Xwezaya başûrê Kurdistanê ber bi tinebûnê ve diçe

Jinan têkildarî têkçûna jîngeha başûrê Kurdistanê gotin ku “Jîngeh û jiyana mirovan li ber xeteriyê ye. Birîna dar û daristanan mirovan ber bi mirinê ve dibe, lê belê desthilat ji ber ku bi pirsgirêkên xwe ve mijul e, giringî nade pirsgirêka jîngehê.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Guherîna avhewayê li cîhanê, bandorek nerênî li ser jîngeh û tenduristiyê dike. Li başûrê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê rêjeya avê kêm bûye, tevê vê bandorên guherîna avhewayê, bi destê derve û navxweyî karên ji bo tinekirina jîngeha başûrê Kurdistan dikin. Kêmbûna şînkatiyê, bajaran ber bi hişkbûnê ve dibe. Li ser sînorên başûrê Kurdistanê ji aliyê dewletên dagirker ve birîna daran bûye sedemê guherîna demografiya daristanan. Her wiha di navxweyî de ji bo razîkirina pergala sermayedar ketine ber birîna daran. Ev jî di salên dawî de tê dîtin ku çawa jîngehê têk didin û nefesê li başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî li bajaran diçikine.

‘Birîna daran mirovan ber bi mirinê ve dibe’

Karmanda Qeymeqamiya Silêmanî Nermîn Mihemed diyar kir ku çêkirina avahiyên bilind, têkdana jîngehê, birîna daran û zirara ku didin çiyayan, jîngeha herêmê ber bi tinebûnê ve dibe û got: “Tinekirina jîngehê ya bi destê mirovan, cûreyê herî xeter ê jenosîdekirina herêmê ye. Birîna çiya û daristanan, tevî guherîna demografiyê, bandora têkçûna xwezayê li pey xwe tîne. Nefes çikandina li bajaran, di nav de ajal rûbirûyî kuştin û têkçûnên xwezaya jîngehê tên. Ajal û balindeyan bê cih dikin. Dema daran dibirin, çûk û balinde li herêmê nafirin. Birîna darên li çiyayan jî ajalan bê cih dihêle. Birîna çiyayan û bingehên avahiyên bilind, dîmenên bajar têk dide. Bilindahiya avahiyan li pêşiya ronahiya rojê ku divê bikeve nava malan, bûye asteng. Lê belê ji bo razîkirina pergala sermayedar, rêgirî û astengî li pêşiya çêkirina avahiyên bilind nakin. Aliyên peywendîdar berpirsê tinekirina jîngeha herêma Kurdistanê ye. Ji bo berjewendiyê desthilatê mirov, ajal û zindiyan tine dikin. Divê hemwelatî parastina mafê xwe û jîngeha tendurist bike.”

‘Bi destê derve û navxweyî hemwelatî û jîngeh ber bi tinebûnê ve diçe’

Mamosta Koçer Mihemed Reşîd destnîşan kir ku bi riya çêkirina wan pirsgirêkên ku desthilat ji bo hemwelatiyan çêdike, hincetan ji bo tinekirina jîngehê jî dibînin û wiha berdewam kir: “Bi riya nedayîna neftê,  hemwelatiyan neçarî birîna daran dikin û piştre jî jîngehê tine dike. Her wiha desthilat rê dide dewletên dagirker, li herêmên sînorî yên herêma Kurdistanê daran ji bo bazirganîkirin û demografiya herêmê bibirin. Destê Hikûmeta herêma Kurdistan di tinekirina xwezaya herêma Kurdistanê de heye. Rêgiriyê li dewletên cîran nake, li herêmê ji bo qazanca sermayedariyê rêgirî li  birîna daran nagre. Her wiha nebûna hişyariya derbarê tinebûna jîngehê û ziyanên wê yên li ser tenduristiyê, sedemek din ê bêdengkirina hemwelatiyan li beramberî rewş ku jîngeha herêma Kurdistanê rûbirûye. Nebûna paqijiya jîngehê, li nav bajar, bazar û seyrangehan bi eşkere tê dîtin. Divê di aliyê jîngehê de kes werin hişyarkirin, da ku jîngeha herêma Kurdistanê paqij bigrin. Divê aliyên peywendîdar bi hemahengî ji bo parastina jîngehê bixebitin. Divê bi riya dayîna bacê kesên ku jîngehê qirêj dikin, hemwelatiyan bi jîngehê re bikin yek. Piştre wî pereyî ji bo başkirina jîngehê xerc bikin.”

‘Hemwelatî parastina jîngehê nakin’

Xwendekara bi navê Liya Wesfî da zanîn  ku nekarîne jîngehek paqij û bi tendurist ji bo başûrê Kurdistanê ava bikin û ji vê re çareseriyekê bibînin da ku jîngehek tendurist hebe û wiha got: “Herêma Kurdistanê her tim ber bi qirêjbûna jîngehê ve diçe. Hemwelatî parastina jîngeh û xaka xwe nakin. Di nava bazaran de gelek plastîk û çopan diavêjin erdê û ser zeviyan. Piştre daran û çiyayan dibirin, tevî hemû qirêjiyan avabûna kargehan li nêzî bajaran karesatek mezin a jîngehî û mirovî ye. Ew gazên têkelî hewayê dibin, carek din ziyanê didin me mirovan. Ev hemû bandora tenduristiya metirsîdar ji bo hemwelatiyan çêdike. Divê pêşiya van pirsgirêkan bê girtin. Bi riya aliyên peywendîdar û parêzvanên mafê jîngehê, ji bo parastina jîngeha xwe hewl bidin.”

‘Li herêmê jîngeh û  mirov li ber xeteriyê ye’

Parêzer Hûnya Heme Emîn destnîşan kir ku jîngeha başûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatan ve şikil girtiye û wiha got: “Tevî jîngeha herêma Kurdistanê ev çend sal e ji ber sedemên xwezayî yên kêmbûna şiliyê, jîngeh ber bi xirabbûnê de diçe. Zêdebûna plastîkan û bingehdanîna kargehên qirêj ziyanek zêde dide jîngehê. Desthilata herêma Kurdistanê bi riya bingehê projeya bi navê şînkirina bajaran, destwerdana dagirkerên derdor, berdewam hewl ji bo jinavbirina jîngehê û jenosîdekirina jîngehê didin. Birîna daran a li ser sînoran û birina ji bo welatên din ji bo bazirganiyê, yan jî razîkirina pergala sermayedar a projeyên avahiyên bilind bingeh datînin, ku xakê ber bi jinavbirinê û du qat tenduristiya hemwelatiyan xirab dike û jîngehê tine dike.”