Meşa jinên Siûdiyê (1)

Civaka Siûdiyê yek ji civakên ku di nav zagon û rêxistina civakî de bi rêgezên olî û eşîrtî tê naskirin e. Ev zagon bûne yek ji kevneşopî, edet û perwerdeya îslamî, ango bi pergala baviksalarî bi awayekî tund hatiye birêvebirin.

Civaka Siûdiyê rêxistineke olî û civakî ye

Navenda Nûçeyan - Ev zagon bi rêgez û ramanên tevgera Elwehabiya û terîqeta sehwe tê birêxistinkirin. Rêxistineke baviksalarî ye, xwe li ser jinan bi hêz dike û maf dide ku şîdeta li ser jinan pêk were.
Ji bo ronîkirina pirsgirêka jinên Siûdî û zanîna asta serkeftina hewldanên wan ji bo guhertina rastiya xwe û rewşa di civaka xwe de hewce ye jîngeha ku ew lê dijîn ji damezirandina dewletê, bandora rasterast a saziya olî ya li ser jin û civakê bizanibin û fam bikin. Kiryarên olî bi eşîrtî li Erebistana Siûdî re têkildar e, bi zor dikare di navbera hînkirinên olî, adetên eşîrî û kevneşopî de cihêreng bike.
Wehabiya û avakirina dewleta Siûdî
Yekemîn şîdeta li ser jiyanê û pêkanîna şerîeta îslamî li Siûdiyê beriya derketina Teyara Sehwayê zêdetirî 235 salan e. Ew jî piştî ferman ji emîr Mihemed Bin Siûd El-Miqrin sazmûnkirina dewleta Siûdiyê ya yekem di sala 1792'an û erêkirina ramanên Mihemed Ebdil Wehab (sazmûnkerê ramanên wehabî) li Necdeyê û biryargirtina dewleteke bi netewperestiya olî û bi ramanên Mihemed Bin Ebdil Wehab tê sazmûnkirin.
Elwehabiya tevgereke siyasî ye ku navê damezrînerê wê Mihemed Ebdil Wehab e. Di destpêka damezirandina tevgerê de hemû nîgarên polîtîzîmê, wekî pîrozkirina pêxember, siltan û avakirina qesran a ku li Pîranşahata Ereban berfireh bû hatin qedexekirin. Her wiha gelek fetwayên ku li dijî jinan dan û kirinên zayendperest derketin holê.
Di vê lihevkirinê de dewletên Siûdiyê ji bo parastina ruhê eşîretî ya dewletê jin di bin serweriya zilaman de hiştin. Ev jî dibe sedem ku jin bibin qurbanî zagonên baviksalarî û şûnketina ji cewhera xwe ya civakê.
Her wiha hişmendiya dewletê (Netewperestiya olî) wekî tevgera neteweyî û ilmanî li ser jinan qonaxeke bingehîn a civakî ferz kir. Tevî cudahî û ciyawaziyên di navbera her sê nêrînan de jî hat rewakirin.
Tevî bandora mezin a hişmendiya eşîrî di civakên erebî de, ev sedemeke bes nîn e ku rola jinên Siûdî rawestîne. Dema ku li gel hevpişkên wê Kuweyt yan Oman û hemû dewletên kendavê ku civakên wan wekhev in û eşîrên wan têkildar in, bi hevahengî di navbera dewletên Kendava Erebî de.
Wekî tê diyarkirin tevî azadiyê bi sînor a jinan û pirsgirêka zayendî di nav dewletên kendavê de, ew li gel Erebistana Siûdî zêdetir azadîxwaz in. Ji ber ku projeya xwe li ser bingeha olî ava nakin lê belê dema Siûdî bi vê yekê radibe û jinan dixe bin zagon û hişmendiya zayendî û neteweperestiyê, weke parastina komple ya Rojava li dijî olê xwe bi rêxistin dike. Ji ber ku derketina jinan ji bin kontrola ol û dewletê dikeve xizmeta kompleyê.
Bi hemû bêalîbûn û bi dadperwerî divê em ji jin û civaka Siûdî re bibêjin ku ramana Wahabî adetên hemû herêmên Siûdiyê da guhertin û jîngeheke zexm ji bo şermezarkirina jinan û çîrokên binyata xwe damezirand. Wekî ku jin ne xwedî hişmendî bin, xwediyê hêz û aqilmendiyên dewletê mêr bin. Lewre jinan, wekî amûreke anîna zarok û rêvebirina malê dan nîşandan.
Muxalifa Siûdî û profesora Antropolojiya olî ya li Zanîngeha Londonê Midawî El-Reşîd di pirtûka xwe ya bi navê (Dewleta baviksalarî) de wiha gotiye: "Wehabiyan di ferzkirina hişmendiya xwe ya li ser eşîr û êlan de azadiya jinan dorpêç kir û cudahiyeke zayendî destnîşan kir. Her wiha sînorên derketina tenê ne bi vejandina Wehebiyan re têkildar in, bi neteweperestiya olî û şêwazên çandî û civakî yên baviksalarî ve girêdayî ne û formeke hişk saz dike."
Tê zanîn ku jinên li çolistanê neketibûn bin kontrola olî ya dewletê lewre damezrandinên olî mafê cezakirina jinan ji dest serok eşîr û qebîleyan girtin. Ne ku wekî parastineke ji wan re lê belê bi şêwazeke din, ji bo wan bixe bi kontrola xwe. Mînak li şûna kuştina bi navê namûsê kuştina bi recmê (bi keviran) ev yek jî dihêle ku azadiya jinan bêhtir bê bisînorkirin.
Ev biryar ango vekişandina mafê parastina jinên eşîran ne tiştekî hêsan bû. Lê belê ev yek hat erêkirin di bin sîwana olî de û jin ketin bin destên dewleta baviksalar. 
