Ji fabrîkayan heta sektora xizmetê: Beşek ji têkoşîna dîrokî ya jinan -I-

Zext, şîdet, şer, nijadperestî, milîtarîzm û bindestiya zayendê di nava hev de pêvajoya dîrokek bi hezaran sal derbabûy û wek awayê jiyanê lê hatî, di roja me ya îro de jî tê parastin. Di jiyana kar û parvekirina kar de zayendperestî serwer e. Jin ne tenê ji li jiyanê bimînin, ji bo li ser lingên xwe bimînin û ji bo jiyana xwe berdewam bikin ne tenê di bazara kar de, ji bo di nava şertên wekheviyê de bimîne têdikoşe. Dema mijar dibe kar, dibêjin ev kar ê mêr e ev ê jinê ye. Jin ruxmê ewqas zêde kar jî dike destheqek kêm digre. Jiyana jinan a kar di fabrîkayên tekstîlê de dest pê dike. Niha jî di sektorên xizmetê de didome. Di rêzedosyayên ku me amade kirine, di heman demê de pêşveçûnên jinan di aliyê çandî û siyasî de pêvajoyek guhertinê derket holê. Di rêzedosyaya yekem de çalakiya jinan a rêxistinkirî, navê ku divê em ji bîr nekin Olympe De Gouges e em ê di vê beşa gotara xwe de berxwedana ‘Keçên Fabrîkayê’ ya li Lowell parve bikin.

Zext, şîdet, şer, nijadperestî, milîtarîzm û bindestiya zayendê di nava hev de pêvajoya dîrokek bi hezaran sal derbabûy  û wek awayê jiyanê lê hatî, di roja me ya îro de jî tê parastin. Di jiyana kar û parvekirina kar de zayendperestî serwer e. Jin ne tenê ji li jiyanê bimînin, ji bo li ser lingên xwe bimînin û ji bo jiyana xwe berdewam bikin ne tenê di bazara kar de, ji bo  di nava şertên wekheviyê de bimîne têdikoşe. Dema mijar dibe kar, dibêjin ev kar ê mêr e ev ê jinê ye. Jin ruxmê ewqas zêde kar jî dike destheqek kêm digre. Jiyana jinan a kar di fabrîkayên tekstîlê de dest pê dike. Niha jî di sektorên xizmetê de didome. Di rêzedosyayên ku me amade kirine, di heman demê de pêşveçûnên jinan di aliyê çandî û siyasî de pêvajoyek guhertinê derket holê. Di rêzedosyaya yekem de çalakiya jinan a rêxistinkirî, navê ku divê em ji bîr nekin Olympe De Gouges e em ê  di vê beşa gotara xwe de berxwedana ‘Keçên Fabrîkayê’ ya li  Lowell parve bikin.
ZEYNEP AKGUL
Enqere- Em dikarin mêr ne tenê wekî pêçanek zayendî ya civakî bigrin dest, em dikarin hin berfirehtir weke çêkerek bi sîstematîk û rewşa subjektif pênase bikin. Bi sedema hejandina civakî, mêrê ku dihizire her diçe hegemonyaya xwe winda dike; li ser jinê bi şîdetê dixwaze hesta ku xwe mezin dibîne carke din qezenc bike ku ev ne rewşeke nû ye. Mêran di hemû qonaxên dîrokê de dane diyarkirin ku tu carî dest ji şîdetê bernedane. 
