Sinetkirina jinan kevneşopiyek civakî ya mafê jinan binpê dike (1)

Sinetkirina jinan ji dîrokê heya niha Sinetkirina jinan li gel ku li ser derunî û fîzîka wan bandorek nerênî dihêle û weke sucek mirovî tê binavkirin jî li welatên Efrîqa û gelek welatên Asyayê hîna jî didome.

Sinetkirina jinan ji dîrokê heya niha
Sinetkirina jinan li gel ku li ser derunî û fîzîka wan bandorek nerênî dihêle û weke sucek mirovî tê binavkirin jî li welatên Efrîqa û gelek welatên Asyayê hîna jî didome.
Navend Nûçeyan – Li Efrîqayê bi awayekî taybet û li hin dewletên Asyayê diyardeya sinetkirina jinan zêde ye û dibe edeteke wekî mîras. Ev yek carna wê bi olê re girê dide, carna jî bi kevneşopiyan re her wiha civakên wê derê îtîraf nakin ku ew binpêkirin e ji taybetmendiyên jinan re û destavêtineke lebatên wê ye.
Sinetkirin danasîn û cureyên wê
Rêxistina Tenduristiya cîhanî û Neteweyên Yekbûyî sinetê wekî binpêkirinek lebatên genîtal ên jinan dibîne. Koka peyva sinetkirinê ji zimanê erebî tê ku ev yek ji mêran derbasdar e lewre li gorî olê mêr tên sinetkirin lê li hin herêman sinetkirina jinan jî heye, ev yek bi navê xefad tê kirin û ev danasîn bi taybetî ji bo sinetkirina jinan e.
Sinetkirina jinan li gorî cihê ji lebata genîtal a derveyî hatiye birîn çar cureyên wê hene:
Cureya yekemîn: A herî tund e, jê re sinetkirina Ferûnî tê gotin û tê wateya birîna lebatên genîtal a derve ya jinan.  "Gilik, her du labialên biçûk û mezin"  û dirûtina vulva û hiştina kuneke biçûk ji bo mîz, xwîna dewrê, zewac û zayînê, tê re derbas bibe.
Cureya duyemîn: Sinetkirina dirûtinî, tê wateya jêkirina laialên (şefreyên) biçûk û mezin û danîna wan cihekî din bi armanca tengkirina vekirina vajînayê.
Cureya sêyemîn: Gilikê bi awayekî taybet dike armanc û wî bi awayekî giştî yan qismî jêdibe bi perçeyê li derdorê ve.
Cureya çaremîn: Gilik bi awayekî giştî yan qismî jêdibe bi labialên biçûk ên li derdora vajînayê.
Kokên diyardeya sinetkirinê û herêmên ku lê belav bûne 
Çîrok li ser koka diyardeya sinetkirinê belav bûye. Jinekê got ku ev kevneşopiya xirab ji Efrîqayê derbasî Misrê bûye, bi dagirkirina Ehbeşan di serdema malbeta 25’an de û kontrolkirina ji laşên mûmikrî re nîşan dide ji " Mûmiyea", sinetkirin li Misrê beriya 500 hezar sal hebû.
Li gorî hin lêkolînan sinetkirin vedigere dema Ferûniyan û tê diyarkirin ku dema Ferûn zanî ku wê zarokek ji Israîl re çêbibe û milkê wî ji dest bibe, jineke temenê wê mezin  pêşniyar kir ku cihê vekirî yê vejînaya jinên Israîlî bidirû da ku zayîna wan zehmet be û pêwîstî bi anîna pîrekê hebe û karibin zayenda zarokan bizanibin û ger kur be wî bikujin. 
Sinetkirin li Romayê bi awayekî cuda belav bibû, bi danîna toqên hesinî bû ji bo qedexkirina zêdebûnê, li ser baweriya şaş ku sinetkirin reftara jinan ji aliyê zayendî ve dispilîne dike û şerefa wan diparêze.
Her wiha Ereban jî di dema cahîliyetê de bi kar anîn û di  sedsala 20’an de çanda sinetkirinê derbasî Yemenê bû, ji ber koçberiya ji Efrîqayê.
