Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (7)

Şehîda mafê jinan ê dengdanê Emîly Şervana radîkal a mafê bijartin û hilbijartinê yê jinan Emîly Davîson, yekem sufrajeta ji bo xatirê dozê mirin daye ber çavê xwe ye.

Şehîda mafê jinan ê dengdanê Emîly
Şervana radîkal a mafê bijartin û hilbijartinê yê jinan Emîly Davîson, yekem sufrajeta ji bo xatirê dozê mirin daye ber çavê xwe ye.
 
Navenda nûçeyan - Emîly ku aktîvîsta mafê hilbijartinê yanî sufrajeta ji bo doza xwe mirin da ber çavê xwe, di çalakiyên xwe de 10 caran hat binçavkirin û 8 caran ket girtîgehê, ji van girtinan di ya 7’an de ket greva birçîbûnê û 49 caran xwedîbûna bi zorê li Emîly hat ferzkirin.
Jiyana Emîlayê... 
Emily Wilding Davison di 11'ê Cotmeha 1872'an de li Blackheatha Londrayê ji dayik bû. Li Zanîngeha Oxford'ê ya Royal Holloway College xwend. Di 1906'an de beşdarî Yekîtiya Jinan a Civakî û Polîtîk (WSPU) bû. Piştî 3 salan dev ji pîşeya xwe ya mamostetiyê berda û ji bo mafê jinê yê hilbijartinê têkoşiya. Emily 8 caran ket girtîgehê. Beşdarî protestoyên ji bo mafê hilbijartinê yê jinê bû. 
Emily Davison di 4'ê Hezîrana 1913'an de ji bo balê bikişîne ser mafê jinê yê hilbijartinê, dema pêşbaziya Kraliyetê de bi flamaya tevgera Sufrajetê, xwe avêt pêş hespa 5'emîn a George'yê. Armanca wê ew bû ku mafê jinê yê hilbijartinê bide bihîstindin. Emliy a ku bi awayekî giran birîndar bû di 8'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Çalakiya ku kir pir bi bandor bû. Çimkî 300 hezar kesî li pêşbaziya hespan temaşe dikirin. Her wiha dîmenê pêşbaziyê jî dihat kişandin.
Ket greva birçîbûnê
Emîly di 1906’an de tevlî Yekitiya Polîtîk û Civakî a Jinan (Wmen’s Social and Political Union/ WSPU) û dest ji mamostetiyê berdan û jiyana xwe da ser aktîvîteyên yekitiyê. Emîly têkoşîn da û bû mîlîtan. Di 1909’an de meha adarê de yekem car hat girtin û berdan. Emîly di meha cotmehê de dîsa hat girtin. Ket greva birçîbûnê. Rastî îşkenceya bi zorê xwedîkirinê hat.
Ji gelek rojnameyan re der barê armanca WSPU de name nivîsî û di The Manchester Guardîan de 12 nameyên wê hatin wşandin, di navbera 1911-1913’an de di çarçoveya kampanyaya nivîsandina nameyan de ji 50’yî zêdetir rojnameyî re nêzî 200 nameyî nivîsî.
Xwe avêt ber hespa Qral 
Di 4’ê Hezîrana 1913’an de pêşbirka hespan hebû û Qral û Keybanuyê li hîpodromê cihê xwe girtibûn. Emîly di carekê de xwe avêt pîşta pêşbirkê û derket pêşberî hespa Qral V. Goerge. Jokey hespa xwe neda sekinandin û Emîly di bin hespa pêşbirkê de ma. Li gorî şahidan Emîly gotina ‘Suffrage’ qêriyaye. Emîly ya li nexweşxanê hat dermankirin, piştî têkoşîna jiyanê ya 4 salan şûnde di 8’ê Hezîrana 1913’an de jiyana xwe ji dest da.
Dema Emîly xwe avêt parkurê, fîlma pêşbirkê dihat kişandin û hemû cîhanê ev sahne dît. Armanca Emîly û sufrajetan ev bû ku mafê hilbijartinê yê jinan bê dayîn û ji bo vê çalakî hedef kir. Li gorî damezerînera WSPU, Emmelîna Pankhurst, Emîly Davîson di wê baweriyê de bû ku wijdana mirovahiyê dema ku kesek bimre, wê rabe ser piyan. Ji ber vê ev întîxar plan kiriye. Li gorî polîsan jî ev ne întîxar, bêşenstiyek bûye. 
Cenazeyê wê di 14’ê Hezîranê de birin Londonê. Merasîmeke ku bi hezaran kes tevlî bû pêk hat. 50 hezar kesî derbasbûna cenaze û merasîm temaşe kirin. Cenazeyê wê piştre bi trênê birin Nescastle Upon Tyne. Roja din bi tevlîbûna hezaran kesî hat definkirin. Li ser gora wê jî dirûşmeya WSPU: Ne gotin, çalakî! Hat nivîsin.
Şehîda mafê jinan ê hilbijartinê 
Ji bo bîranîna Emîlîy opera, stran hatin nivîsin. Bû mijara lîstinên şano û fîlman. Li pîsta pêşbirkê plaket hatin daliqandin. Li Pirtûkxaneya Zanîngeha Londonê davê Emîly Davîson hat danîn. Emîly wek şehîda têkoşîna mafê hilbijartinê ya jinan di dîrokê de cihê xwe girt.
Qediya…