Li Iraqê Mafê qanûnî rastiya neqanûnî
Her çend qanûnên Iraqê ewlehiya civakî û teqawidbûnê ji bo jinên karker berfireh kiriye jî, pirsgirêkên pêkanînê hîn jî rê li ber bi hezaran jinên ku di sektora taybet de dixebitin digirin. Nahêlin ku ew ji mafên xwe sûd werbigirin.
TEMMENÎ EL-SIREWÎ
Bexda — Sîgorta civakî û teqawidbûn ji bo jina karker yek ji stûnên herî girîng ên parastina aborî û civakî ye. Ji ber ku seqamgiriya kar û paşeroja wê piştî salên xizmetê mîsoger dike. Di salên dawî de, li Iraqê qanûn hatin guhertin da ku çarçoveya beşdarbûna karkerên jin di sektora taybet de berfirehtir bikin. Lê belê nêrînên pispor û karkerên vê sektorê ya li ser asta bandora van qanûnan a li ser rastiya kargêriyê, ji hev cuda ne.
Mafên jinan ji hev cuda kirin
Karsaz û aliyên hiqûqî tekez dikin ku qanûnan mafê jinê parastiye û temînatên berfireh dane wê, lê karker û çalakvan dibêjin kêmasiya rastîn di qelsiya pêkanîna van qanûnan de ye ku dibe sedema bêparbûna bi hezaran jinan. Di aliyê hiqûqî de, hiqûqnas Ezhar El-Dulêmî dibêje ku qanûnên Iraqê mafên jina karker di teqawîdbûnê û sîgorta civakî de garantî kirine. Wê tekez kir ku Qanûna Teqawûdbûnê û Sîgorta Civakî ya Karkeran a hejmar 18’an ya sala 2023’an gavek girîng bû, ji ber ku mafên teqawîdbûnê yên karkerên jin di sektora giştî de ji mafên sîgorta civakî yên karkerên sektora taybet de cuda kir.
Qanûnê gelek maf û îmtiyaz dane karkerên sektora taybet
Wê diyar kir ku karmenda jina ku di sektora giştî de hatiye erkdarkirin di bin qanûna teqawûdbûnê de ye, lê qanûna sîgorta civakî jinên ku di kompanyayên navxweyî û saziyên taybet de dixebitin, tevî xwediyên projeyên malê, vedigire û niha ew jî dikarin navê xwe tomar bikin û jê sûd werbigirin. Wê zêde kir ku qanûnê gelek maf û îmtiyaz dane karkerên sektora taybet ku mîna yên sektora giştî ne; ji wan birêvebirina saetên kar 8 saet di rojê de destûrên asayî, destûrên ducaniyê û zayînê, di gel birêvebirina salên xizmetê û stendina mafên teqawûdbûnê. Ji aliyê din ve amaje pê kir ku qanûnê girîngî daye xwezaya karê jinê di sektora taybet de, temenê teqawûdbûnê ji bo kesên ku sîgorta civakî wan vedigire kiriye 58 salî, di heman demê de bo karkerên sektora giştî 60 sal e bi temamkirina salên xizmetê yên pêwîst.
Aliyên çavdêriyê pêngavên xwe zêde kirine
Her wiha Ezhar tekez kir ku qanûna hejmar 18 ya sala 2023’an çarçoveya sûdwergirtinê berfireh kiriye; êdî ne tenê karkerên di saziyên fermî de ne, her wiha xwediyên projeyên malê û yên xebatên taybet jî dikarin qeyda xwe bikin. Wê diyar kir ku di van demên dawî de aliyên çavdêriyê hemleyên xwe zêde kirine da ku kompaniya û saziyên taybet neçar bikin ku karkerên xwe tomar bikin û beşeke mezin a projeyan pabend bûne, lê dîsa jî pêwîstî bi çavdêriyeke bihêztir heye ji bo gihîştina hemû karkeran.
