Li Uramanatê û Ciwanroyê qirkirina xwezayê: Dar tên birîn
Aktîvîstên jîngehê, diyar kirin ku avakirina riyên nû ne tenê bedewiya xwezayî ya herêmê wêran dike, di heman demê de şêwaza jiyana gundiyan jî diguherîne.

SOMA KEREMÎ
Ciwanro – Ji ber birandina zêde ya daran, li jîngehê pirsgirêkek mezin çêdibin û ji bo ekosîstemên xwezayî dibe sedema encamên giran. Bi salan e, darên li Uramanatê bi sedemên mîna hilberîna komirê, şewat, vekirina qadên ji bo çandiniyê, înşeat û çêkirina riyan tên tunekirin. Ev pêvajo, bibe sedema qirêjiya hewayê ya demdirêj, guherîna avhewayê û zirarê dide jiyana mirovan û cureyên din.
Çiyayên Zagrosê, yek ji ekosîstemên herî girîng ên Îranê ne; li vir darên berû û gelek cureyên din şîn dibin û di parastina hevsengiya xwezayê de roleke girîng dilîzin. Kokên van daran, bi taybetî di zeviyên meyldar de erozyona axê asteng dikin. Lê bi tunebûna wan re, ax li hemberî baran û bayê bêparastin dimîne, berhemdariya axê kêm dibe û qada jiyanê ya nebat û ajalan tune dike. Ev rewş, dibe sedema xeteriyên mîna hezîna axê û bahozên qûmê.
Lewma, parastina daristanên Zagrosê pir girîng e. Mînakek herî zelal a gefê jî em dikarin li herêma Bozgorê ya beriya niha xira nebûye bibînin. Li vir bi destpêkirina projeyên çêkirina riyan re, pêvajoyeke qirêjbûn û xirabûna xwezayê jî destpê kiriye. Ger pêkanînên zêde yên bi vî awayî bidomin, Bozgor dê mîna gelek herêmên Kurdistanê, di asteke mezin de nasnameya xwe ya xwezayê û taybetmendiyên xwe yên jîngehê winda bike.
Avakirina rê û baregehên leşkerî
Li gelek herêmên bilind ên Kurdistanê, ji Çiyayên Şaho û Merxil bigre heta Çiyayên Koşalan û Ziran, xebatên çêkirina riyan û baregehan, rêjeya wêrankirina jîngehê di asteke girîngî de zêde kirine. Her çendî ev rê di destpêkê de mîna hêsankirina xwegihandinê xuya dikin jî di rastiyê de ji bo qadên ku beriya niha mirov tenê bi meşa bi saetan digihîştinê, niha mirov her dem û bi her awayî dikarin bi hêsanî bigihîjin. Ev veguherîn, bû yek ji sedemên sereke yên wêranbûna hêdî hêdî ya ekosîstema herêmê.
Paşguhkirina rayedaran a vê rewşê, nîşan dide ku armanca wan ne parastina jîngehê ye, mîsogerkirina berjewendiyên xwe yên şexsî ye. Gelo ger di rastiyê de pêdiviya Bozgorê bi riyek hebe, avakirina baregehên leşkerî û tunekirina bi hezaran daran çi ye?
Ger ev pêvajo bidome, Kurdistan dê nasnameya xwe ya xwezayî û taybetmendiyên xwe yên jîngehê heta dawiyê winda bike.
‘Di dilê daristanan de riyên ku qet pêwist nîn in tên çêkirin’
Aktîvîsta jîngehê ya navê Nergis Moradî bi kar tîne, der barê projeyên înşeatê de wiha axivî: "Li gorî heman ezmûnên li herêmên din, li qadên daristanî yên li Uramanetê çêkirina rê û asfaltkirinê, wê bibe sedema encamên bêveger. Ev herêm ji ber guhertina avhewayê hatiye rewşeke hesastir û ketina geştiyar û wesayîdan wê xeteriyên cidî çêbikin. Texrîbkirina daristanê, wê bibe sedema pirsgirêkên mîna tunebûna cureyên nebat û ajalan û belavbûna avahiyên bêpalan û bermahiyan. Ev guherîn bandorê li şêwaza jiyana gundan jî dike."
