer Aslihan Bulut, têkildarî dest dayîna jiyana girtiyên nexweş ên di girtîgehê de axivî û mirinên ku tên jiyîn wekî cînayet nirxand. Aslihan Bulut anî ziman ku pêvajoya weke rêze mafan tê meşandin bi binpêkirina mafê jiyanê veguheriye sûcekî navneteweyî û got ku divê ev sûc bi dawî bibe.

  • Navnîşana çareseriya pirsgirêkan Komîteya Silhê ya Kombûna Jinên Zenobiya ye 

    Komîteya Silhê ya Mektebeya Kombûna Jinên Zenobiya bi armanca parastina maf û rola jin di civakê de hewil dide pirsgirêkên ku jin pêre rûbirû dimîne çareser bike.

  • Ji bo kujerê Ayşe Tayurak biryara berdanê: ATK’ê nîşaneyên êrîşê paşguh kir 

    Serdozgeriyê der barê Adem Tayurak ê ku piştî mirina bi guman a Ayşe Tayurak li Farqînê hatibû girtin, biryara berdanê da. ATK'ê ku guh neda şopa lêdanê ya li pişt û stûyê Ayşe Tayurak, îdia kir ku tu delîlên tibi ku ew bi zorê hatiye darvekirin tune ye.

  • “Doza Meryem El-Rikabî doza hemû jina ne” 

    Çalakger û parêzvanên mafê jinan ên Îraqê dan zanîn ku tevgerên femînîst doza Meryem El-Rikabî dişopînin û dê bêdeng nemînin ger qanûn cezayê sûcdar sivik bike.