Meşa jinên Siûdiyê (5)

11'ê îlonê ji bo jina bû vekirina deriyên azadiyê Dewleta Siûdiyê piştî bûyera 11'ê Îlona sala 2001'ê ku 15 terorîstên Siûdî di encama zextên derve û navxweyî de ji nû ve serwer bûn, zanyarên olî bê rol hiştin.

11'ê îlonê ji bo jina bû vekirina deriyên azadiyê 
Dewleta Siûdiyê piştî bûyera 11'ê Îlona sala 2001'ê ku 15 terorîstên Siûdî di encama zextên derve û navxweyî de ji nû ve serwer bûn, zanyarên olî bê rol hiştin.
Navenda Nûçeyan - Ev bûyer bû sedem ku dewleta Siûdiyê deriyên xwe li hemberî ragihandin û şopdarên biyanî veke û gumanên terorê ji ser xwe dûr bixe. Her wiha rêxistinên ku ji Rojava hatibûn projeyek damezirandin da ku jin bikaribin tê de rol bigrin, ji ber ku jin bingeha civakê ne. Ji ber ku jin tovên qenciyê di dilê zarokan de didin çandin rola jinan girîng dîtin.
Hebûna jinan piştî sala 2001'ê 
Wekî tê gotin" Krîz û şaşîtiyên xelkê ji hin mirovan re dibe feyde û sûd jê werdigrin." Tê zanîn bûyera 11'ê îlonê destpêka belavbûna terorê li cîhanê bû. Ev bû hincet ku dewletên Rojava berê xwe bidin Rojhilata Navîn lê belê ev pêngaveke girîng bû ji bo azadkirina jinên Siûdiyê.
Dewleta Siûdî ji xabata jinan re derfet çêkir. Pêşkêşvan di televîzyonê de erkdar kirin, her wiha serkeftinên hin jinên pispor pîroz kirin weke Ghada Al-Mutairi ji bo nûbûn û afirandinên wê di warê bijişkî de, hunermenda plastîk Hoda Al-Omar û helbestvan Fatima Al-Qarnî pîroz kir.
Tê diyarkirin ku jinên malbatên serdest beşdarî formên aborî, perwerdeyên navneteweyî bûn, bi nivîsên xwe di rojnameyên herêmî de piştgiriya guhertina nû ya civakî kirin.
Di rojnameyên herêmî û navneteweyî de mijarên jinan û serkeftinên wan dihatin weşandin, ango weke mijareke giştî ne takekesî dinirxandin. Her wiha di televîzyona Siûdiyê de li ser mijarên zewac, berdan û pirsgirêkên ciwanan nîqaş dihatin kirin.
Jinên zanyar û perwerdekar bi awayekî eşkere rexne li pergalê kirin û diyar kirin ku pergal bi navê olê mafên jinan ên ajotina wesayîdan, kar, çûndina cihek û zewacê bin pê dikin. Bang li dewleta baviksalar kirin ku guhertinek di jiyana pratîkê de bide çêkirin. Yek ji wan jî rojnamevan Hasna Abdel Aziz bû ku rexne li komîsyona pêşkêşvaniya amadekar û pêşîlêgirtinê kiribû.
Her wiha jinan di warê aborî de ciheke girîng girtin, bûn xwedî dewlemendiyên pir mezin. Mînak Rania Salama xwediya karûbarên bazirganî ya li bajarê Cedayê bû. Her wiha jina ku di hilbijartina odeya bazirganiyê de serkeftî bûbû Lama Abdul Aziz yek ji wan karsazên berbiçav e û jina yekem e ku di Hilberîna Bazirganên Siûdî de di hilbijartinan de bi ser ket û gelek jinên din ên mîna wan...
Di sala 2004'an de komcivîna yekemîn bi navê "Navenda Xedîce Bint Xiwêld a Aborî" li ser navê hevjîna pêxember Mihemed a yekem ku di wê demê de bi karê bazirganiyê re mijûl dibû hat lidarxistin. 
Lê belê di warê mafên siyasî de jinan ji hilbijartina 2005'an dûr xistin. Sedemên wê jî ew bûn ku dijwarbûna ewlekariya navendî û dengdayînên jinan ragihandibûn û welat di qonaxeke nû re derbas kiribû. 
