Li Tûnisê 70 salên Zagona Rewşa Kesane: Femînîst ji paşketina destkeftiyan bi fikar in
Femînîstên li Tûnisê, bi taybetî ji bo jinan û ji bo parastina destkeftiyên girîng têdikoşin. Zagona Rewşa Kesane, li herêmê û li Efrîqayê ezmûnek zagonî ya bi bandor temsîl dike.
Tûnis – Jinên Tûnisê yên di navbera mîrateya dewleteke serbixwe û rastiya siyasî û civakî ya bi aloz de asê mane, bi awayekî sembolîk salvegera 70’yan a pejirandina Zagona Rewşa Kesane pîroz kirin. Bi vê yekê re pêşeroja wekhevî û azadiyê ji nû ve hat rojevê. Tevgerên jinan, li şûna ku ev destkeftiya neteweyî ya dîrokî ya kevirê bingehîn ê dewleta nûjen e, bi rêûresmên pîrozbahiyê yên kevneşopî re sînordar bikin, tercîh kirin ku asta berpirsiyariya siyasî û civakî bilind bikin.
Li Tûnisê, jin hê jî bi pirsgirêkên pergalî yên cidî, wekî tundiya navmalî, şert û mercên dijwar ên karkerên çandiniyê yên jin tê de ne û cudakariyên di jiyana rojane û pergala hiqûqî de re rûbirû dimînin.
Van fikaran, di vê pêvajoya ku hem cîhan hem jî herêm tê de ye, hêzên rastgir û retorîka populîst û reaksiyoner xurt dibin de, zêdetir dibin. Bi van nivîs û analîzan hewldan ew e ku em jinan vegerînin rolên wan ên kevneşopî û êdî ne tenê ji aliyên komên marjînalîzekirî û torên medyaya dîjîtal ên sêrhel ve, di heman demê de ji aliyê saziyên hikûmetê, platformên fermî, parlamento û kursiyên olî ve jî tên ziman.
Sekretera Giştî ya Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê û parêzer Hala Bîn Salîm, da zanîn ku salvegera 70’yan a zagona Rewşa Kesane divê bi pîrozkirina vê destkeftiya neteweyî re sînordar nebe û diyar kir ku divê ev dem ji bo femînîstan bibe demeke siyasî û pêvajoya nirxandinê. Her wiha da zanîn ku divê rayedarên siyasî jî bipirsin ka 70 sal piştî pejirandina vê zagonê çiqas pêşketin di bidestxistina wekheviyê de çêkirine.
‘Jin di jiyana rojane û pergala hiqûqî de rastî gelek awayên cudakariyê tên’
Hala Bîn Salîm, destnîşan kir ku zagona di sala 1956’an de hat pejirandin, biryareke siyasî û reformîst bû ku rewşa jinan guherand û di nava zagon, civak û malbatê de pozîsyonek taybet çêbû, wan ber bi pêvajoyek pêşverû û modern ve bir. Hala Bîn Salîm, tekez kir ku ev proje ne tenê hewceyê parastinê ye, di heman demê de her dem hewceyê pêşketinê ye jî.
Hala Bîn Salîm, wiha axivî: “Tevî ku 70 sal derbas bû jî jin hê di şert û mercên dijwar de ne, di nava malbatê de yan jî di qezayên kamyonên mirinê de ku karkerên çandiniyê yên jin dijîn de dimrin û jin di jiyana rojane û pergala hiqûqî de rastî cudakariyên curbecur tên.”
‘Divê hikûmet bi vê helwestê ji têgihîştineke nûjen û pêşverû ya dewletê dûr nekeve’
Hal Bîn Salîm, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li Tûnisê destkeftiyên zagonî yên der barê mafên jinan de, di jiyana rojane de bi têra xwe nehatine nîşandan û retorîka populîst û reaksiyoner a zêde dibe, gefê li van destkeftiyan dixwe.
Hala Bîn Salîm, destnîşan kir ku retorîka reaksiyoner ji medyaya dîjîtal ber bi saziyên hikûmetê ve belav dibe û hinek endamên meclîsê li ser bingeha "demografîk" daxwaza guhertinên zagona Rewşa Kesane dikin û wiha got: “Gotarên ku armanc dikin jin vegerin rolên kevneşopî di medyayê û platformên olî de xurt dibin û divê hikûmet bi vê helwestê ji têgihîştineke nûjen û pêşverû ya dewletê dûr nekeve.”
