Ji warê afrêneriyê kêliyên Berxwedana Serdemê 4

Nûçegihana jin tv Ferîde Zede behsa rola ragihandinê di berxwedana Efrînê de kir û wiha got: "Bi kamerayên xwe me kêlî bi kêlî berxwedana Efrînê dişopand. Ji bo derxistina rastiyê gelek hevalên me şehîd bûn. Me hewl dida em dîmenên bi bandor bikşînin da ku her kes hovîtiya Tirkiyeyê bibîne û sînorek jê re were dayîn."

Di berxwedanê de rola ragihandinê

SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Di berxwedana serdemê de ragihandinê jî xwedî rolek girîng bû ku kêliyên berxwedaniyê ji raya giştî re bi belge dikirin. Di 18'ê Çileya 2018'an de êrêşên hewayî bi balafiran dest pê kir û Efrîn hate topebaran kirin. Hemû dezgehên ragihandinê bi kamereyên xwe berê xwe dan cihê bûyerê ku balafiran bajar û 7 navçe bi hev re topebaran dikir. Ji bo belgekirina kêliyên berxwedanê nûçegihan û rojnemevan bi şeveqê re dest bi nûçeyan dikirin û heya demijmêrên dereng ên êvarê bê rawestan dixebitîn. Ji ber ew di ferqêdebûn ku her kêliyek ji vê berxwedanê xwedî girîngiyekê mezin bû. Hemû bûyer, çalakiyên gel, nexweşxane û eniyên şer ji aliyê dazgehên raghandinê ve dihatin belgekirin. Şopandina berxwedaniyê û parvekirina rastiyê ne hêsan bû û îhtîmal bû ku nûçeghan rastî birîndariyê û şehadetê bihata lê tevî vê yekê jî nûçegihan bi erkê xwe rabûn û hewl dan ku rastiya ku li Efrîn diqewimî ji raya giştî re eşkere bikin. Di beşa çaremîn a dosyayê de em der barê rola ragihandinê ya di berxwedanê de bi pêşkêşvana jin tv Ferîde Zede ku bi kameraya xwe kêliyên berxwedana serdemê bi belge kiribû re axivîn. Ferîde Zede destnîşan kir ku dewleta tirk a faşîst ji bo rastiyan di tariyê de bihêlin bi taybetî rojnamevanan hedef digirt.
"Bi kamerayên xwe me kêlî bi kêlî berxwedana Efrînê dişopand"
Ferîde Zade êrîşên ku ji aliyê dewleta tirk ve li ser Efrînê hatin pêkanîn bi tundî şermezar kir û wiha berdewam kir: "Em têkoşîn û fedakariya hemû kesên ku di oxira parastina Efrînê de jiyana xwe ji dest dane jin, zarok, kesên temenê wan mezin û şervanan silav dikin û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bi xwe şahîdê bûyerên ku li Efrîn hatin qewimandin bûn. Bi kamerayên xwe me kêlî bi kêlî berxwedana vî gelî dişopand. Em zarokên vî gelî ne, ji bo wê jî me ev erk da ser milên xwe da ku em li civaka xwe xwedî derbikevin. Dema zarokên xakekê bixwazin xaka xwe ji dagirkeran biparêzin nabe ku tu kes ji wan re bêje hûn terorîst in, terorîst kesên ku tên xaka welatekî din dagir dikin in."  
"Me dizanibû ku em ê bûyerên wisa bibînin li gorî wê me xwe ji her tiştî re amade kiribû"
Ferîde behsa zehmetiyên ku dema rastiya dewleta tirk dida ragihandin rastî wan hatin kir û wiha got: "Weke ragihandin me gelek zehmetî kişandin, ruxmî ku em zarokên vê civakê ne yanî kesên ku li pêş çavên me dihatin qetilkirin ger ne dayika me bûya bavê me bû, ger ne bavê me bûya, xwişka me bû û ger ne xwişka me bûya birayê me bû lê tevî vê yekê jî me hewl da em dilê xwe xurt bikin û bi erka xwe rabin da ku em bikaribin hovîtiya dewleta tirk ji cîhanê bi tevahî re eşker e bikin. Me dizanibû ku em ê bûyerên wisa bibînin ji ber ku Tirkiye bi hovîtiya xwe tê nasîn lewma li gorî wê me xwe ji her tiştî re amade kiribû. Cîhanê bi tevahî navê Efrînê û berxwedana gelê wê bihîst û dît ku dewleteke ewqas mezin êrîşî bajarekî biçûk ku ji sedî 2 ji erdengariya Sûriyeyê digire dike. Berxwedana gelê Efrîn berxwedanek bêsînor bû, li cîhanî bi giştî berxwedanek bi vî rengî li hember dewleteka xwedî hêza duyemîn a NATO’yê nehatiye kirin. Di milê ragihandina şer de em dikaribûn cihê xwe di her alî de bigirin."
