Ezmûnên tevgerên jinan di pêvajoyên aşitî û çareseriyên siyasî de – 3
Ji bo ku em bikaribin erkên xwe yên siyasî, ehlaqî û entelektuel di vê pêvajoyê de rast bicîh bînin, girîng e ku em ceribandinên xwe bi hev re tehlîl bikin û nexşerêya siyaseta civakî ya jinê diyar bikin.

AKADEMIYA JINEOLOJÎ
Kengê pêvajoya diyalogê veguherî muzakereyan, ji bo jinan pêwîst bû ku bi daxwazên xwe yên şênber li ser maseya muzakereyê amade bibin û di vê çarçoveyê de xwe birêxistin bikin. Ji ber vê yeke, Tevgera Azadiya Jinan di sala 2014‘an de di bin navê Kongra Azadiya Jinan (KAJ) de xwe ji nû ve birêxistin kir. Ji bo avakirina binesaziya hevpeymaneke nû ya civakî, komîsyonên jêrîn hatin avakirin da ku pêdivî û daxwazên jinan di hemû qadên jiyanê de bên zelalkirin. Ji mijarên aboriyê bigre heta dîplomasiyê, ji ekolojiyê bigre heta hiqûqê, ji siyasetê bigre heta xweparastinê komîsyon hatin avakirin û xebatên amadekariyê çêkirin. Şandeya HDPê destpêkê ji yek jin û du mêran pêk dihat. Dewletê demek dirêj nehişt ku nûnera Tevgera Azadiya jinan tevlî şandeyê bibe. Lê Rêber Apo di pêvajoya muzakere de nûnertiya tevgera jinan wekî rêgezek parast û ji bo pêkhatina vê yeke têkoşîneke mezin da. Di pêvajoya muzakere de êdî şande ji du jin û sê mêr pêk hat. Beşdarbûna endameke koordînasyona Tevgera Azadiya Jinan ji bo nûnertiya rasterast a vîn û daxwazên jinan, gaveke girîng bû.
Her wiha jinan nexşerêya xwe ya ji bo pêvajoya aşitî û demokrasiyê li ser bingeha çar rêgezan amade kirin:
1. Pênasîneke rast; Divê pirsgirêka jinan rast bê pênasekirin. Pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêkek zayendî ye. Ew pirsgirêkek kevnar a Rojhilata Navîn e. Ew pirsgirêkek serekî ye, pirsgirêkên bingehîn ên civakî, siyasî, aborî, ehlaqî û siyasî ne. Sedemên derketina pirsgirêka azadiya jinan di heman demê de rê û rêbaza çareseriya wê jî eşkere dikin.
2. Îfadeya qanûnî; Di destûra bingehîn a heyî de, ne hebûn, nasname û mafên jinan ne jî pirsgirêka azadiya jinan û rêbazên çareseriyê tên pênasekirin. Di nav çend beş û qanûnên cuda de navê jinan bi giranî wekî mexdûran tê ziman. Dîsa, di hiqûqa malbatî û medenî de, bi giranî li ser rewakirina malbatê tê sekinandin. Pêwîst e ev mijar li ser bingeha azadiya jinan bên pênasekirin û çareserkirin.
3. Beşdarbûna wekhev û rêxistinkirî ya di sîstema konfederal de; Pêdivî bi nirxandin û diyarkirina tevahiya sîstema jinan û bi vê yekê re cih û beşdariya jinan a di nav sîstema konfederal de heye. Girîng e ku jin beşdariya xwe ya wekhev û rêxistinkirî ji beşdariya di siyaseta demokratîk de bigre heya xweparastin, xwerêxistinkirinê û di warên din ên jiyanê de, diyar bikin.
