Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (5)

‘Ez dixwazim bibim pira di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de’ Sema Yuce, 21’ê Adara 1998'an de piştî Îdeolojiya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. Sema Yuce di nameyên li paş xwe hişt de hizîrîna xwe ya kur û ronahiya ku ji hevalên xwe yên li gel wê diman re mîras hişt di rêya pratîk a têkoşîna jinên a kîlometre dirêj de bû berên têkoşînê.

‘Ez dixwazim bibim pira di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de’
Sema Yuce, 21’ê Adara 1998'an de piştî Îdeolojiya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. Sema Yuce di nameyên li paş xwe hişt de hizîrîna xwe ya kur û ronahiya ku ji hevalên xwe yên li gel wê diman re mîras hişt di rêya pratîk a têkoşîna jinên a kîlometre dirêj de bû berên têkoşînê.
 Navenda Nûçeyan - Sema Yuce (Serhildan-Leyla) di sala 1971’an de li gundê Aşagi Kargali ya Tutaka Agriyê hat dinê. Malbata wê malbatek berxwedêr a Kurdistanê û tevli serhildana Agiriyê bûye. Di nava malbatê de jê re digotin Leyla Qasim. Sema heta zanîngehê li Agiriyê xwend, di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa Sosyolojî qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevli xebatên ciwanan ên YCK’ê bû. Di sala 1991’an de zanîngeh berda û tevli PKK’Ê bû. Dest pêkê li herêma Mardînê xebat dan meşandin û piştre çû gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Geliyê Bekaa yê. Li vir demekê perwerde dît û piştî demek kurt li herêma Serhedê dest bi xebatan kir.
Ji bo tevgera jinan nokteya hilciliqîna fikrî: Sema Yuce
Di pêvajoya girtîgehê de lêhurbûnên wê yên li ser hişmendiya jinan û berxwedana jinan balkêş bû. Derdora xwe jî ber bi vê lêhurbûnê ve dibir, di girtîgehê de bi hevalên xwe yên jin re eleqedar dibû, ew jî bi xwe re pêş dixistin û hişemdiya zayendî di wan de dida ava kirin. Sema bi sekna xwe ya jina azad dema li ser kesayetiya xwe lêhurbûn çêdikir ji xwe re Zeynep Kinaci û Zekiye Alkan bingeh digirt. Yek ji berpirsên Girtîgeha Çanakaleyê ye û li hemberî xêza tasfiyekar li ber xwe dida. Sema Yuce di şeva Newroza 21’ê Adara 1998’an de got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û çalakiya wê deng veda. Asta wê ya ku gihiştiyê ji bo tevgera jinên Kurd bû nokteya hilçiliqînê. Sema ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje: “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di saniyeyên ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyanê, saniyeyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyane û em dikarim gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”
‘Ji zarokan hez dikir’
Dayika Semayê Zennure wiha behsa wê dike: “Navbera wê, malbat û hevalên wê pir baş bû. Bi taybet ji zarokan pir hes dikir û bi hev dikirin. Em li navenda Agiriyê dijiyan lê havînan diçûn gund. Sema wekî ku ne li bajar li gund mezin bûbû, mirov ne dikarî ku bêje li bajar mezin bûye. Pir li sewalan hez dikir, bi taybet jî ji hespan hez dikir. Li gundê me erdê li ber malê hemû dest bû û Sema her tim li hespan siwar dibû. Li gund pezê me hebû, dema diçûm min pez didût wê jî sitila xwe digirt û bi min re dihat. Dixwest wekî min pez bidûşe lê ne dikarî, dema şîrê wê dirijiya digot; ‘çima yê te narije lê yê min dirije’ û digiriya. Min jî digot; ‘ez ji zaroktiya xwe ve vî karî dikim, tu yê jî hîn bibî û bikî’ dîsan sitila xwe digirt û dihat. Sema partî di dibistana amadeyî de nas kir. Her tim dihat ji bavê xwe dîroka Kurdan pirs dikir û dixwest jiyana Kurdan hîn bibe. Me jî ji doza xwe hezdikir, nas dikir lê her tim tiştên cûda û kûr dipirsî.”
