3 sal in trajediya ku jinên Sûdanî dijîn didome

Gelê Sûdanê yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî. Ji vê trajediya ku her diçe mezintir dibe zêdetir jin zirarê dibînin, bi destdirêjî, dîlgirtin û tecawizê re rûbirû dimînin û heta niha ji bo çareseriyê tiştek nehatiye kirin.

XEDÎR EL-ABAS

Navenda Nûçeyan – Ji destpêka pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, didomin ve heta niha; welat her diçe zêdetir dikeve nava aloziyeke mezin, bi lez ve diçe ku bandorê li bajar, civak û aboriyê kiriye. Jin di dilê vê trajediyê de bûn. Di navbera şîdeta zayendî ya sîstematîk de, koçberiya bi darê zorê, hilweşîna pergala tenduristiyê û nebûna perwerdeyê de, karesatek mirovî ya tevlihev derdikeve holê ku li ser bedena jinan di pevçûnê de tê meşandin û beşên wê hê jî ji ronahiya medyayê û bala cîhanê dûr tên nivîsandin.

Di demeke ku pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dikeve sala xwe ya çaremîn, gelê Sûdanê bi rewşeke ku qet xeyal nedikir re rûbirû ye. Sê sal di ser pevçûna de derbes bûn ji bo guhertina tevahî ya rûyê welat. Bajar hilweşiyan, civak ji hev ketin û aborî hilweşiya. Lê dîsa jî xuya nake ku pevçûn bi dawî dibe; berevajî vê ew ber bi qonaxeke tevlihevtir ve diçe. Pirs êdî ne ev e: Şer çawa dest pê kir? Ber bi ku ve diçe? Di sala çaremîn de çi li benda gelê Sûdanê ye?

Di nava sê salan de, nexşeya kontrolê ji carekê zêdetir guherî lê jiyana sivîlan tenê di aliyekî de guherî; hilweşîna bêhtir. Jinan bedela herî bilind dan, ne tenê di warê windahiyên mirovî de, di heman demê de di warê paşguhkirina medyayê û siyasî ya êşên wan de jî. Her çendî raporên mafên mirovan ên navneteweyî hovîtiyên bêhempa eşkere dikin jî asta ragihandinê hê jî ji mezinahiya karesatê pir kêmtir e.

Tundiya zayendî wekî çeka şer tê bikaranîn

Şerê ku di 15’ê Nîsana 2023’yan de dest pê kir, ne tenê têkoşîna ji bo desthilatdariyê yan axê bû. Ji rojên pêşîn ve, tebeqeyên kûrtir ên tundiyê dest pê kirin derkevin holê, tebeqeyên ku di raporên nûçeyan de nehatine dîtin û ji hêla kamerayan ve nehatine girtin.

Li taxên wêranbûyî, li ser riyên ku bûne riyên revê û li kampên tijî mirovên koçber bûne, jin bi cureyeke din a şer re rûbirû man, şerekî ku bi bêdengî li dijî bedena wan dihat meşandin.

Bi derbasbûna mehan re şahidî dest pê kirin derkevin holê, eşkere kirin ku tundiya zayendî ne bûyerek tenê bû lê çekek şer a bi zanebûn bû, birînên nejibîrkirî hişt.

Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî gelek serpêhatiyên jinên ciwan, hinek ji wan bi qasî 12 salî bûn ku di dema êrîşên li ser taxan de rastî tecawiza komî hatine belge kir. Human Rights Watch serpêhatiyên jinên ku piştî êrîşa li ser wan di malên xwe de rastî êrîşê hatine, belge kir. Li ser riyên ku ber bi kampên penaberiyê ve diçin, nuqteyên kontrolê bûn navendên terorê.

