'Jinên Mexrîbê ji cudakariya yasayî gazin dikin'

Çalakvana hiqûqî Xedîca Cenan diyar kir ku tevî hebûna destûra Mexrîbê ya prensîba wekheviyan a di nav her du zayendan de jî, li dijî jinên Mexribê cudakarî heye.

RECA XEYRET

Mexrîb – Hin yasayên Mexrîbê hê jî newekheviyê bi awayekî li ser jinan pêk tînin. Wek qadên kar û qanûnên astengkirinê yên yasayên tewanan û yasayên malbatê. Çalakvana mafê jinan û parêzer Xedîca Cenan diyar kir ku divê guhartinek di yasayên cudakariyê yên li hember jinan de bên çêkirin.

‘Jin bi newekhevî û cudakariyê re dijî’

Çalakvana Hiqûqî û Parêzer Xedîca Cenan a ji bajarê Tanca ya bakurê Mexrîbê ye, bal kişand ser astengiyên ku jinên Mexiribî ji ber yasayên cudakariyê dijîn. Xedîce wiha got: “Tevî hebûna prensîbên wekheviyê yên di nav herdû zayendan de û avakirina desteyek ji bo tekoşîna li dijî hemû cureyên cudekariya li dijî jinan a li Mexrîbê jî, jin bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Mexrîbê ji bo avakirina wekheviya di nava civak û zayendan de, gelek gavên pêşketî avêtiye. Dîsa jî jin bi cudakarî û newekheviyê re dijîn.”

‘Bi hinceta gendeliyê tên binçavkirin’

Xedîca Cenan ji bo bikaranîna cudahiya yasayên malbatî û tewanan a derheqê jinan de jî anî ziman ku gelek xalên jinan ji mafên wan bêpar dikin hene û wiha pê de çû: “Yek ji wan, dema ku dayîk dîsa bizewice, ji xwedîkirina zarokên xwe bêpar dibe û ger ku bav bizewice, mafê wî heye ku zarokên xwe xwedî bike. Têkildarî yasayên tewanan jî jin bi cudakariyê re rûbirû dimîne. Carna jin, bi tewana handana gendeliyê li kolanan ji aliyê kesên ku bi navê ewlehiyê tê naskirin ve tên girtin. Ji ber vê yekê wê bi hinceta gendeliyê dibin navenda polîsan. Cezayên pere, bi dîlgirtina taloqkirî, an jî bi cezayê bi bandor tên bêparkirin. Ger ku mêr pê re hebe, ew mêr tê berdan. Ev cudahiya herî berbiçav a li hember jinan e. Nemaze Mexrîb dilpak e, hemû rezervasyonên xwe li ser peyama CEDAW’a ku li dijî hemû cureyên cudaxwaziyên li hember jinan têdikoşe, rakiriye. Ji ber vê yekê divê dilsozê vê erêkirinê be û bi rêya yasayên ku cudahiyê nakin nav hemwelatiyên xwe, pêk bîne.”

‘Çavdêra Hiqûqî wek destkeftiyek tê hesibandin’

Xedîca Cenan derbarê rola Çavdêriya Hiquqî ya Jinan de da zanîn ku ew ji bo parastina mafê jinê, destkeftiyek e û wiha pê de çû: “Ev çavdêrî ji bo desteya parêzer û civaka sivîl a li Tencayê, mîna destkeftiyek tê hesbandin. Ji ber ku ew dergehek ku têkiliyan di navbera desteya parêzer, civaka sivîl, mafên mirovan û hemwelatiyên jin û mêr de pêk tîne. Çavdêr dê têkiliya bi civaka sivîl û mafên mirovan re bi rêkûpêk bike û têkildarî mijarên ku parêzer di mijara şopandina hevsengiyên ku bandorê li mafên jinan dike de, dê mîrateyek belgeyî pêşkêş bike.”

‘Divê civakek bi du nêrîn bê avakirin’

Xedîca Cenan ji bo xebatên Komîsyona Wekhevî û Rakirina Hemû Cûdahiya Li Dijî Jinan dibêje: “Ev deste hîn aktîf nebûye, bêyî ku em bizanibin astengiyên navxweyî çi ne. Em bang li sektorên bi vê mijarê re têkildar dikin û yên ku di warê wekheviyê de dixebitin dikin, ku bi balkişandina ser mijarê cudakariya li dijî jinan erkdar bin. Hevsengî dê ber bi dengdanê, di nav pêkhateyên rêxistinî yên saziyan de, bi awayekî ku bighê civakeke demokratîk, pêkan be. Divê civakek ku tê de du nêrîn serdest bin û ne nêrînek ku tenê yê mêran e, bê avakirin.”