4. Wekhevî û azadiyê di malbatê de; Ji nû ve rêxistikirina têkiliyên jin û mêr, qanûnên zewacê, nêrîna li ser mijara zewacê, mijarên hevberdanê, îrade û mafê jinan di mezinkirin û anîna zarokan de, pênaseya keda malê û rola pêşeng a jinan di vê yekê de, parvekirina adilane ya milkê, nêzîkatiyên perwerdeyê û gelek mijarên din pêwîste ku bi beşdarbûna vîn û ramanên jinan ji nû ve werin sazkirin.
Di pêvajoya îro de nûjenkirina van rêgezan û ji nû ve zindîkirina xebatên 5 komîsyonan girîng e. Her wiha parvekirina tecrûbe û nîqaşên hevbeş ên jinan derbarê pêvajoyên muzakere û çareseriyê li Bakur/Tirkiyê û li Rojava/Sûriyê girîng e.
Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin
Di pêvajoyên navbera salên 2013 û 2015’an de Tevgera Azadiya Jinê li Rojavayê Kurdistanê di avakirina Neteweya Demokratîk û pergala Xweseriya Demokratîk de, di şerê parastina şoreşê li dijî êrîşên El Nusra û DAIŞê de û her wiha di siyaset û dîplomasiyê de, bi roleke pêşeng rabû. Di aliyek de jinan rêxistin û pergala xwe ya xweser ava kirin. Mînak, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek mekanîzmaya bîryardayînê û vîna hevbeş a jinên hemû pêkhateyan hatiye damezrandin. Meclîsa Jinên Suriyeyê jî ji bo aştî û guhertinên demokratîk li Sûriyeyê bi jinên tevahiya pêkhateyan ji bo destûrekî nû û demokratîk a Sûriyeyê xebitiye. Her wiha konferans û xebatên jinan ji bo yekrêziya jinên Kurd û ji bo avakirina torên hevgirtinê yên jinên Rojhilata Navîn jî hêz daye deng û rengê jinan di têkoşînên aştî, demokrasî û azadiyê de.
Çend kêmasiyên di aliyê rêxistinkirinê de
Di aliyê din de jî jin ji bo pêkanîna pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jinan di tevahî qadên jiyanê, di tevahî sazî û mekanîzmayên bîryardayînê li herêmên rêverberiya xweseriya demokratîk de têdikoşiyan. Jinan di xebatên qanûnsaz û hevpeymana civakî de jî di asta wekhev de û bi bandor cîh girtin. Bi xebat û perwerdeyên civakî ji bo guhertina zêhniyeta desthilatdar re jin destkeftiyên girîng bi destxistin. Lê belê di warê gihandina civaka demokratîk de ya ku bi beşdarbûn û vîna tevahî beşên civakê xwe li ser hîmen ên demokrasiya rasterast, aboriya komînal, adaleta civakî, ekolojî û azadiya jinê xwebirêvedibe hîn kêmasî hene. Çavkaniya van kêmasiyan berî her tiştî kêmasiyên me di warê avakirina feraset, kesayet û jiyana li gorî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxweziya jinê ve girêdayî ne. Derengmayîn û tengmayîna me di warê fêhmkirin û pêkanîna perspektîfên Rêber Apo de bûye sedem ku me heta niha nikarîbû derfetên çareseriya siyasî û aştiyê yên di pêvajoya Îmralî de ji aliyê Rêber ve hatin pêşxistin bighînin encamê.
Azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e
Tecrûbeyên pêvajoya 15 salên borî ji me re girîngiya destnîşan dikin ku em hevsengî û hevbeşbûna xebatên xwe yên bîrdozî, siyasî û civakî hîn xurttir bi rêxistin bikin; mekanîzma û rêxistinbûnên xweser û giştî li ser esasê demokrasiya rasterast bi beşdarbûna vîna civakê bixebitînin; bi şêwazek çêker hemû beşên civakê, pêkhate û derdorên cuda yên siyasî tevlî pêvajoyê bikin. Pêwîst e ku beşdarbûna jinê di qada siyasetê de xwe bispêre hêza rêxistinkirî ya tevgera civakî ya jinan. Bi serwextbûna ku “azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e“ divê em li hemberî nêzikatiyên ku dibêjin “niha ne dema mijara jinê ye“ hişyar bin; li dijî zayendperestiya civakî û qirkirinên li dijî jinan hem tedbîrên qanûnî hem jî tedbîrên civakî yên xweparastinê bipêş bixin.