Di belgenameya mafên jinan de ew şîdeta hatiye nivîsandin ji ber vê yekê di sala 1793’an de cezayê mirinê li  Olympe De Gouges hat birîn. Heta di sala 1834’a de li fabrîkaya Lowell a pambû jin di nava toz û pembû de dixebitîn û ev dibû sedema mirina jinên ciwan. Di sala 1857’an de li New Yorkê ew jinên di tekstîlê de dixebitîn bi şewatê jiyana xwe ji dest didan. Di salên 1900’an de li Amerîkayê 146 jinên karkerên tekstîlê di fabrîkaya Ttiangle ya gumlekan de ji ber şewat derket, ji dûmanê xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2005’an de li Borsayê jinên ku li şîrketa Tekstîla Ozay  ji ber bi şev kar dikirin û di şewata ku li fabrîkayê derket de li ser wan derî hatin kilîtkirin û nekarîn birevin xwe rizgar bikin bi awayek trajîk jiyana xwe ji dest dan. Haya kesê ji şewitandin û qirkirina wan çênebû, tenê em ji nûçeyên rojnameyan wan jinên di cînayetên kar de hatin qetilkirin nas dikin. Me jî hewl da berxwedana jinan bi komkujiyan re rû bi rû man û bi têkoşînê hin tiştan bi dest xistin, bi rêzedosyayek pêşkêş bikin.
Têkoşîna jinan a cara yekem
Guherîna civakê, di pozîsyona jinan de cudabûnek da avakirin. Têkoşîna jinan a ji bo azadiyê dema ku ji malê derdikeve û dikeve nava bazarê dest pê kir. Em dikarin bêjin di berxwedana jinan de pêşveçûnên balkêş di van deman de pêk hatine.
Yekem çalakiya rêxistinî ya jinan, ew bû ku di sala 1642’an de li dijî papatiyê daxwazname dan parlamentoya civaka navneteweyî. Jin li dijî mêrê olperest derketin û xwestin di olê de bi mêran re di heman şert û mercan de bin.
Daxwaznameya duyem jî di sala 1647’an de ji aliyê keçên xizmetkar ve hat dayîn. Di daxwaznameyê de keçên xizmetkar di çalakiya xwe de, diyar kirin ku ew malên li wan kar dikin rastî zextan tên û îtiraz ji bo zêdebûna dema kar kirin.
Di heman salê de ji bo ku jina girtî ya bi navê Lilburne were berdan çalakiya nivîsandina dazwaznameye hat lidarxistin. Jinan gotin ‘Qey em xwe bêdeng bikin û li mal rûnin’? di wan deman de şêwazê vê çalakiya ku ji bo balkişandina ser daxwaznameyê hatibû lidarxistin cihek girîng girt. Di rêxistinbûna jinan de ev terzê ku derket pêş roleke girîng lîst.
Navek ku em ji bîr nekin Olympe De Gouges
Li gelek welatan mafên jinan bihêle wekheviya jiyanê, li beramberî zagonan wekhevî nehatiye temînkirin. Komuna Parîsê ku dîrokek wê heye, li dinyayê welatê ku herî pêşketî Fransa jî di sala 1960’an de bi zagonên xwe yên paşverû hikum dikir. Jinên zewicî li ser mal û milk xwedî hokum nebûn. Wesiyeta zarokan jî li gel bavê wan bû, kurtaj qedexe bû, heqdestê jinên dixebitîn, li gorî mêrên ku heman karî dikirin kêm bû, destûra çêbûna zarok, dibistanên dayikê (kireş) tunebûn û karkirina jinan bi destûradayîna mêran ve girêdayî bû. 
Bi şoreşê re di avakirina Meclisa Neteweyî ya Fransayê de ku bingeha mafên mirovan ava dike, beyannameya mafên mirovan a gerdûnî û beyannameya mafên gelan xwendin. Lê belê Olynpe De Gouges dibêje gotinên ku di tekstê de hatine gotin tenê mêran eleqedar dikin. Di sala 1791’ê de di dîroka mirovahiyê de beyanameya mafên jinan a bi navê ‘Jin û mafên jinên welatî’ tê weşandin û  wekheviya zayendî ya civakî parastin û bêxemiya şoreşa Fransayê ya li beramberî jinan rexne kir. Ji ber vê sedemê ji Olympe De Gouges yekem jin bû ku têkoşîna mafê jinan da destpêkirin û wekî jinek ku qet navê wê neyê jibîrkirin ket nava rûpelên dîrokê. Lê mixabin ji ber ku di beyannameya mafên jinan de gotiye divê şoreşa Fransayê bibe Femînîst di sala 1793’an de cezayê mirinê lê hat birîn.