Heya niha jî sinetkirin bi awayekî mezin li welatên Efrîqayê tê bikaranîn û hin li herêmên Rojhilata Navîn û Asyayê, koçber vê yekê bi xwe re dibin Ewropa, Amerîka û Avustralyayê.
Li gorî rapora taybet a Neteweyên Yekbûyî ya zarokan " UNICEF", sinetkirin bi awayekî berfireh li 29 dewletên Efrîqayê û Rojhilata Navînî belav dibe, ruxmî ku zagonên 24 dewletan ji wan sinetkirinê qedexe dikin û cezayê wê heye jî lê zagon ne asteng in û adet û kevneşopiyên xwe pêk tînin.
Li Efrîqayê sinetkirin
Civakên Efrîqayê bawer dikin ku sinetkirin jinbûna keçikê temam dike, zana dibe û şerefa wê diparêze. Loma jî bi çavekî xirab li keçika nesinetkirî dinêrin.
Bi wesîleya Roja Navnetewî ji bo dawî anîna sinetkirinê di Sibata 2020’an de analîza UNÎCEF’ê nîşan da ku li derdora 52 keçik li seranserê cîhanê ji aliyê karmendên tendirustiyê ve hatine sinetkiri û ew rêjeya herî bilind e di nava jinên ciwan de, ji sedî 34 ji qurbanên sinetkirinê temenê wan di navbera 15 – 19 de bûye.
Hejmara ku ji  hêla NUICEF’ê ve hatibû texmînkirin di sala 2016’an de, keçikên ku hatine sinetkirin bi qasî 200 milyon in, nîvê wan ji Misrê, Esyûbiye û Endonezyayê ne, temenê 44 milyon ji wan keçikan ji 15 salî biçûktir in her wiha jinên ku temenê wan di navbera 15- 49 salî de ye jî hene. 
Li Somaliyê rêjeya wê ji sedî 98 e
Di heman rêzê de jî Somalî heye. Lîsteya dewletên herî zêde navnîşanên bikaranîna sinetkirina keçikên temenê wan 15 salî rêjeya wan ji sedî 98 e. Welatê ku hejmara zêde sineta jinan lê heye Xîniye ye. Bi rêjeya ji sedî 97, xwedî rêjeya herî zêde ye. Ruxmî ku rêjeya sinetkirinê li hemû cîhanê kêm bûye jî tevî zagon ve yekê sûc dibînin jî li Xîniye pir zêde bûye.
Piştî Somalî û Xîniye, Cîbûtî di asta sêyemîn de di rêjeya ji sedî 93 de cih digre. Hejmar gelekî bilind e ruxmî belavbûna kampanyayên hişyarkirinê ya ji bo xetera sinetkirinê jî. Her wiha li Sîreliyûê jî rêje ji sedî 90 e ev jî rêjeyek bilind e li gorî keçikên  temenê wan ji 14 salî biçûktir ku rêjeya beriya wê ji sedî 13 bû. Di nava keçikên misilman jî belav bûye ev yek. Li Meliyê jî rêje ji sedî 89 bû ruxmî cezakirina temenê sinetkirinê.
Li Sûdanê zagona qedexekirina sinetê
Di Temûza 2020’an de Sûdanê (Komara Sûdana Bakur) zagona qedexekirina sinetê derxist û sûcê wê bi cezayê 3 salan ragihand. Ruxmî qedexekirina sinetê jî di sala 1991’ê de Zêdebûna diyardeya sinetkirinê ji sedî 87 bû. Jinên Sûdanê jê êş kişandin û bi taybetî li gundawerên wê zêde bû. 
Misirê jî ji ber zêdebûna diyardeya sinetkirinê êş kişand û rêje ji sedî 87 bû. Di heman demê de jî di nava Misilman û Xiristiyanên Koptî de zêde ye rixmî ku zagon û saziyên olî yên nûnerên Ezheyê qedexe dikin jî rêje kêm nabe. Di sala 2015’an de rêje ji sedî 92 bû. Ji sala 2016’an de cezayê sinetkirinê hat zêdekirin lê hîn jî zêdebûna sinetê li gorî heye. 
