Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (3)

‘Ji bo girtina sumunekê nav dinivîsîn’ Şahzade Hisên Mihemed a dema Enfal ê bûka nûbûye got: “Ez salek û deh mehbû zewiciyî. Keçika min deh mehî li ber milê min û ducanîbûm dema hevjînê min ji me veqetandin û birin. Zaroka bi min re jî ji ber min çu, tenê keçika min li ber milê min ma. Ez ji wan tirsiyam û reviyam heta êdî destê wan negihe min çum.”

‘Ji bo girtina sumunekê nav dinivîsîn’
Şahzade Hisên Mihemed a dema Enfal ê bûka nûbûye got: “Ez salek û deh mehbû zewiciyî. Keçika min deh mehî li ber milê min û ducanîbûm dema hevjînê min ji me veqetandin û birin. Zaroka bi min re jî ji ber min çu, tenê keçika min li ber milê min ma. Ez ji wan tirsiyam û reviyam heta êdî destê wan negihe min çum.”
Silêmanî - Êrîşên weke Enfala Yekemîn tên binavkirin, 23'ê sibata 1988’an bi operasyona bejahî li herêma Sergelî û Bergelî a Silêmaniyê destpê kir. 22'ê yê adarê li gundê Şanexşî, 23'ê adarê li Helebçeyê, 22'ê adarê gundê Seysenan ê Qeredaxê, 23'ê adarê li Dokanê û 24'ê adarê jî li gundê Caferan çekên kîmyewî bikaranîn. 3'ê gulanê li gundê Ekser, 7 û 20'ê nîsanê li Germiyan, 24'ê tebaxê li Zêwa Şêxan a li ser sînorê Bakurê Kurdistanê jî gazên jehrî bikar anîn. Di van operasonan de ji Germiyanê heta Silêmanî, Zaxo û Behdînanê seranserê Başûrê Kurdistanê şewitand û wêran kirin. Ji jinên di nava qafileyên mirinê yên Enfalê de xwedî zarok û ducanî Şahzade Hisên Mihemed tiştên bi çavê xwe dîtin vegot. 
 ‘Du salan di girtîgehê de mam’
Şahzade Hisên Mihemed a ji bajaroka Qadirkerem jî diyar kir ku berî Enfal ê hê salên 1970’an êrîşên rejîma Baas ser malbata wan hebûye û wiha domand: “Bi despêkirina Hîzba Dimikrata Kurdistan (PDK) ê re birayê min jî kete nava pêşmergeyan. Sîxurên rejîmê li her deverê hebûn, dema malbatek nêzî pêşmergeyan ba hema êrîşî wê malê dikirin. Ji ber birayê min hatin  ser mala me de jî girtin em hemû endamên malbatê bi zarokan ve girtin û birin avêtin zindanê. Em 80 kes di xurfeyek şeş mîtrî debûn. Çar jin li gel zarokên xwe jî bi me re di heman xurfê debûn. Qiyameta wan zarokan zimênî ji dîwarên zindanê danîn. Du salan di zindanê de mam. Birayê min ê pêşmerge şehîd dibe û cenazeyê wî dikeve destê rejîmê. Piştî  şihadeta birayê xwe, min barê malê girt û hemû karê malê birêve dibir. Berpirsiyariya malê hemû ser milê minbû.”
‘Ji bo girtina sumunekê nav dinivîsîn’
Şahzade bilêv kir ku bi operasonên Enfal ê re leşkerên rejîmê dor li Qadirkerem jî girtibûn û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di nava Qadirkeremê de em gelek tengav kirin, dor li me girtibûn. Ji bo girtina semunekê divê nav hatibana nivîsîn. Demekê tiştek nebû em bixwin, dişa min çiqasî li ber min geriya ji bo biçim navê xwe binivîsim û sumun bigirim neçum. Min birçîbûn tercîh dikir ji biçim ber wan bigerim ka dê navê min binivîsin an na. Min nedixwest hewceyî wan bibim û ne dixwest wan bibînim. Li gorî kêfa xwe her kes davêtin girtîgehê. Mirovên me jî hemû birin, ez û dişa xwe em reviyan ji bo nekevin girtîgehê me xwe avêt cihek ku me nebine.”  
