Di sêyemîn şerê parvekirina emperyalîst de rewşa jinan – 4

Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem anî ziman ku 3’yemîn Şerê Cîhanê yê di navbera du xetan de dimeşe, çareserî ‘paradîgmaya Netewa Demokratîk e’ û bingehê avakirina pergalekê bi rengê jinê ji her demê bihêztir e.

NUCAN ARAS

Navenda Nûçeyan – Şerên parvekirina emperyalîst di serî de li Rojhilata Navîn bi şerên herêmî berdewam dikin. Desthilatiyên netew-dewleta kapîtalîst, di sedsala 20’an de du şerên mezin bicîh kirin. Di parvekirina dewlemendiyên dinyayê de tu car negihîştin miradê xwe. Di vê pêvajoya ku em 3’yemîn Şerê Dinyayê dijîn de jî, berxwedana gelan û jinan, pergala ku di sedsala 20’an de pêk hat a bi navê Şerên Parvekirina Emperyalîst, xirab kir.

Mîna sedsala 20’an, îro jî di şerên ku bi netewperestî, olperestî, zayendparêziyê tên meşandin de herî zêde jin, zarok û gel zirarê dibînin. Lê faktöre herî bingehîn ê ku îro ji do cuda dike jî, rola jinan a di vî şerî de ye. berovajî serdemên borî jin, di 3’yemîn Şerê Dinyayê de rolên xwe diyar dikin. Mînaka herî baş a ji bo vêya jî, Şoreşa Jinê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ hatiye kirin e. Hebûna vê şoreşê jî, ji Filîstînê heta Ukraynayê, ji Suriyê heta Afganistanê, têkoşîna wêrektiyê dide jinan. Di pêşengiya jinan de rêya çareseriyê jî nîşan dide.

Me di beşa 4’emîn a ku me li ser rola jinan a di Şerên Parvekirina Emperyalîst ên ji sedsala 20’an heta 21’an bi feraseta mêr hatiye rêvebirin de amade kiriye, hevpeyvînek kir. Endama Akademiya Jîneolojiyê Şervîn Nûdem ji me re hedefgirtina jinan a di şeran de, rolên wan û têkoşîna hevpar a ku dimeşînin, nirxand.

‘Jinan bi berxwedanê têkoşîna navnetewî mezin kirine’

Endama Akademiya Jîneolojiyê Şervîn Nûdem, balkişand ser hebûna tevgerên berxwedan û têkoşîna li tevaniya dinyayê ku jin dimeşînin. Şervîn Nûdem bi bîr xist ku tevgerên jinan ji bo mafên siyasî bi taybetî jî yên dengdanê, ji bo mafên welatîbûnê bidest bixin, têkoşînên mezin dane û wiha got: “Tevgerên jinan di vê serdemê de li derdora kedkar, karker û sosyalîstan bûne yek, bi giyanê wekhevî, yekîtî û yekbûnê, li hember kedxwariyên pergala desthilatdar liberxwe dane, têkoşîn meşandine û ji bo avakirina giyana civakek sosyalîst, bi fêdakariyên mezin, têkoşîna navnetewî pêk anîne.” Şervîn Nûdem, da zanîn ku di şerên dinyayê de bi taybetî jî bi destê sermayedarên hegemonîk û desthilatdar, polîtîkayên perçe bike, dabeş bike û birêve bibe li ser dinyayê hatine meşandin, li hember wan bi milyonan mirov rastî polîtîkayên koçberî, qirkirin, tunekirin û tunehesibandinê hatine.

‘Jinan li hember sîstema ferzkirî serî danenî’

Şervîn Nûdem destnîşan kir ku ji bo serdestkirina feraseta netew dewletê, bi nêzikatiyên netewperest, polîtîkayên hevqirkirina civakan hatine meşandin û wiha got: “Polîtîkayek ku jinan jî kiriye bin berjewendî û kedxwariya xwe, der kiriye û kole kiriye, hatiye ferzkirin. Bi destpêkirina şerên dinyayê re jinan xwe zûtir birêxistin kirine, di piştevaniya jinê de gavên girîng û dîrokî avêtine, bi dayîna berdêlên mezin li hember kedxwariya jinê liberxwe dane û li hember pergala desthilatiyê serê xwe netewandine.”

