Jîngehparêzên Mexrîbê ji bo parastina daran kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

Çalakvanên jîngehparêz li Mexribê, ji bo parastina daran û li cihekê ku dar lê zindî bimînin çandina daran dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.

HANAN HARET

Mexrib - "Tevgera 2050 a Jîngehparêz a Mexrîbê" ku daxwaznameyek elektronîkî ya ku bi hejmarek çalakvanên hawirdorê ve kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin, banga rawestandina çandina bêserûber a darên nexil ên li derveyî zozan kir û banga kir ku darên ku li gorî di asta jîngehê ya herêmê de nepenîtiyê bihesibînine bê çandin.

Çalakvana jîngehparêz Salima Belmokadem teqez kir ku diyardeya çandina darên nexil li hemû bajaran rêzê li cihêrengiya biyo-demsalî ya li her herêmekê nagire, her wiha karekterê her bajarekî berevajî bike û dibe sedema klonkirin û wekhev bûyinê.

Çalakvan bal kişand ku li Mexribê ji ber şewata daristanan û birîna daran rewşa awarte ya jîngehê tê jiyîn, lewra îro pêwîst e alarmê lêdin û rê nedin bêserûber çandina darên nexil û da zanîn ku li derveyî qada zozanan berdewamkirina çandina darên nexil, binpêkirina karûbarên ekolojîk ên darê ye ku di vegirtina karbondîoksîtê û aramkirina tozê de diyar dibe.

Banga rawestandina bêserûber çandina daran

Salima Belmokadem banga rawestina bêserûber çandina darên nexil yê li gelek bajarên Mexribe kir û bal kişand ku ji ber li bajarên Rabat û Casablanca ji ber Deryaya Atlantîkê û şilbûna zêde ne darên nexil nêzîkî behrê nikarîn biseknîn, çandina darên nexil li ser rêyên peravê wek tawanek jîngehê tê hesibandin.

Çalakvan têkildarî berfirehiya pêwendiya Mexribiyan bi daxwaznameya elektronîkî ya Tevgera Jîngehê ya 2050 ya Mexribe ya bi sernavê "Li bajarên Fasê tavilê çandina darên nexil rawestînin û li gorî plansaziyên menzereta herêmî daran biçînin" wiha dibêje: “Em îro gihîştin 1000 îmzayan. Ji kampanyayê re bersiva hê jî hêdî ye û emê heta 5000 hezar îmzan kombikin li hemberî vê rewşê li bendê nemînin. Ji ber dem nahelê em biseknîn, ji bo demildest bersivê bidin daxwaza tevgerê divê em bi lez li hemû deriyan lêbixin.”

Wê daxwaznameyê pêşkeşî wezaretê bikin

Salima Belmokadem dê di rojên pêş de ji bo gihandina daxwaznameyê bi hejmarek wezaretên bi serpereştiya Wezareta Navxweyî, Wezareta Avakirin û Siyaseta Bajêr re bike û ligel berpirsên hilbijartî û herêmê, xebatkar û parêzgaran bi rêkûpêk danûstandinê bike. Ji ber ku jîngeh li bendê namîne û dosya bingehîn e û bi mijarên pir girîng ve girêdayî ye divê belgeyê deynin ser maseya xwe.

Hêjayî gotinê ye ku di xala 6’an a Qanûna Rêziknameya Daxwaznameyê ya bi hejmara 44.14’an de Komîsyona Pêşkêşkirina Daxwaznameyê îmzeyan kom dike û Lîsteya Piştgiriya Daxwaznameyê ji aliyê herî kêm 5 hezar alîgirên daxwaznameyê ve were îmzekirin û kopiyên nasnameya wan a niştimanî li gel wan bin.

Di madeya duyemîn a heman qanûnê de tê gotin ku hemwelatiyên jin û hemwelatiyên ku li Mexribê an jî li derveyî welat dijîn û însiyatîfa amadekirina daxwaznameyê girtine û îmze kirine, divê ji mafên xwe yên sivîl û siyasî sûd werbigirin û di lîsteyên giştî yên hilbijartinê de bên tomarkirin.