Li Tûnisê ji bo pirsgirêkên jîngeh û hawirdorê balyoz tên amadekirin

Gelek herêmên Tûnisê ji ber pirsgirêkên ekolojîk gazinan dikin, ku dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Çalakvanên hawirdorê dibêjin ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin, pêwîstî bi perwerdekirin û zanekirinê heye.

NEZÎHA BÛ SEAÎDÎ

Tûnis – Bi armanca kêmkirina êşên ku ji ber gelek ziyanên hawirdorê yên li herêmên Tûnisê dertên, sefîrên jin ên jîngehê li 24 bajaran perwerde dîtin. Mijara perwerdê, çawaniya mijûlbûna bi rewşa heyî re û çareserkirina pirsgirêkên cihêreng ku xwe dispêre rojnamegeriya jîngehê û cureyên wê yên rojnamegeriyê bû.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên jîngehê balyoz tên amadekirin

Derbarê perwerdekirina balyozên jin ên jîngehê yên li bajarên Tûnisê de, Rahêner û Afrînera Platforma “Cosmos Media” Mebrûka Xezîr got: “Em di çarçoveya kampeke perwerdehiyê ya ji bo gelek jin û ciwanan ên ku ji hemû herêmên Tûnisê ji bo forûma Neteweyî ya Medyaya Kesk hatine, amade ne. Mabesta me ew e ku li her deverek, ji herêmê nûçegîhan an jî sefîrên jin ên jîngehê re eleqedar dibin, hebin. Bi armanca ku di nav jinan û jinên ciwan de ev çand û eleqeya li ser mijarên jîngehê geş bibe, min platformek medyayê ya pisporên jîngehê ava kir. Ji bo ku em bêhtir pirsgirêkên jîngehê li herêmên derdorê nas bikin û li çareseriyên wan bigerin.”

Di berdewamiya gotinên xwe de Mebrûka Xezîr diyar kir ku jinên perwerde dîtine ewê bibin nûçegihana platforma “Cosmas Media” û pirsgirêkên jîngehê li herêmên xwe raghînin û wiha axivî: “Jinên ciwan ên ji 24 herêman beşdarî perwerdê bûne, ewê li herêmên xwe bi mebesta tevlîbûna wan a di çêkirina nûçeyan de, gihandina agahiyan, çavdêrî û berpirsiyariyê de bibin nûçegihanên platformê. Ji ber ku rojnamevan an çalakvanê ku li ser mijarên jîngehê kar dike, dikare bibe şopînerê binpêkirinên li ser jîngehê yên ku li bajarên Tûnisê çêdibin. Her wiha ew derbar amadekirina gotaran, kişandina wêneyan û amadekirina raporên girêdayî jîngehê yên li herêmên xwe tên perwerdekirin.”

48 kes ji bo ragihandina jîngehê hatine amadekirin

Mebrûka Xezîr destnîşanî perwerdeyên ku pêşkêş dikin, her wiha astengiyên ku wan dîtine heya gihîştine asta tê xwestin kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji roja destpêkê ya forûmê ve me pirsgirêkên hawirdorê li 24 bajaran nirxand. Ji hêla beşdaran ve jî ev pirsgirêk hatin destnîşankirin. Lê ji ber kêmbûna tecrubeyên raghandinê, wan nikarîbû van pirsagirêkan çareser bikin. Piştî perwerdê beşdar di warê montaj, rêvebirina diyalogan û hilberîna podcastê  hatin amadekirin û niha agahiyên wan derbarê van mijaran de, pîvanên wê, guherîna avhewa û fêmbûna wateya cihêrengiya biyolojîk ên li ser jiyana rojane de, zêde bûye. Di gihandina van mijaran de destpêkê zehmetî hebû, lê îro piştî kampa perwerdê jinên ciwan dikarin bi hêsanî li ser mijarên jîngehê bixebitin. Li gel me 48 jinên ciwan û xort ji 24 bajaran amade ne ku bibin nûçegihan ku agahiyan bi awayek afrîner raghînin.

Pirsgirêka çopê li hemû bajaran

Kelsûm El Sakêt ku di Radyoya Wab de kar dike û dixwaze bibe sefîra jîngehê, bal kişand ser pirsgirêkên çop û jîngehê yên li herêmê û wiha axivî: “Pirsgirêkên jîngehê di bajarên Tûnisê de cuda ne lê pirsgirêka çopê wan bi hev ve girêdide. Ez dixwazim di pêşerojê de piştî vê perwerdeyê bibim sefîra jîngehê ya li bajarê El Qîrwanê. Bûyîna balyozê welatê xwe tê wê wateyê ku peywira min ew e ku hişyariyê li ser kêmkirina zirarên jîngehê bilind bikim û beşdarî peydakirina çareyên ji pirsgirêkên ku hatine kirin re bibim. Agahiyên ku ji perwerdeyê girtiye ez ê di nava civakê de belav bikim. Ji ber ku dema hawîrdor xirab bibe, tendirustiya mirovan jî zirar dibîne.”

‘Em dikarin ji zarokan dest pê bikin’ 

Kelsûm El Sakêt di dawiyê de çareseriya pirsgirêkên jîngehê nîşan da û got: “Pirsgirêka çopê berpirsyariyek mirovî ye û berpirsyara yekem a welatiyên herêmê ye. Dema ku em dixwazin mirovan perwerde bikin, divê em ji xwe dest pê bikin, paşê ji derdora teng dest pê bikin û dû re jî mirovan li ser çopê û ziyanên ku dide ax û hewayê hişyar bikin. Em dikarin zarokan bi dayîna waneyên hişyarkirina li ser parastina jîngehê, perwerde bikin.”