Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve-8

Endama Meclisa Jin a Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê Welae El- Elî der barê kar û xebatên Edaleta jinê de da zanîn ku jin adil in û got: "Cudahiya Edaleta Jin, ji Meclisa Edaleta Civakî ya giştî ew e ku serxwebûna xwe diparêze û bi taybetî ji bo jinan kar dike."

"Edaleta Jin wekheviyê diparêze"
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek sazî û rêxistinên jinan hatin avakirin. Ji wan yek jî Meclisa Edaleta Jinê ye ku xwe li ser bingeha neteweya demokratîk bi rêxistin dike û edaleta civakî bi pêş dixe. Projeya neteweya demokratîk bi destên jinan dibe jiyanî û jin bi paradîgmaya demokrasî, ekolojî û azadiya jinan karê xwe bi rêve dibin û neteweya demokratîk derbasî jyanê dikin. Her wiha Edaleta Jinê bi avakirina zagonên jinan careke din rengê xwe da dîrokê. Edaleta jinan bi karê xwe, mafê tevahî gel, çand û baweriyan diparêze û dibe mînak ji tevahî herêm û cîhanê re. Bi zanista edaletê tevahî jinan hembêz dike û dibe yek ji parastina mafên jinan. Edaleta jin bi zîhnek wekhev û wijdanek bêalî kar û xebatên xwe dimeşîne. Edaleta Jinê di sala 2016'an de hat birêxistinkirin. Girêdayî kar û xebata Edaleta Jin Endama Meclisa Jin a Edaleta Civakî Welae El- Elî nêrîna xwe parve kir.
"Rola Meclisa Jin a Edaleta Civakî di warê dadmendiyê de"
Welae diyar kir ku Edaleta Jin di sala 2016'an de dest bi kar kiriye û wiha got: "Meclisa Jin a Edaleta Civakî di 26’ê Tîrmeha 2016’an de bi rengekî fermî hat avakirin û yek ji rehenda Kongreya Star e. Karê Meclisa Jin a Edaleta Civakî, şopandina kar û xebatên hemû jinên ku di saziyên edaletê yên xweser de kar dikin e. Mala Jin, Komîteya lihevanînê, bi Dîwana Edaletê re kar û xebatên xwe bi rêve dibe. Her wiha meclis, pêkanîna zagonên jin û pirsgirêkên ku bi jinan re derbas dibin di saziyên edaletê de dişopîne, perwerdeyên xweser li dar dixe, kampanyayên hişmendiyê çêdike, nêrîn dide û li ser disekine. Meclisa Jin a Edaleta Civakî ji her du salan carekê konfransa xwe li dar dixe û di konfransê de kar û xebatên du salan tên nirxandin û endam tên hilbijartin û li gorî wê jî kar û xebat tê meşandin ji bo pêşxistina kar bi rengekî serkeftî. Civînên mehanê tên li dar xistin  û li gor nirxandinan biryarên erênî tên girtin. Endamên jin ên ku di Meclisa Jin a Edaleta Civakî de kar dikin, di heman demê de endamên Meclisa Edaleta Civakî ya giştî ne ku ji sê desteyên mîna Desteya Teftîşê, Desteya Rêvebirina Dozgeriyê û Hevserokan pêk tê."
"Edalet wijdan, wekhevî, demokrasî û exlaq e"
Welae diyar kir ku edalet wijdanê mirovan e û wiha domand: "Ji bo ku edalet pêk were, gere mirov destên xwe deyne ser wijdanê xwe, ji ber ku edalet wijdan û exlaq e. Edalet, têgihîştineke mirovî ye ku li ser bidestxistina hevsengiyeke di navbera hemû endamên civakê de ye. Her wiha edalet bi destxistina mafên mirovan û jiyana azad e. Edalet evwtişt e ku di nava civakê de wekheviya di navbera hemû kesan de misoger bike. Ji bo dîtina vê edaletê jî pêwîstî bi pergalek saxlem û zagonên ku werin dayîn heye. Divê ev pergal dûrî berjewendiyên dewletê be û xizmeta berjewendiyên civakê bike. Kesên dadmend, pêwîst e dirust bin û bikaribin wekheviyê di nava civakê de bikin û mafên wan bi dest bixin."
