Sinetkirina jinan kevneşopiyek civakî ya mafê jinan binpê dike (2)
Êşa bê dawî sinetkirina jinan Hewildanên bidawîkirina sinetkirina jinan a ku li gorî nêrîna bişîşk û bawermendan ji derveyî ziyan dayîna derunî û fizîka jinan ti suda wê nîne.
Êşa bê dawî sinetkirina jinan
Hewildanên bidawîkirina sinetkirina jinan a ku li gorî nêrîna bişîşk û bawermendan ji derveyî ziyan dayîna derunî û fizîka jinan ti suda wê nîne.
Navenda Nûçeyan – Ne di aliyê derunî na jî tenduristiyê de tu sudê sinetkirina jinan nîne, tenê seqetiyek deayîmî bi xwe re dide çêkirin. Nêrînên olî tên gûhartin û siyastê ji bo berjewendiyên xwe weke bendekê di dixebitînin. Ji derveyî çareseriyek bingehîn û êşa bi milyonan jinan bi dawî bike û hinek zagonên seqet û sûcdar derdixin.
Êşa di dema hevgirtina birînê de
Jinên sinetkirî û çalakvanên mafê jinan diparêzin ên li dijî sinetkirinê teqez dikin ku nîşaneyên derûnî yên sinetkirinê dişibe destavêtinê. Bandora wê ya li ser jinan ji kêliya destpêkê dema sinet dike, baweriya xwe bi derdor winda dike. Dema wê dibin ji bo emeliyet bikin, destpêkê baweriya xwe bi xwe û hezkirina xwe ya jiyanê winda dike. Her tim hestê kêmbûn û şerma ku ew jinek seqete yan jî nîv mêr e hîs dike.
Jinên tên sinetkirin êşa vê tecrûbeyê heta dawiya jina xwe dikşîne û gelek ji wan li gel derbazbûna ewqas sal jî hîna dîmenê jîlêtê ji ber çavê wan naçe.
Zarokên keç ên hatine sinetkirin vê şoqê di destpêkê de dibînin. Keçik destpêkê nizane çi diqewime, êş fikira wê kontirol dike û analîzê jê re nabîne. Bi taybet hemû jin di demê zarokatiyê de tên sinetkirin.
Piraniya wan jî her tim li ser bûyerê heman êşê dibêjin. Hinek jê jî red dikin ku li ser bi axivin an jî nîqaş bikin. Lê di herdû rewşan de jî jina sinetkirî hewil dide şîroveyên cidî li ser tiştê ku ditî bike.
Jinên sinetkirî acizî û gumanê bi derdore xwe re hîs dike. Piştre jî baweriyê bi derdor û bi xwe jî winda dike. Her tim dinava tirs û depresiyonê dene.
Birînênê Sinetkirinê zehmete ku sax bibe. Jin heya demek dirêj êşa wê dikişîn e. Piştî saxbûna birînê jin rastî pirsgirêkên mîz, kombûna mîz, êş, îltîhaba mîzê, genital, ulseran û pizikan tê. Ger îltîhab neyê derman kirin pirsgirêk mezin dibe û gûrçikan xira dike xwîn jî zigê dibe û dimir e.
Sedemek hevberdanê jî sinetkirina jinane
Di dema zewacê de jî dighije raçînka derdora organên genital û xwasteka jinê kêm dike û êşa wê zêde dike. Ew jî dibe sedema pirsirêkên zewac û berdanê. Li ser wê komîteya tenduristiyê Meclîsa Wekîlên Misrê got: “Zêdetirî ji sedê 70 rewşên berdanê ji sinetkirinê tê û Heman rêje jî li Sûdanê heye.”
Di sala 2015’a de hijmara berdanê li Misrê giha 12500’an. Di sala 2016’an de ji dozên hatine dadê 4000 jê yên berdanê bûn.
Gelek jin jî mecbûr diminin ku emeliyeta Qeyserî bikin, ji ber didema anîna zarokan de astengiyan di kêşin û pişt re xwîna wan gelek diçe.
Ol nekokiya Sinetkirinê çareser nake
Zanyarên ola Îslamî di derbarê destûra sinetkirina jinan de newekhevbe jî hemû nebaş dibînin. Zanyarên Ezherê diyarkirin ku ew tiştek nebaşe, yên Şam, Îraq û heta Sudiyê jî bi heman şêweyî nerênî li mijarê dinêrin.
zanyarên olî yên fetwayên qedexekirina sinetkirinê didin, destnîşan kirin ku ev kiryar şermezarî û destdirêjiya li ser rûmet û mafên jinane. Bijîjkan jî got ku divê sinet ji bo hewcehiya bijîşkî be û bi paqijiya jinê ve neyê girêdan, ji ber ku ev îdia ne rast in.
