Li Tirkiye rastiya zarokan-Dosya 1

Bi qetilkirina Narîn Guran re Tirkiye carek din behsa zarok bê parastin mane dike. Ji Narînê heta Ceylan Onkol a ku di sala 2009’an de dewletê qetilkir, tiştên hatî jiyîn dide nişandan ku welat ji bo zarokan bûye hezazek wisa ku nikarin jê derbikevin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiye û Kurdistanê bi rojane der barê qetilkirina Narîn Guran de diaxivin. Narîna 8 salî piştî 19 rojan bi awayek qetilkirî hate dîtin, carek din li Tirkiyê rastiya komkujiya zarokan anî rojevê. Narîn hê nehatî dîtin û hemû kesan komkujiyê li ser gundekê hewl da ’çareser’ bikin, nûçeya li Tekirdagê tecawîza li beramberî zarokekê û rastî tundiyê hatî û li nexwexaneyê têkoşîna jiyanê dide hate teyîsîn. Ev jî carek din nîşan da ku tiştên ku zarok dijîn bi gundekê re ne sînordar e û pirsgirêka sîstemekê ye.  

Bi derketina holê ya qetilkirina Narîn Guran re dewlet bi komî berê xwe dan taxa Çûlî; wêne kişandin. Wezîrê Edelatê Yilmaz Tunc weke wezîrên beriya niha beramberî tiştên hatî jiyîn ew peyvên ku bi karaniye bi karanî û got: “kes û kesên ku ji mirina keça me Narîn berpirsin, wê li beramberî edaletê hesab bidin.”

Peyva ‘edaletê’ bi taybet di nava 20 salên dawî de li welat weke peyva herî zêde tê bikaranîn bikeve qeydan. Beriya Narîn bi hezaran dosya yan jî bûyerên berê ên hatin qetilkirin, windakirin, parastina fail, bi bê cezatiyê jiyana xwe berdewam dike, heta bi tayînan xelat dike hene. Bûyera Narîn Guran dîde nişandan ku Tirkiyê ji bo zarokan çawa hezazek ku jê neyê derketin e, bi destê dewletê hatin qetilkirin lê belê dosyayên ku failan ceza nake di refên bi toz de tê hiştin. Beriya 11 salan Ceylan Onkol ya di 28’ê Îlona 2009’an de hatîqetilkirin tenê yek ji van zarokan e.  

 Tirkiyê erkê xwe bi cih nayne

Tirkiyê yek ji welatên ku giringî nade standartên navnetewî ên der barê mafê zarokan de ye. Lê belê tenê ev weke teorîk tê îfadekirin. Tirkiyê Peymana der barê mafê zarokan de ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve di sala 1989’an de hatî qebûl kirin, di sala 1990’an de erê kir. Bi vî awayî mafê perwerdeya zarokan, tendirûstî, parastin û pêşxistin û ewlehiyê girt ser xwe. Di nava van mafan de mafê jiyan, mafê parastina ji tundiyê, mafê perwerdê û mafê ku ji xizmetên civakê sûd bigrin jî heye. Tirkiye li beramberî peymana Lanzaroya ya ‘Peymana Konseya Ewropa ya der barê parastina zarokan li dijî destirêjê û kedxwariya  zayendî’ ya ku yek ji dewletên ku destpêkê îmzakiriye, erkê xwe bi cih nayne.

Dane nayên eşkere kirin

Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyê, daneyên der barê di 8 salan de çiqas zarok hatine windakirin eşkere nake. Li gor daneyên herî dawî di sala 2016’an de hatî eşkere kirin, hejmara zarokên di navabera sala 2008-2016’an de windabûne, yan jî anîne Yekîneyên Ewlehiyê 104 hezar û 531 in. Ji van bûyerên windabûnê çiqas hatine dîtin ne diyar e. 

Bi awayek fermî daneyên der barê zarokan de ew qas kêmin mirov dikare bêjê nîne. Lê belê îstatîstîkên ku hinek saziyan eşkere kirine tabloya xeternak ya ku Tirkiyê di nav de ye derdixwe holê.

