Hişyariya zêdebûna pileya germê hat dayîn

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku li bakurê Atlantîkê di germahiya rûyê behrê de zêdebûneke nehatiye dîtin hat dîtin û hişyariya dê rekorên germahiyê yên di mehên dawî de zêde bibin da.

Navenda Nûçeyan – Pêlen hewaya germa ya bi bandora “El Nîna” li seranserê cîhanê avabû, didome. Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) di daxuyaniya xwe de ragihand ku germahiya rûyê behrê di mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê de gihîştiye asta rekorê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rekorên germahiyê yên bi bandora şert û mercên hewayê yên El Nînoyê di mehên dawî de hatin jiyîn dê zêde bibin.

Barana zêde dibe ku bibe sedema windakirina can û koçberiyê

Serokê Çavdêriya Avhewayê ya WMO’yê Omar Baddour, diyar kir dê hefteya yekem a Tîrmehê dikare wekî "hefteya herî germ a ku heta niha hatî tomar kirin" were hesibandin. Omer Baddûr diyar kir ku li bakurê Okyanûsa Atlantîkê di meha Hezîranê da germahiya rojane li gor normalê gelekî zêde bûye û da zanîn ku asta qeşaya behrê ya li Antarktîkayê meha borî asta herî kêm dîtiye. Omer Baddûr destnîşan kir ku barana zêde ya ku dê bibe sedema windakirina can û koçberiyê, dibe ku bûyerên hewayê û avhewayê yên tund jî nîşan bide. Omer Baddûr diyar kir ku şert û mercên El Nîno pêşbînî dikin ku sala herî germ piştî sala 2023'an pêk were, anî ziman ku li gorî bendewariyan di sala 2024'an de di germahiyan de rekor were şikandin.

'Li Antarktîkayê hêlandinên qeşaya deryayê wek vî nehat dîtin’

Serokê Bernameya Lêkolîna Avhewayê ya Cîhanê ya WMO’yê Michael Sparrow jî wiha got: "Bi rastî jî wek hêlandina qeşaya deryayê ya ku em li derdora Antarktîkayê dibînin nehatiye dîtin.” Michael Sparrow, der barê mijara "pêla germê ya deryayê" dê bandorê li belavkirina masî û ekosîstemên deryayê jî bike de hişyarî da û destnîşan kir ku ev tê vê wateyê "ne tenê germahiya rûyê avê, germbûna tevahiya okyanûs û mijandina enerjiya ku dê li wir sedan sal were depokirin e.”

'Şert û mercên El Nîno hêj bi temamî neket tevgerê’

Michael Sparrow diyar kir ku di sala şert û mercên hewayê yên El Nînoyê tê jiyîn de, ji ber ku germahî ji akyanûsan ber bi atmosferê ve diçe, digihijê rêjeya germahiya bilindtirîn û wiha got:

"Bi rastî jî em di destpêka vê pêvajoyê de ne. El Nîno, bi qasî ku dê di salê de bibe xwedî bandorek mezin neafîrand. Ango tevî ku şert û mercên El Nîno, bi temamî neketiya tevgere jî em li Atlantîka Bakur ev germahiyên bilind dibînin.”

Şert û mercên El Nîno di 4’ê Tîrmehê de destpêkiribû

Di daxuyaniya WMO de hatibû ragihandin ku şert û mercên El Nîna di 4'ê Tîrmehê de dest pê kiriye. Li cîhanê germahiya navîn di nava heman hefteyê de 3 caran li pey hev rekor şikand, 6’ê Tîrmehê ku germahiya navîn a cîhanê 17,23 pile bû, wek "roja herî germ a hatiye tomarkirin” derbasî qeydan bibû.