Li Rojavayê Kurdistanê vejandina zimanê Kurdî 2
Zanîngeh û peymangehên Rojavayê Kurdistanê di avakirin û pêşxistina civakê de stûneke bingehîn e. Ew ne tenê saziyên perwerdehiyê ne, qadên zindîkirina ziman û çanda Kurdî ne jî. Di yekkirina nasname û aydiyetê de, bilindkirina nirxên lêkolîn û zanînê.
SARA EGÎD
Şoreşa Zimanê Kurdî: Zanîngeh deriyê pêşeroja xwendekarên herêmê ne
Navenda Nûçeyan – Yek ji saziyên herî girîng ku beşdarî pêşketin û geşedanên civakan dibin, zanîngeh û peymangeh in. Ew di belavkirina zanist û zanînê û amadekirina kesên ku dikarin beşdarî avakirina paşerojek baştir bibin de rolek bingehîn dilîzin. Rola wan ne tenê bi perwerdehiyê ve sînordar e, di heman demê de dighêje parastin û pêşvebirina nasnameya çandî û zimanî ya gelan.
Di vê çarçoveyê de, girîngiya zanîngeh û peymangehan di destekkirin û pêşxistina zimanê Kurdî de pir girîng e. Bi taybetî jî, li herêmên ku ev ziman beşek yekgirtî ya nasnameya neteweyî ye, wekî Rojavayê Kurdistanê. Bi entegrekirina Kurdî ya di bernameyên perwerdehiyê de û teşwîqkirina lêkolînên zanistî yên li ser ziman, ev sazî beşdarî parastina wê ya ji windabûnê dibin û pozîsyona wê wekî zimanek zanist û çandê xurt dikin.
Hesekê
Li Kantona Cizîrê 2 peymangehên amadekirina dibistanan hene . Ev peymangeh li bajarên Hesekê û Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di sala 2021’an de hatin avakirin. Di peymangehê de perwerde bi Zimanê Kurdî û Erebî tê dayîn. Di heman demê de peymangeha Hunerî û peymangeha Olof Tau ya taybet bi zimanê Sûriyanî jî hene.
Rêveberên peymangeha amadekirina mamosteyan li Hesekê Jînda Ehmê û mamoste Heyat Ebbas li Qamişlo, têkildarî girîngiya peymangehan û avabûna peymangehan li herêmê ji ajansa me re bi berfirehî şîrove kirin.
‘Di encema têkoşîna berdewam de peymangeh hatin avakirin’
Mamoste Jînda Ehmê got ku pêvajoya perwerdeya bi Zimanê Kurdî li malan dest pê kiriye û bi damezrandina saziyeke Kurdî berdewam kiriye. Jînda ragihand ku di hînkirina zimanê Kurdî de di astên cûda de dibistan û peymangehan roleke girîng lîstiye û wiha domand: “Peymangeh di sala 2021’an de hate damezrandin. Du zimanên sereke pêşkêş dike: Kurdî û Erebî. Pêşketina qada perwerdehî û fêrkirinê, her wiha hejmara mezin a xwendekaran pêwîstiya herêmê bi mamosteyên xwedî ezmûn hebû, ji ber vê yekê peymangeh hat damezrandin.”
‘Serkeftina xwendekar ji ezmûn, nirxandina salê û tevgera wan ve esas tê girtin’
Jînda Ehmê bi berfirehî behsa sîsetma peymangehê kir û wiha got: “Di hundirê Peymangehê de gelek beş hene: mîna beşa Zimanê Kurdî, Bîrkarî, Zanyarî, Bexçeya Zarokan, Îngilîzî, Wênesazî, Muzîk û Werzîş hene. Xwendekar piştî qonaxa amadehî bi dawî dike li gorî pileya xwe di peymangehê de tê qebûlkirin û li gorî daxwaza xwe beşan hidibjêre. Hin xwendekarên ku pileyên wan baş in, ji bo parastina çand, hûner û zimanê Kurdî beşa Muzîkê hildibijêrin. Xwendekar du salan di peymangehê de dixwînin, piştî ku derçûna wan çêdibe, li dibistanan tên bicihkirin. Ger xwendekar Kurd be, bi zimanê dayîkê dixwîne û li kêleka wê polek bi zimanê Erebî û Înglîzî dibîne. Heta niha 3 polan ji peymangehê, derçûna wan pêk hatiye.”