‘Di deh salên dawî de tu destkeftiyên nû nehatine bidestxistin’
Hala Bîn Salîm, axaftina xwe wiha domand: “Projeya ku ji aliyê femînîstan ve tê piştgirîkirin modelek civakî ya ku 70 sal berê hatiye bicîhkirin temsîl dike û ev yek ji têkoşîna ji bo maf, azadî û wekheviyê nayê veqetandin. Mafên jinan ji demokrasiyê nayên veqetandin û wekheviya rastîn li welatekî ku azadî lê tê tepeserkirin, jin tên hepskirin an jî ji mafên welatiyan ên ji bo gihîştina edaletê û darizandineke adil re rêz nayê girtin. 70’emîn salvegera derxistina zagonê careke din bal kişandiye ser xalên cudakariya di warên taybet û giştî de. Piştî dehan salên têkoşînê, destkeftiyên din ên wekî daxwaza wekheviyê ya di mîrateyê de dihatin hêvîkirin û ev mijar di sala 2018’an de hat raberkirin. Her wiha divê bê diyarkirin ku di deh salên dawî de tu destkeftiyên nû nehatin bidestxistin. Lewma, têkoşîna ji bo baştirkirina zagonê û rakirina hemû bendên cudakar ji bo misogerkirina statuya wekhev a di navbera mêr û jinan de divê wekî berpirsiyariyek civakî û siyasî bidome.”
‘Pêwîst e destkeftiyên têkildarî mafên jinan werin parastin’
Hala Bîn Salîm, diyar kir îdiayên ku zagona Rewşa Kesane malbatan ji hev diqetîne rastiyê nîşan nadin û sedema rast a pirsgirêkên di nava malbatan de tundiya li dijî jinan û hewldanên ku wan neçar dikin vegerin rolên kevneşopî ye û wiha domand: “Zagona ku di sala 1956’an de hat derxistin, di pêvajoyeke ku civak bi tevahî amade nebû de amûrek girîng a guhertinê ye û tekez kir ku pêwîst e destkeftiyên têkildarî mafên jinan werin parastin û bên pêşxistin.”
‘Gef li malbat û mafên jinan dixwe’
Çalakvana femînîst Cenat Kedaşî, diyar kir ku Tûnis yek ji welatên Ereb ên ewil bû ku bi pejirandina Zagona Rewşa Kesane re bi damezrandina serxwebûn û dewleteke modern re pêşengiya parastina jinan kir û got: “Divê piştî 70 salan hêviyên femînîst van destkeftiyan bêhtir pêşve bibin û mînak daxwaza wekhevî û mafên wekhev a di mîrateyê de ye, razîbûna bi destkeftiyên heyî yan jî paşveçûn nayê qebûlkirin.”
‘Medyaya dîjîtal û medyaya alternatîf di belavkirina van gotinan de rol dilîzin’
Cenat Kedaşî, îdia kir ku hikûmet bi awayekî nerasterast piştgiriyê dide vê nêzikatiyê û berdana girtiyên ku ji ber nedana nefeqeya zarokan û ya jinan, wekî mînak nîşan da. Cenat Kedaşî, bal kişand ser hebûna retorîka populîst a ku ji bo nûjenkirina zewaca kevneşopî ya ji aliyê alîgirên rejîmê ve tê pararstin.
Cenat Kedaşî, da zanîn ku medyaya dîjîtal û medyaya alternatîf di belavkirina van gotinan de rolek dilîzin û got ku ramanên di destpêkê de bi awayekî mîzahî tên pêşkêşkirin hêdî hêdî di binhişê civakê de normal dibin û ji aliyê civakî ve tên pejirandin.
‘Erkê hikûmetê parastin û piştgirîdayîna mafên jinan e’
Cenat Kedaşî, diyar kir erkê hikûmetê parastin û piştgirîdayîna mafên jinan e û tevgerên femînîst îro bi xetera ku li mafên jinan gefê dixwe re rû bi rû ne divê zengilên alarmê lê bidin. Cenat Kedaşî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji serxwebûnê û vir ve wekî dewleta Tûnisê me her dem behsa destkeftî û pêşketinê kir. Lê belê îro em behsa paşveçûnê dikin. Li şûna ku divê em di sedsala 21’ê de gaveke ber bi pêşveçûnê re bavêjin, em îro paşve diçin. Wekî femînîst, xetera ku em li dijî wê derdikevin û li dijî wê têdikoşîn ev e.”