Li Pasûrê qirkirina ekolojik kûr dibe
Li mintiqeya Dêrê, birîna daran a ji aliyê cerdevanan ve didome. Her roj bi kamyonan dar ji herêmê tên derxistin. Tê plan kirin ku qirkirina daran berbi herêma Dorşîn ku bi projeyên madenê bûye rojev ve berfireh bikin.
Amed – Li navçeya Pasûrê (Qulb) a Amedê qirkirina daran ji aliyê cerdevanên herêmê ve didome. Hate diyarkirin ku li mintiqeya Dêrê ya Pasûrê her roj dar tên birîn, darên tên birîn jî bi kamyonan dibin derveyî navçeyê.
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, li mintiqeya Dêrê, di kontrola leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn. Darên tên birîn, bi erebeyên bi plaqayên bajarên cûda her roj bi kamyonan ji herêmê derdixin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, tê plankirin ku qirkirina daran berbi herêma Dorşîn ve bê berfirehkirin.
Li Pasûra ku di demên dawî de bi projeyên madenê bûye rojev, hate îfadekirin ku birîna daran ji bo projeyên madenê zemîn amade dike.