Jinên Amazîgî xwedî li dîrok û nasnameya xwe derdikevin
Jina Amagîzî her tim bûye mînaka xwedîderketina li nasnameya xwe ya dîroka kevnar. Bi kevneşopiyên xwe yên çandî weke çêkirina kulav, alavên ji hirî, govend, stran û deqên li ser laşê xwe ji pişaftinê parastine.
Navenda Nûçeyan – Jina Amazîgî di dîrokê de xwedî li nasnameya xwe ya amazîgî û Megrîbî derketiye. Her wiha di berpirsyariya karûbarên di demên şer û aştiyê de xwedî rol e. Wekî xanima "Dîhiya Awrasiyî "(585-712) ya ku li gel Ereban bi navê "kahîna berberan" tê nasîn û deh salan serwerî li ser herêmên Megrêbê dike. Dîha rêveberiya kampanyayeke leşkerî li hemberî Bêzebtîn, Roman û Ereban kiriye ku axên Amazîgî ji wan rizgar dike. Di sedsala 6’emîn de gelek herêman ji destên dagirkeran rizgar dike, bi zîrekî û zanabûna xwe ya xurt Yekîtiya Qebîleyên Amazîgî ava dike.
Dîsa di dîroka kevnar a Amazîgî de rola jina bi navê Ale Fatime Nsumr di navbera salên (1830-1863) de jiyaye di sala 1850’an de li hemberî dagikeriya Fransayê şre radigihîne. Sala 1854’an di berxwedana yekem a Sebewe Alelewî de bi ser dikeve.
Rola xwediya hişmendiya zêrîn jî di dîroka Amazîgî de diyar e, Seyîn Hînan qrala tewqên Amazîgî bû. Ango wekî dayika giyanî dihat nasîn. Bi parastina xwe ya ji bo jinên amazîgî navdar bû. Di çolistana mezin de dikarî axa xwe ji êrîşên Nîcîrî, Mûrtanî û Tişadê biparêze.
Her wiha rola keça serok qebîleya Orbe Amazîgî Kenze Elobî ya ku rêveberiya Megribê piştî mirina hevjîna wê Îdrîs bin Abdulah Elhaşimî girtibû, dîrok radigihîne, heya dema ducaniya xwe diqedîne û kurê xwe li şûna bavê xwe digire, civak di nav aramiyê de jiyayî. Zeyneb Îshaq Elnefzewî di (1039-1072) an de jina ku di warê siyasî û rêveberiya welat de cih girtibû, deverên Amazîgî her tim parastiye.
Weke di serî de hatiye diyarkirin rola jina Amazîgî di asta herî jor de bû. Lê belê bi demê re çawa ku rola jinan bi derketina ol û desthilatdariya hişmendiya zilam re kêm bû, rola jinên Amazîgî jî derbeyeke mezin xwariye. Di bin navê karên zilam e, ji rola rakirina çek û rêveberiyên civakî dûr hatiye hiştin.
Parastina çand û hunera Amazîgî
Di xwedîderketina çanda civakan de her tim jina ku bûye parêzvana herî mezin jina Amazîgî ye, di parastina çand û hunera xwe de bûye mînaka herî mezin. Bi domandina çêkirina kulav, alavên ji herî û wêneyên ku çanda wan radighînin rola xwe lîstiye. Her wiha bi amûrên kevn kulavên ji rengên xwezayê ya ku bi kêrhatî ji hine û zehferanê ye kilav çêkirine.
Her wiha ev huner bûye jêdera herî berbiçav ji derketina wênesaziyên herî navdar. Ji ber ku di hunera wan de afrînerî û vejînê bi xwe re tîne, wênesaz dikeve nava xweşikbûn û zelaliyeke hunerî.
Her wekî tê zanîn çanda şahî û dewetan li pêş e heya bi roja îro. Di govend û stiranan de ya ku bi navê "hunera Ehyedos " tê nasîn şahiyên xwe li dar dixin. Balkêşiya vê jî jin bi hemû hestên xwe bi awaz û stranan re sermest dibin.
Her wiha bi çanda filklora cilên jinên Amazîgî bi rengên xwezayê xemilandiye û di sersal û cejnan de li xwe dikin, ev jî dibe çavkaniya xweşikbûna jiyanê.