Heta ku zagona cezakirina sinetê ku li Erêtîriyeyê di sala 2007’an de derket jî rêjeya sinetkirinê ji sedî 83 bû. Li gorî wê jî dewlet di lîsteya 9’emîn a dewletên herî zêde sinet li wan heye de ye. Herî dawî jî li Bûrkîne Fasû rêjeya sinetkirnê ji sedî 76 bû. Ev diyarde di nava Misliman û Xirîstiyanan de jî zêde ye.
Somalî cezeyê herî dijwar 
Somalî cureyên sinetkirinê yên herî dijwar li ser lebatên genîtal ên jinan bi kar tîne. Ew jî sinetkirina Firûnî ye. Li gorî hejmaran, lîsteya dewletên herî zêde jin li wan tên sinetkirin di du salên dawî de rêje ji sedî 98 e. Keçikên ku temenê wan di navbera  4-8 de ye dibin hedef. Ruxmî ku zagona Somaliyê qedexe dike û vê yekê awayekî ji awayên şîdetê dihesibîne û di beşa çaremîn a xala zagonê ya 15’an de hatiye diyarkirin ku "Sinetkirina jinan bikaranînek hişk e û heqareteke digihîje îşkenceyê ye"
Misir cihê herî sinetkirina jinan lê zêde ye
Rêxistina UNÎCEF’ê Misrê bi navê paytexta sinetkirinê pênase dike. Tê diyarkirin ku  bi awayekî vekirî destûra emeliyatan heye, bi destên profesor û bijîşkan li klînîk û malan bi rêjeya ji sedî 82, di sala 2014’an bi rêjeya sinetkirina jinan bûye yekemîn
Ji ber ku hejmarên nû tune ne, li gorî hejmara dawî ya sala 2014’an, di navbera parêzgehan rêje ji sedî 35 e, bi taybet li gundan û paytextê.
Rêjeya jinên sinetkirî di navbera 14 -42 de ye û yên beriya bizewicin hatine sinetkirin jî rêjeya wan ji sedî 35 e, bi taybetî li herêmên gundewar her wiha rêjeya parêzgeha Bor Seîd ji sedî 15 ye. Dûmyat ji sedî 10 e û li parêzgeha Qilêyûbiyê ji sedî 68 e û rêjeya herî bilind li parêzgeha Qineyê ji sedî 91 bû.
Rêjeya keçikên ku rastî sinetkirinê hatine temenê wan di navbera 1- 17  de ji sedî 21  e, keçikên ku temenê wan di navbera 16 -17 de ye rêjeya wan ji sedî 65 ji bû.
Ji sedî 73 rêjeya dayikên ku dixwazin keçikên xwe bi emeliyatê sinet bikin, ji sedî 18 ji wan sinetkirî ne.
Zirarên ku sinet bi xwe re tîne
Balkêş e ku di vê mijarê de piştgiriya jinan ji ya zilaman pirtir bû, ew jî ji ber nezanîna dîroka sinetkirinê ye. Zirarên ku sinet bi xwe re tîne û teşwîqkirina civakê di ser de jî di siya nekokiyên olî yên heyî û mayînde de dimînin. Qedexekirin an jî erêkirina wê, ji ber ku tê bawerkirin, Îslamiyetê destûr daye ku zarokên keç beriya bigihîjin werin sinetkirin. Ji bo ku paqij bibe û amade be ji bo bikaranîna erkên xwe yên olî yên wekî nimêjê û rojiyê. Wisa tê bawerkirin ku sinetkirin ji neanîna zarokan û nexweşiyên bi xeter diparêze û amadekariyê ji zewacê re dike. Her wiha ji bo ku parastina paqijiya xwe di dema ne amedbûna hevjînê xwe, di demeke dirêj de bike. Her wiha dayik ditirsin ku keçikên wan werin marînalkirin ger neyên sinetkirin wê hevjîn wan wan nesinetkirî qebûl nakin û dê ji şeref û paqjiya wê bi guman bin.
Li gorî kotayê, rêjeya jinên zewicî yên sinetkirî digihîje ji sedî 92, yên temenê wan di navbera 15- 29 salî de jî digihîje ji sedî 79.5.
