Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (2)

Di çanda welat de herî zêde cil û bergên netewi yên bi navê terbûş û deqên ser ruyê jinan balê dikişîne. Deq xemlek cuda li rengê jinan zêde dike û herî zêde jin xwe bi wan sembolên deqan tînin ziman.

Çand û şunwarên Cezayirê

 
Navenda Nûçeyan - Yek ji navdetirîn cil û bergên ku li navçeyên hundirîn yê Cezair tê li xwe kirin kincên stûr û brons in. Her çendî li gorî bajar û herêman rengê cilan û li xwe kirinên jinan tên guhertin jî Terbûş cilê wan ê netewî û herî tê nasîne. Dema wan cilan li xwe dikin û kofiyek li ser wan cilan tê jî didane ser serê xwe gelek xweş li hev tîne. Ji kofiya serê wan heta gerdenî û bazinên wan û sola lingê wan hemû hev temam dikin û bi ser rengê hev de diçin. Cilên mêran jî bi heman şêweyî li hev hatîne. Mêr piranî Kahabp ku ji cilên nûjen tê çêkirin li xwe dikin û di zivistanê de piranî wî li xwe dikin. 
Çand û huner
Cezayir li ser axa xwe şahidî ji gelek şaristaniyan re kiriye, ev jî dibe sedeam ku hunera wê gelek cudahî têkevê. Hunera Cezayirê ji hêla hunera kevnar û nûjen ve dabeş dibe, bajar ji hêla mîrateya cîhanî ve di nav welatê heftemîn de tê dabeş kirin ku di nav de cihê arkelojî û geştyariyê jî hene. Bandorên bajarekî xweşik, bandorên Roman û keleha Benî Hemdan, tevî hejmarek mûzeyên navdar in. Nemaze pêşbirkên wekî xwedayên Roman, Mozîkên Roman û Şanoyên Roman di heman demê de hunera nûjen a nîgarî ya herî navdar e.
Nemûneyên kevneşopiyên Cezayirê ev in; Nebûna perwerdehiya keçan, neçarbûna mêran ji mîras, dayîna zarokan ji keç û diyariyan re hezkirin û dilovanî. 
Her çendî hinek xalên xweser girêdayî rêveberiya welat hebin jî giştî rêziknameya zagonsaziya wê weke ya welatên dinê yên Erebane. Malbat jî li gorî wê diçin û qeke qayîdeyên jiyanê xwe di hemû gundewarên wê de bi cîh kiriye. Di giştî şêwaza zagonsaziyê de jinê ji jiyanê dur dixin. Her çendî bajar li gorî herêmên bejayî û gundewaran hinekdin vebûne û xwe pêşketî dizanin jî di aliyê maf dayîna jinê de ferqek zêde nîne. Bi giştî jinan weke mirov napejirînin û cîh nadin nêrînên wan. Dema ku hevjînê jinekê bimire û zarokên wê hebe ji bo mezinkirina zarokan destur nayê dayîn carekdinê bizewice. 
Deqên ser ruyê jinan
Dîroka deqên ser rûyê jinan gelek kevne ji ber wê jî nayê zanîn ji kîjan demê hatiye. Weke edetekê hemû jin li ser dest û ruyên xwe nexş û nîgarên gelek xweş çêdikin. Hinek ji wan jî sîmgeyên gelek bi wate û dîrokîne. Di civakên mirovî yê kevnar de Deq wek bawerî, girêdana bi rengekî zanistî, derxistina xêr û rûhê xerab dihat dîtin. Di demboriyê de mirovên li Hindistan, Efrîka, Fas, Faraon û Romiyan jiyane herî zêde baweriya xwe bi deqan anîne û weke pêşîlêgiritina ji ziraran didîte.
Di demên berê de, deq li ser rûyê jinên Cezayirê yek ji pîvanên girîng ên lihevanîna bedewiya jinê bûne, lê bi demê re ji nava wan gelek sîmge hatine guhertin û giringiya wan weke bawerî kêmbûye. Piraniya jinên Cezayirê hê zarok di navbera temenê heft û neh salî de deq li ser ruyê wan hatine neqişandin. Li rojhilatê welat ev weke taybetmendiyek wan ya xweser tê dîtin, ji ber wê jî zêdetir mayîndeye. Her çendî hebûna deqan ji bo xweşikbûn û bedewiyê bûye, bi derbasbûna demê re wan sîmgeyan jî parastine. Ji ber ew neqş hemû li ser wê axê xwedî wate û giringîne, hema ji ber xwe de tiştekê li ser çermê laşê xwe nakolin. Her nîşanek jî wate û sembolek wê heye. Li ser eniyê nexşek cudaye, li ser lam û destan cudane. Her sîmge li her cihî nayê çêkirin. Piranî li ser neiyê piranî wêneyê rojê heye û li  derdorê tîrêjên wê xwiya dikin. Weke em dibînin deqa ku di rû, dest û lingê dapîran de, tevî hemû ked û zehemtiyên jiyanê jî jêneçune. 
Di deqan de sembola jina bedew
