"Bi tedbîrên me girtine em ê îsal bi hev re zeviyên genimê xwe biparêzin"

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis der barê amadekariyên ji bo pêşîlêgirtina şewatên zeviyan ên ku îsal derkevin de axivî û da payîn ku wan komîteyeke awarte ava kirine.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Dewleta tirk a dagirker a ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şev û roj di nava planên têkbirina projeya Neteweya Demokratîk de ye, di du sê salên derbasbûyî de êdî li dijî aboriya herêmê jî şerekî nû daye destpêkirin. Şerê dagirker, çete û şaneyên razayî jî ew e ku zeviyên genim û ceh bişewitînin da ku herêm di warê aborî de têk biçe ango bi pirsgirêkên peydakirina nan û pêdiviyên din re rû bi rû bimîne. Li hemberî planên wiha hemû saziyên xizmetguzarî, ewlehî û parastinê di nava tevgerê de ne. Yek ji van herêmên ku bi şewata zeviyan re rû bi rû dimîne navçeya Til Temir û gundewarên wê ne. Li gorî Saziya Çandiniyê ya navçeyê îsal 72 hezar û 535 donim genim û 2 hezar û 713 donim ceh ji aliyê cotkaran ve hatiye çandin. Bi giştî 75 hezar û 248 donim bi şewatê re rû bi rû ye. Têkildarî amadekariyên ku îsal hatine girtin jî Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis axivî.

"Li hemberî şewata zeviyan Komîteya Awarte hat avakirin"

Ronaz Yûnis got ku bi nêzîkbûna demsala çinîna genim û ceh re ew tedbîran digrin û wiha got: "Cotkaran îsal kedeke pir mezin bi çandiniyê re dîtin ku şev û roj ji bo avdana genim û cehê ku çandibûn ranezan. Erk dikeve ser milên me jî ku bi cotkaran re em bibin alîkar heya ku em zeviyên xwe îsal bi rengekî saxlem rabikin. Ji lewre ji bo ku em zeviyên heyî ji şewatê biparêzin Komîteya Awarte hatiye avakirin û ji çend saziyan wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), Hêzên Parastina Civakî (HPC û HPC-JIN), Saziya Çandiniyê, Meclisa navçeyê û Şaredariya Gel, pêk tê. Erka sereke ew e ku em bi berpirsiyarî ji bo parastina zeviyên gelê xwe ji şewatan tevbigerin. Nav û hejmarên ku hatine diyarkirin jî ji cotkaran û her kesê re hatine ragihandin da ku dema şewatek rû bide, li wan bigerin. Em her dem amade ne ku bi gelê xwe re bibin alîkar. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Parastina Civakî (HPC û HPC-JIN) wekî parastin û alîkarîdayîna vemirandina agir wê tevbigerin. Saziya Çandiniyê nuqteyên zeviyên genim û ceh ên avî diyar dikin her wiha wekî şaredarî jî sarincên avê û agirkuj dê her dem amade bin ku berê xwe bidin cihê şewatê."

"Em tenê têrê nakin divê her kes ji aliyê xwe ve bi berpirsiyarî tevbigere"

Ronaz Yûnis da xuyakirin ku dewleta tirk bi gelek rê û rêbazan şerê herêmê dike û wiha bal kişand ser yek ji wan: "Dewleta tirk a dagirker bi gelek rê û rêbazan şerê herêma me dike, ji bo wê jî kesên veşartî wekî şaneyên girêdayî wan, zeviyan didin şewitandin. Ji bo vê yekê di vê demsalê de divê heya ku zevî werin rakirin, gel bi hemû ferdên xwe şiyar bin ji ber keda wan û divê xwedî li keda xwe derkevin. Di rojên pêş de em ê bi hevserokên komînan re jî bicivin da ku ew jî alîkar bin, her kes li gund û derdora xwe parastinê bike. Em şev û roj bixebitin jî dîsa têra nake ji lewre divê ku her kes ji aliyê xwe ve xwe berpirsiyar bibîne û bikeve tevgerê da ku em bikaribin rê li ber vê yekê bigrin."

"Qutbûna ava Xabûrê bandorên neyînî çêdike"

Ronaz Yûnis da payin ku qutbûna ava Çemê Xabûrê jî bandorek wê ya neyînî heye û wiha pêl da gotinên xwe: "Em jî li gorî derfetên di destên xwe de bi gelê xwe re dibin alîkar ku hinekî barê wan jî sivik bikin. Niha 2 agirkuj û sarinceke avê amade ye. Ger ku îro ava Çemê Xabûrê hebûya, bêguman wê di vemirandina şewata zeviyan de roleke baş bilîsta ku şêniyan dikaribûn ava çem bikşînin û pê agir vemirînin ji ber ku piraniya zeviyan li qiraxên çem in. Ji lewre dewleta tirk di vir de jî şerê me dike, qutkirina ava çemê Xabûrê yek ji şerên li dijî herêmê ye. Divê ku cotkar jî alîkar bin parastina zeviyên xwe bikin, kesên ku terektor ango sarincên wan ên avê hene pêwîst e bibin alîkar da ku em bikaribin bi hev re li hemberî vê rewşê bisekinin û ziyanên pir mezin nedin."

"Agahiyên derew didan û paşê li cihekî din şewatê dest pê dikir"

Ronaz Yûnis bal kişand ser kesên ku agahiyên derew der barê şewata zeviyan de didin û wiha anî ziman: "Sala borî hinek kesan agahiyên derew didan û digotin li ser xeta Hesekê agir bi zeviyan ketiye, paşê me didît ku agir li cihekî din dest pê dikir. Em vê yekê baş dizanin ku ev yek jî dikeve rêzeplanên dijmin ku bi her awayî şerê me dike. Daxwaza me ew e ku şênî tevî cotkar û her kes şiyar û alîkar bin bi me re, em bi hev re dikarin van şewatan rawestînin."

"Ji simbilên genimê me jî ditirsin"

Ronaz Yûnis bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk ji çandina simbilek genim û cehê me jî ditirse divê ku em hev temam bikin zeviyan biparêzin, li ked û axa xwe xwedî derkevin û aboriya xwe xurt bikin."