Di sala 1920’an de, li Misrê hewldanên şexsî li dijî sinetkirinê derketin. Di sala 1994’an de li nexweşxaneya Siwîsreyê di dema pêkanîna emeliyatek sinetkirinê ya bi destên bijîşkek, zagona taybet ji bo sinetkirinê hat guhertin û xerabiya vî karî veguherî tewan, ji ber ku dibe astengiyeke demî û ber bi mirinê ve dibe.
Sûdan rêjeya mirina herî zêde
Rewşa sinetkirinê li hemû parêzgehên Sûdanê belav bûye. Li wîlayeta Çemê Nîlê û wîlayeta Rojhilat ji sedî 83.4 rêjeya sinetkirinê li sernaserî dewletê qeyd kir. Di sala 2006’an de rêjeya sinetkirinê gihîşt ji sedî 69. Di sala 2017’an de gihîşt ji sedî 65.
Gelek keçikan jiyana xwe ji dest dane û bi taybetî li herêmên gundan di dema ku pîrik emaliyeta sinetkirinê dike û pir caran heman amûrê bikar tînê "Jîlêta berberiyê ", sinetkirina zêdetirî keçekî bêyî ku were paqijkirin, ew jî dihêla gelek nexweşî belav bibin û gelek caran keçik xwînê diavêje heya dimire. Bijîşkên Sûdanî dibêjin rêjeya rewşên mirinê ya kesên tên sinetkirin dighîje ji sedî 30 û li Xertûm ji pênc heya heft keçik di betlaneya havînê de dimirin.
Yemen rêjeya dawî nîn e
Rêjeya sinetkirina jinan li parêzgeha Hedîdê ya Yemenê şûqdarê gihîşt ji sedî 97 ew jî li gorî lêkolîna ku di sala 2011’an de hatiye kirin, di heman lêkolînê de jî rêjeya li parêzgeha Hedremût ji sedî 75.8 bû. Tevî rewşên sinetkirinê li parêzgehên din jî li Mihre, Eden û parêzgehê Senea, di her salê de zêdetirî 3 milyon ji keçikên Yemenî rastî xetera jêkirina lebatên xwe tên. Bi destpêkirina şer di sala 2015’an de tu hejmarên nû zela nebûne.
Iraq û Herêma Kurdistanê 
Hejmarên sinetkirinê di sala 2015’an de rêjeya sinetkirinê li Iraqê ji sedî 8 bû. Piraniya wê li Herêma Kurdistanê li ser sînorê Tirkiye û Îranê bû. Sinet zêdetir di demsala biharê de tê kirin.
Li gorî lêkolîna Rêxistina Wedî ya Almanî ya ku di navbera Îlona 2007’an û Gulana 2008’an de kiriye, li hin dibistanên Herêma Kurdistanê rêjeya keçikên sinetkirî di dibistanek navîn Kîwê Reş de ji sedî 88, û li navîn Dirwazî ji sedî 92, û li dibistanên amadehî ( Kiznik, Herêm, Kisîn, Reşûşinbêrî, Hîwa) rêje ji sedî 100 bû.
Erdîngariya Kurdistanê ku 700 gund û navçe li Herêma Kudistanê hene rêje ji sedî 72 ye ji nimûneyên ku hatine hilbijartin jinên sinetkirî 77.9 jê li Silêmanê, 81.2 li Kirmiyan û 63 li gundên Erbîlê bû ya ku vegerînê di emeliyatên sinetkirnê de dibîne.
Her wiha rêjeyeke pir kêm li herêma Behdînan ku parêzgeha Dihokê û perçeyên ji parêzgeha Erbîlê dihewîne heye, li herêma Ranya û Germiyan rêjeya sinetkirina herî bilind e.
Rewşên sinetkirinê ji sala 2005’an ve êdî pêşve diçe, bi saya kampanyayên haydariyê yên hevbeş di navbera wezareta tenduristiyê û saziyên olî ku teqez dike sinetkirin li ser jinên misliman ne ferz e, her wiha wezareta tenduristiyê xeterên sinetkirinê şîrove dike û rêxistinên civaka sivîl erka pêşxistina gel dide ser milên xwe ji bo vê dest ji vê edetê berdin. Her wiha zagona şîdeta li ser malbatê sûc hat dîtin ku li herêmê di 2011’an de erê bû.