Raporên Mîsyona Alîkariya Veguhestina Yekgirtî ya Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê (UNITAMS) jinên ku neçar mane bi zilamên çekdar re biçin avahiyên terikandî vedibêjin, li wir rastî tecawiz an jî girtina kêfî hatine. Li kampên penaberan ên li Çad û Sûdana Başûr, rêxistinên tendirustiyê kesên ducanî yên ji ber êrîşên di dema koçberiyê de qewimîne tomar kirine. Hinek ji wan ên ku sax mane di rewşek şokê de digihîjin navendên tenduristiyê, nikarin biaxivin.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ji destpêka sala 2025’an vir ve zêdetirî 4 hezar û 500 bûyerên şîdeta zayendî bi fermî hatine ragihandin ku hejmarên rastîn ji ber tirs û hilweşîna pergala tenduristiyê pir zêdetir in. Nêzî ji sedî 70 kuştiyan keç û jinên di bin 25 salî de ne. Ji sedî 40 bûyeran di dema koçberiyê de yan jî li ser riyên ber bi stargehan ve qewimîne. Ji ber hilweşîna xizmetên tenduristiyê, nêzî ji sedî 65 kesên sax mane tu lênêrîna tibî yan psîkolojîk nagirin.

Koçberiya bi zorê û rêwîtiya xeternak

Her ku pevçûn li Sûdanê zêde dibin, koçberiya bi zorê bûye yek ji krîzên mirovî yên herî mezin ên welat. Bi milyonan jin di bin bombebaranê de yan jî piştî ku tax hatin dorpêçkirin, neçar man ku ji malên xwe birevin û rêwîtiyek xeternak û bêparastin bikin.

Riyên ku diçûn kampên koçberiyê ne ewle bûn; gelek jin di nava pevçûnan de bi saetan dimeşiyan, hinek jinên din jî li xalên kontrolê rastî gefên rasterast hatin ku li wir rêxistinên mirovî bûyerên zordarî û êrîşan ragihandin.

Di kampên ku koçber li wan dimînin de, êş û zorî berdewam dikin. Qerebalixî, kêmbûna xwarinê û hilweşîna xizmetên tenduristiyê şert û mercan xeternaktir kir, bi taybetî ji bo jin û zarokan. Raporên mafên mirovan her wiha bûyerên îstîsmarê di nava hinek kampan de destnîşan kirin ku jin neçar man xwarin an stargehê ji bo parastinê "biguherînin", di nebûna çavdêriyê û ewlehiya qels de.

Rêwîtiya koçberiyê li Sûdanê ne tenê veguhestineke erdnîgarî bû ezmûneke xemgîn bû ku asta hilweşîna mirovî ya ji ber şer derketiye holê, jinan bêyî temînat an parastina têrker dixe xeterê.

Li gorî raporeke UNHCR’ê, Sûdan bi 15.3 milyon mirovên koçber re rûbirû ye; 9.3 milyon kesên navxweyî koçber û 4.9 milyon penaber, penaxwaz û kesên vegeriyayî hene.

Li Sûdanê revandin û girtinên kêfî yên jin û keçan li gelek bajaran, bi taybetî li Xartum û Darfûrê hedef digrin, her diçe zêdetir dibin. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan rêze binpêkirinên sîstematîk belge kirine, wan di nav sûcên herî giran ên ku di çarçoveya pevçûnê de hatine kirin de dibînin.

Raporên NY’ê nîşan didin ku jin û keç ji malên xwe, ji riyên giştî, yan jî dema ku hewl didan ji şer birevin hatine revandin. Di gelek rewşan de wan birine cihên girtinê yên ne fermî, malên taybet, baregehên leşkerî, yan avahiyên terikandî.

Tê diyarkirin ku demên girtinê ji çend rojan heta çend hefteyan diguherin ku di dema wan de têkiliya wan bi malbatên wan re hatiye qedexekirin. Hinek ji wan di berdêla berdana xwe de rastî gef, çavtirsandin, an zordestiyê hatine. NY’ê her wiha gelek rewşên jin û keçên revandî yên ku rastî îstîsmara zayendî, destdirêjî, tecawiza komî, koletiya zayendî û zewaca bi zorê hatine belge kiriye.

Nexweşiyên şewbê xelkê Sûdanê bêzar kirin

Ji destpêka pevçûnan ve heta niha, Sûdan bûye navenda krîzên tenduristiyê yên herî mezin ên herêmê û nexweşî bi lez belav dibin, pergala heyî ya tendirustiyê li dijî vê yekê neçar maye.