'Sema direng dihat malê û bêhna benzînê ji cilên wê dihat’
Dayika Zennure diyar kir ku piştî Semayê dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Agiriyê xwend, zanîngeha ODTU’yê qezenc kir her tim bang li wê dikir ji bo ku biçe enqereyê û wiha pêde çû: “Min zarok jî birin û me li Enqereyê malek kirê kir. Min dît ku Sema şevê direng carna bi hefteyan ne dihat mal. Dema dihat jî cilên wê qirêj, bêhna benzînê jê dihat û her tim bi lez û bez bû. Wê demê min bi wê re her tim nîqaş dikir, min digot tu çima wiha dikî, tu çima her tim direng tê malê. Rojekê Sema bi hevalek xwe re hat malê. Di destê hevala wê de kovarek hebû û di kovarê de jî wêneyê Bêrîtanê hebû. Hevala wê ji min re got; ‘Dayê ger rojekê Sema bi van cilan were malê tu dê çi bêjî.’ Min jî got; ‘Sama dibistanê dixwîne, çi karê wê bi van cilan heye.’”
Di 1’ê Nîsanê de Sema ne hat malê
1’ê Nîsanê bû dayika Zennure xwarina şevê amade kiribû lê xwarin li erdê mabû û ne hatibû xwarin. Ji ber ku wê şevê Sema ne hatibû malê. Dayika Zennure anî ziman ku ew li hemû hevalên Semayê geriya lê xwe ne gihand wê û wiha got: “Xwarina ku min amade kiribû li erdê ma, kesekê wê şevê xwarin ne xwar. 3 rojên dest pêkê em perîşan bûn. Wê demê zîhniyeta feodal serdest bû, em pir li ser keçan disekinîn, me mereq kir gelo çi bûye. Piştî 3 rojan telefonek ji me re hat gotin; li Semayê ne gerin, Sema tevli partiyê bûye.’ Êdî me hêviya xwe ji Semayê birî. Wê demê me ji têkoşînê hez dikir lê me ne dizanî ku parastin bi hêz bûye û tevlibûn zêde bûne. Piştre em hizirîn ku em ê çawa vegerin gund, dê berteka malbat, xizim û gundiyan çi be, me yê çi gotiba û dê çi bawer kiribana. Dê her kesî tiştek bi gota, dê gitinên Sema reviyaye, çûye cihek din, dê bihatibana gotin.”
‘Min got ez nikarim Semayê bînim û bixim nava îxanetkaran’
Dayika Zennure wiha berdewam dike: “Piştî 3 mehan min bi bavê Semayê re axivî û got ez ê vegerim gund, ez nikarim mal û gundê xwe bihêlim û li Enqereyê bimînim, min zarokên xwe girt û vegeriyam gund. Rojekê leşkeran bi ser malê de girtin, fermandar ji min re got; ‘em dizanin ku Sema li çiya ye, ji me re bibe alîkar, Sema nikare li çiya bijî em wê bînin.’ Min jî got tu vê ji min re dibêjî lê ez nikarim vê yekê li Semayê bikim, hişê wê li serê wê bû û mirovekî ku zanîngeh dixwend bû. Bi îradeya xwe tevli bû, ez nikarim Semayê bînim û bixim nava îxanetkaran.”
'Semayek hat girtin min Semayek din anî dinê’
Zennure destnîşan kir ku piştî salek û nîvê ji bo xebatan Sema şandin Agiriyê û wiha domand: “Sema piştî 3 mehan li Agiriyê ma hat girtin. 18 rojan rastî îşkencê hat. Îşkenceya wê demê jî gelek giran bû. Bi benika Fîlîstînan hat ragirtin, ceyran danê û îşkence kirin. Piştî 18 rojên îşkencê yek ji rêvberên girtîgehê ji Semayê re got; ‘teslîmyetê qebûl bike ez ê te bedrim’ Semayê tu kir rûyê wî. Piştî Semayê tu kir rûyê wî carekdin îşkence lê kirin. Ew îşkenceya 2 rojan ji ya 18 rojan xiraptir bû. Dema Sema ji îşkencê derxistin û birin edliyeyê bavê wê jî çû. Dema hat malê got; ‘xwezî ez neçûbûma û min Sema di wî halî de ne dîtibaya. Gelek zeyîf bûye, di lêvên wê de kûrbûna îşkenceya xûya dikir, lingên wê ewqas werimî bûn ku ne diketin pêlavên wê de.’ Piştî hefteyekê li girtîgeha Agiriyê ma ew birin Nevşehîrê. Dema ez çûm girtîgeha Nevşehîrê keça min bûbû 4 mehî. Gelek ji wê hez kirin û pêlîstin. Wê demê jinên girtî nîşe digirtin ji hevalên xwe re dişandin û wan jî dixwendin. Gotin; ‘dayê tiştekî ku dixwazî heye?’ min jî got bangek min a ji bo Tansu Çîllerê heye; Semayek hat girtin min Semayek din anî dinê, em ê her dem bibin belaya serê wan,  çi dibe bila bibe em ê rihetî nedin ber wan.”