Sembola komkirinê (+) jî yek ji wan nîgarên herî berbiçav e di piraniya rengan de li ser rû, serî û destan tê nexişandin.. Tîpa (T) kurtaya peyva "Tamtout e" ku tê wateya jina xweşik. Nîşanên tatoyê yên ser her du lingan zalimbûna mêr nîşan dide.
Ji têgînê deqê jî parastina ji hin nexwşiyan, weke deqa li pêşiya poz li hemberî nexwşiyên diranane, ya li ber çav jî pêşî li ber nexweşiyên ku bandorê li çavan dike digre.
Bi belavbûna ola îslamê li herêmê re weke gelek baweriyên civakî deq jî guneh atin dîtin û jinan weke berê nekarîn giringiyê bi deqan bidin. Jinê oldarên Cezayirê jî deq weke guneh dîtin û vê nêrînê di nava civakê de belav kirin. Jinan jî ji vê yekê bawer kirin û xwestin bi şêqeyekê deqên xwe jê bibin, lê nikarin jê bibin ji ber bi çermê laşê wan re bûye yek. Ev yek bû sedem ku êdî bedena zarokên xwe yên keç bi deqan ne nexişînin. Jinên ji zaroktî de deq li ser bedena wan hatî çêkirin û êdî nikarin jê bibin jî ji bo “gunehê” xwe kêm bikin di cihê wê de zêr û tiştên madî dan feqîran. 
Şunwarên dîrokî
Welatê bi du avhewayên xwe yên pir ji hev cuda û erdnîgariya xwe ya bi Derya Spî re dibe yek re ji despêka cîhwarbûna mirovahiyê ve bûye warê jiyanê û gelek şaristaniyan xwe lê girtiye. Ji dema Fenîkiyan heta Îspanya, Osmanî û Fransiyan her mêtîngeriyê bi xwe re hinek cihên dîrokî restore kirine û şopên xwe hêlane. Ji ber wê jî di welat de gelek cihên dîrokî hene û hewceye bikevin bin parastinê, lê UNESCO tenê 7 cihên dîrokî hilbijartiye û weke mîrasê cîhanê girtiye bin ewlehiyê. Ew jî ev in; Kasbah of Algeria, Tipasa, Keleha Bani Hammad, Jamila, Timgad, Wadi Mazab û Tassili Nager.
Keleha Bani Hammad
Cihwarek gelek kevnareye û bingihê Xanedana Hammada daniye. Di sedsala 11’an de bi dewlemendiya xwe ya dîrokê li herêmê hatiye nasîn. Li gorî agahiyan ev keleh di salên 1007 û 1008’an de hatiye avakirin. Ji bo serweriya herêmê li deverke bilind hatiye çêkirin û piranî bûye cihê çavdêrên leşkeran. Tevî ku ev keleh di sala 1980'an de ji aliyê UNESCO ve weke mîrateyên girîn hatiya dîtin û pêwiste parastina wê bê kirin, lê xwedî dernakevin û bi demê re gelek ziyan dîtiye.
Tipaza
Tipaza, bajarekî Cezayirê yê li rojavayê Cezayirê li ber peravên Deriya Spî tê dîtin. Fenîkiyan ev bajar bi armanca bazirganiyê avakirine. Paşê darên zeyîtunê ji derve anîne û derdora bajêr kirina baxên zeyîtunan. Niha jî di nava bajêr de cihek Fenikiyan a ji dîroka B.Z sedsala 5’an mayî heye. Tipaza di zimanê Fînîqî de tê wateya 'korîdor' ê, ji xwe di navbera bajarê Cezayir û Şerşel de dirêjî ser Deriya Spî dibe. Gelek cihên wê yên dîrokî ji dema Romayiyan jî mayî hene. Di nava bajêr de gelek perestgehên weke Anonî, Masîroya Royal û Goristana Al-Halafhi li gel Tabon Fabia ku li ser sînorê aliyê rojavayê bajêr de ye û yek ji wan mîrateyên dîrokê yê pir cuda yê Cezayirê ye. Di sedsala 4 û 5’an de şahidî ji gelek êrîşên derve yên ser dewlemendiyên herêm re kiriye. Merasîmên mirinan jî li vî bajarê cudane, goristanên dewlemendan, oldaran û mirovên normal ji hev cudane. Mirovên sêwî û xizan dema dimirin davêtin ber şêran û ti qîmeta cenazê wan nebû, ji ber wê nediveşartin. Hinek tiştên wiha balkêş jî bi çanda bazirganiyê re ji welatên derve hatiye ketiye nava vî bajarî. Di hinek rojmanên wan de tê dîtin ku gora jin û mêrên hevjînên hev li kêleka hev çêdikin. Hinek caran jî hinek tiştên manewî bi wan re dixin gora wan. 
Bajarê Jamila
Bajarê Jamila yê Bakurê Rojhilatê Cezayirê jî di dawiya sedsala yekemîn de ji aliyê Romayiyan ve hatiye avakirin. Gelek deverên wê yên dîrokî û arkeolojîk hene ji bo dîdaran balkêşin û sedema serdanê ne. Di sala 1983’an de ji bo parastina cihên wê yên dîrokî ketiye lîsteya UNESCO yê.

Sibe: Dagirkerina Cezayir ji hêla Fransa û Osmaniyan ve.

(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)