Kampanya bi navê her wiha Ez jî ‘Me too’

Kampanya her wiha ez jî ‘me Too’ di sala 2006’an li diji destdirêjiya zayendî ya li beramberî jinan li tevayî cîhanê ji aliyê Terana Burk ve hatiye destpê kirin. Lê belê heta niha ev kampanyaye ne gihaya herêma Kurdistan û Îraqê.

TERZE TEHE
Silêmanî- Terna Burk yek ji çalakvanên Ameriki ye. Di sala 1973’an de ji dayîk bûye di sala 2006’an de kampanya bi navê ‘Me too’ li diji destdirêjiya zayendî ya li beramberî jinan tê kirin da destpê kirin. 
Çîroka kampanya her wiha ez jî (Me too)
Terna di sala 2006’an de dema amdekariyên  ji bo berhemhênana filmek ya hişyarî kirinê di derbarê destdirêjiya zayendî de dike keçek temenê wê 13 salî, dema ku ji Terna re behsa destdirêjiya li wê hati kirina  dike, Terwa ya ku berê destdirêjîya zayendî li ser hatiye kirin ji wê keça 13 salî re dibêje her wiha ez jî. Pîştre hizra kampanyeyek bi vî awayî dikeve hişe Terna, di sala 2006’an de li ser vê hizra xwe kampanya da destpêkirin. 
Belavbûna kampanyayê 
Aktorên Amerîkî yên Hoolywodê di 15’ê Teşrîna yekem (Kanun) a sala 2017’an de di hevpeyvinekê de piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin û haştega kampanya belav kirin û gotin ew kesên ku rastî destdirêjiya zayendî hatine divê bejdarî kampanya ‘Her wiha ez jî’ bibim da ku em vê kampanyay li tevayî cîhanê belav bikin.
Pîştî daxuyaniyên van aktoran, bi sedhezaran jin di torên civakî de  bejdarî belavkirina haştega me_too# bûn. Di nava 24 demjimêran de 200 hezar caran haştek di tora civakî de hat bi karanîn. Heta roja 17’ê mehê 500 hezar kesan ev haşteg bi kar anî.
Tenê di tora civakî ya Facebookê de 4 milyon û 700 hezar bi karanîn facebookê û  12 milyon belavkaran ev haştege bi kar anî. 
Bi hezaran destdirêjiyên zayendî hatin aşkere kirin
pîştî berfirehbûnan kampanyayê, bi milyonan jin haşteg li gelek welatên cihanê belav kirin. Jinan di destpêka sektorên karê xwe de ev haştege belav kirin. Sedema dosyayên destdirêjiyê li dibistanan, kenise, sipa û holan hikumet û karên siyasî aşkere bûn. 
Ev kampanya niha li 80 welatan zêdetir heye. Di nava wan de Îspanya, Amerîka, Îtalya, Firansa, Kanada, Finlandiya, Çîn, Norveç, Rusya, Îran, Îsraîl, Yaban, Viyetnam, Koraya Başûr, Hindistan û Pakistan bajdarî vê kompanya birine. Gelek welatan navê kompanya wergerandine zimanê wî welatî.