"Bûka Baranê"
Tê diyarkirin ku jinên Amazîgî di parastin û veguhistina çand û zimanê xwe de parêzvan in. Bi riya pêkanîna wê, li ber çavên civakan bi awayekî veşartî başkirina giyana şan û şîna giyanî pêk tîne. Armanc jî ew e ku parastina çanda civakî, malbatî û zagona giyanî pêk bînin.
Bûka baranê, ango "Tegica" yan jî bi navê "Taslît Ûnzar" jî tê nasîn, yek ji kevneşopiyên wan ên herî kevnar e. Jinên Amazîgî bi awaz û stranên xwe li ber peykera xwedewanda "Tanît "şahiyan li dar dixin ku baran bibare, her wiha peykera bûka baranê ji cihekî dibin cihekî û ji perestgehekê diçin ya din, li dawiyê diçin ber çemek an jî serê girekî û av direşandin. Xelkê Amazîgî jî xêr û sedeqe didan wan ku baran bibare. Ev yek ji kevneşopiyên amazîgî ya herî navdar Bûka Baranê ye.
Deqandin bîra dîrokê ye…
Deqandin, xal an jî nîşan, dema ku qala jinên Amazîgî tê kirin yekser ew jinên ku rûyê xwe bi deqandinê xemilandine tên bîra mirovan. Wekî tê zanîn qala dîrokeke demdirêj tê kirin digihîje 3000 sal. Ango nîşaneya sembola ol û mîtolojiyeke kevnar dike. Wekî nasname, xweşikbûn û hurmeta xwedawenda xwe dikin.
Xal ango deq nîşaneya gelek nirxan dike, hin jê nirxên civakî û eşîrtî ne. Wekî wê nirxeke xweşkbûnê jî rû ye. Zanyar û bijîşkên Amazîgî jî dibêjin ku çermê mirovan ji nexweşiyan diparêze.
Tê texmînkirin ku di navbera 60 -70'an ji sedsala 20’an de li Başûrê Megribê û Bakurê herêmên Çolistanê belav bûye. Ev yek jî bi demê re hatiye windakirin tenê jinên navsale li ser dest û lingên wan bi henê hatiye neqişandin.
Wêneyên ku tên neqişandin wekî hatiye nasîn nîşaneya hinek tiştan e, ango dar nîşaneya hêzê ye, şitil û bereket e, mar xilasiya ji nexweşiyan e, du xêzên li beramberî hev nîşaneya başî û xirabiyê ne. Wekî nasîna keçikên ciwan û yên biçûk ji yên zewicî ji hev bên nasîn dihatin nîşankirin jî.
Nirx û kevneşopiyên girêdayî kesayîtî…
Di adetên Amazîgî de pir nirx bi jinan ve tên girêdan. Mînak; zarok nasnameya dayikê werdigrin. Her wiha gotina bira "kema" tê wateya birayê ji dayikê û xuşk "oltîma" xuşka ji dayika min tê nasîn. Her wiha dayik xwediya malê ye ango mêvan, ên dayikê ne "mêvanê filanê ye " di ziman û çanda Amazîgî de her tişt vedigere jinan. Jina Amazîgî wekî şêwirmenda malê jî tê destgirtin. Her kes hevjîn zarok bi şêwra wê tevdigerin "Ruh sqsima yemak" ji ber ku jinan bingeha civakê dibînin.
Li gel Amazîgan, jin û erd yek in ji hev nayên veqetandin ango nasname û jiyan jin e û jiyan bê ax nabe ango ax û jiyan bê jinan nabe. Wekî sînorê parastina jiyan û wekheviya di nava gel de dibînin.
Jina Amazîgî rastî tu rêbaz û zordestiyan nehatiye. Wekî nîgarkirin, sinetkirin ruxmî ku tevlîbûn û belavbûna wan di nav civakên cuda de. Lê belê her tim xwedî li nirx û edetên xwe derketine.
Paşguhkirin û mehrûmkirina mafên jinan…
Ji xwe di pêşnûçeya ku hatiye amedekirin de jina Amazîgî xwediya maf û şêwirmendiyê bû. Ango di aliyê mal û mîrasê de para wê li pêş bû, lê belê ev yek bi derketina zîhniyeta zilam re hat binpêkirin. Ji hemû mafên xwe yên rewa hatiye dûrxistin ango jinên ku zarokên wan çênedibûn, yên berdayî û jinebî di odeyek de dihatin girtin heya dimrin an jî dîsa dizewicîn.
