Ji ber kêmbûna avê jinên ku li gundan dijîn rastî zehmetiyan tên

Çalakvana mafên mirovan û seroka komeleya Yekîtiya Jinên Mexribê Xedîce Ehlîl diyar kir ku ji ber ku endamên komeleyê êşa jinên li gundan hîs kirin dest bi kolandina bîrekê kirin.

 Mexrib - Jinên Mexribê yên li gundan dijîn ji ber guherîna avhewayê û kêmbûna avê rastî zehmetiyên mezin tên. Ev krîza ku êşa jinên gundî yên li Mexribê kûrtir dike, dê çawa were çareserkirin?

"Xebatên bi vî rengî êşên hejmareke mezin ji malbatan, nemaze jinan bi dawî dikin"

Komeleya Yekîtiya Jinên Mexribê li ser kolandin û çekirina bîrekê xebitî da ku êşa jinên Mexribê kêm bike. Çalakvana mafên mirovan û seroka komeleya Yekîtiya Jinên Mexribê Xedîce Ehlîl diyar kir ku ji ber ku endamên komeleyê êşa jinên li gundan hîs kirin dest bi kolondina vê bîrê kirin û wiha got: "Kêmbûna avê û zehmetiya gihandina wê bandoreke neyînî li jinan dike. Armanca komeleyê ji kolandina bîrê ew e ku çandek dan û hevgirtinê ava bike û ji komeleyên mayî bixwaze ku li kêleka rayedarên têkildar bixebitin û alîkariya malbatên li gundan bikin. Xebatên bi vî rengî dibin alîkar ku êşên hejmareke mezin ji malbatan, nemaze jinan bi dawî bikin."

"Herî zêde jin ji vê rewşê bandor dibin" 

Xedîca Ehlîl anî ziman ku weke komele li gorî îmkanên xwe tevkariyê dikin, da ku hejmareke mezin ji kesên ku li gundan dijîn ji tîbûnê rizgar bikin û wiha pê de çû: "Jinên gundî yên li gelek deverên dûr ên Mexribê ji ber tunebûna dadmendiya civakî ji ber xizanî û tecrîdê êşê dikişînin. Herî zêde jin ji vê rewşê bandor dibin."

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Avê, çavkaniyên avê yên li Mexribê salane 22 milyar metrekup e.

 "Tedbîrên ku Mexrib girtina êşa jinên Mexribê yên li gundan dijîn kêm nekiriye"

Lêkolînera pispor di endezyariya jîngehê û pêşkeftina domdar de Omeyma Xelîl El-Fen diyar kir ku krîza avê ne tenê li Mexribê, li hemû cîhanê heye û wiha got: "Ev yek jî ji ber guherîna avhewayê ye. Mexrib komek tedbîrên ku girêdayî avê, wek siyaseta bendavan, pejirandina komek qanûnên avê û bicihanîna armancên pêşkeftina domdar bi rêya Bernameya Têkiliya Gundî ya bi Ava Vexwarinê re, girtine. Lê ev tedbîr îro ji bo rûbirûbûna qeyrana welat têrê nakin û dadmendiya civakî û avhewayî bi taybetî ji bo berjewendiya jinan pêk nehatiye û delîlê vê yekê jî rewşa dijwar a ku jin li deverên dûr dijîn e."

Çareseriyên rûbirûbûna krîzê

Ji bo çareserkirina krîza avê li Mexribê Omeyma Xelîl El-Fen wiha got: "Ji bo pêşdebirina vê dewlemendiya avê divê gelek gavên krîtîk bên avêtin. Destpêkê divê pergala çandiniyê ya li Mexribê were vekolîn kirin. Ji bo çareserkirina kirîza avê divê lêkolînên zanistî bên kirin da ku ji bo krîzê pêşniyar bên çêkirin. Çi di warê jîngehê de çi jî di warê avê de, ji bo ewlekariya avê divê bal were kişandin ser çarçoveya qanûnî."