Yekemîn hevseroka perwerdeyê ya di 2009'an de hatibû hilbijartin, Noura Al-Fayez bû. Jina ku bawernemeya mastera di perwerdeyê de ji zanîngeha YOTA ya Emerîkayê û belgeya zanista civakî ji zanîngeha King Saud wergirtibû hat erkdarkirin. 
Di 2015'an de mafên jinan di hilbijartina şaradariyê de hat dayîn û 30 jin di sala 2013'an de, di Encumana Şûrayê de hatin erkdarkirin. Her wiha ji %20 endamên jin dikaribûn biryarên der barê jinan de sererast bikin û biguherînin. 
Tevî hewldanên jinan ên di jiyana civakî û siyasî de jî pergala cerdavanî bi salan li pêşberî pêşketin û beşdariya jinan di hemû qadên civakî de sekinîbû. Li gorî rakirina hin perdeyan hîn jî ew astengî di malbatan de tê jiyîn.
Helwesta Siûdiyê li ser peymanên navneteweyî û herêmî yên ji bo jinan
Tê zanîn ku di pergala Siûdiyê de zagoneke nivîskî nîn e. Hemû biryar bi fetwayên li gorî îslamiyetê digirin, ango kêfî ne.
Qraliyeta Siûdiyê peymanên navdewletî yên der barê mafên jinan de Îmze kiriye. Di sala 2000'î de peymana CEDAW’ê Îmze kir ku hemû cudahî li ser jinan û li hemberî xwezaya wan sererast bikin. Benda duyemîn a 9'an têkildarî dayîna hemwelatîbûnê ji zarokên ku ji Siûdî nebûn re were dayîn bû. Benda yekem 29 nakokiyên di navbera du dewletan de bû, yên li ser şîrovekirin û lihevkirinê bisekinin. 
Her wiha bi vê şêwazî dewleta Siûdî di Nîsana 2019'an ket Encûmana Rêveber a Yekitiya Neteweyî ya Yekbûyî ji bo wekheviya zayendî hêzdarkirina jinan. Her wiha bû endamê Rêxistina Jinan di rêxistina hevkariya Îslamî de.
Perwerdeya bi sînor
Dewleta Siûdiyê hewl dide ku biryara vekişandina saziyên olî ji perwerdeyên dibistanan bide û dibistanên taybet ji keçikan re tên avakirin. Her wiha piştî bûyera şewata dibistana keçikan, di sala 2002'an de li Mekeyê ku ji hêla polîsên olî ve hat kirin, ji ber ku xwendekaran cilên li gorî wan li xwe nekirbûn, agir berdan dibistanê û 14 xwendekarên keç tê de bi şewatê mirin.
Dewletê gelek derfetên zanîngehê û wekheviyê ji bo xortan çêkir lê ji bo jinan hin karên pîşeyî hatin qedexekirin, ji ber ku civak karê mêran dihesibîne. Heta çûyîna pirtûxaneyê jî di rojeke taybet de hat diyarkirin.  
Damezirandina zanîngeha NOWRA di sala 2008'an de, bi însiyatîfa qral Abdullah Bin Abdulaziz hat ragihandin. Piştî du salan ji bo ragihandinê hat vekirin. Di vê zanîngehê de keçikan beşên dermanfîroşî, kompîtur, rêveberî û muhasebe xwendin. Her wiha xwendekarên jin di sala 2010'an de, derfetên xwendina li derveyî welat ji %25 bi dest xistin.
Tevî hemû van derfetan jî pergala çavdêrîkirinê ji ser xwendekaran kêm nebû. Ew ji hêla şopdareke jin ve dihatin meşandin. Rakirina telefonê û kişandina wêneyan, qusandina por, derketina bi hevalan re û lixwekirina cilên xemilandî qedexe kirin. Diviyabû qeyda xwendekaran hebe û ajokarên wan bên naskirin.
Pergala dewletê
Tê zanîn ku di pergala Siûdiyê de pergala cerdevaniyê li pêş e. Ango jin dema ji dayikbûnê heya mirina xwe di bin kontrola zilam de ne. Ji bav heya kur, dikarin bibin cerdevanên jinan. Heya zarokên bi temenê biçûk bin jî mafê wan heye jinan kontrol bikin.
Pergala cerdevanî yanî rêgezparêzî bi taybetî di Tîrmeha sala 1977'an de, dema Prenses Mashael Bint Saud hat darvekirin ev zagon hat ragihandin. Sedema vê bûyerê ew bû ku biryara cerdevaniyê ya wekî şerîet li ser jinan hatibû ferzkirin û cudahiyên zayendî pê re ragihandibûn.
