Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (2)

Hîna jî 22 welatiyên gundê Dawayan windane Ji niştecihên gundê Dawayan ê Sabriye Ehmed Salim a di pêvajoya Enfalê de bi zarokên xwe re di kampên rejîma Baas ên navçeya Dibis a Kerkukê de mayîn got: “Rojekê leşkeran bi ser gundê me de girtin, piştî karesatên weke filîman li ber çavên me re derbasbûn, me xwe li Dibis ê dît. Me nedikarî derkevin, derdora me hemû leşkeran dorpêç kiribû.”

Hîna jî 22 welatiyên gundê Dawayan windane 
Ji niştecihên gundê Dawayan ê Sabriye Ehmed Salim a di pêvajoya Enfalê de bi zarokên xwe re di kampên rejîma Baas ên navçeya Dibis a Kerkukê de mayîn got: “Rojekê leşkeran bi ser gundê me de girtin, piştî karesatên weke filîman li ber çavên me re derbasbûn, me xwe li Dibis ê dît. Me nedikarî derkevin, derdora me hemû leşkeran dorpêç kiribû.”
Silêmanî - Ji sala 1986’an ve rejîma Baas dest bi amadekariyên komkujiyên Enfalê kiribû. Serjimêriya 17’ê cotmeha 1987’an jî bi heman mebestê hat kirin. Ji bo jimara şêniya herêmê bizanin û li gorî wê hesabê xwe bikin.  Mirovên li van deran dijiyan, bi serjimêriyê ketin bin qeyîdan û bi hinceta ajanên Îranê hatin tawanbar kirin. Li gorî çarçoveya fermanên Elî Hesen El Mecîd ku berê li Kerkukê hatiye erkdarkirin, herêma kurdan ku jêre 'herêmên qedexe' digotin hatin berfirehkirin. Elî di civînek a  waliyên Hewlêr, Kerkûk, Duhok û Silêmaniyê têde amadebûyî de dibêje: "Li gundên herêmên qedexe divê malek tenê ya nehatiye şewitandin nemîne." Ji gundewarên herêma bejayi yên ketin ber baskê qirkirinê û bi salan di xembariya xwe de naliyan jî gundê Dawayan e. 
Li gundê Dawayan jiyanê bi derketina rojê re despê dikir
Li gundê Dawayan jiyanê bi derketina rojê re despêdikir. Her kî piştî derketina rojê rabe, weke ku gunehbarbûye, yan jî ji tiştekê kêm maye, ber xwe diket. Ji ber wê jî her kes berî derketina rojê li ser piyanbûn û dinava amadekariyên çuna kar debûn. Gundiyan bi qevale kar dikirin, her roj dora palehiyê digiha malekê. Bi hev re kar dikirin, ji ber wê jî zu karê xwe ser hev ve danîn. Bi derketina rojê re despê dikirin, tavgermbûnê ango pezidanê bi hev re vedigeriyan nava gund. Sadetirîn jiyan li wan gundanbû. Ji bo qelandina kokên jiyana xwezayî û bihevrebûnê pîlansaziya Enfal ê hat kirin. Tirsa ku dibe li hemberî çanda qedîm a gundan nekarin biserkevin fermana şewitan din û talana gundan hat dayîn. 
Ji niştecihên gundê Dawayan ê Sabriye Ehmed Salim beriya Enfalê rewşa gund bi van gotinan bibîrdixe: “Jiyana me gelek sade bû. Jiyan û kar bibextewarîbû, ji bo wê em bi zoriyên jiyanê nedihesiyan. Di kar de em bi hev re bûn û me arikariya hev dikir. Bi carekê re me xwe di nava gazên kîmyawî û operasonên bejayî de dît. Haya me kesê ji hev çênebû, nizanim em çawan sax mane. Ew jiyana gund di koçberiyê de timî weke xeyal mabû, ji ber wê timî em bi hesreta vegerêbûn.”