Lê li herêmên Iraqê yên din hikûmet û partiyên sereke di derxistina biryara cezakirina sinetkirinê de dudilî heye ji ber ku saziyên olî û eşîrî di rêxistinên siyasî de kokdar in.  Bûyerên ku di sala 2007’an de çêbûne, di dema diviyabû ku zagona şîdeta li dijî malbatê ya ku çar xalan girêdayî sinetkirinê dihewîne lê derbasî komîteyek şarezayî bû û heya niha ronî nebûye.
Jinan jî ji zagona 412’an ji zagona cezayên Iraqî sûd negirt ya ku li ser cezakirina "Jêkirina lebatên mirovan bi mebesta zirar û tehrîfê " derketiye.
Rêxistina Wedî ya Iraqê teqez kir ku hejmara keçik û jinên ku rastî sinetkirinê tên gihîştiye ji sedî 65.4, emeliyat tê kirin û ne tenê li cem Kurdan, rêjeya jinên Ereb jî dighîje ji sedî 25.7 û di nava Tirkmenan de bi rêjeya ji sedî 12.3 ew jî li gorî daneyên rêxistinê ya ku di sala 2012’an de hatiye zelalkirin.
Rêjeya sinetkirinê li herêmên şer zêde ye
Şerê ku li Iraq û Yemenê çêbûye encamên nebaş li ser jinan çêkiriye. Jin rastî hemû binpêkirinan hatin û jê sinetkirina ku rêjeya wê di sala 2013’an de bû ji sedî 16 lê piştî di sala 1997’an de rêje ji sedî yek bû.
Li Sûriyeyê jî jêderên navdewletî gelek rewşên sinetkirinê li herêmên ku terora dewletên ku sinetkirin di wan de hebû derxistibû holê. Sinetkirin di nava civaka Sûriyeyê de di nava hemû pêkahete û mezhebên xwe yên cuda nayê pêkanîn.
Li Efrîqayê kêmbûna vê rewşê
Di sala 2018’an de Kovara Tenduristî ya Cîhanî " BMJ GLOBAL HEALTH " diyar kiribû ku sinetkirina jinan li Efrîqayê bi awayekî destnîşankirî di salên dawî de kêm bûye.
Li gorî daneyên ji aliyê Lêkolîna Tenduristiya Niştecîhî ya Pargîdaniya Şêwermendiya Cîhanî ve hat kirin, "Lêkolîna komkirî ya pir nîşanî " a ku UNÎCEF’ê kir ji bo nirxandina rêjeya sinetkirinê li 29 dewletên Efrîqayê û du dewlet li Rojavayê Asyayê di navbera 1990 – 2017’de lêkolîneran dît ku sinetkirin li Rojhilatê Efrîqayê di sala 1995’an de ji sedî 71 daketiye, di sala 2016’an de bûye ji sedî 8.
Li Bakurî Efrîqayê di sala 1990’an de ji sedî 85 daket ji sedî 14’an, di sala 2015’an de, li Rojavayê Efrîqayê di sala 1996’an de rêje ji sedî 73 bû û di sala 2017’an de daket ji sedî 25, li Nîcîriye rêje ji sedî 14 bû daket ji sedî 5.
Li gorî UNÎCEF’ê di sih salên dawî de rêjeya sinetkirinê di sala 2020’an de daketiye û ger hişyarkirina pêwîst ji bo xeterên sinetkirinê neyê kirin û bi rêbazên hişk li hemberî malbatên ku keçikên sinet dikin nesekinin, li gorî Neteweyên Yekbûyî di sala 2030’yî de dê 68 milyon keçik bi emeliyata sinetkirinê re rû birû bimînin.
Lê belê ev kêmbûna di rêjeya sinetkirinê de ne cihê rehetiyê ye, ji ber tirsa darizandina û xistina zindanê ye. Malbat hê jî bi dizî keçikên xwe sinet dikin.