‘Şoreşa zimanê Kurdî bi pêşengtiya dayîkên me dest pê kir’
Jînda wiha behsa rola dayîkan a di pêşxistin û parastina ziman de kir: “Têkoşîna dayîkên me yên ji bo ziman gelek hêja ye. Şoreşa zimanê Kurdî bi saya pêşengtiya dayîk û jinan pêşket û gavên bilind avêt. Vejandin û parastina zimanê Kurdî ji bo hemû jinan erkek ehlaqî ye. Ji bo me berdewamiya dayîna perwerdeh bi zimanê Kurdî, ji bo avakirina nifşekî hişmend bi çand û dîrokeke dewlemend, pir girîng e û xwedîderketina li nifşên pêşerojê ye.”
‘Ji dîrokê ve li ser zimanê Kurdî siyaseta înkarkirinê didome’
Jînda Ehmê tekez kir ku Rêjîma Baasê cihê zimanê Kurdî di perwerdehiya dibistanan an saziyan de çênekiriye û wiha pê de çû: “Zimanê Kurdî di dîrokê de heya vê kêliyê rastî siyaseta înkarkirinê hat û tê. Tevî zext û qedexeya zimanê Kurdî, dayîkan zimanê xwe parastin. Dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, Şoreşa ziman bi pêşengtiya dayîk û mamosteyên ku gavên bingehîn avêtin û barên giran avêtin ser mile xwe, heya gihîştin vê asta ku qada perwerde û fêkirinê, hatiye. Rejîma Baasê zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî qebûl nekir û rê neda pêşveçûna wê. Dema ku rejîm hilweşiya, me hêvî dikir ku guhertin û nûbûn çêbibe, lê bi hatina hikûmeta Sûriyeyê re, me tu guhertin nedît; berovajî vê, rejîma Baasê bi navekî din vegeriya.”
‘Ne qebûlkirina Zimanê Kurdî, neqebûlkirina hebûna gelê Kurd e’
Jînda Ehmê banga xwedîderketina li nasname û hebûna gelê Kurd kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wekî mamosteyên zimanê Kurdî, înkarkirina zimanê xwe qebûl nakin û xwendekarên me jî qebûl nakin. Nifşê ku zimanê xwe fêr bûn, dîrok û şaristaniya xwe naskirin, wê înkarkirina hebûna xwe qebûl nekin. Di herêma Sûriyeyê de gelek pêkhate hene û redkirina zimanê Kurdî tê wateya redkirina gelê Kurd ê xwecihî ku di avakirina Sûriyeyê de roleke girîng û dîrokî lîstine. Neqebûlkirina zimanê Kurdî, neqebûlkirina gelê Kurd bi xwe ye.”
Li Rojavayê Kurdistanê peymangeh pêwîstiyek nebe nabe ye
Li aliyê din Rêveberiya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ya bajarê Qamişlo Heyat Ebbas diyar kir ku ji ber xwesteka xwendekaran pir bû û hejmar nêzî 700 xwendekar bûn, ji bo wê jî peymangeh li du bajaran hat vekirin û rêziknameya wê jî hat amadekirin. Mamoste Heyat wiha berdewam kir: “Di sala 2021’an de nêzî 700 xwendekar, 400 ji wan me li peymangeha Qamişlo tomar kirin û 300 jî li peymangeha Hesekê bûn. Peymangeh li gorî pêwîstiyan hat vekirin. Cihê ku hejmara mamosteyan kêm bû an jî valatî hebû me bi riya vê peymangehê hewl da ku em temam bikin. Xwendekarên ji bajarokên din jî beşdarî peymangeha Qamişlo bûn.”
Mamoste Heyat da zanîn ku herî zêde pêwîstiya herêmê bi mamosteyên beşa Zanyarî û Bîrkarî hebû ji bo wê jî ev beş hatin vekirin. Mamoste Heyat wiha bilêv kir: “Di sala duyem de 250 xwendekarên din jî beşdar bûn. Her wiha beşek din jî hat zêdekirin, beşa Bexçeya Zarokan. Ji ber ku gelek bexçeyên zarokan hebû û pêwîstiya wan bexçeyan bi mamosteyên pispor hebû. Di sîstema me de pirrengî heye. Ji bo xwendekarên Kurd bi Kurdî û ji bo xwendekarên ji pêkhateya Ereb jî bi zimanê Erebî hat vekirin.”
Ji bo xwendekarên ku ji herêmên şer hatine jî destek hat dayîn
Mamoste Heyat bibîr xist ku ji ber şert û mercên şer û koçberiyê ji bo xwendekarên ku ji Efrîn û Şehbayê Koçber bûne jî beşa mamosteyên refê hatiye vekirin û wiha domand: “Ji bo xwendekarên ku di peymangên Şehba de sala yekem xwendibûn û xwestin ku sala duyem berdewam bikin, wek îstisna me beşa mamosteya refê vekir.”