Her wiha fetwayek hat derxistin ku dengê jinan bê qedexekirin û xistin bin çavdêriyên xwendekarên gund. Bi vê yekê stranên ku jinan digotin, ji bo pêşgiriyên mêran di şer û cengên sala 1930'yî de û li aliyê din ve jî alîkariya wan di çandî, aborî û bazirganiya qebîleyê de hatin binpêkirin.
Tê ragihandin ku du jinên îngilîzî di sedsala 19'an de çûbûn girava Erebistanê û di pirtûka xwe de qala jiyana jinên wê deverê dikin û dibêjin: "Dema jin dizewicin tenê bi cilên reş ku tenê şopên lingên wan li ser axê xuya dikin ji malê derdikevin, ev jî cihê serbilindiyê ye li gel wan. 
Di pirtûka li ser jiyana jinên ku ketine bin pergala baviksalariyî û olê de wiha tê destnîşankirin. Jinên ku bi azadiya xwe dijîn, bê nixumandin derdiketin sûkan û amadekirina xwarinê li cihê vekirî dikirin ketine bin serweriya baviksalarî û ji hemû mafên xwe bêpar man. Ango ji kevneşopiyên xwe bêpar mane.
Piştî sala 1932'an heya demeke nêzîk jî derketina jinan ji malê yek ji taybetmendiya sereke ya di bin navê "Binavkirina bendan" qedexekirina kar e ku bi baweriya wan sedema belavbûna keos û pirsgirêkên ne exlaqî ye. Lewre çavdêriyeke gelemperî li ser çûnhatina jinan hat çêkirin, heya di hundirê malbatê de jî xwerêxistikirina olî hebû. 
Bûyerên ji ber nerazîbûna giştî û perwerdeyê
Tê ragihandin ku nifşên femînîst û perwerdeyê digihîje sala 1960' î, ev jî bandora xwe ji dewletên ereban girtibû. Jinan di mamostetî û rêveberiyê de cih girtin, her wiha di warê bijîşkî û çapemeniyê de bi navên cuda rol lîstin. Her çendî dengê wan nedihat bihîstin jî wan nûneriya berteka civakek rewşenbîr a femînîst dikirin.
Di navbera salên 1932-1960'î de komek ji jinan fêrî xwendin û nivîsandinê bûn. Lê belê ew jî bi riya şêxan li ser ayetên Quranê dihatin perwerdekirin. Tê gotin ku xwendina xortan ji yên keçan baştir nebû. Dibistana keçan a yekemîn di sala 1874'an de bi navê Al-soltiyê ku ji aliyê jina bi navê Hindiye Muhecir ve hatibû avakirin, tê de Quran bi deng dihat ezberkirin bêyî ku fêrî xwendin yan nivîsandinê bibin.
Qraliyeta Siûdî bi Bin Ebdil Ezîz ku serweriya dewletê di navbera 1952-1962'an û piştî wî Feysel Bin Ebdil Ezîz El-Siûd hat bi mirina wî domiya, di pêşvebirina mafên jinan de roleke girîng lîstiye. Di heman demê de bi hişmediya ku ew lawaz in û hewceyê parastinê ne, her wekî din bi navê dayik, xwişk keçikên me ne. Ango bi siyaseta baviksalarî ve tên birêvebirin.
Tê ragihandin ku di dema serweriya mîr Feysel de pêşketineke di aliyê perwerdeya keçikan de derketibû holê. Ev yek jî bi bandora hevjîna wî ya li Tirkiyeyê xwendiye balkêş bû. Wî keçikên xwe şandibûn Siwîsreyê da ku perwerde bibînin. Lewre di sala 1955'an de dibistana yekemîn li Siûdiyê hat vekirin, tê de waneyên çand, ragihandin û hwd. dihatin dayîn. Li kêleka wê jî fikrên dijber jî derdiketin, herî zêde li bajarê Elqysm, Sidîr, Şeqrai, Zlfî û Necd ji ber ku cihê derketina hişmendiya Wehabiyan bû. 
Ji ber sedema hin aliyên dijber xwendin ne mecbûrî bû, her wiha mîr Feysel ji zilamên olî re gotibû: "Dê dewlet dibistanan ji jinan re ava bike lê ew ne mecbûr in biçin." 
Bi giştî keçên dewlemend perwerdeya wan li malan bû, mamoste ji deverên derve dianîn û perwerdeya li ser zimanê erebî, zanyarî û dîrokê didîtin. 
Nivîskarên weke Sara Bû Hemîd a ku li Libnanê xwendina xwe dîtiye û Semîra Xaşiqcî bi riya rojnamayan peyam ji malbetan re dişandin ku keçikên xwe bişînin dibistanan. Tê zanîn ku rêjeya xwendinê di sala 1970'yan di nav jinan de ji %2 derbas nekiriye. 
Tê teqezkirin ku bangewazî ji bo perwerdeyê, bi armanca zanekirina jin û dayikan ji bo pêşerojeke baştir bû. Her wiha civak neçar ma ku qebûl bike, herî zêde dema diyardeya daxwaza perwerdekarên ji derve û zeweca ji jinên zane re dihat kirin. Ji ber vê yekê yekem zanîngeha perwerdeyê li bajarê El-riyad sala 1970'yan hat avakirin. Piştî wê, li Meke, Cede û El-dimamê saziyên perwerdeyê hatin avakirin.
Her wiha televîzyona Siûdî di sala 1962'an de hat vekirin û yekemîn pêşkêşvana jin Newal Bixiş derket ser ekranê lê ji ber nerazîbûna civakê hat dûrxistin.
      
(Sanaa El-Elî)