Ji jîngehparêza Kurd hişyariya ‘daristanên Kurdistanê tune dibin’
Lêkolînera qada jîngehê Yerîvan Şasûwar diyar kir ku ji ber sedemên siyasî şewat û birîna daran li herêmên sînorî zêde bûne. Li herêma Barzan û Soran ji aliyê dagirkeran ve ji ber birîna daran û çêkirina projeyên niştecihbûnê jîngeh tune dibe.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Talana li ser jîngehê her diçe dijwartir dibe. Ji ber talan û qirêjbûna jîngehê cîhan ber bi tunebûnê ve diçe. Şewatandina jîngehê sedema sereke ya qirêjbûnê û tunebûna jîngeha dinyayê ye. Jîngeha Kurdistanê ji vê yekê para xwe girtiye. Di aliyê avhewa û xakê de jîngeha herêma me ber bi tunebûnê ve diçe. Nedîtina çareseriyanli herêmê jiyanê nahêle. Guherîna avhewayê û şewata jîngehê bandorek giran li ser herêmê ava dike. Şewata daristanan zêde dike û tenduristiya gel xirab dike.
Li gorî daneyên Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya parêzgeha Silêmaniyê, ji destpêka Çileya 2025’an heta Tebaxa 2025’an, zêdeyî 112 bûyerên şewata bi destên mirovan û birîna daran encam dane. Her wiha navçeyên sînorî yên başûrê Kurdistanê ji ber sedemên siyasî rastî pêkanînên dermirovî yên wek şewat û birîna daran ên bi destê dagirkeran tên. Ev jî bi têkdan û tunekirina jîngeha herêma Kurdistanê bi encam dibe. Li herêma Kurdistanê tevî ku zagona parastina daristan û jîngehê heye jî, hê li gor ku pêwist dike, nayê bicîhanîn.
‘Şewata daristanan ji ber nehişyariya civakê derdikeve’
Lêkolînera qada jîngehê Yerîvan Şasûwar diyar kir ku li herêma Kurdistanê û navçeyên sînorî şewat piranî bi destên mirovan derdikevin û wiha got: “Şewat ji ber sedemên xwezayî û bi destên mirovan rû didin. Beşek zêde ya şewatan û birîna daran li herêmên sînorî bi destên derve û dewletên derdorê bi armanca jinavbirina jîngeha herêmê tên derxistin. Şewat bandoreke xirab li jîngehê dike.”
Bandorên xirab ên li ser xwezayê
Yerîvan destnîşan kir ku şewata herî kêm, di eraziyên 10 donim de tê dîtin û ragihand ku her wiha cureyên şewatê zêdetir bandorên xirab li jîngehê dike. Yerîvan balkişand ser encamên xeter ên van şewatan û wiha vegot: “Gelek şewatên daristanan bi sedan salan zirarê li dû xwe dihêlin. Lê belê hinek dar ji koka xwe careke din şîn dibin. Ji ber koka xwe careke din hewl didin mezin bibin. Em mirov dizanin çandina daran û parastina wan ji bo jiyana bi tendurist gelek girîng e. Li herêma me di salekê de em 2 hezar daran diçînin û diparêzin, di rojekê de ji ber bêbaldariyê bi hezaran donim rez dişewitin.”
‘Dewletên derdorê li hemberî Kurdan şerê jîngehê dimeşînin’
Yerîvan Şasûwar da zanîn ku li başûrê Kurdistanê ji aliyê dewletên derve ve şerê jîngehê li hemberî Kurdan tê meşandin û axaftina xwe bi van mînakan domand: “Li sînorê Barzan, Soran û herêmên Helgurtê birîna daran ji aliyê dewletên derdorê ve hat encamdan. Ev jî şerê herî xirab e li hemberî jîngeh û hemwelatiyên herêmê. Her wiha jîngehê bi mebesta bazirganiyê bi kar tînin. Hebûna pergala sermayedar li başûrê Kurdistanê, bandorê li jîngeha herêmê dike. Weke me dît par Çiyayê Guwêje yê Silêmanî, ji ber mebesta bazirganiyê beşek xwe ya zêde wenda kir. Çiyayê Guwêje ji bo projeya niştecihbûnê tune bû. Li gorî lêkolînan Guwêj dayîka heft cureyên daran e, tenê li vê herêmê ew dar tên dîtin û di lîteraturên dinyayê de navê wê heye. Li cihê ku vî çiyayî tune bikin bibe projeya nîştecihbûnê, dikarin bikin qadeke parastina projeyên daristanan. Bi vê sayê wê bûbûya çavkaniyê dahatê û nasandina başûrê Kurdistanê û Silêmaniyê.”
‘Divê em jîngeha xwe biparêzin’
Yerîvan Şasûwar di dawiya axaftina xwe de li ser riyên çareseriyê sekinî û wiha got: “Divê polîsên daristanan peywira xwe baş bikin û saristanan biparêzin. Lawazkirina hestên niştimanî bi awayekî sîstematîk wisa li hemwelatiyan kiriye ku parêzgariyê li xak û jîngehê nekin. Her wiha nebûna hişyarî û pêşîgirtirina li şewatên herêmê ya ji aliyê geştiyaran ve, pirsgirêkek din a ji bo jîngeha herêmê ye. Divê ji vê re çareserî werin dîtin. Desteya parastina jîngehê karên cidî ji bo pirsgirêka jingehê bikin. Divê rêgirî li hatina qirêjiya derve bê kirin. Her kes ji paqijkirina jîngehê berpisyar e, zarok heta mezin. Divê bi riya çandina daran em hewla parastina jîngehê bidin. Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku divê hemû kes daran biçînin. Pêwistiya me bi pêkanîna zagona cîhgir heye. Divê desteya dadwerî û hemû sazî û rêxistinên serbixwe ji bo parastina jîngehê bixebitin.”