Erk û berpirsyariyên jinan
Ji bo ku em bikaribin erkên xwe yên siyasî, ehlaqî û entelektuel di vê pêvajoyê de rast bicîh bînin, girîng e ku em ceribandinên xwe bi hev re tehlîl bikin û nexşerêya siyaseta civakî ya jinê diyar bikin. Di aliyê siyaseta civakî de jî girîng e ku em di pêvajoyên nîqaş û biryardayînê de jinên tevahiya beşên civakê beşdar bibin. Lihevkirina derbarê rêgez, stratejî û siyaseta jinan de, divê xwe bispêre vîn û helwesta hevbeş a jinên civakê. Heger wiha nebe dibe xeteriya ku siyasetek nû ya elît xwe bi sazî bike. Xebatên wekî kongre û konferansên jinan xwedî wateyek girîng e. Lewma girîng e ku nêzikatiyên şiklî û demkin werin derbaskirin û ji vê zêdetir wekî pêvajoya gihandina vîn û biryarên hevbeş werin nirxandin. Biryarên konferansan jî ji aliyê hemû beşdaran ve werin şopandin û pêkanîn. Her wiha ji bo rêxistinkirina hevgirtina enternasyonalîst parvekirina nîqaş, pêşveçûyîn û astengiyên pêvajoyê bi tevger û çalakvanên jin ji welatên cuda re girîng e.
Rist û erkên Xebatên Jineolojiyê
Rêbertî ji sala 1993‘an ve bi hemû pêngavên ji bo aştî û çareseriya demokratîk re pêngavên nû ji bo bi hêzkirina rêxistin û têkoşîna jinan li ser bingeha kûrkirina hişmendiya azadiya jinan bipêş xist. Heman rewş jî ji bo pêvajoya bi banga Rêber Apo ji bo ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ji 27’ê Sibata 2025‘an ve destpê kiriye derbasdar e. Bîrdoziya rizgariya jinan, felsefeya jin jiyan azaadî, têgeh û teoriya Jîneolojiyê di aliyê jinê de xeta sêyemîn pêk tînin. Ev xet li dijî xeta postmodern-lîberal yên ku nasnameya jinan bêwate dikin û hebûna jinê ya biyolojîk jî dixe ber pirsyarê û li dijî xeta muhafezekar-faşîst a ku hebûn û nasnameya jinan wekî siya koleya mêran ferz dike, xeta jiyan û azadiyê îfade dike. Ji hevdîtina 23’yê Cotmeha 2024‘an ve nirxandin û perspektîfên Rêbertî girîngiyekî mezin daye dahûrandinên derbare dîrok, çand û azadiya jinan de. Her wiha Rêbertî baweriya xwe bi hêza pêşengtiya tevgera jinê ji bo serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk anî ziman. Di vî warî de ji bo jiyanîkirin û mayîndekirina destkeftî û nirxên ku bi ked û têkoşîna Rêber Apo ya 52 salan hatin avakirin, xebatên Jineolojiyê xwedî berpirsyariyên girîng e.
Divê çi bê kirin?