Sema name dinivîsîne û di 21’ê Adarê de çalakiya xwe pêk tîne
Zennure çalakiya keça xwe wiha vedibêje: “Dema li Nîvşehîrê hinek havalên wê fîrar dikin, Sema û hevalên wê bigirin dadgehê û ceza li wan birîn û sirgûnî Çanakaleyê kirin. Sema di roja çalakiya xwe pêk anî de nameyek nivîsand, piştî wê nameyê dinivîse di 21’ê Adarê de bedena xwe dide ber agir û çalakiya xwe pêk tîne. 84 rojan li ber deriyê nexweşxaneyê em li benda Semayê man. Dema em li nexweşxaneyê di roja 18’emîn de ez birim gel Semayê. Dema min Sema di wî halî de dît hişê min ji serê min çû. Ez wê demê tu caran ji bîr nakim. Ez çûm gel dem amin got Sema dengê min nas kir û bêhn stand. Min got ma tu kêm ji partiyê re xebitî te wiha kir. dîsan bêhn stand û da. Ez dibihîstim û hereket dikir. Piştî roj ser re derbas bûn doktorê nexweşxaneyê hat û got; ‘dayê mizgîniya min ji te re Sema axivî.’ Piştre ez çûm gel Semayê. Gotina wê ya dest pêkê ‘dayê Serok ji bo çalakiya min çi got, bertekek çawa nîşan da.'”
‘Sema di emelyata dest pêkê de sax bû lê di ya 2’yemîn de jiyan xwe ji dest da’
Zennure, bi lêv kir ku Sema piştî emelyata dest pêkê sax dibû, diaxivî, rêve diçû ji ber wê wan nexewst cara 2’yemîn bê emelyatkirin û wiha got: “Lê di encama israran de Sema girtin emelyata 2’yemîn. Pitre nêzî deh rojan ez diçûm min ew didît. Diaxivî, êdî sax bûbû. Heta ji bavê xwe re gotibû; ‘Ez di navberê de digerim, min digerînin, cilên min bînin ez li xwe bikim.’ Ji ber wê me emelyata 2’yemîn ne dixwest. Lê Sema girtin emelyatê, di qirika wê de kunek vekirin û dengê Semayê qut kirin. Ne dikarî bi me re biaxive. Hefteyek piştî emelyatê Semayê jiyana xwe ji dest da. Ji ber mirina Semayê me serî li dadgehê da lê piştî dadgehekê hat girtin. Me cenazeyê Semayê li gundê Aşagı Kargaliyê defin kir.”
‘Gotin me beton berda ser Kurdan lê Kurd ji nûve bişkivîn’
Dayika Zennure di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Dema min hinek dayik didîtin min ji xwe şerm dikir, min ne dikarî behsa Semayê bikim. Hinek dayikan 4-5 zarokên xwe di uxira vê dozê de dabûn. Ez vê ji dil dibêjim xweziya 10 zarokên min ên wekî Semayê hebûna minê jî ji bo vî gelê û partiyê bidabana. Li hemberî Kurdan gelek qetlîam pêk anîn,  gotin; ‘me Kurd kuştin û me beton berda ser wan’ lê Kurd ji nûve bişkivîn. Niha Tirkiye, Asya û Ewropa bi Kurdan hatiye dagirtin, Kurd tune nabin.”
Sema di helbestek ku nivîsandiye de hestên xwe wiha tîne ziman:
Ez îro hatim dinê
Beriya hefsed û sih roj di 1’ê Nidana 91'an de
Min bêhna xwe ya dest pêkê li Amedê girt li ber sûrên deriyê Mêrdînê
Ji dapîra min re gotin Zekiye Alkan
Bêhna welat dihat
Ji bo êşê nekişîne û çukên wê zêde nebin
Agirek mezin berdabû bedena xwe
DAWÎ...