Karkerên jin li Mexrîbê di navbera karên daîmî û mafên sekinandî de ne

Li Mexrîbê rewşa karkerên paqijiyê di nav saziyên giştî de paradoksek mezin eşkere dike. Bi berdewamî xizmetên bingehîn tên kirin, lê rastiyek pîşeyî ya lawaz jî heye ku tê de mîsogeriya ewlehiya kar nîne, ji ber girêdayî şirketên taşerontiyê ne.

HENAN HART

Mexrîb – Her sal, roja 1’ê Gulanê Cejna Karkeran derfetekê peyda dike ku nîqaşa li ser şert û mercên kar û mafên karkeran ji nû ve were destpêkirin. Lê belê, tevî hebûna wan a rojane li hejmarek tesîsên giştî yên li Mexrîbê jî, hindek kom li derveyî vê nîqaşa giştî dimînin. Li van deran, karmendên paqijiyê di saetên serê sibê de, berî hatina karmendên rêveberiyê, dest bi roja xwe dikin. Her deverê ji bo rojeke nû ya xebatê,  bêdeng û di bin peymanên ku berdewamiya karê wan nîşan nadin de, amade dikin.

Xebata li ser bingeha destwerdanê 

Ev kategorî pir caran bi rêya şirketên destewerdanê, di modelek xebitandinê ku li ser bingeha destewerdanê de ye de, dixebite. Di vê cureya kar de tenê aramî bi awayekî şiklî xuya dike. Tevî salên xebata di nav heman saziyan de, rewşa jinên karker bêyî mîsogeriya rastîn a berdewamiyê an naskirina payebilindiya pîşeyî,bi guherîna şirketan ve girêdayî dimîne.

Di vê çarçoveyê de, çalakvana sendîkayê Lubne Necîb piştrast kir ku ev mijar bi rêya raporên fermî û komxebatan bi Wezareta Kar re hatiye raberkirin. Lubne Necîb wiha got: “Tê de daxwazên zelal ên têkildarî baştirkirina şert û mercên kar, kêmkirina demjimêrên kar û mîsogerkirina gihîştina bi bandor a parastina civakî hene. Lê belê li gorî wê, ev daxwaz tenê wek soz mane, bêyî ku tu pêkanînek rastîn pêk were.”

‘Seatên dirêj ên kar mûçeyek kêm’

Lubne destnîşan kir ku gelek ji karkeran seatên pir zû dest bi kar dikin, carinan jî heta saet 5’ê sibê, destpê dikin. Lubne rewşa karkeran wiha vegot: “Ew bi mûçeyên kêm, tevî xwezaya dijwar a karên ku ew rojane dikin. Rêjeyek mezin ji wan ji nav  şert û mercên civakî yên nebaş tên. Di nav de jinên ku zilamên wan mirine û yên ku hatine berdan hene. Bi taybetî jî, li deverên gundewarî û dûr ku zehmetiyên jiyan û xebatê li wir zêde dibin.”

Lawaziya du qatîn

Ev pirsgirêk ne tenê bi xwezaya kar ve sînordar in, di heman demê de dighîjin şert û mercên veguhestinê jî. Ji ber ku karkerên jin ên li deverên dûr di nebûna amûrên veguhestinê yên guncaw de di gihîştina cihên kar de, bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin. Ev jî, tevî hin pêşketinên ku piştî salên têkoşîna sendîkayî hatine bidestxistin, giraniya lawaziya rojane zêde dike. Nemaze, di kêmkirina demjimêrên xebatê de ku di hin rewşan de 12 seatan jî derbas dike. Rewşa giştî hê jî xemgîntir e.

Lubne Necîb piştrast kir ku di nav saziyên giştî de qelsiyek eşkere di çavdêriyê de heye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Çi ji aliyên kesên ku di nava kar de kontrol dikin de be, çi jî bi riya rêveberên peymankar (rêveberê ku peyman bi kampanyayê re îmze kiriye) ku bi rêya şirketên destewerdanê, dibe sedema berdewamiya hejmarek binpêkirinên têkildarî kar.

Qidema bê aramî

Di vê çarçoveyê de, her çend qanûna Mexrîbê ferz dike ku karkerên jin li Fona Ewlekariya Civakî ya Neteweyî îlan bikin jî, daneyên sendîkayan destnîşan dikin ku hinek karkerên jin an bi tevahî nehatine îlankirin, an jî bi mûçeyên ji mûçeya rastîn kêmtir têne îlankirin. Ev yek rasterast bandorê li gihîştina wan a sîgorteya tenduristiyê û teqawidbûnê dike.

Lêkolînên meydanî nîşan didin ku hejmarek ji karkerên jin ji 10 an 15 salan zêdetir di heman saziyan de dixebitin, bêyî ku ev yek di rewşa wan a pîşeyî de were nîşandan. Ji ber guhertina şirketên ku ji bo birêvebirina sektorê destûrdar in, ku dibe sedema windakirina kevinbûna di sektora kar de û qutbûna aramiya pîşeyî.

Karkerên jin tezmînatek kêm distînin

Lubne Necîbji ber ku sozên xwe bi cih neanîne rexne li têkçûna berdewam a çend şirketên taşerontiyê kir. Her wiha li şûna wê balê dikişînin ser kêmkirina lêçûn û zêdekirina qezencê. Bi taybetî di nebûna mekanîzmayên astengkirinê yên bi bandor de, hinek rêveberî çavên xwe ji van binpêkirinan re digirin, bi vî rengî di kar de dibin sedema domandina heman şert û mercên nebaş û lawaz.

Di sektora xwarinçêkirinê de jî, daneyên sendîkayê rewşên ku karkerên jin tezmînatek kêm distînin ku dibe ku ji 25 dîrheman rojê nêzî 2.7 dolar derbas nebe. Li ser bingeha xwarinê tê hesibandin, ne li ser bingeha mûçeyek mehane ya sabît ku ev yek pirsgirêkek din a neewlehiya pîşeyî nîşan dide.

‘Karkerên jin xwe di navbera du aliyên peymankar, rêveberî û şirketan de asê dibînin’

Di bin ronahiya vê rastiyê de, karkerên jin xwe di navbera du aliyên peymankar, rêveberî û şirketan de asê dibînin, her yek berpirsyariyê datîne ser ya din û ew bê navnîşanek zelal dimînin da ku mafên xwe biparêzin an jî îdîa bikin. Berovajî vê, Lubne Necîb tekez kir ku pêdivî ye rayedarên berpirsyar bi tundî mudaxele bikin û wiha got: “Ev jî bi riya xurtkirina çavdêrîkirin û aktîvkirina qanûnê, ferzkirina cezayan li ser şirketên binpêker, her wiha ji nû ve nirxandina modela rêveberiya mîsyoner da ku parastina karkerên jin û aramiya wan a pîşeyî mîsoger bikin.”

Di bin siya berdewamiya vê modelê de, pirs ev e: Xizmetên daîmî di nav tesîsên giştî de çawa dikarin berdewam bikin bêyî ku aramiya karkerên ku wan rojane garantî dikin hebe?