Hegemonyaya li ser bîra dîrokî û nebûna demokrasiyê sedema herî bingehîn a paşguhkirina rola wê ye. Her wih rizandina nirxan di civaka Amazîgî de ji nêrîna wan li jinan tenê di warê cinsî û xweşikbûna fizîkî de dihat nirxandin ango ji bo bermalî, zarok û hwd… mayî wekî di nava civakan gotineke jî belav kirin dibêje "Heger tu cariyeyekê bixwazî biçe gel jinên berberî."
Tê ragihandin ku jina gundewar, jiyana zor û dijwarî dijî. Ji rastiya xwe dûr e. Di nav zor û zehmetiya gelek dijwar de dijî. Jina ku bi zimanê Amazîgî dizane ji hemû karûbarên jiyanî dûr dihêlin. Sedema wê jî ew e ku bi zimanê Erebî û Fransî nizane. Her wekî din di temenê biçûk de dizewicin jiyana feqîrtiyê ji hemû zagonên ku derdikevin dûr in. Dijberî dîroka wê ya kevnar ku di her aliyê de xwedî nirx bû hatiye paşguhkirin.
Gelên Amazîgî di destûra 2011’an hatiye erêkirin lê heya îro jî di jiyana pratîkî de pêk nehatiye. Ne di warê ziman de ne jî di warê zayendî de.
Şikandina bêdengiyê...
Tê gotin ku jina Amazîgî li hemberî bêmafî û zîhniyeta zilam serî radike. Li hemberî desthilatdarî û binpêkirina dîroka wê ya siyasî çandî û civakî dikeve nav tevgrekê, daxwaza maf û nasnameya xwe dike.
Ev yek jî bi jinên Amazîgî li Tunisê sala 2014’an çalakiyeke di bin navê "Cilên Amazîgî li Tunisê" di çalakiyan de bên lixwekirin tê lidarxistin. Her wiha çalakiya nûçeger Emîne Hac Ehmed Aokdort ku daxwaza karûbarên ragihandinê kiribû parastina ziman, çand û mafên Amazîgî li welat û cîhanê bike. Daxwaza çalakgera parastina ziman Meryem Eldiminetî ji bo xurtkirin û pêşvebirina zimanê amazîgî kiribû, her du helbestvanên Amazîgî "Maysa Reşîd Almeraqî û Melîke Mezan" di helbestên xwe de rola dîroka jinan û desthilatdariya zilam dikin radixînin ber çav.
Zîhniyeta zilam û paşguhkirina jina wêjevan
Tê texmînkirin ku jina amazîgî di nivîsên dîrokî, wêjeyî û etnografî de ne zêde li pêş bû. Ji ber hişmendiya zilam a serdest reşkirina dîroka jinan a afrîner û rola wan a mezin di avakirin û parastinê de hatye windakirin. Her wiha tê zanîn ku jina amazîgî bi cihêrengiya xwe ya hişmendî û afrîner ji zilam zêdetir e.
Wekî hatiye ragihandin, ew bi awayekî devokî xwedî li dîrok û wêjeya xwe derketiye. Ev yek jî wekî parastineke ji nirxên xwe dibîne ku heya îro jî tê bikaranîn jê re"Hunera devokî yan jî gotinî "tê gotin. Çîrok, destan û efseneyan jî vedibêjin.
Her wiha di warê xaçepirs û gotinên ku wateya wan a resen di pêşvebirina ziman de û ji mêjiyê zarokan xurt bikin fêrheng amade dike ji bo nifşên hatî.
Her wekî din jina Amazigî ya wêjevan bi çalakiyên cur be cur rabûne. Wekî mînak helbestvan Zeyneb keça Yûsiv bin Ebdil Meimûn zanyara zanîna zimanan de bû. Rê li pêşiya jinan vekir ku di perwerdeya ziman de xwe bi pêş bixin. Hefîsa bint Elhac Alrkoniyê Algirnata (1191-1135) gotibû ku jin di warê zanist û wêjevaniyê de divê xwedî helwest bin.
Tê eşkerakirin ku jina amazîgî, ketiye rûpelên dîrokê û xwedî roleke girînge di parastina nasname û çanda xwe ya siyasî û civakî de.