Lê pergala parastinê her cendî ne nivîskî be jî beriya damezrandina dewleta Siûdiyê  cewhera eşîrtiyê bû. Ji ber ku dewleta Siûdiyê qada ola Îslamiyetê ye. Ango serweriya zilam her tim li ser jinan heye.
Di dawiya salên perwerdeya jinan û şoreşa teknolojiyê de, derfetên ragihandinê bi cîhanê re bi hêsanî "medya civakî" alîgiriya zêdebûna hişmendiyê bi pêş ket. Jin ji bo naskirina mafên xwe şiyar bûn û bang li rayedaran kirin ku pergala cerdevaniyê ji ser wan were rakirin.
Bi vê boneyê kampanyaya yekem bi tevgera Ereban dest pê kir. Ji ber ku derketina qadan û şêwaza protesteyê qedexe bû, li ser medya civakî, facebook û tiwtterê kampanya dan destpêkirin. 
Kampanyaya yekemîn di destpêka 2011'an de bi riya facebookê bi dirûşma "Jina Siûdî daxwaza hilweşandina pergala cerdevaniyê dike" dest pê kir. Di heman salê de parazvana mafan Aisha Al-Mana ya ku di Gulana 2018'an de hatibû girtin, heya amadekirina vê dosyayê jî girtîbû. Li paytext (Riyad û Cedeyê) ji bo destnîşankirina mekanîzma û perwerdeya ji bo jinan her wiha naskirina cerdevaniyê di Îslamiyetê de tevgereke hatibû destpêkirin. 
Her wiha di sala 2012'an de jinên siûdî Hashtaga bi navê "Ez cerdevanê xwe me"  weşandin. Piştî vê Hashtagê semînerek di Gulana 2013'an de, bi navê "Jin û mîrasa bazirganî û rêgezên malbatî" li dar xistin.
Di sala 2016'an de jinan dîsa Hashtagek li ser malperên civakî bi dirûşma "bila parêzervaniya mêran li ser jinan were rakirin" weşandin. Her wiha li ser reva Rahaf Al-Qunoon ya li Kendayê di 2019'an de jinan Hashtaga bi navê "Bila pergala cerdevaniyê bê rakirin an na em ê ji vî welatî birevin" weşandin.
Di van tevgeran de û ji ber zextên dewletên derve û rêxistinên weke Human Rights Watch ku di rapora 2008'an de bi sernavê "Her biçûk in" û ya duyemîn di sala 2016'an bi sernavê "Tu yê çawa di sindoqekê de bijî"  daxwaza mafên jinan kir. Her wiha di tebaxa 2019'an de biryar hat dayîn ku pasaport ji jinên temenê wan 21 salî re bê dayîn û di eynî demê de bikaribin rêwîtiya derveyî welat bi tena serê xwe bikin. 
Daxwaza cudakariya zayendî
Tê hewldan ku mafên jinan ên ji bo karûbarên bazirganiyê hatine dayîn divê bi erêkirina malbatê û cudakariya zayendî be. Di 2004'an de çalakiyên jinan ji bo karên bazirganiyê berfirehtir bûn. Ev yek nêrîna saziyên olî li ber çav digre û hevkariya bi mêran re tê redkirin ango karên xweser in.
Vekirina şîrketa ARAMCO ya li zanîngeha Mîr Abdulah ku di sala 2009'an de bi tevlibûna jin û mêran hat vekirin, rastî narazîbûna misilmanên hişk hat û bi idiaya ku ew kafir in ew tewanbar kirin. Ji ber vê yekê daxwaza cudakariya zayendan di mizgefta mezin de kirin.
Tê diyarkirin ku sedema nerazîbûna jinên misilman, ji ber fikaran e lewre ew ditirsin ku ji kar werin derxistin. Ji ber ku zagonên civakî vê yekê red dikin.
Di vê mijarê de helwestên akademiyên îslamî li hemberî daxuyaniyê "Xedîce Bint Xiwêlid"  dema 36 akademiyan daxwaza tevlibûnê kirine, tên redkirin. Bang li  dewletê kirin ku çareseriyê bibînin. Ji ber ev biryara Xedîce Bint Xwêlid mafên jinan ên ji bo kar binpê dike.
