Menal Yehyawî: Civaka sivîl roleke girîng di parastina jîngehê de dilîze

Seroka Komeleya Netewî ya Pêşketina Berdewam a Çand û Zanistê Menal Yehyawî bal kişand ser girîngiya rola saziyên sivîl di parastina jîngehê de û ji bo pêkanîna bernameyên wan banga alîkariyê kir.

NEZÎHE BOSEÎDÎ

Tûnis- Piştî sala 2011'an, şert û mercên jîngehê li Tûnisê xirab bûn û paqijiya bajar û cihên giştî bû xemeke duyemîn, ev yek bû sedem ku welatiyan ji tirsa karesatek tenduristiyê li welêt alarmê bilind bikin. Xerabûna şert û mercên jîngehê hişt ku civaka sivîl car caran kampanyayên paqijkirinê yên mezin organîze bike, her wiha Komeleya Neteweyî ya Pêşkeftina Berdewam ya Çand û Zanistê bi boneya Roja Paqijiyê ya Cîhanê li Bizerte bi paqijî da destpêkirin.

‘Em bi boneya roja niştîmanî ya paqijiyê şahiyan lidar dixin’

Seroka Komeleya Neteweyî ya Pêşkeftina Berdewam ya Çand û Zanistê Menal Yehyawî diyar kir ku komele li ser 17 armancên geşepêdana domdar û armancên jîngehparêzî û her wiha bi hêzkirina zarok û jinan dixebitin û wiha destbi axaftina xwe kir: “Komele ji sala 2018an ve kar li ser sûdgirtina ji roja cîhanî ya paqijiyê dike. Îro roj em bi boneya roja niştîmanî ya paqijiyê li Tûnisê şahiyan lidar dixin da ku em mejiyê civakê ber bi jîngehê ve bibin. Ji bo berfirehkirina qada berjewendiyê, me dosyayên ku stratejiya çalakiya hevpar a 5 salan dihewîne pêşkêşî Wezareta Jîngehê kir. Komeleyê bi vê boneyê kar bi hin komeleyên din re jî kiriye ji bo hejmarek bajar û cihên giştî paqij bikin.”

‘Paqijî ji baweriyê ye’

Menal Yehtawî Menal Yehyawî bibîr xist ku armanca komeleyê jîngehî ye û dirûşma wê "paqijî ji baweriyê ye" û wiha gotinên xwe berdevam kir: Lê belê em dixwazin çand û zanistê pêş bixin da ku jiyana me li Tûnisê baştir be. Komele bi beşdariyê bawer e ji ber li Tûnisê gelek derfet hene û divê hevkarî û stratejiyeke wan a zelal hebe ji bo jîngeheke saxlem ango tenduristiyeke saxlem hebe. Komeleyê serdana gelek dibistanan bi hevkariya aliyên peywendîdar kiriye û werşeyên hişyarkirina xwendekaran bi girîngiya jîngeha saxlem û jiyaneke baştir kiriye ku jîngeh ne tenê gemar û paşma ne lê belê di nav xwe de berfireh e. Em nêzî 2025’an dibin û heta niha em ferza bijartî dikin û em çopê nazivrînin tevî ku ciwan bêkar in jî."

‘Komele li ser bihêskirina aboriya jin kar dike’

Menal Yehyawî Derbarê rola komeleyê di bihêzkirina jinan de tekez kir ku komele kar li ser bihêzkirina aborî ya hin jinên esnaf dikeû wiha bi dawî kir: “Ji bo ku jin ji wê wêneyê qalibê ku ji aliyê civakê ve hatiye xêzkirin, derbikevin, bi taybetî ku gelek jin ji wan re kar dikin. xwedî fikir û projeyan in lê dudil in ku di vî warî de gavekê bavêjin. Jin weke stûnên malbatê rastî gelek zehmetiyan tên, rastî şîdeta nava malbatê tên û di her qadê de rastî çewisandinê tên, weke mînak ji bo kêmkirina diyardeya hevberdanê gelek caran pirsgirêkan bêdeng çareser dikin. Komele armanc dike ku dayikan li ser girîngiya xwedîderketina li zarokên xwe perwerde bike û wan araste bike ku di warên cuda de bixwînin û biçin dibistanê.