Şervîn Nûdem, balkişand ser çalakiyên jinan ên ku hema salek piştî ku di sala 1915'an de 1’emîn Şerê Dinyayê bidawî bûye, destpê kirine û wiha berdewam kir: “Li bajarê Lahey (Den Haag) bi hezaran jin kom bûn û bi beşdariya bi hezaran jinan kongreyek lidar xistin. Armanca jinan, li tevahiya dinyayê parastina mafên jinan, pêkanîna wekhevî û aştiyê, misogerkirina vîna jinan a li hemû qadên cemaweriyê û parastina wan, ronîkirina dîroka mirovahiyê bû. Jinan di vê konferansê de li hember şerên hegemonîk ên gihîştine astên global ên navdewletî, gotin 'Ev şer, ne şerê jinan e, şerê desthilatiyan û mêran e’ û nerazîbûna xwe anîn ziman. Jinan gotin şerên tên meşandin dikare bi awayekî demokratîk, wekhev û aştî werin çareserkirin, yekparetî û yekbûna gelan biparêzin û peyamên girîng ên bi vî rengî dan. Piştî konferansê yekem car ji aliyê jinan ve ramanên li ser yekparetî, wekhevî û yekîtiya gelan, mohra xwe li hemû derdorên civakê xist.”

‘Gelan xwe birêxistin kir û serkeftinên mezin bidest xist’

Şervîn Nûdem, bi bîr xist ku di heman salê de jinên sosyalîst jî konferansa xwe lidar xistine û wiha pê de çû: “Di vê konferansa ku ji aliyê jinên sosyalîst ve hat lidarxistin de jî, jinan diyar kirin ku li hember hegemonbûn û şerên desthilatiyê divê yekîtiya xwe  pêk bînin, li hember mîlîtarîzmê, li hember ramana netewperest û unîter, têkoşîn û helwestek girîng bê nîşandan. Jinan gotin ku divê ji yekbûn û yekîtiya karkeran û yekîtiya gelan a rêxistinkirî, hevgirtin bên çêkirin, pêwîst e civak ji ber şerên tên meşandin nebe leşker û nebe qurbanê desthilatiyan. 2 sal piştî vê konferansê jî Şoreşa Sovyet a Rûsyayê pêk hat. Di Şoreşa Sovyetan de jin bi giyanek xurt ê yekîtiyê birêxistin bûne û di refên pêş ên şoreşê de cîhê xwe girtine. Şoreş ji bo gelan bûye hêviyek mezin, li Almanyayê raperînên gel çêbûne. Gelan li vir bi lez û bez komûnên karkeran birêxistin kir. Gelên ku li dora komînan birîxistin bûn, leşkerbûna şerên desthilatiyê red kirin, li hember desthilatiyên ku civakê wek perçeyek mîlîtarîzmê dibînin, ferasetên netewperest û jinan wek amûrek vî şerî dibînin, kedxwariyê dikin û dixwazin bibin hegemon, xwe birêxistin kirin û serkeftinên mezin bidest xistin.” 

‘Jinan mafên xwe misoger kir’

Şervîn Nûdem, balkişand ser girîngiya berxwedan û têkoşîna jinên jin ku di 2'yemîn Şerê Dinyayê de nîşan dane jî. Şervîn Nûdem diyar kir ku bi taybetî jî li Almanyayê jinan li hember faşîzmê xwe mîna komek partîzan birêxistin kirine. Şervîn Nûdem, anî ziman ku jinan bi hêza xwe ya cewherî li hember faşîzmê ji bo xurtkirina parastina gelan, eniyek hevpar a jinan ava kirine û wiha got: “Li hember faşîzma desthilatiya Franco û  Almanya û Îtalyaya dagirker, giyanê têkoşîn û yekîtiyê hatiye nîşandan û bi vî awayî faşîzm hatiye têkbirin. Jinên ku bi berxwedanê têkoşîna xwe meşandin, di hêla avakirina civakek nû û azad de û misogerkirina mafên jinan de biser ketin. Di encama pêşketina şoreşan û berxwedanan de jinan di qadên civakî yên jiyanê de rolek çalak lîstin. Di civakên ku serdestiya mêr û zayendparêziyê diparêzin de, di şeran de jin bûne artêşek ku li pişt perdê hatiye bikaranîn. Jin di fabrîqeyên çêkirina tiştan de, avasaziyê û gelek karên giran de hatine şixulandin. Desthilatî ji bo daxwazên azadiyê yên jinan, bi tu awayî nebûne bersiv.”

‘Pergalek ku rengê jinê nîşan bide ji her demê xurttir e’

Di vê serdema ku 3’yemîn Şerê Dinyayê tê nîqaşkirin de rastiyek heye, jin bi taybetî tên hedefkirin. Şervîn Nûdem, diyar kir ku di bin navê pergala dinya nû de tê xwestin ji nû ve bên perçekirin. Şervîn Nûdem da zanîn ku hêzên hegemonîk herêmên ku nekarî lê bibin serdest û kedxwariyê bikin, dagir dikin û bi vî awayî hewl didin di destê xwe de bihêlin û desthilatiyên xwe xurt bikin. Şervîn Nûdem, diyar kir ku 3’yemîn Şerê Dinyayê ji destpêka salên 1990'î ve ye berdewam dike û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di van salan de bi derketina ji Sûriyê, pêşî li şer girtiye. 