‘Ji nava qafileyê reviyam’
Şahzade destnîşan kir ku di dema enfalê de ew nû zewicîbû û wiha pêde çu: “Hezîrana sala 1986’an zewicîm. Min xêr ji zewacê nedît, her roj balefirên rejîmê em bombebaran dikirin. Dîtin nikarin bo êrîşên hewayî me biqedînin vêcarê jî operasonên bejayî despkirin. Dema ser malên me de girtin û em derxistin salek û deh mehbû zewicîbûm. Hemû welatiyên nava bajarokê me kom kirin, xistin kom û birin. Derdora me jî leşkerbûn û em dibirin. Di navberê de jî diketin navê kî xwestibana di avêtin wesayîtên leşkerî de û dibirin. Me nedikarî parastina hev bikin û nehêlin kesê bibin. Carekê hevjînê min jî birin û carekdin min nedît. Ez ducanîbûm û zaroka min deh mehî li milê min bû. Ji tirsan zaroka bi min re çu, tenê ez û keçika xwe man. Ez pir tirsiyam ku min jî bibin, reviyam min xwe li çolê xist ji bo min nebînin her çum û çum.” 
‘Tirsa min carekdin dubarebûna Enfal ê bû’ 
Şahzade zoriyên piştî Enfalê dema ji destê rejîmê rezgarbûye jî wiha anî ziman: “Keça min 10 mehîbû, tiştek nebû bidimê. Ji bo keça min ji birçîna nemire çî ji destê min dihat min dikir. Ji birçîna zêdetir jî tirsa dubarebûna Enfal ê hê di serê min de hebû. Her kêlî weke ku wê cardin dubare bibe, ez bitirsbûm. Ji ber jinek ciwan û xwediyê keçikek biçukbûm, jiyan ji bo min hîn zêdetir zorbû.”
‘Ji bo şopandina dozê heya Ewrupa çum’
Şahzade ya serî li hember celadê zaroka xwe ya hê nehatî diniyayê û hevjînê xwe rakir pêvajoyên şopandina dozan wiha anî ziman: “Ji bo şahidiyê çum dadgeha ku Saddam têde hatî darezandin. Ji sala 2008’an heya 2011 û 2015’an sê caran çum Elmanya yê û tevlî runiştina dozêbûm. Heta rih ser mine û ez neketime bin axa sar ezê dozên girêdayî Enfal ê bişopînim.” 
‘Em bîrdariyekê dixwazin’
Şahzade da zanîn ku Hikumeta Herêmê jî alîkariya pêwîst ji bo wan nekiriye û wiha dom kir: “Me daxwaza danîna bîrdariyekê ji wezîrê karê hindir kir. Heta me cîh jî diyar kir û piroje jî hebû, her daxwaziya me paşde xist heya niha jî dengê xwe nekirin. Heta niha jî ji bo roja bîranîna Enfal ê cihek nîne ku xizmên windayan lê kom bibin.”  
Hîna li hêviya vegera hevjînê xwe me’
Şahzade ya hîna jî li benda dîtina hevjînê xwe got: “hêviya min her dem heye, ev 31 salin çavê min li deriye. Her  dem li hêviyê me rojekê vegere. Hinek caran jî difikirim û ji xwe re dibêjim dibe ku niha kal bûye ez nas nekim. Ji ber tim li ser difikirim, hê rengê wî li ber çavê mine, ji ber wê ger bê her çendî temenê wî mezin jî bûye ezê binasim.”
Sibê: Atiye Husen Mehmud a ji nava qafilan berî bigihin kampên mirinê bi zarokên xwe re reviyaye.