Heyat Ebbas tekez kir ku di van 5 salan de 3 kom derçûne û wiha berdewam kir: “Ev 3 grubên ku derçûne derbasî dibistanên me jî bûne û dibistan jî ji van mamosteyan pir sûd digrin. Herî zêde em xwendekaran ji aliyê meteryalan ve xurt dikin. Bi taybetî jî ji aliyê dîrokî ve da ku dîroka xwe ji nêz ve nas bikin û mamoste ji her alî ve dewlemend be.”
Zanîngeha Kobanê
Hevserokên Zanîngeha Rojava û ya Kobanê têkildarî girîngiya damezrandina zanîngehan ji me re axivîn û diyar kirin ku ji ber pêwsîtiyan herdu zanîngeh hatine avakirin.
Hevseroka zanîngeha Kobanê Xezne Îbrahîm di destpêkê de diyar kir ku di sala 2017’an de Zanîngeh hatiye damezrandin û wiha domand: “Me bi du beşan û 35 xwendekaran dest pêkir. Di destpêkê de Beşa Wêjeya Kurdî û Erebî hat vekirin û pişt re li gorî pêwîstiyên herêmê me beş berfirehtir kirin. Beşa Biyolojî û RFK, wek peymangeh bûn. Her wiha fakulteyên me zêde bûn. Peymangeha Zanistên Perwerdehî hat vekirin ku tê de 5 beş hene. Li ser du sal û nîvan bû, her wiha 5 serdem bûn. Di vê peymangehê de beşa Erdnîgarî, Bîrkarî, Bîyolojî, Zimanê Îngilîzî û Mamostetiya Refê heye. Her wiha li gel me Fakulteya Wêje heye ku tê de Wêjeya Kurdî, Erebî û Îngilîzî dihewîne. Ya perwerdê jî tê de Mamostetiya Ref û Bexçeya Zarokan heye û gelek fakulteyên din jî hene ku beşên curbecur di nav xwe de dihewînin.”
Xezne da zanîn ku heya niha 4 kom ji zanîngeha Kobanê derçûne û tekez kir ku di koma herî dawî de 600 xwendekar derçûne. Mamoste Xezne Îbrahîm destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd xewnek bû ku bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne û wiha got: “Ji bo me wek gelê Kurd xewn û xeyal bû ku em çand, ziman û felsefeya xwe perwerdeya xwe bibînin û pê re jî jiyana xwe berdewam bikin. Zanîngeha Kobanê ev derfet ava kir û xwendekarên me yên Kobanê jî hêjayî vê derfetê ne. Tevî şert û mercên zehmet xwendina xwe berdewam kirin û bawernameyên xwe jî wergirtin.”
Xwendina bilind ji bo xwendekarên Kobanê derfetek pir mezin e
Ji ber şert û mercên şer, siyaset, ewlekarî û aborî di hundirê Zanîngeha Kobanê de, biryara vekirina beşa xwendina bilind hat girtin. Şert û mercên tomarkirina xwendekaran hat diyarkirin, tevî wê jî nêzî 2 hezar kesî hat xwe tomar kir. Piranî jî Beşa Fakulteya Mafnasiyê xwendin û hejmara wan dighîşt nêzî 650 xwendekarî. Sîsetema xwendinê jî wiha ye ku dîmen ji xwendekaran re tên qeydkirin û şandin. Tenê dema ezmûnan derbasî zanîngehê dibin. Staj û hevdîtin jî pişt re bi serpereştê xwe re dikin.
’10 sal têkoşîn ji 5 heya 13 fakulteyan’
Li aliyê din Hevseroka Zanîngeha Rojava ya Qamişlo Zêne Elî derbarê damezrandina zanîngehê de axivî. Zêne destnîşan kir ku di sala 2016’an de ji ber pêwîstiyên civak û xwendekaran zanîngeh hatine avakirin û wiha bilêv kir: “Ji sala 2011’an û pê ve dema ku aloziya Sûriyeyê destpê kir, gelek xwendekar ji mafê xwe yê herî bingehîn ê xwendinê bê par man. Wan li zanîngehên dûr dixwendin, yan jî di şert û mercên şer de dixwendin ku bêewlehî û bêaramî hebû. Her wiha pêwîst bû ku êdî di herêmê de zanîngehên bi zimanê dayîkê bên vekirin. Bi armanca pêşxistina civakê zanîngeh di destpêkê de bi 5 fakulteyan hat damezrandin ji Zanistên Perwerdehî, Fakulteya Hûnerî, Wêje, Endeziyariya Çandiniyê û Endeziyariya Petrolê hatin vekirin û bi hejmarek ne pir zêde ji xwendekar û mamosteyan me xebatên xwe dan destpêkirin. Ji 2016’an heya 2026’an hejmara fakulteyan bû 13 fakulte û 2 peymangehên bilind jî hene.”
