Keçên li Mexribê bi diyardeya zewaca temen biçûk re rûbirû ne

Faktorên civakî, aborî, çandî û dibistanî di berdewamiya diyardeya zewaca temen biçûk de li Mexribê bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê keç xwe bi berpirsyariyên ku ji temenê wan derbas dibin re rûbirû dibînin.

HENAN HERÊT

Mexrib – Berî ku Emal El-Emîn bibe çalakvanek mafên mirovan ku ji bo parastina keçên temen biçûk ji zewaca zû têdikoşe, hevalek wê ya serkeftî li dibistana navîn hebû. Hevala wê rojekê jê re got ku birayê wê dixwaze wê bi zilamekî mezintir re bizewicîne. Wê demê Emal giraniya rewşê fêm nedikir. Lê çend hefte şûnda dema ku wê serdana mala hevala xwe kir û kişf kir ku ew bi rastî zewicî ye, wê fêm kir ku çawa jiyana keçekê dikare di şevekê de biguhere.

Piştî vê yekê têkiliya di navbera her du keçan de qut bû. Lê bûyer di bîra Emal El-Emîn de ma. Emal dibêje ku wê serpêhatiyê gelek pirs li ser wê hîştin: Çawa dikare jiyana keçekê di şevekê de ewqas bi tundî biguhere, bi taybetî dema ku wê heman xewn û heman pêşeroj parve dikir?

Şer ne tenê li ser pêşîgirtina li zewaca zarokan e

Çîroka Emal El-Emîn, wek çîrokeke ku di bîra wê de maye û ‘êşa dil’ li wê hiştiye. Emal diyar dike ku ev bûyer bû yek ji sedemên ku wê ber bi parastina mafên keçan ve bir. Îro û piştî nêzî 11 salan, xebata li ser mijara zewaca temen biçûk, ligel mijarên tundiya li dijî jinan, wekhevî û mafên zarokan, Emal El-Emîn gihîştiye baweriyek. Ew bawer dike ku şer ne tenê li ser pêşîgirtina li zewaca zarokan e. Her wiha li ser parastina mafê keçekê ye ku jiyana xwe bi xwe ava bike. Ew pêşaniyên keçan di sê peyvan de kurte dike: perwerde, parastin û hilbijartina azad.

Hevpeymaniya ‘Dunya’

Emal El-Emîn dibêje ku perwerde keçan hêzdar dike ku jiyan û rêyên xwe ava bikin. Di heman demê de hilbijartina azad ji bo keçekê girîng dimîne da ku pêşeroja xwe bê welî û zextê ava bike. Emal El-Emîn bi rêya xebata xwe, hevpeymaniya ‘Dunya’ dimeşîne. Ev hevpeymanî, ji bo pêşîgirtina li zewaca di zarokatiyê de, di sala 2020'an de hate damezrandin. 26 komeleyên ku di warê mafên jin û zarokan de li nêzî 12 herêmên Mexribê dixebitin, di nav vê sazîbûnê de cih digirin. Emal da zanîn ku sedemên li pişt zewaca temen biçûk li Mexribê gelek in û wiha domand: “Ji herêmekê bo herêmeke din û ji malbatekê bo malbateke din diguherin. Encam yek e, ew jî zewaca zarokan e, lê çîrok cuda ne.”

Dema zewac dibe dawiya perwerdê

Di hin malbatan de ji bo keçekê di nebûna derfetên din de, zewac wek yekane vebijarka berdest tê pêşkêşkirin. Bi taybetî dema ku malbat di rewşek xeternak de ye. Emal El-Emîn bi van gotinan balê dikişîne ser paradoksek din a ku di xebata xwe ya zeviyê de hatiye dîtin: “Hin keç bi xwe dikarin bawer bin ku zewac çareserî ye. Ne tenê ji bo pêşeroja wan, her wiha ji bo baştirkirina rewşa aborî ya malbatên wan an sivikirina barê wan jî.”

Emal bawer dike ku ev têgihîştin dema ku nirxa jinê bi rewşa wê ya civakî wek jinek zewicî ve girêdayî ye, an jî dema ku keç bi zexta civakî ya zû re rûbirû dimînin, xurt dibe. Li hin deveran, keçek di 16 an 17 saliya xwe de ku hê nezewiciye, dibe ku bi şiroveya "bayira" re rûbirû bimîne. Zewac ji wê re wek rêyek ji zexta civakî ya domdar xuya dike. Hin keç jî zewacê wek rêyek ji bo aramiyê an jî derketina ji xizaniyê dibînin. Lê ezmûna karê zeviyê li gorî Emal El-Emîn berovajî vê yekê nîşan dide. Emal tekez kir ku zewac lawaziyê kûrtir dike, ji ber ku ew keç ji derfetên xwendinê, kar û serxwebûna aborî bêpar dihêle. Emal got ku wê ji berdewamiya lawaziyê di tevahiya jiyana xwe de mexdûrtir dike.

Zehmetiyên ku bi vê zewacê re derdikevin holê

Li gorî Emal El-Emîn pirsgirêk wêdetir e ku dev ji xwendinê berde, ji ber ku zewaca temen biçûk keçan dike ber berpirsyariyên malbatî û derûnî yên ku ji temenê wê û şiyana wê zêdetir e. Emal da zanîn ku bi mezinan bi xwe zehmet e ku kar, xwendin û jiyana malbatî li hev bikin û pirsa “Lewra zaroka keç çawa ye?” kir.

