Endezyara Iraqî: Dewleta Tirk gefê li ewlehiya avê ya welêt dixwe

Endezyara çandiniyê ya Iraqî Ezher Ward El-Malikî got ku çemên Dîcle û Firatê li Iraqê wek çemên girîng tên hesibandin û got: "Dewleta Tirk bi avakirina bendavên li ser herdu çeman, gefê li ewlehiya avê ya welêt dixwe."

NÛR EL-MERSOMÎ

Iraq – Çemê Dîcle ji Gola Hazarê ya li Çiyayên Torosê yên li bakurê Kurdistanê derdikeve, lê Çemê Firatê ji yekbûna çemên Murat û Karasu çêdibe. Herdu çem ber bi başûr ve diherikin, di nav Sûriyeyê û dû re jî di Iraqê re derbas dibin. Avakirina çend bendavan li ser qeraxên her du çeman ji aliyê Tirkiyeyê ve herikîna avê bi girîngî kêm kiriye û di nav krîza avhewayê ya cîhanî de pirsgirêkên jîngehê girantir kiriye.

'Gefek li ser ewlehiya avê ya welat e'

Endezyara Bilind a Çandiniyê Ezher Ward El-Malikî got ku çemên Dîcle û Firat li Iraqê wek çemên girîng têne hesibandin û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ew ji axa Tirkiyeyê derdikevin û çemên ava şirîn ên girîng in. Her du çem li bakur-rojhilatê Besrayê li El-Qurna dighîjin hev û dû re li El-Qurna Elî 193 km dûr diçin û Şett el-Ereb çêdikin, ku diherike Kendava Erebî. Her du çem ligel ava binerdê li başûrê welêt, di nav çavkaniyên avê yên herî girîng ên Iraqê de ne. Baran û berf li herêmên bakur çavkaniyên xwezayî yên din in. Kêmbûna van çavkaniyan, bi taybetî asta jêrîn a her du çeman, dê bandorek neyînî li ser asta ava binerdê jî bike û ewlehiya avê ya welêt bike xeterê."

'Ji ber avakirina bendavan ava Çemên Firat û Dîcle kêm dibe'

Ezhar El-Malikî destnîşan kir ku avakirina bendavan li Tirkiyeyê rasterast bandorê li ser kêmbûna mîqdara ava ku digihîje Iraqê dike. Ezhar wiha dewamî da gotinên xwe: "Ji ber ku kêmbûnek girîng di asta ava çemên Dîcle û Firatê de hatiye dîtin. Ev kêmbûn bandorek neyînî li ser qadên girîng ên welêt dike wek çandinî, ava vexwarinê, tendrustiya giştî û jîngehê. Avakirina bendavan û projeyên avdanê di nav axa Tirkiriyeyê de li Çemê Firatê û guherîna avhewayê û hişkesaliyê ku krîzê girantir dikin, dibin sedemên kêmbûna avê. Yek ji wan bendava Ilisu ye ku li ser çavkaniya Çemê Dîcleyê ji bo piştgiriya çandiniyê û hilberîna enerjiya hîdroelektrîkê li Tirkiyeyê hatiye çêkirin."

Girîngiya pêşxistina hevkariyê û diyaloga avaker

Ezher El-Malikî tekez kir ku pêwîst e Iraq di danûstandinên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji bo çareserkirina krîza avê siyasetek hişk û hevseng qebûl bike û got: "Hewcedarî bi zêdekirina hevkariyê û diyaloga avaker di nav her du welatan de heye. Her wiha ji mafê Iraqê ye ku ger hewldanên danûstandinê biser nekevin, ji bo parastina berjiwendiyên xwe yên avê dikare serî li rêbazên hiqûqî yên navneteweyî bide. Krîza avê û guherîna avhewayê li Iraqê du pirsgirêkên bi hev ve girêdayî ne. Bilindbûna germahiyê ji ber guherîna avhewayê bûye sedema zêdebûna rêjeyên dûkelbûnê ji çem, gol û bendavan û bûye sedema kêmbûna mîqdara ava şirîn a berdest. Kêmbûna rêjeyên baranê û guherîna şêwazên baranê bûne sedema kêmbûna çavkaniyên avê yên nûjenbar û derketina bûyerên wek ziwabûn û lehiyê, ku ev jî bandorê li kalîte û cûreya avê dikin."

Pejirandina rêbazên bikaranîna avê yên domdar

Ezher El-Malikî destnîşan kir ku nebûna ava paqij dibe sedema belavbûna nexweşiyên ku bi avê têne veguhestin û gefê li tenduristiya nifûsê dixwe û pirsgirêkên tendrustî û jîngehê li Iraqê girantir dike. Ezhar wiha pêl da gotinên xwe: "Kêmbûna avê siya xwe dide ser ekosîstemên Iraqê, bi taybetî li ser zozanan û dibe sedema kêmbûna biyolojîk û xirabûna jiyana xwezayî. Kêmbûna avê bandorê li aboriya neteweyî jî dike, bi taybetî di qadên çandinî û pîşesaziyê de ku pir bi çavkaniyên avê ve girêdayî ne. Ev yek mezinbûna aborî asteng dike û pirsgirêkên pêşketinê girantir dike. Kêmbûna avê hem di navbera civakan û di navber welatan de ji bo pevçûn û pêşbaziyê li ser çavkaniyên avê hawîrdorek berhemdar diafirîne, aramiyê dike xeterê û tengezariyên siyasî û aborî zêde dike."

'Kêmbûna avê bandorê li çavkaniyên niştecihan jî dike'

Ezhar El-Malikî tekez kir ku guherîna avhewayê û krîza avê li Iraqê bandorek mezin li ser zozanan kiriye û ev agahî dan: “Ji ber ku kêmbûna asta avê bûye sedema zuwabûna deverên mezin wek zozanên Chibayish û Hammarê. Ev dever bi girêdana niştecihên xwe bi masîgirtin û xwedîkirina lawiran wek çavkaniyên sereke yên debara xwe têne zanîn. Lê rewşa jîngehê ya xirab bandorek girîng li ser debara wan kiriye û aramiya wan a aborî û civakî tehdît kiriye.”

'Hewcedarî bi xurtkirina hevkariyê heye'

Ezhar El-Malikî di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya pêşxistina hevkariyê û wiha got: "Xurtkirina hevkariya herêmî di navbera welatên jorîn û jêrzemînê de ji bo pêkanîna dadperweriyê di belavkirina çavkaniyên avê de, gelek girîng e. Pêwîst e ku di navbera welatên têkildar de bawerî were avakirin, rola rêxistinên herêmî û navneteweyî di piştgiriya vê hevkariyê de were aktîfkirin û girîngiya diyalog û danûstandinan wek rêbaza sereke ya çareserkirina nakokiyên avê û dûrketina ji aloziyê were tekezkirin. Belavkirina çanda parastina avê û ravekirina sedemên kêmbûna wê, ligel pêşkêşkirina çareseriyên gengaz, gaveke girîng ê ber bi guhertinê ve ye."