Şervîn Nûdem, ev tişt gotin: “Rêber Apo vê serdemê bi awayekî rast nirxand û di encama nêzikatiya wî ya baldar û bihîstyar de, qirkirina gelan asteng kir. Pergalên ku bi desthilatiya hegemonîk li ser piya ne, di şeran de berî her tiştî ciwanan, jinan, civakan û xwezayê wek hedefa yekem dibîne û wan bi qirkirinan re rû bi rû dihêle. Li hember şerên ku global bûne û zêde bûne û hemû pirsgirêkên civakî, bingeha alternatîfa xurt,  Paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo ye. Gavên dîrokî yên destpêka Paradîgmaya modernîteya demokratîk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, bi ramana  Konfederalîzma Demokratîk berbiçav dibe. Li gelek welat û herêmên dinyayê civak, jiyanek watedartir, wekhev û azad û bi rûmet dixwazin. Bingeha ku jin bikaribe li serê rengê xwe nîşan bide, biryarên xwe bistîne û pergalek ku ji bo lêgerînên wê bibe bersiv ava bike, ji her demê xurttir e.”

‘Li ser çavkaniyên enerjiyê şer tê meşandin’

Şervîn Nûdem da zanîn ku 3’yemîn Şerê Dinyayê li ser du xetan tê maşandin û wiha berdewam kir: “Em bi hêsanî dibînin ku di şerên ji nû ve dîzaynkirin û jihevxistina sîstema cîhanê de, bi taybetî di navbera Amerîka, Îsraîl, Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya û Çînê de, li gorî feraset, armanc û daxwazên wan, şerên serdestiyê bi rêya têkbirina çavkaniyên dewlemend ên enerjiyê yên binerd û ser erdê tê meşandin. Hêzên hegemon li ser dewlemendiya xwe dewlemendiyê zêde dikin. Civak, di bin dagikerkeriya hêzên hegemon ku dixwaze xwe li ser lingan bigre de tê kolekirin. Jinên xwe li derdora Modernîteya demokratîk birêxistin kirine, bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye îlhama hemû jinên cîhanê û daxwaza jinan ji bo demokratîkbûnê, hevgirtin, yekîtiya jinan mohra xwe li 3’yemîn Şerê Dinyayê xistiye. Hêzên hegomon ên ku di 3’yemîn Şerê Dinyayê de faktorên sereke ne, sîstemên ku li dijî wan tu carî qebûl nakin, her wiha zagonên navneteweyî tune dihesîbinin, komkujiyan pêk tînin û êrîşên dagirkeriyê berdewam dikin.”

‘Divê jin hîn zêdetir xwe birêxistin bikin’

Şervîn Nûdem, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên hegemon ji bo xeta xwe mirinê li ser civakê ferz dikin û da zanîn ku şerên qirkirinê bi taybetî li ser jinê, gelê Kurd û Filîstînê tê meşandin. Şervîn Nûdem wiha pêl da gotinê xwe: “Encama ku komkujiyan bi xwe re anî, gel rabûn serhildanê, jinan hîn zêdetir xwe birêxistin kir û tekoşîna xwe gihandin asta herî jor. Divê çareseriyên alternatîf bên dîtin û valatiyên heyî bi awayek radîkal tijî bikin. Divê civak di nav hewildanek ku sîstemek alternatîf ava bike de be.”

Şervîn Nûdem got ku divê jin hevgirtî bin û têkoşînek hevpar were meşandin û wiha pê de çû: “Divê jin li dijî 3’yemîn Şerê Dinyayê çeperek demokratîk a hevpar ava bike, li dijî nijaperestî, faşîst û olperestiyê rihê yekîtiya hevpar bipêş bixe.  Ji bo yekîtiya sîstemeke ku azadiya jinê li ser bingeheke demokratîk, ekolojîk li ser esasê bawerî û îradeya xwerêveberiya gel ava dike û parastina nirx û mîrata hevpar ava bike, têbikoşe. Em di bin her şert û mercê de amade ne ku li hember ferasetên antî demokratîk ên hêzên hegemonîk ên ku ji bo berjewendiyên pergala xwe mezin dibin, li ser bingeha hêza cewherî û vîna gelan, yekparetiya sîstemek ku li ser bingeha demokratîk û ekolojîk, azadiya jinê ava bike, li mîrate û nirxên hevpar xwedî derkevin.”