Wêjeya femînîst
Di warê nivîsandina romanan de gelek berhem bi wêrekî ji aliyê jinan ve hatine çapkirin. Mijarên romanan bal dikşînin ser jiyan û rewşa jinên Siûdî, her wiha gelek roman hatin çapkirin, hin ji wan li derveyî welat û hin jî bi navê biyanî derketin.
Di salên 60'î de dest bi nivîsandinê kirin û heya salên 80'yî zêdetir bû lê piştî hevkariya di navbera dewlet û sazûmanên olî de ew nivîs hatin tepisandin. Weke bêexlaqî û ji derveyî exlaqê civakê hatin hesibandin. Bi vî rengî şikestineke di hêviyên jinên Siûdî de çêbû. Saziyên olî bi nivîsekee berjewendiyên mêr û serweriya wan a li ser jinan dan belavkirin.  
Weke di dosyayê de hatiye teqezkirin wêjeya femînîst di destpêkê de wekî armanca guhertina cewherî dinirxand. Lê di salên dawî de paşvemayînek jiyan. Li ser mijarên wekî têkiliyên evîndarî û zayendî sekinîne her wiha ew kes, jinên ku li Siûdiyê bi dizî daxwazên xwe dijiyan bûn.
Paşguhkirina fetwayan
Çiqas em bibêjin ku fetwayên der heqê jinan de hatibin dayîn jî wekî qedexekirina wan a ji karên pêşeyî re ye lê dewlet dikaribû hin caran paşguh bike û wekî karên hevbeş bi zilaman re bibîne. Li gorî plana 2005'an berdewam kir, ango dayîna feraseta kar ji bo jinan çêbû.
Bi plana jorîn re jinan êdî dikaribûn jinên berdayî û jinebî perwerde bikin û bi ferasteta karkirinê xebitîn.
Bi vê boneyê tê teqezkirin ku fetwayên xitimî bi biryareke qral hatin qedexekirin. Ango fetwayên ku bên dayîn divê vegerin encûmena bilind. Bi vî awayî ev sazî bû çavkaniya dayîna fetwayan û li ser vê yekê malperên ku fetwayan diweşînin li ser Yutobê hatin rawestandin. 
Di 25'ê Nîsana 2016'an de qral Mohammed bin Salman planeke li ser neftê çêkir ku girîngtirîn û bingeha aboriya dewletê li ser neftê ye. Hat plankirin ku bihêzkirina hebûna jinan di bazarê de bi keda ji %22 heta ji %30 heta salên 2030'yan. Her wiha divê ev biryar veguhere îslamiyeta nerm.  
Diyardeya reva keçan
Di kevneşopiyên civaka Siûdî de serweriya malbatê li ser zarokan bi zîhniyeta baviksalarî tê meşandin. Tu carî nêrîna keçan nagirin. Pirî caran ew bi lêdan û zextê re rû bi rû dimînin, heya carna jî tên şewitandin.
Li ser tepisandina mafên jinan pisporan lêkolînên ku di sala 2013'an de bi rêjeyeke di Rojnameya Riyad de weşandibûn, ji wê diyar dibû ku ji %87.6 jin bi zextên malbatî re rû bi rû mane.
Her wiha di salên 2018'an de rapora keşifkirina tundiya li ser jinan qala tundutûjiya pskolojîk a herî bi bandor ku jin pê re rû bi rû dimînin kiriye. Ango ji %46 rastî şîdeta psîkolojîk, ji %27 xemsarî, ji %12 şîdeta fizîkî û herî dawî ji %10 rastî îstîsmarê tên. 
Şîdeta ku jin pê re rû bi rû dimînin, wisa zêde ye ku ji derveyî reva ji malê û xwespartina dewletê tu rê tune ye. Ev yek jî nêrîna bav esas digrin, jinan dixin malê ku ev yek jî wekî zindanek e, yan jî berpirsyariya wê didin bira yan jî apê keçikê. Her wiha dîsa zext lê tê kirin ku fermana wê di destê bav de be. 
Ji ber ku reva jinan û xwespartina dewletê tu çareserî nedianî, şêwaza reva derveyî welat zêde dibû wekî Rahaf Al-Qunoon û hwd. Xwestina parastinê ji dewletê li dijî kuştin û zexta li ser wan tê kirin ragihandin.
Hejmara jinên ku di salek de direviyan û li gorî rojnameya Elheyat weşandiye digihîje 1500-3000’î. Di sala 2015'an de hejmara ku hatiye diyarkirin 1750 ye. Ango ji %35 di salekê de reviyane.