Tenê di 6 mehan de 343 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Tenê li gor agahiyên ku Navenda Mafê Zarokan ya FISA ji nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine anîne ber hev, ji sala 2022’an heta niha herî kêm 133 zarok di encama tundiya di nava malê de, komkujiyên zarokan, yan jî ji ber mirinên bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar nîşan dide komkujiya Narîn Guran ne ya yekem e û der barê zarokan de krîzek çawa tê jiyîn. Rapor ji ber tenê ji nûçeyên hatî parvekirin hatiye komkirin, dane bi îfadeya herî kêm tên parvekirin. Di rapora ‘Mafê zarokan ya jiyanê’ ya FISA ku meha Çile-Hezîran ya 2024’an digre nava xwe parve kir de derdixwe holê ku tenê di nava 6 mehan de 343 zarok ‘ji ber sedemên dikarin pêşî lê were girtin’ jiyana xwe ji dest dane. Ger tedbîrên pêwîst ji bo 343 zarokan hatiba girtin û parastin wê niha jiyan kiriban.

34 zarok ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin

Li gor raporê; 34 zarok ji ber binpêkirina mafê jiyanê yê ji aliyê dewletê ve hatî pêkanîn jiyana xwe ji dest dan. Li gor vê 1 zarok ji ber lêdana erebeya zirxî, 1 zarok ji ber teqîna mayîn û teqîna bermahiyan jiyana xwe ji dest dane. 2 zarok dema xizmeta lênêrînê digirt, 7 zarok dema xizmeta perwerdê digirt, 2 zarok di şewatên daristanan de, 13 zarok dema xizmeta tendirûstiyê digirt, 7 zarok di derbaskirina sînoran de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber îhmala dewletê 309 zarokan jiyana xwe ji dest danne. Li aliyê din di raporê de bi navê întiharê agahiyên mirinên bi guman ya 32 zarokan hate parvekirin.

Di encama çeka şexsî 8, di encama şerê di navbera komên dijber de 1 zarok, 17 zarok jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan. Di 6 mehên derbas bûyî de 23 zarok di encama tundiyê de a xwe ji dest dane. Tenê di 6 mehan de 33 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest dane. 

14 hezar û 919 dosyayên êrişa zayendî heye

Navenda Şopandina zarokan (ÇÎM) ên li bajarên Tirkiyê heye, der barê zarokên ku ziyan ditiye, wêneyê zêdebûna hejmarê ya li welat weke heyî nîşan dide. Hejmara dosyayên êrişên zayendî ên li beranberî zarokan hatî pêkanîn û hatine dozgeriyên li welat weke 66 hezar û 138 îfade dike. Hejmara dozên êrişa zayendî ku li dadgehan tê dîtin 14 hezar û 119 ye. Di sala 2023’an de hejmara kesên ku ji vê sûcê hatîn mehkumkirin giha 7 hezar û 88’an.  

6 hezar û 505 zarok, zarok anîne dinê

Saziya Îstatîstîka Tirkiye (TUÎK) di rapora îstatîstîkên welidîna 2023’an de diyarkir ku der barê tiştên ku zarokên keç jiyayî de bûna xwedî fikir jî têrê dike. Ji koma 15-17 salî 6 hezar û 505 dibin temenê 15 salî de, 130 zarok, zarok anîn dinê. Ji van zarokan hinek jê dû yan jî sê caran zarok anîne dinê. Pisporên ku diyarkirin welidînên dibin temenê 18 salî de sûc e û tê wateya tecawîzê ragihandin ku ‘Em zarokan na parêzin.’

1 milyon 201 zarok li dibîstanê nehatine qeydkirin

Li aliyê din xwegihandina zarokan ya perwerdê weke daneyek giring tê dîtin. Bi taybet di aliyê şopandina zarokan de bal tê kişandin ser vê giringiyê. Li gor hejmarên fermî, ji her 100 xwendevanên li dibîstana seretayî, navîn û amedeyî de 9 jê dest ji dibîstanê berdidin. Di koma 5 salî de 219 hezar, di temenê navbera 6-0 de 222 hezar, di navbera 10-13 salî de 246 hezar û di navbera 14-17 salî de 524 hezar zarok di nav de, bi giştî 1 milyon 201 zarok li dibîstanê ne qeydkirine. Der barê ev zarok çima beşdarî perwerdê nabe daxuyaniyek ya Wezareta Perwerdeyê Tirk nîne. Ev zarok li kuderê ne û çawane nayên şopandin.