Ji bo bi hêzkirina tahlîlên derbarê ezmûnên jinan ên di pêvajoyên aştiyê û xebatên heqîqat û edaletê de komxebat dikarin werin rêxistinkirin. Di aliyek de girîng e ku nûnerên Tevgera Azadiya Jinên Kurdîstanê di pêvajoyên li Bakur û Rojava de tecrubeyên xwe binirxînin. Di aliyê din de jî hevdîtin û komxebatên hevbeş bi jinên li welatên cuda (mînak: welatê Bask, Îrlandaya Bakur, Kolumbiya, Fîlîpîn...) di wan pêvajoyan de cîh girtin dikarin werin çêkirin. Her wiha lêhûrbûna ji bo beşdarbûna tor û kesayetên jinan di pêvajoya avakirina enternasyonal a modernîteya demokratîk girîng e. Danasîna jineolojiyê di heman demê de derfet dide danasîna kesayeta Rêbertî, têgeh û teoriyên Rêbertiyê wekî bîrdoziya azadiya jinê, teoriya qutbûn, kuştina zilam, sosyalîzma demokratîk û hwd. Ji bo berfirehkirina pêngava cîhanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û piştgiriya banga aştiyê em dikarin bi jinên akademîsyen û aktîvîst ên li herêmên cuda yên cîhanê re nîqaş û xebatên nivîskî li ser wate û pêkanîna wan têgehan birêxistin bikin. Her wiha em dikarin teşwîq bikin ku ew ji Rêbertî re name binvîsin.
Di warî erkên entelektuel de bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ve girêdayî erkeke serekî ya Jineolojiyê, xurtkirina zanîn û argumanên ji bo pêşxistina feraseta demokratîk e. Ji ber bingeha civaka demokratîk û jiyana azad derbaskirina ferasetên desthilat û gihandina vîneke azad a takekes û civakê ye. Ji ber vê yekê girîng e ku em rêbaz û mijarên lêkolîn û perwerdeyan bi armanca çareseriya pirsgirêkên jin û civakê ve girêdayî diyar bikin û berfirehtir bi rêxistin bikin. Girîng e ku di weşan û xebatên jineolojiyê de zimanekî jiyanî were bikaranîn da ku jinên ji hemû beşên civakê bikarin zanînên xwe beşdarî xebatan bikin û ji berhemên Jineolojî sûd bigirin.
Ji bo rast fêhmkirin û pêşxistina pêşengtiya jinê ya di siyaseta demokratîk û avakirina sosyalîzma civaka demokratîk de girîng e ku em lêkolînên xwe yên civaknasiya dîrokî kûr bikin. Bi vê armancê ve girêdayî em lêkolîn û şiroveyên li ser 4 çandên di kesayeta jinê de (çanda xwedawendan, çanda qesrê, çanda Sati û çanda jina azad) berdewam dikin. Civakîkirina van nîqaş û lêkolînan girîng e da ku jin bikarin rastiya xwe û zirarê çanda qesrê û çanda Sati tahlil bikin, bermayînên çanda xwedawend keşîf bikin, çanda jina azad pênase bikin û di kesayetên xwe û civakê de bipêş bixin.
Her wiha bi peyam û perspektîfên dawî yên Rêbertî ve girêdayî em pêwîst dibînin ku van mijaran di nav xebatên lêkolîn û perwerdeyên jineolojî de rojev bikin:
*Ji bo rast pênasekirina hebûn û nasnameya jinê dahûrandinên felsefîk û sosyolojîk li ser wateya mêbûn û nêrbûn, lêpirsînkirina bandora zayendperestiyê li ser nasnameyên jin û mêr û têkiliyên di navbera herduyan de girîng in. Jin û mêr çawa dikarin aydê xwe (Xwebûn) bin?
*Rêxistinkirina lêkolînên li ser daneyên nû derbarê Xirabreşk û sedemên avabûna pergala baviksalar de. Ji nû ve xwendin û şirovekirina sosyolojîk a destana Gilgamêş.
*Nîqaş û lêkolînên li ser taybetmendiyên civakîbûna jin-dayîk wekî mînaka ji bo civaka demokratik komunalist a nûjen û çareseriya pirsgirêkên ekolojî, civakî û azadiya tekekesî.
*Xebatên atolyê yên civakî li ser hevpeymana civakî ya jinê û modela malbata demokratîk wekî bingeha civaka demokratîk û têkbirina çanda tecawizê.
*Şênberkirina têgeha hevjiyana azad û dahûrandina pirsa ‘têkiliyekî sosyalîst di navbera jin û mêr de çawa tê avakirin?‘