Berdewamiya krîza Çemê Ceqceq li dijî ekolojiya heremê gef e

Siyasetên dewleta Tirk ên qutkirina avê, têkelkirina ava kanalîzasyonê û bermahiyên kîmyewî bi ava Çemê Ceqceq re hevsengiya ekolojiya heremê û tendirustiya gelên wê dixe xeterê. Pispor teqez dikin ku divê rêxistinên mirovî destwerdanê bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Cexcex an jî Ceqceq çemekî Sûriyeyê ye jê re çemê Hermasê tê gotin. Ew di nav axa Sûriyeyê de di bajarên Qamişlo û Tirbespiyê re derbas dibe û ji du çavkaniyan li Deşta Tur Abdîn li bakurê Kurdistanê derdikeve û dikeve nava Kantona Cizîrê. Li navenda bajarê Hesekê digihîje Çemê Xabûrê û dirêjahiya wê ji kaniya wê heya devê Çemê Xabûrê 124 kîlometre ye, ber bi çemê Firatê ve diçe ku 100 kîlometre di nava axa Sûriyeyê de ye.

Di salên dawî de, yek ji siyaset û şerên ku  dewleta Tirk li dijî gelên herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin; şerê avê bû. Di demeke ku ava Çemê Ceqceq zêdeyî pêncî hezar donim av dida, niha bûye cihê metirsiyê li ser tendirustî û ekolojiya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Weke din, ava Çemê Xabûrê jî ku jêdereke avê ya sereke ye ji bo jiyana gelên bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye qutkirin ji aliyê dewleta Tirk ve ku çend sal in şêniyên Hesekê krîzeke avê ya dijwar dijîn.

‘Em bi nexweşiyan re rûbirû ne û dixwazin ev krîz çareser bibe’

Selîma Reşîd Ehmed a ji bajarê Qamişlo ye û mala wê li rex çemê Ceqceqê ye dibêje ku çem bûye sedema derketina bêhna genî û nexweşiyan û wiha pê de diçe: “Em hemû nexweş in ji ber ku ji Çemê Ceqceq, her dem bêhna genî tê û di heman demê de kêzik, mar û dûpişk jî didin der ji çem. Daxwaza me ji şaredariyê ew e ku bibe alîkar û çareseriyek ji bo vê krîzê bibîne.”

‘Siyasetên Tirkiyeyê yên qutkirina avê li ser herêmên Kurdan’

Hêvîn Şêxo pispor e di warê ekolojiyê de li Elmanyayê dijî û di heman demê de dilxwaza Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî ye ji ajansa me re axivî û anî ziman ku di salên 90’î de ev çem ketibû rewşeke ekolojîk a herî baş. Hêvîn Şêxo wiha got: “Çemê Ceqceq rewşeke xwezayî ya xweş dabû avakirin, gelek sûd jê dihat girtin. Zevî, dar û daristan jê dihatin avdan ji ber ku ava paqij û zelal jê diherikî. Lê mixabin dewleta Tirk bi biryareke siyasî xweset ku avê li ser erda Sûriyeyê, bi taybetî herêmên Kurdan qut bike. Ji ber vê yekê dest bi avakirina bendavan kir, di nava wan de çemê Ceqceq ku Tirkiyeyê ji aliyê xwe ve ev av qut kir heye. Hêdî hêdî ev çem ber bi zuhabûn û çikandinê ve çû bi taybetî di demsalên havînê de di dema bilindbûna pileya germahiyê de.”

‘Xeteriyên li ser tendirustî û ekolojiya herêmê’

Hêvîn Şêxo bal kişand ser zirarên ku berdewamiya krîza çemê Ceqceq ên ekolojî û tendirustî bi xwe re tîne û wiha bi dawî kir: “Ev siyaset û krîza heyî bandoreke mezin li ser tendirustî û ekolojiyê bi giştî heye. Bandora xwe li ser ax, av û hewayê heye, ev hersê jî zemînên ekolojiyê ne. Dema ku axa derdora çem qirêj dibe, bermahiyên madeyên kîmyewî tevlî dibin, paşê ev bermahî digihêje erd û zeviyan. Ev hemû dibin sedem ku nexweşiyên kronîk çêbibin. Di heman demê de dibe sedema pêşxistina nexweşiya kanserê de.”

Sedemên ku rê li pêşiya çareseriyê digrin

Hevseroka Muduriyeta Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo jî destnîşan dike ku gelek projeyên wan ji bo çemê Ceqceq hebûn lê ji ber van sedeman nagihêjin serî: “Di kêleka ku çemê Ceqceq tê re derbas dibe, dewleta Tirk xetên xwe yên kanalîzasyonê davêje ser ava çem, ava vî çemî jî diherike ber bi Qamişlo ve. Bi taybetî di demên dawî de dewleta Tirk êdî bermahiyên madeyên kîmyewî jî bi zanebûn berdide nava ava çem, ev yek dibe sedema belavbûna nexweşiyên curbecur, bi taybetî ji bo jin û zarokan. Ji ber vê yekê her çiqas hewldanên şaredariya Qamişloyê hebin ku vê krîzê bi projeyan çareser bikin jî nagihîjin serî. Di sala borî de gelek analîz hatin destpêkirin lê buhayên wê pir in ku Rêveberiya Xweser bi tena xwe nikare bide û encax rêxistinên mirovî destek bidin.”

‘Divê ku rêxistinên mirovî zextê li Tirkiyeyê bikin’

Bêrîvan Silo diyar kir ku divê di zûtirîn demê de rêxistinên mirovî destwerdanê bikin ji bo ku dîsa gelên herêmê sûdê ji çem bigrin weke ava vexwarinê û avdana tovan û wiha bi dawî kir: “Her wiha divê ev pirsgirêk ji kokê ve were çareserkirin, ji cihê jêdera bingehîn çareser bibe. Ew jî di axa Bakurê Kurdistanê de ye. Li hêleke din divê ku sazî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî zextê li dewleta Tirk bikin û di zûtirîn demê de destwerdanê bikin ji bo ku ev krîz çareser bibe.”