ekolojî
-
Hikumeta Îranê çavkaniyên xwezayî xesp dike
Hikumeta Îranê bi hêceta pêşketin vegera şaristaniyê li Rojhilatê Kurdistanê ev nêzî 40 salan e çavkaniyên petrol, gaz û ava xwezayî xesp dikin û li dijî gel politakayên terbiyekirina bi birçibûnê pêktînin.
-
Ji Komîteya Aboriya Jin projeya ‘Jiyan’: 4 hezar dar hat çandin
Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star a Kantona Cizîrê li gundê Mele Merzê yê bajarê Dêrikê di çarçoveya projeya bi navê ‘Jiyan’ de 4 hezar dar çandin.
-
Bandora hişkesaliyê li ser çandiniyê
Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Sarûxan rewşa çandiniyê ya heremê nirxand û got ku ji ber barana kêm ew hewil didin projeyên nû yên pêşxistina çandiniyê.
-
‘Divê hevgirtina navneteweyî ya jinan mezintir bibe’
Çalakvana jîngehê Radiya El-Wihêşî li ser girîngiya piştgiriya karînên jinan bi guhertinên avhewayê re, teqez dike ku jin zêdetir ji derdora xwe, malbat û derve bi bandor dibin.
-
‘Cîhan bi pirsgirêkeke mezin a qirêjiya jîngehê re rû bi rû ye’
Endezyara çandiniyê û di heman demê de rêvebera Şitilgeha Şehîd Barîn, Nalîn Îsa der barê girîngiya çandina daran ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de got ku jîngeh di xetereyeke mezin de ye divê her kes erka parastina xwezayê bigre ser milên xwe.
-
Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava kampanya darçandinê ragihand
Platforma Jin a Ekolojî bi daxuyaniyekê çapemeniyê kampanya darçandinê ji 15’ê Sibatê heta 4’ê Nîsanê ragihand.
-
Guhertina avhewayê bandoreke neyînî li jiyana li Lîbyayê dike
Mîmar Huda Hamed El-Zawî ku got ku guherîna avhewayê ya di encama germbûna kurevî de bandoreke neyînî li Lîbyayê kir ku çavkaniyên avê lê kêm in, bal kişand ser girîngiya hişyarbûna li ser jîngehê.
-
Baxçeyên Hevselê yên hezaran salî bi tunebûnê re rû bi rû ye
Ji TMMOB'ê Selma Aslan, diyar kir ku Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNECSO’yê de cih digre tê xwestin ku bi sergo, xirbe, avahiyên qaçax û kanên qûmê bê tunekirin û bang li gel û rayedaran kir ku mîrateya dîrokî biparêzin.
-
Ji jinên Libnanî projeya ‘Garbaliser’ a gûbreya xwezayî
Henan û Zeyneb Îsmaîl yên Libnanî bi projeya ‘Garbaliser’ a gûbreya xwezayî hewl didin cotkaran ji bihayê zêde ya gûbreyên çêkirî rizgar bikin.
-
Kovara Jiyana Ekolojîk dest bi weşanê dike
Kovara Jiyana Ekolojîk ku dê di meha Çileyê de cihê xwe di refên kovar û pirtûkan de bigre, der barê ekolojiyê de her tiştî di nava xwe dihewîne. Di kovarê de bal dikşînin ser qeyrana avhewayê ku zêde dibe û riyên çareseriyan diyar dike.
-
Suha Ebu Şabaan: Qirêjahiya behra Xezayê nexweşiyê belav dike
Qirêjbûna behra Xezayê bûye krîzeke jîngehî û dibe sedema nexweşiyê, lêkolîner Suha Ebu Şaban ji bo cihên qirêjbûyî diyar bike dest bi lêkolînan kiriye.
-
Leşkerên Tirk daristanan dan ber agir
Operasyona dewleta Tirk a di 24’ê Kanûnê de dabû destpêkirin didome, hat hînbûn ku yekîneyên leşkerî li herêmên çiyayî yên di navbera Pasûr û Mûşê de, daristanan dane ber agir.
-
Di sala 2022’an de li Silêmanî zêdetirî 45 hezar dar hatine çandin
Ji aliyê rêveberiya daristan û çavkaniya Silêmaniyê ve di sala 2022’an de zêdetirî 45 hezar dar ji bo şînkirina bajarê Silêmaniyê hatin çandin. Berpirsek rêveberiya daristan û çavkaniyên Silêmanî dibêje ku li herêmên ku dar lê kêm in, daran diçînin.
-
Jinên Qilêbanê ji ber bendavê bi hêrs in
Li Qilêbanê 7 bendavên ku hatine çêkirin mehên zivistan û biharê hem di aliyê madî de hem jî di milê manewî de zirarê dide gelê herêmê. Jinên ku her dem bi tirs dijîn dibejin ku edî hizûra wan nemaye.
-
‘Pêwistî bi piştgirî û hevkariya medyaya jîngehparêz heye’
Rojnamevan Saida Al- Zamzami bal kişand ser pirsgirêkên hewirdorê yên li Tûnisê zêdebûne û rola medyayê û diyar kir ku pêwîstî bi medyaya xwezaparêz û hevkariya wan heye.
-
Li Qamişlo pêngava çandina daran destpê kir
Li bajarê Qamişloyê bi peşengiya Şaredariya Gel a herêma Cizîrê, Malbatên Şehîdan û Komînan pengava çandina daran hat destpêkirin.
-
‘Bi êrîşên li ser xwezayê hewl didin Şirnexê bê nefes bihêlin’
Jinên Şirnexê diyar kirin ku bi êrîşên li ser xwezayê hewl didin Şirnexê bê nefes bihêlin û gotin ku dê di demek nêz de êdî darek nemîne xwe bidin bin siya wê.
-
Guherîna avhewayê dibe sedema gelek rewşên neyînî
Jinên li Xezayê bi projeyên biçûk hewl didin çavkaniyek dahatê li ser bingeha aboriya ji xwezayê ji xwe re biafirînin. Ev yek weke beşek ji hewldanên wan e û dixwazin jîngehê biparêzin.
-
Li Xezayê ji bo hişyarkirina hewcedariyên avê kampanyayek hat destpêkirin
Armanca kampanyaya parêzvaniya dijîal a ji bo zêdekirina hişmendiyê li ser hewcedariyên avê ew e ku di belavkirina naveroka bandorker a li ser pirsgirêkên av û paqijiyê de li Xezayê hişmendiyê kûr bike.
-
Guherîna avhewa û qirêjiya hawirdorê rê li jehrîbûnê vedike
Ji ber guherîna avhewayê û qirêjiyê ya ku çavkaniya xwe ji polîtîkayên ne alîgirê xwezayê digre, civak bi taybetî jin tûşî jahrên curbecur dibin. Ev yek dibe sedem ku jin bi nexweşiyên kronîk û giran bikevin.