Di dema ku nêrîna din û ya berovajî nêrîna yekem li ser gelek hedîsan Pêxember sinet erê kiribe jî piraniya wan bi sinetkirina mêran ve eleqedar bû û tu têkiliya wan bi jinan re nebû. Her wiha çar dibistanên Sunî di derbarê destûra qedexekirina sineta jinan de li hev nekirin. Gelekan jî gotin nebaşe û ne hewce ye. Ola Xiristiyanî herduyan jî weke sûc û guneh dihesibîne.
Di ola Cihûyan de, Cihû dixwazin zarokên lawik di heştemîn roja dayikbûnê de sinet bikin, lê sinetkirina jinan qedexe ye. Ew adetek bû ku Cihûyan di Misrê de beriya derketina Pêxember Mûsa bikar di anîn. Niha jî li gorî qanûnên İsraîlê sinetkirina jinan ne suce. Her wiha bûyerên sinetkirinê li nav Bedewiyên Negev û mezheba Falasha û heta nava Cihûyên Etiyopyayê jî çuye.
Zagon û seza
Tawanbariya sinetkirinê li Misrê di sala 2008’an de dest pê kir. Sezayê wê ji sê meh heta du salane. Li şûnê wê kefalet jî tê dayin. Di 2016 de guhertin di Zagona sezayan de hat kirin û diyar kirin ku seza wê li ser ew kesên sinet dikin were sepandin û xistina zîndanê ne ji 5 salan kêmtir be û ne jî 7 salan zêdetir be.
Morîtanya sê salan cezayê dide sûcdarên sinetkirinê û dayîna peran û kar kirin li ser hişyarkirina xeteriyên sinetkirinê.
Di 1946 de, kolonyalîzma Brîtanî li Sûdanê zagonek ku sinetkirinê tewanbar dike der xist. Di sala 1973’an de ev made ji zagonên Sûdanê hate derxistin, bi temamî sinet hate qedexe kirin. Lê di sala 1991’an de cardin hat vegerandin û sinetkirin bû qanûnî. Her wiha rewş nehat guhartin berî qedexekirinê û piştî wê cardin deriyê emeliyetên sinetkirinê vebûn.
Di navbera welatên Afrîkayê ku rê didin sinetkirinê û di navbera welatên ku zagonên wê sûcdar dikin de tu cûdahî nîne. Ji ber ku civak ne amade ye ku vê qebûl bike û bi ramana ku sinet namûs û paqijiyê diparêze tevdigerin.
Sinet li Ewrûpa tune ye, koçbereran bi xwe re derbaz kirine. Ji ber vê yekê li wêderê gelek operasyon pêk hatin. Li Fransa kesên sûcê sinetkirinê dikin tên seza kirin. Firansa bû yekemîn welatê Ewropa ku li ser kiryarên sinetkirinê di darezîne.
Brîtanya sala 1985 ev krîmînalîze kir û sezayê wê di sala 2003’an de hate zêdekirin da êdî malbat ji bo emeliyeta sinetkirina keça xwe neçin derveyî welat. Li Amerîka sinet di sala 1996’an de qedexe bû û bijîjkên ku emeliyata sinetê dikin bi sazayê mihabetê dihatin sezakirin.
Zagona Irelandayê ji sala 2012’an ve sinetkirina jinan krîmînalîze dike û ew seza dikeve ser milê tawanbaran heta emeliyet ji derveyî welat jî hate qedexe kirin.
Hewildanên bidawîkirina sineta jinan
Neteweyên Yekbûyî sinetkirin krîmînalîze kir û soz da wê weke binpêkirinek berbiçav ya mafên jinan hesab bike. Li gor wê 6’ê Sibatê weke rojek navneteweyî destnîşan kir ku rojek li dijî sinetê be. Armanc bibe hişyarkirina civakan bi hemû metirsiyên xwe yên li ser jiyana jinan di aliyê derûnî û fîzîkî de. Her wiha hewil dide bigihîje civakên dûrî sinetkirinê. Ew fikir jî ji jina Nîjeriye ya yekemîn Stella Obasanjo ya ku di sala 2005’an de konfiransa Komîteya Afrîkî ya Navneteweyî ya têkildar bi pratîkên bi bandor awayekî neyînî li ser tenduristiya jin û zarokan hat birîn. Pişre Neteweyên Yekbûyî ew fikir pejirand û got dibe ku diyardeya sinetbûnê bi nifşekî re biqede.
Di sala 1993’an de, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî yê Zarokan, "UNICEF" budceyek bi qasî sed hezar dolar veqetand ji bo hewldanên têkoşîna li dijî sinetkirina jinan veqetand lê belê ew mîktar têrê nekir. Ji ber vê yekê tora "Equality Now" ew jî torek navneteweyî ye di sala 1992’an de hatiye damezrandin, armanc dike ku mafên jinan li seranserê Cîhanê biparêze û pêş bixe. Kampanyayek ji bo zêdekirina mîktara pereyan ya butçeya UNICEF ji bo têkoşîna li dijî sinetê gihîştî 91 mîlyon dolar dest pê kir.