Tiştên li ser jinan tê ferzkirin

Şervîn Nûdem balkişand ser pêvajoya li Sûriyê tê jiyîn û wiha got: “Piştî hilweşîna rejîma Baasê, pêvajoyek nû li Sûriyê destpêkir. Gotûbêjên avakirina Sûriyeya nû li ser bingeheke demokratîk, bi berçavgirtina baweriyên hemû nasname, çand û mezheban, bi komên HTŞ’ê re ku hikûmeta demkî ne û ji eslê xwe olî û bi karakterê selefî ne, tê rojevê. Lê em dikarin wek mînak Şoreşa Îranê ya 1979’an nîşan bidin. Şoreşek gelan ku di serî de jin hema bêje ji her beşa civakê tê de gel hene, di serî de jin û hema bêje ji her beşê civakê mirov hene. Rêjîmên olî yên ku serkeftin û destkeftiyên şoreşa ku gelan bi dest xistin, hemû hewl û bedelên ku hatine dayîn, nemaze hemû nirxên civakê, paşguh kirin û li ser bingeha zagonên xwe, bi feraseta xwe xist bin siyê. Afganistan jî bi yasayên şerîetê xwe li ser civakê ferz dike. Li Efganistanê li dijî Talîbana ku ev bi salan e  desthilat e, têkoşîn dimeşînin û dev ji jiyanek bi rûmet û hêviyên xwe bernedan. Hêzên hegemon di sala 2021’an de carek din rêveberiya Efganistanê dan destê Talîbanê û bi yasayên şerîetê jinan ji jiyana kar û giştî dûr xistin, em van tiştan dibînin û dibhîzin. Her çend bi hilweşîna rêjîma Baasê hêviyên gel çêbin jî, ger pêşiya hikûmeta nû ya despot û hişk neyê girtin, dê rengê jinan di civakê de were wendakirin û ev pirsgirêk ne tenê li Sûriyê, dê li hemû Rojhilata Navîn bibe kaosek mezin û pirsgirêk hîn zêdetir bibin.

‘Hemû jin dikarin Rojava mînak bigrin’

Şervîn Nûdem da zanîn ku hikûmeta nû ya hatiye, zêdetir olperest, nijadperest, zayendperest e û wiha got: “Ev hêz di serî de ji aliyê dewleta Tirk, Brîtanya û Amerîkayê ve hatiye perwerdekirin. Rêveberên ku xwe bi bîrdoziya netew dewlet xwedî dikin, bi rêbazên nijadperest, olperest, zayendperest xwe li ser civakê ferz dikin. Ferasetên di van rêveberiyan de bi şêweyên cur bi cur maskeyan li xwe dikin. Zextên li ser jinan di vê wateyê de kûr bûne.

Şervîn Nûdem destnîşan kir ku ji bo di vê pêvajoyê de çareseriyeke avakar û demokratîk bipêş bikeve, divê pergala ku hemû kêmnetew xwe tê de temsîl bikin, bibe karê sereke û wiha got: “Divê ferasetek ku civak bi xwe biryarê bide û jin jî beşdar bin, divê bê avakirin. Bi taybetî di vê pêvojoyê de divê rola jinan hîn diyarker û şênber be. Jin di pozîsyona avakirina Sûriyeke demokratîktir de ye ku bi hişmendî û rêxistinî tevdigerin. Pêngava destpêkê ya sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya gelan û dewlemendiyên cuda tên birêxistinkirin, bi rengê jinê watedar dibe. Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi avabûna xwe re rengê gelan nîşan dide, di heman demê de tê wateya ku rêxistinbûn û beşdarbûna jinan di nav sazî û rêxistinên wê de û tabûyên zayendperestiyê jî hildiweşîne. Gel û jinên Rojhilata Navîn, di serî de hemû jinên Sûriyê yên ji komînên jinan ên resen ên bi Şoreşa Rojava hatine avakirin, dikarin ji xebatên avakirina vê pergala demokratîk sûd wergirin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin.”

‘'Parastina şoreşê erka her kesî ye'

Şervîn Nûdem, balkişand ser vê pêvajoyê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoyeke wiha dîrokî de jin bi beşdarbûna bi coş û aktîftir û bi rêxistinkirina li dora hişmendiya hevpar a jinan ku ruhê yekîtî û yekitiya pergala demokratîk temsîl dike, dikare mafên jinan û hemû mafên civakî misoger bike. Di vê pêvajoyê de divê em pergala konfederalîzma demokratîk bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinên navneteweyî re li ser xeta ekolojîk û azadiya jinê tevbigerin û timî di rojevê de bihêlin. Parastina nirxên Şoreşa Rojava berpirsyarî û erka ehlaqî ya hemû mirovahiyê ye. Ev dem dema parastina hemû nirxên şoreş û avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk û azad e.”