 "Zagonên ku ji bo jinan hatine dayîn, mafên wan diparêzin"
Welae zagonên jinan wiha nirxand: "Gelek zagon ji bo jinan hatine danîn û ketine pratîkê lê zagonên ku herî zêde em li ser wan kar dikin pirzewacî, zewaca di temenê biçûk de û xiyaneta zewacê ye ji ber ku ev pirsgirêk zêdtir in û ji bo vê yekê bal hat kişandin ser rûniştandina van zagonan. Di destpêkê de, gelek astengî hatin jiyîn bi taybetî di milê pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de ji ber ku civaka me hê jî di bin bandora hişmendiya kevneşopiya civakê de ye. Her wiha civaka me bi eşîran û olan ve girêdayî ye û ev zagon nû bûn li ser civaka me. Dibe ku hîn jî hinek astengî werin jiyîn lê belê em dikarin bêjin ku heta astekê, ev zagon hatine rûniştandin û dikevin xizmeta mafên jinan û gavên serkeftî hatine avêtin. Ji bo bidestxistina edaleteke civakî, ji bo guhertina civaka paşverû ya ku di quncik û zîhniyeteke kevin ku bi nêrîna xulamtiyê li jinan dinêre de asê maye, em wekî Meclisa Jin  ji me tê xwestin ku têbikoşin. Di heman demê de, erka li ser milên me ew e ku em li dijî feraseta li ser jinan têbikoşin û avakirina jiyana li ser esasê Neteweya Demokratîk pêk bînin."
"Pirsgirêkên ku tên ber destên meclisê û awayên çareserkirina wan"
Welae pirsgirêkên ku tên ber destên wan û çareseriyên wan wiha anî ziman: "Meclisa Jin a Edaleta Civakî li pirsgirêkan rasterast mêze nake. Pirsgirêkên sivîl hene ku ji Komîteya Lihevanînê û Malên Jin pê ve radibin û çareser dikin ji bo ku rola wan di vê yekê de lihevanîne û pirsgirêkên sûc jî Dozgeriya Komarê mudaxeleyê wê dike. Pirsgirêkên ku herî zêde tên pêşiya me, pirsgirêkên darayî ne ku di navbera du kesan de deynek hebe, mafên hev xwaribin an jî erdên wî biribe. Meclisa Jin a Edaleta Civakî, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Mala Jin bi hev re alîkar in û tensîq di navbera wan de heye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê. Her wiha pirsgirkên din jî yên ku li ser me de derbas dibin, pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de ye ku tê hesabê sûc û li gorî zagonan tê cezakirin. Dozên girêdayî bi jinan ve, Meclisa Jin a Edaleta Civakî mudaxele dike û çareser dike." 
"Jinan edalet afirand"
Welae herî dawî diyar kir ku yên edaletê afirandine jin in û wiha bi dawî kir: "Ji hezaran salan ve, jin civakê li ser esasê civakeke exlaqî bi rê ve dibin û birêxistin dikin. Jinan, edalet afirand. Mixabin piştî avakirina pergala kapîtalîst, edalet ji destên jinan hat girtin û dûrî jiyana xwezayî man. Doza jinan zelal e ku li pey mafê xwe yê jê hatiye standin e berî hezarê salan ve dikeve û dixwaze hişmendiya baviksalarî bide guherandin. Civak bi ketina jinan re dikeve û bi pêşketina jinan re bi pêş dikeve. Ger ku mirov bixwaze civakeke azad û demokratîk ava bike, gere destpêkê jinan azad bike. Ji bo vê yekê pêwîstî bi rêxistinkirina jinan û avakirina mecliseke xweser ku ji bo maf û doza jinan têbikoşe hebû. Cudahiya Edaleta Jin, ji Meclisa Edaleta Civakî ya giştî ew e ku serxwebûna xwe diparêze û bi taybetî ji bo jinan kar dike, ji ber ku jin bêtir êşa hev nas dikin û bi dadmendî û demokratîk dixebite û difikirin, bi xwe biryarê li ser xwe bidin. Jinan roleke mezin da meşandin di edaleta civakî de, hebûna xwe îsbat kirin û hê jî têdikoşin ji bo bidestxitina edalet û azadiyê."
Sibê: Komîteya Aborî