Nergis Moradî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Xizanî û nebûna pêşveçûnê ya salan, ji bo her projeya înşaetê bû sedem ku bi awayekî erênî destpê bikin lê bandorên jîngehê li ber çavan hatin girtin. Bi demê re têkildarî zirarên jîngehê yên bi sedema van projeyan, zanebûnek kûr ava bû. Piraniya van projeyan ne ji bo refaha mirovan, ji bo berjewendiyên siyasî yan jî leşkerî yên komên diyar tên çêkirin. Di dilê daristanan de riyên ku qet pêwist nîn in tên çêkirin û bêyî nirxandina pirsporan ekosîstemên heyî tên tunekirin.”
Li Uramanat û Ciwanroyê bi dehan riyên paralel û ne pêwist hatin çêkirin
Nergis Moradî, gundê Bozgorê mîna mînakek zelal a vê pêvajoya li herêmê nîşan da û axaftina xwe wiha domand: "Ji bo vî gundî du riyên cuda hatin çêkirin; projeyê bi sedan darên berûyan tune kir û ekosîstema herêmê xist qeyranê. Çêkirina rê tenê nebû sedema birîna daran, di heman demê de bû sedema zêdebûna qaçaxkaran, erozyonbûna axê, tunebûna çavkaniyên avê yên binê erdê û koçberbûna jiyana kovî. Li van daristanên ku bi hezaran salan e hene, projeyên tên çêkirin ne ji bo xwezayê û ne jî ji bo gel sûdê nadin. Li Uramanatê û Ciwanroyê bi dehan riyên paralel û ne pêwist hatin çêkirin, gel qet hewceyê van riyan nabin. Ji bo pêşveçûnek baş divê projeyên tên çêkirin bi fikra gel bên plankirin.”
‘Li şûna çêkirina riyên nû divê ewlehiya mirovan û xweza bê parastin’
Nergis Moradî, destnîşan kir ku divê xweza dewlemend û rûbera riwekî ya Uramanatê bi bandorek mezin bê parastin û got: "Projeyên çêkirina riyên ne hewce xwezayê wêran dikin û gefê li çandên herêmî dixwin. Divê ji bo baştirkirina ewlehiya riyên heyî razemenî bê kirin. Ev yek dê hem ewlehiya giştî misoger bike hem jî zexta li ser xwezayê kêmtir bike.”
Nergis Moradî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ger em refeha gel bixwazin divê li Uramanatê baregehek alîkariya hewayî bê avakirin. Ev jî ew e ku di rewşên lezgîn de, ji bo gundên dûr alîkariyek lezgîn û bi bandor bişîne.”
‘Em tenê riyek bi ewle dixwazin’
Jina bi navê Hamîde Rahmanî ya ji gundê Bozgorê, bi hêzkirin behsa gundê xwe dike û wiha dibeje: “Gundê me cihekî xweş bû, derdora wê tije darên berû bûn. Berê tenê du riyên axê hebûn. Yekane daxwaza me riyek bi ewle bû lê bi hinceta projeya rê gelek daran birîn.”
‘Gundê me bi xwezaya xwe navdar bû’
Hamîde Rahmanî, axaftina xwe bi fikarek mezin wiha domand: "Her zirara ku li xwezayê tê kirin, rasterast bandorê li jiyana me dike. Gundê me bi xwezaya xwe navdar bû. Gelek kes ji bo dîtina jîngeha me dihatin. Ger ev bedewî tune bibe, em ê çi bikin?"
Hamîde Rahmanî, qala zehmetiyên çêkirina rê kir û wiha bi dawî kir: "Riyek pir zehmet û xeter bû. Bi taybetî zivistanê gelek zehmet bû. Çûyina nexweşek ji bo nexweşxaneyê yan jî cihek bi ewle ne pêkan bû. Mirovan pir dixwest riyek bê çêkirin lê nedixwestin xweza zirarê bibîne. Ger ev proje bi awayekî rast hatibûya pêkanîn û jîngeh hatibûya parastin, wê pir kêm dar bihatana birîn û ekosîstem neketa min xeterê.”