"Ji bo em rastiyê nedin eşkerekirin em dihatin hedefgirtin"
Ferîde diyar kir ku ji ber teknîka ku wan bi kar dianî dewleta tirk ew taqîb dikirin û wiha axivî: "Her roj me çavên xwe bi dengê balafir û topbaranê vedikir û nûçeyên wan didan. Weke nûçegihan em ji aliyê dewleta tirk ve dihatin hedefgirtin ji bo ku em rastiya wan nedin eşkerekirin. Ji ber teknîka ku me bi kar dianî Tirkiyeyê em taqîb dikirin û cihê me hedef digirt. Tiştê herî xweş ew bû ku dema em derbasî gundan dibûn me didît ku ciwan, jin, zarok, mêr û kesên temenê wan mezin parastina gundê xwe dikin. Weke ragihandin me jî dixwest em gelê xwe biparêzin. Her dem em di nava hewldanan de bûn ku dîmenek bikşînin dunya bi wî dîmenî were hejandin û bandorek çêbike ku şerê li Efrînê bide rawistandin. Lê her em baldar bûn ku em gelê xwe nexin xeterê ji bo girtina dîmenekî. Me pir hesabê vê yekê dikir ku em biçin cihê şervan an kesên sivîl û ji ber teknîk an tevgera me cihê wan were diyar kirin û balafir li wan bide. Ji bo jiyana gel nekeve xeteriyê de me tevgera xwe li pir cihan kêm dikir, ji ber vê yekê jî em di milekî de kêm man."
"Bi çavên xwe me gelek dîmenên bi êş didîtin û bi kamareyên xwe qeyd dikirin"
 Ferîda qala bûyerên bi êş ên di nexweşxaneyê de ku bi kameraya xwe qeyd dikir kir û wiha anî ziman: "Di nexweşxaneyan de me nobet digirt. Di wir de me bi çavên xwe gelek dîmenên bi êş didîtin û bi kamareyên xwe me qeyed dikirin. Bi rastî qet naxwazim wan dîmenan bînim bîra xwe. Bêdengî bû sedem ku ewqas kes werin qetilkirin. Însan dema jiyana xwe ji dest didin bi rehetî jiyana xwe ji dest didin lê zarokên Efrînê dibûn parçe parçe û pir êş dikişandin dema jiyana xwe ji dest didan. Termê pir zarokan jî nedihat dîtin ji ber ku hemû dişewitîn. Heya niha dîmenê dayika ku bedena zaroka wê di destên wê de bû û li serê zaroka xwe digeriya ji ber çavên min naçe. Di nexweşxaneyê de dîmenên bi vî rengî pir bûn. Kesên ku ev dîmen li ser telefîzyonan didîtin çiqas dikaribûn rastiya wê xeyal bikin û xwe bixin şûna wê dayikê, ez bawer im ku tu kes nikaribû xwe li şûna wê dayikê xeyal bikira, ji ber ku ger xwe xeyal bikira û eynî hestên bi êş ên wê dayikê bijiya tu kes bêdeng nedima. Mertalên zindî xwe davêtin nav agir û derbasî Efrîn dibûn û hewl didan ji gelê wê re bibin destek." 
“Hemû kesên xwedî wijdan ji nûçeyên me bi bandor dibûn"
Ferîde bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Nûçeyên ku me didan, li hemû kesên ku xwedî wijdan bûn bandor dikir lê kesên ku xwe ker, lal û kor dikirin her çiqas mirov dîmenên bi êş dayne pêş çavên wan jî bi bandor nabin. Hemû tiştên ku ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve li Efrînê dihat kirin plankirî bû. Hemû xebatkarên ragihandinê yên ku derbasî Efrîn dibûn xebatên wan dihatin astengekirin. Ev 4 sal in gelê Efrînê li Şehbayê dimîne, rewşa wan û zehmetiyên ku dikşînin em radigihînin da ku sînorekî ji vê yekê re were dayîn. Ev gel rojane rastî gefên dewleta tirk a degirker tê, em dixwazin vê yekê bidin sekinandin."
Sibê: Dayika Sureya Hebeş ku bi navê Dayika Şehîd Reşîd tê naskirin û di Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê de cih girtibû behsa kar û xebatên xwe yên di dema şer de dike.
https://youtu.be/OQ-Denti53Y