Li Iraqê tundiya dijî rojnamevan û çalakvanan: Armanc bêdengkirina dengê wan e
Rojnamevan û çalakvanên jin li Iraqê rastî kampanyayên sîstematîk ên şantaj û reşkirinê tên ku armanc dikin wan bêdeng bikin û qada giştî ji bo wan bikin cihekî bêewle.
TEMMENÎ EL-SARAWÎ
Bexda – Her çiqas dezgehên medyayê û platformên serhêl ji bo jinan cihekî mezintir ji bo îfade û beşdarbûna di karûbarên giştî de pêşkêş dikin jî hê ji wan bi kampanyayên heqaret, îftira, şantaj, gef û kuştina kesayetiyê re rûbirû dimînin ku hemû armanc dikin wan bêdeng bikin an jî neçar bikin helwestên xwe paşve bikşînin.
Seroka Rêxistina Esin ji bo Mafên Mirovan û Pêşketina Domdar, Ensam Selman li ser rastiya azadiya îfadeyê li Iraqê axivî û tekez kir ku temînata vî mafî di destûr û zagonê de nayê wê wateyê ku pratîzekirina wê li ser erdê her gav, bi ewle ye.
Jin bi heqaret û şantajê re rûbirû ne
Ensam Selman da diyarkirin ku hinek kom û tor dixebitin da ku tundiyê li dijî rojnamevan û çalakvanên jin teşwîq bikin. Ensam da zanîn ku taktîkên curbecur bikar tînin da ku zextê li wan bikin, di nav de şantaj, heqaret û kuştina karakter bi armanca bêdengkirina dengê wan û rêgirtina li wan ji îfadekirina ramanên xwe. Ensam got: "Hinek sazî jinên hişyar û çalak weke gefek ji bo civakê dibînin, bi taybetî dema ku jinek li ser mafên xwe yan mafên jinên din diaxive."
Kampanyayên sîstematîk ji bo bêdengkirina jinan
Ensam Selman destnîşan kir ku pêkanînên di demên dawî de zêde bûne, nîşan didin ku her jinek hewl dide nêrîna xwe bi riya medyayê îfade bike, dibe ku bi rêbazên wê wekî derexlaqî bi nav kirine, rastî hewldanên sînordarkirina wê were. Ensam got: "Her rojnamevanek jin, aktîvîst an jî parêzvanek mafên mirovan dikare tenê ji ber xwedîbûna helwest were hedefgirtin. Ev pêkanîn ne tenê jinan weke mirovên xwedî raman armanc digrin, şiyana wan a domandina xebatê û beşdarbûna di qada giştî de jî hedef digrin.
Parastina yasayî ji bo asta zirarê nebes e
Der barê parastina yasayî de, Ensam Salman tekez kir ku asta parastina berdest li gorî pêwîst e nagihîje asta navûdeng û asta zirara ku jin di encama van kampanyayan de dikşînin. Ensam diyar kir ku jinek helwestek mirovî, exlaqî, mafên mirovan, an rojnamevaniyê digre û hinek adet û kevneşopiyan red dike, dibe ku xwe rastî gef, şantaj û kampanyayên reşkirinê bibîne.
Ensam Selman destnîşan kir ku dibe hinek jin dema serî li prosedurên yasayî didin û gilî dikin jî zirarê bibînin û wiha pêl da gotinên xwe: "Rêjeya jinên ku xwedî wêrekî û şiyana berdewamkirina rûbirûbûna van kampanyayan û serî li zagonê didin, sînordar e. Divê balê sereke li ser şikandina bêdengiyê û teşwîqkirina jinan ji bo tomarkirina gilîyan be, bi hêviya ku ev yek van êrîşan kêm bike û rêgiriyek yasayî li dijî kesên di nava nav û dengê, gef û şantajê de ne, biafirîne.
Kampanyayên reşkirinê dibin amûrek ji bo bêdengkirina jinan
Ensam Salman tekez kir ku azadiya derbirînê, dema ku jin bi riya gef û kampanyayên reşkirinê ji îfadekirina ramanên xwe tên astengkirin wateya wê namîne û got: "Ev pêkanîn zirarên psîkolojîk didin jinan û dibe ku hinek kesan ber bi devjêberdana karên mirovî, sivîl, mafên mirovan, an rojnamegeriyê ve bibin. Azadiya derbirînê bi rastî ne girîng e ger jinek bi heqaret û rûreşkirinê re rûbirû bihêle. Gelek jinan ji ber van zextan qadên sivîl, mafên mirovan, mirovî û rojnamegeriyê terikandine.
Li gorî Ensam Salman, pirsgirêk ne tenê zirara ku jin di demek diyarkirî de dikşînin e, di heman demê de encamên berfirehtir ên van kampanyayan e, dema ku jin dest pê dikin qada giştî weke cihekî bê ewle ji bo xwe bibînin.
Rojnamevan û çalakvanên jin bi reşkirinê re rûbirû dimînin
Ev fikar bê bingeh nîn in, ji ber ku çend jinên di medya, akademô û civaka sivîl de dixebitin, di demên dawî de rastî kampanyayên navborî yên heqaret û tacîzê li ser platformên medyaya dîjîtal hatine.
Di navbera kesên ku di demên dawî de bûne hedef de rojnamevan û peyamnêra ajansa me, Tammanî El-Sarawî, Dr. Manar Al-Zubaidî û Banin Elias hene. Li gorî raporan, ew rastî kampanyayên heqaret û tacîzê hatine.
Ev doz nîqaşa li ser sînorên di navbera azadiya derbirînê û bikaranîna platformên dîjîtal de ji bo heqaret û hedefgirtina kesan, bi taybetî dema ku hedef jinek be ku di rojnamegeriyê yan jî qada giştî de dixebite, ji nû ve vedikin.