Çima em behsa mêr jî nakin?

Emal El-Emîn xalek ku pir caran tê jibîrkirin wiha tîne ziman: “Berpirsyariya mêrê ku pêşniyar dike bi zarokekî re bizewice.” Her çend piraniya nîqaşê li ser malbat û keçikê disekine jî, Emal bawer dike ku civak bi têra xwe pirsa mêrê mezin ê ku hildibijêre bi zarokekî re bizewice, çareser nake. Emal El-Emîn banga nîqaşeke civakî û hiqûqî li ser vê berpirsyariyê dike û ji bo lêkolînên psîkolojîk û sosyolojîk daxwaza têgihîştina motîvasyonên ku mêr an xortên ciwan ber bi zewaca keçan di temenê ciwan de ve dibin, dike.

Zagona Malbatê; dema ku îstîsna dibe bingeh

Zagona Mexribê di xala 19'an de, temenê yasayî yê zewacê wek 18 salî destnîşan dike. Lê xala 20. desthilatê dide dadwerê dadgeha malbatê yê berpirsyarê zewacê. Ev dibe sedem ku ji bo zewaca kur an keçek di bin temenê yasayî de, li gorî şert û mercên ku ji hêla zagonê ve hatine destnîşankirin, destûr bide. Di heman demê de xala 21 zewacê bi razîbûna weliyê yasayî ve girêdide.

Emal El-Emîn bawer dike ku sererastkirina Zagona Malbatê derfetek girîng pêşkêş dike ku ev îstîsna ji nû ve bê nirxandin. Emal got ku mixabin, ev îstîsna bûye bingeh û wiha lê zêde dike: “Îstîsna ku diviyabû sînordar bimîne û tenê di rewşên kêm de were sepandin, berfireh bûye û niha bi berfirehî tê bikaranîn ku li gorî wê, parastina armanckirî ya zarokan têk dide.”

Tenê zagon têr nake

Tevî ku Emal El-Emîn banga reformên zagonî dike jî, ew tekez dike ku tenê reformên yasayî pirsgirêkê çareser nakin. Ji bo wê, divê ew bi destwerdana giştî re were kirin ku tê de têkoşîna li dijî rêjeyên devjêberdana dibistanê. Bi taybetî li deverên gundewarî û xeternak, dabînkirina veguhestina dibistanê, tesîsên razanê û piştgiriya civakî ji bo malbatan, her wiha parastina keçan ji tundî û îstismarkirinê hebe.”

Emal El-Emîn banga bernameyên hişyariyê dike ku malbatên bi ziman û zaravayên cûrbicûr, saziyên perwerdehiyê, kesayetên olî û pisporên medyayê hedef digirin. Emal dibêje ku parastina rastîn di perwerdehiyê, tenduristî, ewlehî, serxwebûn û hêzdarkirina keçan de ye ku jiyana xwe ava bikin. Her wiha piştevaniya civakî û yasayî ji keçên ku bi zewaca temen biçûk re dimînin, bên peydakirin.

Ji tabûyê ber bi berxwedana guhertinê ve

Emal El-Emîn vê astengiyê tenê wek tiştekî yasayî nabîne. Li gorî wê, yek ji mezintirîn zehmetiyan berxwedana beşek ji civakê ye li hember her nîqaşekê li ser zewaca zarokan. Emal da zanîn ku nîqaşa li ser zewaca temen biçûk êdî ne mijara tabû ye ku berê bû, lê niha ew bi berxwedanek hê mezintir re rûbirû ye.

Guhertin sebrê dixwaze

Ji bo Emal El-Emîn mezintirîn dijwariya pîşeyî ew e ku ji şahidiyên takekesî û çîrokên ku dighîjin komeleyan ber bi reformên zagonî yên bi bandor û polîtîkayên giştî ve biçe. Emal dibêje: “Parêzvanî sebrê dixwaze, ji ber ku ew hewce dike ku bi saziyan, malbatan, medyayê, dibistanan û civaka sivîl re bixebite. Mafê her keçikek heye ku jiyana xwe bijî, xewnên xwe bişopîne û di jiyanê de bi qasî ku pêkan be biçe. Guhertin dibe ku dereng bimîne, lê ew gengaz e.”

Keç ne bar in

Emal El-Emîn peyama xwe ji malbat û biryarderan re dişîne û tê de xuya dike ku zewaca temen biçûk ne tenê biryarek malbatî yan pîrozbahiyek dawetê ye. Di heman demê de pirsgirêkek e ku bandorê li civakê û pêşeroja tevahiya nifşekî dike. Ez banga îradeyek siyasî ya zelal, zagonek bê îstîsna û polîtîkayên giştî dikim ku perwerde, parastin û tenduristiyê garantî dike û alternatîfên rastîn ji bo keçan û malbatên wan peyda dike.

Herdu zayend hewceyî piştevaniyê ne

Emal El-Emîn cûdahiyê nake navbera mezinkirina kuran û keçan. Her du jî hewceyê ewlehiyê, malbatek, hikûmetek û saziyên ku alîkariya wan dikin ku karakterê xwe ava bikin û pêşeroja xwe bi hişmendî û azad hilbijêrin. Têkoşîna li dijî zewaca temen biçûk berpirsyariyeke kolektîf e, ji ber ku parastina zarokên îro parastin û avakirina civaka sibê ye.