Hejmara zarokên ber bi sûc ve hatin kişandin di 14 salan de 2 qat bûye

Li welat ji derveyî tevî vê tabloyê, rastiya zarokên ku ketina nava sûc jî heye. Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TUÎK)  hejmara bûyerên sûc ên ku zarok berbi sûc ve hatin kişandin ji sala 2010 heta 2024’an ji 83 hezar û 393’an, giha 178 hezar û 834’an. Di sala 2014’an de 45 hezar û 211, di sala 2023’an de weke 71 hezar û 244 kete qeydan. Zarokên ku berbi sûc ve hatin kişandin bûyerên dizîn jî di nav de di nava 10 salan de ji 30 hezar û 498’an digihêje 37 hezar û 233’an. 

Zarokên tên xebitandin

Karkeriya zarokan û zarokên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane yek ji pirsgirênkên giring in. Divê qadê de jî  binpêkirin di asta herî jor de diyar dike. Beriya çar salan ku rêjeya zarokên karker ji sedî 16.2 bû, li gel krîza aborî ji sala 2023’an ve weke ji sedî 21.1 tê îfade kirin. Bi vê ve girêdayî di cînayetan de zêdebûnek cidî tê şopandin. Di demên ku 2013-2023’ê digre nava xwe, 671 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Divê demê de, di salê de 67 zarokên ku ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest didin, di sala 2024’an de ranewestiya ye. Di 7 mehên sala 2024’an de herî kêm 45 zarok ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Di dema 11 salan de hejmara zarokên karker ên ku jiyana xwe ji dest dane û ketiye qeydên fermî weke 716 hate diyarkirin.

Zarokên hatin windakirin

Li welat dosyayên der barê zarokên hatin winda kirin û bi awayê qetilkirî hatin dîtin hatîn vekirin, piranî bi bêcezatiyê hatine encamdan. Hinek dosya qet nehatin vekirin. Hinek zarokên ku piştî hatin windakirin bi awayek qetilkirî hatî ditin encamên darizandinê di çapemeniyê de hate tayîsandin.

*Gîzem Akdenîz ya 4 salî, di 27’ê Nîsana 2014’an de li taxa Tellidere ya Edene, dema li kolanî lîstok dilîze winda bû. Piştî 36 saetan windabûyî, bi awayek qetilkirî hate dîtin. Faîl mam Suleyman Akdenîz ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê giran ya Manîsa ji sûcê ‘bi îşkencekirinê kuştina mirov’ cezayê giran yê muebet, ji sûcê ‘ji huriyetê bê par hiştin’ 12 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.  

* Mert Aydin yê 9 salî li taxa Îstasyona Qersê, di 6’ê Nîsana 2014’an de winda bû. Piştî rojekê bi awayê qetilkirî hate dîtin. Kujer Mert Aydin, Aykut Balk cezayê giran yê muebetê girt.

* Irmak Kupal ya 4 salî li taxa Menderes ya navçeya Alaşehir ya Manîsa di dîroka 14’ê Cotmeha 2016’an de dema li ber derî dilîst winda bû. Cenazeye wê di 22’ê Cotmehê de li baxê tirê hate dîtin. Kujer Hîmmet Akturk, ji sûcên cûda muebeta giran û 51 sal cezayê girtîgehê girt.

‘Bersûc yan beraet yan jî hatîn tehliye kirin’

*Eylul Umut ya 6 salî di 31’ê Gulana 2027’an de li qezaya Koru ya girêdayî navçeya Çinarcik ya Yalovayê winda bû. Roja piştî wê cenazeyê wê hate dîtin. Eylul Umut rastî tecawizê hatibû û hatibû qetilkirin.