Li gorî lêkolînên dawî yên ku ji hêla lêkolînera Siûdî Ayşe El-Sewat ve hatiye kirin her wiha ji hêla zanîngeha NAYIF a zanistên ewlehiyê ve li paytexta Siûdî di sala 2019'an de bi sernavê "Faktorên civakî, aborî û çandî yên girêdayî reva jinan" dike hat weşandin de jinên girtî ji sedî 40 in ji sedî 63.3 xwendekar in, ji sedî 46.2 bermalî ne, ji sedî 68.7 ên zewicî ne û herî dawî yên ji bo xwendina bilind 52.8 jin in.
Li gorî lêkolînan sedema reva jinan ji malê ji ber şîdet û mecbûriya wan ji zewaca bi darê zorê li ser wan hatiye ferzkirin e. 
Daxwazên femînîst
Bi armanca ku guhertina cewherî di jiyana jinên Siûdî de bê çêkirin civîneke Foruma Diyaloga Navneteweyî di 2005'an de hat lidarxistin. Tê de rewşa zext û tundiya  li ser jinan tê meşandin hatiye nîqaşkirin. Her wiha nakokiyeke dijber di navbera nêrînan de derketibû hole. Hinekan digotin ku divê jin azad bibin, ên dijber jî digotin weke xwe bimînin.  
Di encama civînê de daxwaza azadiya jinan dikirin. Aliyên dijber jî jinên ku bi sefareta derve re têkildar in tewanbar kirin. Her wiha jinan raporeke ji serokê Siûdî re şandibûn. Li ser daxwaza wan civîneke taybet li ser girîngiya rola jinan bi serokê Siûdi re hat lidarxistin. Bi vî rengî rola rayaderên oldar hat paşguhkirin.
Guhertinên forman
Hin form, di mijara mafên jinan de hatin guhertin. Wekî mafê ajotina wesayîdan ku di 24'ê Hezîrana 2018'an de hatiye dayîn. Di Tebaxa 2019'an de destûra rêwîtiya jinan bêyî ku serî li ber cerdavaniyê bitewînin her wekî din mafên medenî weke zewac, berdan û tomara malbatî hatin dayîn. Heya ku jin dikaribûn bibin berpirsyarên zarokên xwe jî . 
Piştî van guhertinên ku hatin teqezkirin di warê cur be cur de jinan di karên leşkerî û werzîşê de cih girtin, ji aliyê lixwekirinê ve jî jin dikaribûn bê "eba" derkevin û cilên li gorî xwe li xwe bikin. Ev biryar ji aliyê qral Mohammed bin Salman ve hat dayîn lê belê divê cil li gorî terzên civakî bin.
Li gorî guhertinên hatine çêkirin Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kiriye ku ev guhertin nikare rê li pêşiya binpêkirina mafên mirovan bigre. Her wiha rêxistina Human Rights Watch ev guhertin wekî mecbûrî bi nav kir û da zanîn ku ev yek nikare mafên çalakgeran biparêze. Lewre raporeke di destpêka Mijdara 2019'an de bi sernavê "Ji bo guhertinê bedêlên giran"  weşandin.
Rastiya reforman
Nakokiyeke yan jî wêneyek dijber derket holê. Jinên ku ebayan li xwe nedikirin xwe di ser jinên nixûmandî de digirtin. Ango bi çavekî neyînî li wan mêze dikirin. Heya di nava civakê de ew dihatin redkirin. Di jiyana kar de li Riyadê jinên nixûmandî nikaribûn cih bigirtana ji ber zagonên wê, berî ku jin kar bike jê tê pirsîn, gelo ew nixûmandiye yan na? Ger eba li xwe bike tê redkirin. Ev yek jî rastî nerazîbûna wan hat lewre diviyabû li rastî û heqîqeta van guhertinan bigerin. Ji ber ku hin jinên di girtîgehan de daxwaza doza azadiya jinên Siûdî dikin. 
Divê guhertina resteqîn di bingeha azadiya jinan de pêk were. Ango zagoneke were sazkirin ku hemû jinên xwendekar û yên ne xwendekar bêyî li nasname, cil û cihê wan di nava civakê de bê mêzekirin ji bo kar werin girtin. Zagoneke ji bo rêzgirtin û wekheviyê di nav wan de bê sazkirin ku ji bo gihandina civakeke azad were avakirin û rola jinan pê bi pêş bikeve.
(Sanaa El-Elî)