Jinên hekîm ên dest bi şifa I

Di şaristaniyên berê de ji ber taybetmendiyên jinan ên zayînê weke xwedawend an jî keybanû bi nav kirine. Ji ber van sedeman ji çareseriya nexweşiyan heta çareseriya mirinê jî bawer kirine ku wê jin bibînin. Jinên weke Elizabeth Black Ell û Florance Nightingele bi ceribandinên xwe ev yek îspat kirin û dan bawerkirin. Gelek dermanên niha jî di zanista tibê de tên bikaranîn ji aliyê bijîşkên xwezayê yên berê jinên hekîm ve hatine keşifkirin û karanîn.

Navenda Nûçeyan - Mirov, di serpêhatiya hebûna cîhanê ve bi taybetmediya zekayê xwe yê bilind, herî bi meraq û hêjayiyên binirxin. Di xwezayê de xwesteka fêrbûn û meraqê ya heye ji roja ku hatiye afirandin heta roja îro mirovahî her dem ber bi lêgerîn û li gorî pêdiviyan hêz nîşandanê ve kişandiye. Bi hîsên xwe yên bi quwet deriyên girtî her tim vekirine û sirên nû dîtine. Ev yek buye sedema bi daxwaz nepeniyan derbixînin holê. Ev lêgerînên bi meraq ên ku bi nîşana pirsan despê dike, despêka wê her tim bi pêdiviyên bingehîn despê kiriye. Yek ji xalên di nav van mecrayên hurkolînê de ser lêgerîn hatiye kirin jî Tip e. 
Bijîşkên berê jinên hekîm bûn
Nexweşiyên weke êş û mirin ên çareseriya wan nîne, mirov xistine nava legerîna rêbazên tedawiyên cûda. Mirovahiyê roj bi roj xwe li beramber nexweşiyan şerkiriye û xwe pêşxistiye.  Îro jî gelek dermanên zanisti yên tên bikaranîn ji aliyê bijîşkên xwezayê yên berê ve hatiye dîtin. Di vê derbarê de xala herî balkêş ewe ku bijîşkên berê jinên hekîm bûn…
Di serdemên berê û şaristaniyên cuda de ji ber taybetmendiyên zayînê weke xwedawend an jî keybanû jin bi nav kirine. Ji ber van sedeman ji çareseriya nexweşiyan heta çareseriya mirinê jî bawer kirine ku wê jin bibîne. Ev bawerî hiştiye jin di qada Tibê de bibe pêşeng. Cara yekê hekîm ji dema Sumeriyan ku ji şaristaniyên despêkêye weke çanda xwedî derketinê hatiye dîtin... Di vê demê de jin weke xwedawenda bilind an jî weke keybanû hatiye bi nav kirin. Ev xwedawendên ku gelek rêz jêre di hat dayîn û erkê wan yê herî girîng ji nexweşiyan re şîfa dîtin û mirovan bi duayên xwe parastin bû. Jinên hekîm ên ku di nava wan de Kîbele ya bi nav û deng jî heyî ji bo baş kirina hinek nexweşiyan cureyên dermanên weke heb, fitîl, losyon û merhem hilberandine. Ji ber li gel hilberîna dermanên bibandor nûneriya baweriyan jî dikirin, di nava civakê de pir bilind dihatin dîtin.
Statuya jinan di encama dagirkeriya mêrê deshilatdar ê di bin serweriya çanda Hind Ewrûpî de dijiya. Cihê hêza jin a di nav qawmên Rojhilata Navîn de girtiye niha ketiye pilana paş. Bi vî awayî nasnavên jinan ên bijîşkiyê jî êdî ji destê wan hêdî hêdî hatiye girtin. Di dema Asurî û Misiriyan de jin û mêr ketine rewşa wekhev de. Piştî vê demê bandora jinan di tipê de ketiye, êdî mêran wekî bijîşk erk girtine. Bijîşkê yekemîn ê zilam jî ji qesra Misriyan kesê bi navê Imhotep hatiye tayîn kirine.
Zanabûna di derbarê nebatan de
Piştî sedsala heftemîn yek ji bijîşkên mêr jî Eskulap e. Alîkarê Eskulap jî jin a binavê HYGEIA ye. Hygeia, nexweşan dişîne ber destê Eskulap û li gorî dermanên wî pêşiniyar kirî tedawî dike. Di destê xwe de gelek caran selikek ji giya û nebatan digerîne. Ew bi baleberzî û bedewiyê tê pênasekirin. Mirov dikare bêje jin ji bijîşkiyê ber bi alîkarê bijişk ve paşde ket. Jinan, di nav xizaniyê de jî rolê xwe yê hekîmiyê berdewam kirine. Zanebûn û ezmûnên xwe yên di derbarê nabatan de ji bo başkirina nexweşan dermanên ku bikar dianîn, heta dua û îlahiyên li ser nexweşan dixwendin baweriya li hemberî serkeftinên xwe zêde dikir.