*Leyla Aydemîr ji nişka ve kete rojeva Tirkiyê. Leyla Aydemîr ya 4 salî dî dîroka 15’ê Hezîrana 2018’an de li gundê Bezirhan winda bû. Piştî 18 rojan, di mesafeya 2 kîlometreyan de cenazeye wê hate dîtin. Der barê qetilkirina Leyla de, der barê 7 bersûcan de doz hate vekirin. Di dozê de mam Yusuf Aydemîr ji sûcê ‘bi qestî kuştin’ muebeta girankirî, ji sûcê ‘ji huriyetê bê par hiştin’ jî 4 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, bersûcên din jî beraat kirin. Di doza ku ji aliyê Dadgeha Edliye ya herêma Erzurumê ve hatî xirakirin û dîsa hatî ditin de, vê carê hemû bersûc beraet kirin. Tevî ku parêzeran biryar îtiraz kirin, Dadgeha Edliye ya herêma Erzurumê biryara beraetê erê kir.

*Di 22’ê Hezîrana 2018’an de Eylul Yaglikara ya 8 salî, li navçeya Polatli ya Enqere winda bû. Cenazeye wê piştî 7 rojan li derdora taxa Yuzukbaşi dibin stunek ya kehrebeyê de bi awayek veşartî hate dîtin. Di darizandinê de kujer Ugur Koçyigit ji sûcê ‘bi qestî kuştin’ muebeta girankirî, ji sûcê ‘êrişa zayendî li beranber zarok’ 30 sal, ji sûcê ‘zarok ji huryetê bê par hiştin’ 12 sal ceza, dayîka wê Huriye Koçyigit ji sûcê ‘alîkariya kuştina bi qest ya zarok’ 13 sal û 4 meh, ji sûcê ‘zarok ji huryetê bê par hiştin’ 2 sal û 6 meha cezayê girtîgehê girt.

*Ecrîn Kurnaz hê 1 sal û nîv bû li navçeya Vazirkopru ya Samsun di dîroka 7’ê Gulana 2019’an de winda bû. Piştî 20 rojan bi awayek qetilkirî hate dîtin. Pîrika ne heq Hacer Kurnaz ‘zaroka ku divê lê were nêrîn, ji ber îhmalê bûye sedemê mirinê’, bavê ne ji dil Denîz Kurnaz û Hesen S. û Mesut Y. bi îdeaya ‘fuhuş kirin, teşwîqkirina fihuşê, navbeynkarî û temînkirina cih’ hatin girtin. Di danişîna dawî de ji sûcê ‘bi texsîr bûna sedemê mirinê’ 3 sal 10 meha cezayê girtîgehê da Hacer Kurnaz, lê belê dema li girtîgehê mayî li berçav hate girtin, hate tehliyekirin. Der barê bersûcên din de biryara beraetê hate dayîn.  

*Yek ji navên ku di 20’ê Hezîrana 2020’an de winda bûye Îkranur Tirsî ya 7 salî bû. Piştî 4 rojan li navçeya Bulancak ya Giresun winda bûye, li rubarê Adakoy bi awayek qetilkirî hate dîtin. Der barê bûyerê de mamê wê yê 14 salî S.T û meta wê A.Ç di dîroka 15’ê Sibata 2021’an de hatin girtin. Bersûc piştî darizandinê hatin tehliyekirin.

*Di 2021’an de windabûna Muslume Yagal ya 3 salî kete çapemeniyê. Li çolwara taxa Yanişli ya navçeya Gulnar ya Mersînê di 10’ê Mijdara 2021’an de winda bû. Piştî 9 rojan cenazeye wê hate dîtin. Di darizandinê de der barê bapîr Hasan Yagal de ji sûcê ‘bi qestî kuştin’, ‘destdirêjiya li zarok’ û ‘bi armanca zayendî, gef, hîle kes ji huryetê bê par hiştin’ bi giştî 45 sal û 12 meha cezayê girtîgehê lê hate birîn. Der barê pîrik Ayşe Yagal ku ji sûcê ‘sergirtina sûc’ dihat darizandin, dayîk Selvî Yagal û bira O.Yagal  biryara baraetê hate dayîn. 

Tenê ji daneyên çavkaniyên fermî û saziyan sûd girtin û ev nûçeyên ku hatine berhevkirin, derdixwe holê ku zarok li welatek çawa bê ewle jiyan dikin. Li beramberî peymanên navnetewî, zagon û gelek vesaziyan zarok bê parastinin û bi awayek ji hemû xeteriyan re vekirî hewl didin di jiyanê de bimînin.