Dema mirov dîroka cîhanê lêkolîn dike, diyar dibe ku hizrê hebûna jinan û daxwazên wan her tim hatine paşguhkirin, daxwazên wan ji nedîtîve hatiye hesibandin. Lê bi femînîzmê re cara yekem jin hişmendiyek di nava civakê de li dijî xeletiyên bi sîstematîk li dijî vê derketinek xurt hat nîşandayîn.
Olympe de Gouges di hemû jiyana xwe de li beramberî rakirina cezayê mirinê, li dadgehan juriyên gel were avakirin, ji bindestiya Fransayê rizgarkirina koleyan, naskirina zarokên bê bav, xwedîkirina zarokan, bêedaletiya dahatuyê û li mijara feqîriyê têkoşiyaye. 
Têkoşîna Keçên Fabrîkayê li Lowellê dîrok nivîsand
Di sala 1834’an de li fabrîkaya Lowell a pembo ya li Massacussetesê, jinên ku lê dixebitîn (wekî Mill Girls tê nasîn) li beramberî qutkirina heqdestan têkoşîn dida. Di salên pêş de jî ev têkoşîn berdewam dike dibe pêşenga pêla çalakiyan. Şert û mercên kar ên keçên li fabrîkayan ku temenê wan di navbera 12-30 salî de ye dilê mirovan dişewitand. Ji ber ku bi saetan dixebitin, çavên wan bi tîrêjên rojê nediket. (Wekî îro yên ku 12 saetan bi heqdesteke kêm dixebitin û yên ku di AVM‘yan de dixebitin qet rojê bi çavên xwe nabînin û bayê jî hîs nakin.)   
Keçên Fabrîkayê di nava pembû û tozê de dixebitîn. Di temenê ciwan de nexweş diketin û dimirin.  Jinên ku di fabrîkayan de heftane 73 saet dixebitîn li derdora fabrîkayan di wan pansiyonên ku kirê dikirin de diman. Di wan pansiyonan de şevê piştî saet 22.00’an qedexeya çûyîna ji derve hebû.  Ji derveyî vê jî ferzkirineke hin rewşên li ser navê exlaq û olê li ser jinan hebû.
Di pirtûka dest a fabrîkaya Lowell de hatibû nivîsandin ku jinên beşdarî îbadetên li derê nebin, di bê exlaq werin dîtin neyên îstîhdamkirin.
Dema ku xwestin pereyê jinên karker ji %15 bibirin li ser vê jinan biryara çalakiyan dan. Ji bêrêxistinî û tecrubeya kêm ev çalakî bi ser neket. Gelek ji wan karkeran jî bi pereyê kêm mecbûr man careke din vegerin ser karê xwe. 
Xwesteka karê hevbeş û heqdestek wekhev li welat belav bû
Ji derveyî tecrubeya vê çalakiyê, di sala 1836’an de daxwaza ji bo zêdekirina kirêya karkeran, li hemberî fabrîqeya Lowellê çalakî dan destpêkirin û ew der ji karkerên jin re ji bo protestokirinê û ji bo çalakiyê bû dika çalakiyê. Vê carê çalakî bi vegerandina zêdebûna kirê û paşvekişandina patronan bi encam bû. Di sala 1845’an de piştî rêzeprotesto û çalakiyan, gelek kes hatin ba hev û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jinên ku kar dikin yekitiya yekem a bi navê Yekitiya Jinên Lowell a reforma kar (The Lowell Female Labor Reform Association, LFLRA) ava kirin.
Têkoşîna keçên fabrîkayê, jinên karker li Amerîkayê bu xalek werçerxî û ji hemû karkerên jin-mêr ên Amerîkayê re bû îlham. Xwesteka jinên karker a ji bo hevbeşiya kar û heqdestê li fabrîkaya Lowellê li hemû welatan belav bû.
Nivîsa piştî vê: Ji komkujiyan heta legerîna maf: Dîroka 8’ê Adarê