‘Hîna jî 22 welatiyên gundê Dawayan windane’
Sebriye kêliyên despêka operasonên Enfal ê wiha tîne ziman: “Siharekê leşker hatin gundê me. Em ji çavên wan ên bihêrs ditirsiyan, bi çavsorî êrîş dikirin. Em malbat hemu girtin û her yek ji me birin navçeyekê. Em birin sîrwan dû şev man, piştre birin navçeya Kerkuk Dibis ê. Em şeş mihan li Dibis man. Leşkeran derdora me dorpêç kiribû, me nedikarî nefes bigirin. Rêyek tenê jî ji bo rizgarbûnê nebû. Ne xwarin hebû, ne jî firax hebû em têde xwarinê bixwin, di sermayê de tiştek nebû em bi xwe de bidin. Ji ber şertên zor em hemû nexweşbûn, dema rewşa hinek nexweşan giran dibû dibirin nexweşxana leşkeri ya Dibis. Hinek caran jî ji bo em mirovan bibînin, bikarin pirsina bikin, bizanin çî bi xizmên me hatine, me nexweşên diçun nexweşxanê rêxistin dikir. Di vegerê de jî bi mereq me dipirsî, lê pir derfetê kesê bibîne û bipirse nedidan nexweş. Hê heya niha jî agahî ji 22 xizmên me yên gundê Dawayan agahî nayê girtin.”
‘Efu hat…
Sabriya pêvajoya ku ji destê rejîmê azadbûna jî wiha bilêv kir: “Rojek wek vê rojê sêşem bû, li Girtîgeha Emir a em lê girtîbûn televizyonek hebû, keçek tirkmen nuçeya efuyê bihist û bi dengek bilind da ber qêran û hewar kir û got ‘Efu hat…’ Êdî sebra me ne dihat, em hemû yên li wê me rondikên keyfxweşiyê dibarandin. Her çendî em bigumanjîbûn û me nedizanî wekedin çî pilanên wan ser me hene cardin em ê ji wê îşkenceyê derketibana. Ma êdî çî mabû bi serê me ne anîn, ji bo wê jî di pilanê de çî hebe, tenê me ji wê derxin besbû ji bo me. Piştî du rojan leşkeran mizgîniya azadiya me li hemû qowîşan belakirin. Bi derketina zagonê re despêkirin navê me dinivîsandin û em vegeriyan cihê xwe. Weke gotina dibêje: ‘War ew ware, lê ne we buhare!..’ li serê me hatibû. Em çî bibînin ne mal, ne rez, ne pez tiştek weke berê nemabû. Bîhna talan û mirinê ji her derê dihat. Me nekarî di wê axa mirinê dê de bijîn, li cihek wiha ji nû ve avakirina jiyanê gelek zore. Min destê zarokên xwe girt û em hatin li Kelarê bicîh bûn. Heya niha jî li Kelarê dimînim. Ew salên gundê meDawayan ê di xeyalan de ma…”
Sabriye bilêv kir ku piştî em ji destê wan derketin jî jiyan ewqas hêsan nebû, li aliyekê peyî şopên windayan digeriyan li aliyekê jî hewildane ji bo zarokên xwe jiyanek nû avabikin û wiha domand: “Em ji destê wan derketin, lê cihek em bikarin xwe lê bigirin tinebû. Me xirabeyek ji xwe re dahev û hindirê wê nayîlon kir, ji bo têde bisekinin. Di nava şertên zor de min mekîneyek dirunê anî û bi diruna cilan min debara xwe û zarokên xwe dikir. Ji xarokên xwe re ez dayik, bav û semiyanbûm. Ji ber dahata bi dirunê dihat destê min têra zarokan nedikir ez çum di firinê de xebitîm wêdemê hinek din rewşa me başbû. Li gel tişên me dîtin û karesatên hê şopên wê di bîra me de zindî ne, neçariyên jiyanê jî têra xwe em dan zorê. Niha zarok mezinbûne, bi xwe jiyan xwe dabîn dikin.”
Sibê: Şahzade Hisên Mihemed a dema Enfal ê bûka nû û ducanî bûye hevjînê wê winda kirin û carekdin lê venegerandin.