Li gel vê şaxeke cûda pîriktî jî bi temamî pîşeyek gelek cûda bû ku jinan bi serxistiye. Hûnera wan di vî aliyî de gelek baş bû. Pîrîk jina li ber serê jinên ducanî disekine û zarokan tîne diniyayê ye. Piştî dayikbûna zarok van pîrîkan 15 rojan li lohûs û zaroêê meyze dikirin, weke bedel jî naneke hişk wer digirtin. Ev jin ne tenê pîrîk bûn, jinên ku bi raçeteyên xwe yên takekesî tedawiya pir nexweşiyan dikirin.
Bijîşk Agnodice ji bo ji kar neyê avêtin cilên mêran li xwe dikir
Piştî demekê di civaka Yunan de nêrîna hîpokrat pêşket û bicîh bû. Ji bo ev nêrîna nû pêşketî xwe bi cîh bike li beramber jinên hekîm bi bertekbûn û her çû ev bertek zêdebûn. Jina bi navê AGNODİCE ya ji Atîna yê ji ber bi cilên mêran bijîşkî dikir ji aliyê dadgeha gel ve hat dadgehkirin. Lê bi xwedîderketina jinên herêmê re dadgehê seza nedayê. Ev jin bi xebata xwe ya di beşa sezeryanê de gelek bi nav û deng bû.
Bijîşk Africanna dermanê nexweşiya sara dîtiye
Di Romayiyan de jî weke Yunaniyan bi bandora dibistanên hipokratan re, rola jinan di tibê de her ku çû kêm bû. Lê her çiqas wesfê bijîşkiyê ji destê wan hatibe girtin jî, bijîşkên jin di nav beşên xêzanan de rola xwe ya bijîşkiyê domandine û di qada tipê de pisporbûyina xwe berdewamkirin. Li ruxmê vê jî paşdexistina jinê û ketina jinan a pişt perdê û rêbazên dermankirinê yên ku dîtine hêlaye jin bikeve nava lîteratura tibê. Jinek bi navê Afrıcanna, ji ber tedawiya nexweşiya sara û nezayok dît ket dîroka tibê. 
Jinên hekîm di nava gel de her çiqas bi nav û deng bûn jî, ji aliyê hîpokratan ve her tim biçûk di hatin dîtin. Lê bijîşkên Yunan ku wek bavên tibê tên nasîn tevahî agahiyên xwe yên derbarê nebat û emeliyatan de ji jinan girtine. Di demên beriya zayinê de peykerên bijîşkên jin ên bi tena serê xwe hekîmiyê dikin dihatin çêkirin, di dema bijîşkên hîpokratan de ew jinên hekîm li gel zilamên hîpokrat wek asîstanê ku alîkariyê dike dan nîşandan. Lê ji ber ku welatiyan dest jikevneşopiya dermankirina nebatan ber nedidan, dêr jî ji bo cematê winda neke rewşa heyî qebûl dike. Bi şêwazeke ne fermî di her cematekê de jineke bi pîrîktî ango ji aliyê dêrê ve hinek pêkanînên tibî ku navê xwe lê kirine erkdar dikir. 
Destur nehat dayîn jin di zanîngehan de bixwîne
Di sedsala 13’an de zanîngehên Oxford û Cambridg ên Birîtanya jin wek şagirt qebûl nekirin. Li ruxmê vê yekê jî jinan tenê ne wek hekîm weke cerah jî di nava gel de xebatên xwe berdewamkirin. Ji ji ber weke Cerah di tibê de nedihesibandin di Loncaya berberan de hatin qebûl kirin. Loncaya cerahan a ku di sala 1389’an de hate sazkirin jin jî wek endam qebûl kirin. 
Rêbazên jinên hekîm ên tenduristiyê diçu guhê her kesî
Di sala 1421’an de zanîngehan serî li parlamentoyê dan û kesên ku di dibistana tibê de nexwendine ji bo bijîşkiyê nekin û cih girtina jinan di xebatên tenduristiyê yên nava gel de ji bo were qedexe kirin daxwaz kirin. Ev daxwaza wan sedsalek şûn de pêkhat. Sala 1518’an di bin imtiyaza ku ji koleja tibê re hate dayin  qedexeya xebatên jinan ên tenduristiyê xistin meriyetê. Di sedsala 19 û 20’an de çîna karker û girseyên ku ji pêdiviyên tenduristiyê yên bingehîn bêpar man, tedawiyên xwe domandine, taybetmendiyên xwe yên hekîmiyê yên kevneşop berdewamkirin. Tiba nûjen û nû ya ku di derman kirina nexweşiyan da lawaz dimîne jî, çîna navîn û dewlemend çûyina gel jinên hekîm berdewam kirin. 
Rêbazên jinên hekîm diçû guhê her kesî, ji dayik derbasî keç ango li dostan jî belav dibû, di nava gel de bi cîh dibû û diket meriyetê. Piranî reçeteyên wan îro ji aliyê jinan ve tê zanîn û hinek ji wan niha jî pêk tînin. Her çiqas bixwazibin jinên hekîm asteng bikin jî di qada tibê de bi serkeftin û daxwaza xwe îspat kirina hinek bijîşkan xwe gihandiye lûtke yê.
Sibê: Bijîşkên bi înad û îsrar li hemberî pergala deshilatiya mêran qada tenduristiyê bernedane Elizabeth Black Ell û Florence Nightingele…