Ezhar El-Dilêmî di wê baweriyê de ye ku Qanûna Kar parastineke hiqûqî bo karkeran peyda kiriye û her karkerek ku rastî neheqiyê di mûçe, saetên kar an jî mafên din de bê, dikare serî li Wezareta Kar bide û rêkarên hiqûqî bo daxwazkirina mafên xwe bide destpêkirin.
Pêkneanîna qanûnan
Lê belê rastiya karkerên di sektora taybet de bi vê nêrînê re tam li hev nake. Bi dîtina karmend û çalakvan Roua Xelef, pirsgirêka sereke ne di qanûnan de ye, di ne pêkanîna wan di rastiyê de ye. Ew tekez dike ku sîgorta civakî û teqawidbûn bo karkeran deriyekî ewlehiyê ye, ji ber ku salên kar divê bi mîsogerkirina jiyaneke birêz piştî bidawîbûna xizmetê bi dawî bibin û ev sedema ku gelek ciwan berê xwe didin karên hikûmetê da ku seqamgiriyê bi dest bixin. Wê zelal kir ku Qanûna Kar a hejmar 37’an a sala 2015'an û Qanûna teqawûdbûnê û Sîgorta Civakî ya Karkeran bingeheke hiqûqî ya zelal peyda kiriye, lê ev qanûn hîn jî bê amûrên cîbicîkirinê yên karîger di qadê de ne.
Parastineke hiqûqî an civakî ya bi hezaran jinan tuneye
Wê bal kişand ser wê yekê ku hejmara kesên ku di sîgorta civakî de hatine tomarkirin li beramberî hejmara karkerên sektora taybet gelek kêm e. Wê îşaret bi vê yekê kir ku rêxistina wan heta niha tenê kariye zêdetirî 6 hezar karkerên jin û mêr tomar bike, ku ev hejmar rastiya bazara kar a Iraqê nîşan nade ku gelek karker di sektora nefermî û rêxistinkirî de hene. Wê ragihand ku bi hezaran jin di jîngehên kar de dixebitin ku ti parastineke hiqûqî an civakî nînin. Hişyarkirina li ser girîngiya ewlehiya civakî, her çend girîng be jî, têr nake heya ku bi çavdêriya rastîn a ku kardêran mecbûr dike ku karkeran qeyd bikin re neyê.
Pêşerojek pîşeyî ya ne diyar
Wê daxwaz kir ku rola Wezareta Kar, sendîkayên karkeran, rêxistinên civaka sivîl û aliyên çavdêriyê bê çalakkirin. Her wiha tekez kir ku belavbûna karê nefermî û rêxistinkirî, dibe sedema wendabûna salên dirêj ên xizmeta karkeran bêyî ku bêne hesabkirin an mafên teqawidbûnê ji wan re di pêşerojê de bên dayîn. Ew bawer dike ku nebûna îradeya sazûmanî û siyasî ji bo bicîhanîna qanûnan, bi hezaran jin û mêrên ku di sektora taybet de dixebitin, tevî ku qanûn van mafan garantî dike, bi pêşerojek pîşeyî ya ne diyar re rûbirû dihêle.
Her çend parêzer Ezhar El-Dilêmî piştrast dike ku qanûnên Iraqê çarçoveyek qanûnî ya berfireh ji bo parastina jinên karker di warên ewlehiya civakî û teqawidbûnê de peyda dike jî, karmend û çalakvan Roua Xelef bawer dike ku ev parastin dê netemam bimîne heya ku nivîsên qanûnî li cihên kar bi awayekî rast neyên pêkanîn.
Di navbera van her du nêrînan de, dijwariya herî girîng ew e ku pira di navbera qanûn û bicîhanîna wê de were danîn û mîsoger bike ku mafên ewlehiya civakî û teqawidbûnê bêyî îstîsna bighîjin hemû jinên ku di sektora taybet de dixebitin.