Şikeftên Hesûna bi dîroka xwe ya bi îhtîşam terkê çarenûsa xwe hatiye kirin

Şikeftên Hesûna, yek ji jîngehên yekem ên Anatolyayê ne ku ji serdema Mezolîtîkê heya roja me ra îro maye. Digel dîroka xwe ya hêja têra xwe baldariyê nabîne. Şikeftên ku piranî ji hêla gelên herêmê ve tên ziyaretkirin, bi salan e li bendê ne ku ji bo turîzmê werin vekirin.

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Şikeftên dîrokî yên li Farqîna Amedê ji serdema Mezolîtîkê mane, şikeftên Hesûna, ji her warî ve balê dikşînin ser xwe. Ev der, tevî şikeftên xwe, hemam, dêr û dewlemendiya xwe ya dîrokî jî têra xwe balê nakişîne. Şikeftên ku di nava berhemên arkeolojîk ên tomarkirî de ne ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê ve hatine amadekirin cih digrin, bi piranî ji aliyê kesên ku li herêmê dijîn ve tên ziyaretkirin. Tevî ku her sal tê gotin " Îsal ji bo turîzmê dê were vekirin" jî li van şikeftan ku bi salan e ne xebata restorasyonê, ne jî lêgerînê nehatiye kirin û terkê çarenûsa xwe hatine hiştin.
Wekî yekemîn jîngeha li Anatolyayê tê dîtin
Şikeftên Hesûna ku li ser zozanên Çiyayê Albatê, li girê herî bilind ê navçeyê ne ji bo dîtina herêma Êlihê û deştê xwedî cihekî stratejîk in. Bi piyê xwe, pêwîst e hûn hilkişin qada ku şikeft lê ne. Şikeftên ku bi rêyên kevir diçî, zêdeyî 300 odeyên ku ji hev cuda hatine sêwirandin lê hene. Di lêkolînên yekem de, bermahiyên B.Z.1000 sal û P.Z sedsala 13’an di şikeftan de hatin dîtin de li tenişta dêra di şikeftên Hesûnî de tankên avê, hemam, pêlikên kevirîn, rêçên asfaltkirinê, dêra keviran û amfiteatra  hene ku ev avahî serdema Mezolîtîkê digihîjîne roja me ya îro.
Pir kêm mirov tên serdanê  
Tevî dîroka dewlemend û bedewiya dîtbarî ya ku tê de heye, bi qasî heq dike balê nakşîne û kêm kes tên serdana şikeftan. Ji bo van şikeftan, hema her sal ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê ve ev tê gotin; “Îsal dê ji bo turîzmê were vekirin." Lê ji bo vê yekê tu xebat tune ye. Hundirê şikeftan roj bi roj zirarê dibîne. Nivîsar hene ku zirarê didin şikeftan. Di nava şikeftan de ji ber agirê ku ji hêla mêvanan ve hatiye vêxistin gelek cih reş dibin. Şikeftên ku di nava wan de ronahî tune ne dema ku roj diçe ava dikevin nav tarîtiyê.
Bê baldarî zirarê dide şikeftan 
Nayê zanîn ku kengê xebata lêgerînê ya dawî di şikeftan de hatiye kirin. Ji ber ku kes ji mêvanên tên serdana şikeftên ku xebatek restorasyonê lê nehatine kirin, rêberî nake, mêvan bêyî ku der barê dîroka şikeftan de tiştek hîn bibin, ji herêmê derdikevin. Tevî hemû xemsariyê, şikeftên ku gelek çalên ji hêla nêçîrvanên xezîneyan ve hatine kolandin, bi awirên xwe yên dîrokî û beşên veşartî yên ku wan dibînin re bala wan dikşîne.
Dîroka Şikeftên Hesûna
Tê gotin ku di Serdema Navîn de, dema Xiristiyanî yekem car belav bû, mirovan ev der wekî jîngeha yekem bi kar anîne. Hesûna ku nêzê 300 şikeftên wê hene, bi şikeftên xwe yên 7 qat wekî yek ji yekem jîngeha duplex a cîhanê tê dîtin. Ji şikefta Dêra Kevirîn a Hesûnî jî tê dîtin ku ji serdemên yekem ên Xiristiyantiyê heya sedsala 13’an hatiye bikaranîn, kêlaka dêra ku ji gelek odeyan pêk tê, ji bilî dêrê mini amfiteatre û tankên avê jî heye. Dema ku banê Hemama Hesûnî ku di serdema Mezolîtîkê de hatiye çêkirin tişteke bêhempa bûye û niha jî hatiye rewşa ku êdî nayê bikaranîn li ber  hilweşandinê ye, dîroka çêkirina vê hemama ku bi kevirên birandî hatiyê çêkirin, nayê zanîn.