Di fakulteya Zanistên Civakî de beşa Jineolojî heye
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hundirê her fakulteyek de jî 7 an 8 beş hene. Taybetmendiyeke herî berz di zanîngeha Rojva de ew e ku di fakulteya Zanistên Civakî de beşa Jineolojî heye ku di zanîngeh an jî li tu deverên din tune ye. (Zanista Jinê) Jineolojî, beşek taybet e bi zanîngeha Rojava tê de zanista jin û civak, têkiliya jin û xwezayê û her wekî din tê dayîn. Ji ber taybetmendiyên xwe yên cihêreng gihîştiye astek pir cuda û cihêreng.
‘Zanîngeha Rojava deriyê pêşeroja xwendekarên herêmê bû’
Zêne Elî îşaret bi pêvajoya entegrasyona demokratîk kir û diyar kir ku beriya vê pêvajoyê û heya niha mufredatên zanîngehê bi zimanê Kurdî ne. Zêne wiha pê de çû: “Ji bo pêkhateya Ereb jî mufredatên bi zimanê Erebî hatin amadekirin. Zanîngeha Rojava deriyê pêşeroja xwendekarên herêmê bû, pêşeroja xwe di vê derê de didîtin. Me bi hejmarek biçûk destpêkir û di roja me ya îro de bi hezaran xwendekar cihê xwe di vê zanîngehê de digirin.”
Encam: Pêşeroja qada perwerdeyê û zimanê Kurdî
Wekî encam, dosyaya entegrasyona pergala perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser di nav Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, pêngaveke stratejîk e ku rasterast bandorê li paşeroja bi hezaran xwendekar û mamosteyan dike. Ev proje bi armanca yekkirina sîstema perwerdeyê, bidawîkirina pir-mufredatiyê û parastina mafên her du aliyan tê meşandin. Xalên sereke yên ku di dawiya vê dosyayê de wekî encam derdikevin pêş ev in:
Pêngavên erênî û projeya entegrasyonê:
Naskirina fermî ya bawernameyan
Bi derçûna biryara hejmar 1617 a Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, bawernameyên ku di navbera salên 2014 û 2026’an de ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, li gorî pîvanên fermî hatin naskirin. Ev yek rê dide xwendekaran ku bi mufredata yekgirtî têkevin ezmûnên giştî yên dibistanên navîn û amadeyî.
Bicihkirina kadroyên perwerdeyê
Projeya entegrekirina nêzî 38 hezar mamosteyên (jin û mêr) ku berê di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitîn di nav sîstema neteweyî de dest pê kiriye, da ku berdewamiya fêrbûnê û mafên wan ên pîşeyî werin parastin.
Statûya zimanê Kurdî û mufredatê
Di qonaxa derbasbûnê ya îsal û sala bê de, amadekarî ji bo bernameyeke xwendinê ya neteweyî û berfireh ji bo tevahiya Sûriyeyê tên kirin. Ev mufredat dê piştre wergerînin zimanê Kurdî da ku li herêmên Kurdî were pejirandin û taybetmendiya wan deveran biparêze. Her wiha xebatên li ser amadekirina pirtûkeke dersê ya bijarte ji bo zimanê Kurdî berdewam dikin.
Astengî û mijarên asêmayî:
Zanîngeh û Peymangeh
Mijara çareserkirina statûya peymangeh û zanîngehên Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê heta niha di rûniştinan de nehatiye çareserkirin û nîqaşên li ser vê mijarê ji bo qonaxên paşê hatine paşxistin.
Metirsiyên polîtîkayên pişaftinê
Tevî biryarên fermî, di pêvajoyên borî de hewldanên ji bo guhertina navên dibistanan û qedexekirin an paşguhkirina zimanê Kurdî (mîna serdema rejîma Baasê) fikarên mezin çêkirine. Ev dosya hê jî di nava danûstandinên aloz de ye.
Nirxandina Dawî
Dosyaya perwerde û zimanê Kurdî her çiqas di warê qanûnî de gihîştibe qonaxeke nû ya naskirinê, lê di pratîkê de hê jî wekî mijareke hesas û aloz dimîne. Gelê herêmê û saziyên perwerdeyê li dijî her hewldaneke asîmîlasyonê xwedî helwesteke hişk û zelal in; ew tekez dikin ku têkoşîna wan a ji bo parastina nasname, çand û zimanê Kurdî bi awayekî fermî û mayînde dê bê tawîz berdewam bike.
dawî