Neteweyên Yekbûyî di 20’ê Çileyê sala 2012’an de yekemîn biryara ne mecbûrkirinê di derbarê sinetkirinê de derxist.
Biryara ji bo qedexekiririna Sinetê ji hêla 110 welatan ve hat piştgirî kirin, pêncî welatên Afrîkî jî di nav de 58 welat ji bo hemû biryaran pêk bîne û zagonan derbixîne.
Bi bûneya Roja Navneteweyî ya belavbûna bi sinetkirinê re, Rêxistina UNICEF û wezna Neteweyên Yekbûyî ya xaniyan di sala 2017’an de pilanek ragihand ji bo bi dawîkirina diyardeyan heta sala 2030’an.
Kampanya ji bo dawîkirina Sinetê
Hikûmetên Afrîqayê ji bo tekoşîna li dijî sinetkirinê kampanyayên haydarbûnê didin meşandin. Tevgerên jinan û çalakvanên jin bi awayekî berfireh beşdar dibin. Li Sûdanê kampanyayên alîkariya rêjeya sinetkirinê di sala 2015’an de ji sedî %3 heya %31.5 kêm kir. Ev adet jî di nav çînên rewşenbîran de nehat pejirandin. Li gorî rapora UNICEF di 2018’an de welat hîn jî di asta heştemîn ya cîhanê de ye.
Li Misrê kampanya mizgeft, kolan û dadgeh kirin armanc. Vê yekê wekir ku rêje di nava jinên temenê wan di navbera 15-17 salî de ye. Di sala 2008’an de ji rêjeya % 74.4 daket. Heta sala 2015’an ev rêje ji % 61 daket.
Di 20’ê Hezîrana 2019’an de, konfaransa heremî li ser bidawîkirina jinên biçuk û sinetkirina jinan hat dest pê kirin. Ji hêla Encûmena Neteweyî ya Jinan li Misrê û bi hevkariya Wezareta Karên Derve û Encûmena Neteweyî ya Zarok û Dayikan û Yekîtiya Afrîka bi hevkariya Yekîtiya Ewropî û Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û desteya Plan International ya ku yek ji mezintirîn rêxistinên geşedana Zarokên cîhanê ye, hate birêxistin kirin.
Di Roja Navnetewî ya belavbûna bi Sinetbûnê re, Komîteya Neteweyî ya Misirî kampanyayek "hashtag" ya wê ji sinetkirinê bi parêze li ser tora civakî dan dest pê kirin.
Li herêma Puntland ya Somaliyê, komeleyên jinan zextê li desthilatdariya herêmê ya rêveberiya xweser pêk tê dikin. Ji bo ku qanûnekê derbixînin ji bo sinetkirina jinan li welêt qedexe bike. Tora Modog ji bo Pêşxistina Jinan dibêje, sinetkirin pêşiyê li pêkanîna bûyerên sinetkirinê û destavêtinê nagire. Lê belê zêdebûna sinetê bi zêdebûna bûyerên destavêtinê ve girêdayî ye. Li gora îdîaya malbatan sinetkirina jinan pêvajoya destavêtinê dijwartir dike ne rast e. Heman demê de rêxistinên din ên li welêt banga derketina fetwayek olî dikin ku sinetkirin ji kokê rabe, ji ber ku desthiltdariya ol li ser civakê heye. Her wiha kampanyayên hişyarkirinê jin û mêran wek hev dikin armanc.
Tevger, komele û çalakvanên jin ên li Afrîka li seranserî cîhanê hewil didin binpêkirinên mafên jinan bidin sekinandin. Yek ji girîngtirîn destkeftiyên tevgerên jinan li Misirî derxistina zagonekê ku sinetkirinê li welat di sala 2008’an de pêk bînin. Li gora madeya 242 ya li dijî sineta jinan dibêje " Sezayê girtigehê ne kêmî sê mehan be û ji du salan ne zêdetir be, yan jî sezayê kefaretê ne kêmî 5 hezar lîre (Cinêh) be. Piştî salekê û şûnda, di encama tekoşîna jinan de, Wezîrê Tenduristiyê biryarek derxist yê ku hêjmara 271 digire, qedexe ye ku ji derveyî bijîjk û hemşîre û karmendên di tenduristiyê de sinektkirina jinan pêk bînin.
Di Protokola Mafên Jinan a li Afrîkia ya girêdayî Peymana Afrîkî ya Mafên Mirovan û Gelan de ji bo hin bêhtir balê bikişine li ser mafê jinan ji bo hemû cûrên cûdakirinê û şideta li ser jinê ji holê were rakirin û sucên ku li ser deruniya wan sînordar dikin gav avêtin.
Lê zagon bi kevneşopên civakê yên ku di dawiyê de bi ser dikeve li hev dikin. Her wiha ji hêjmara tawanan ya ji %10 heya %30 jinên biçûk yên Sudanê her sal pê dimirin kêm nabe.