Derhênerên jin ên bihêz ên Rojhilata Navîn

“Li dijî her cure manîpulasyona ku bi televîzyon, rojname û navgînên din ên ragihandinê tê kirin jî; li qada sînemayê ku dikare rastiyê wekî sîleyek li rûyê me bixe, hebûna derhênerên jin ên ji Rojhilata Navîn, ji nava vê tarîtiyê, wekî çirûskek hêja diçirise.”

Navenda nûçeyan- Li Rojhilata Navîn a ku her roja diçe şer lê zêdetir dibe; li dijî astengiyên çandî, olî û aborî, avakirina hunera sînemayê heta tu bibêjî zor e. Di nava van zoriyan de yek jî dema tu jin bî û li welatên pêşketî jî navê jinên hunermend pir kêm be, ev zorî zêdetir xwe diyar dike.
Dibe ku em aşînayê rûyê aktor û serlîstikvanên jin û mêr ên di fîlmên klasîk ên Hollywood bin. Şikandina feraseta sînema yan jî hunerê ku tenê mêr di wan de an derhêner, an jî lîstikvan in, ne tenê li welatên Rojhilata Navîn li welatên din jî pir zor e. Heta wisa ye ku di sînemaya Hollywoodê ya bûye endustrî bi xwe de jî, dawî li tacîz û tecawiza ku jin vedibêjin nayê.  
Jin çîrokan dibêjin 
Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku navê wê bi şer re bûye yek, tevî her tiştî wekî her qada jiyanê, li qada sînemayê jî, derhênerên jin ên dixwazin xwe îfade bikin, behsa mercên welatên lê dijîn bikin, bi feraseta sînemaya serbixwe fîlman hildiberînin hene. Di qonaxa heyî Rojhilata Navîn; ji dîroka xwe ya qedîm a hezaran salan an jî emanetên ku ji ber mîrasa çandî mane zêdetir, bi trajediya ku bi xwîn û rondikên çavan xwedî dibe tê bibîranîn. 
Li vê erdnîgariya ku komkujî, dagirkirin, binpêkirina mafan, gelek caran êdî nabin nûçe jî, zoriyên ku jin dijîn gelek caran nedihatin vegotin, gelek kes heta dawiya jiyana xwe jî dibe ku vê yekê fêm nekirana. Baş e ku hinek be jî ev serpêhatî, çîrok bi saya qada sînemayê tên vegotin. Li dijî manîpulasyona ku bi televîzyon, rojname an jî navgînên din ên ragihandinê çedibe, hebûna qada sînemayê rastiyê wekî sîleyek li rûyê me dixe. Derhênerên jin ên ji Rojhilata Navîn, ji nava vê tarîtiyê wekî çirûskan diçirisin. Li vê erdîngariya ku jiyan lê gelek zor e, derhênerên jin; zilma ku ji ber şerên bi salan e didomin bi dawî nabe, bi hestên xwe yên ji bo berdewamkirina jiyanê, çîrokên mirovên li Rojhilata Navîn bi zimanekî tûj û wêrek vedibêjin. Derhênerên jin ên ji Rojhilata Navîn efsûna sînemayê keşf kirine û bi cesaret berê kamerayên xwe dane hemû bûyerên li derdora wan diqewimin. Bi vê wesîleyê em bi hev re derhênerên jin ên ji Rojhilata Navîn bi bîr bînin. Hûn çi dibêjin? 
Nadîna Labakî û Jocelyn Saab – Lubnan
Ez nizanim ev dosya, ew ê çiqas bibe bersiv ji hevoka “Erdnîgarî çarenûs e” re nizanim lê dema min lîste amade dikir, têgihîştim ku bi qasî fîlmografiyên wan û rêwîtiya wan a sînemayî, divê ez pevçûnên li erdnîgariya derhênerên jin lê dijîn, şerên navxweyî, binpêkirin an jî koçberiya bi zorê jî bibînim û vê yekê wekî krîter şîrove bikim. Ji ber vê yekê dema min navê derhênerên jin dinivîsî, bi taybetî diviyabû min balê bikişanda ser navê welatê wan ê ku di çîrokên wan de tona rengê wê diyar dike jî.  Bi vê wesîleyê min dît ku erdîngariya lê hatine cîhanê bandorek çawa li ser ziman, hilberîn, awayê vegotin û perspektîfa giştî ya derhênerên jin çêkiriye. 
Lubnan, ji bo destpêka vê lîsteyê heta tu bibêjî îdeal e. Bi taybetî ez dixwazim bi jinek ku di mercên şerê navxweyî yê mora xwe li dama dawî xistiye de, sînamayê çêbike re dest pê bikim: Nadîna Labakî. Gelekan ji me, wê bi fîlmên wê yên xweş ên ku bîra civakî nû dikin nas kir. Ji me gelek dûr e lê ev derhêner bi me re heman hestan dijî ji ber wê hem ji ber ku jin e hem jî sînemayê çêdike, mirov hurmetek mezin jê re digre. Nadîna Labakî ku xwe wekî çîrokbêj dide nasîn, êşên şerê navxweyî; bombeyan, çekan, komkujyan naxe nava çavên me. Ew derhênerek ku bi zimanek dîdaktîk û xwenîşander, bi çîrokên mezin vebêje nîn e. Çîrokên wê yên ku ji nava kolanên Beyrûdê diafirin pir tên ecibandin. Ji ber rengîniya vegotin û uslûba wê, bi Pedro Almodovar ê Îspanyol re tê muqayesekirin. Bi fîlma wê ya yekem a metrardirêj “Karamel” me pir jê hez kiribû. Asta şer bi çavên jinek ku li Beyrûdê bi çavên mirovên li kuafurek jinan dixebitin vedibêje. Çar sal piştî vê, bi fîlmê “Wisa be tu niha diçî ku” careke din derket pêşberî me. Piştî vê jî fîlmên “Ez ji te hez dikim Rîo” û “Kafernahûm” çêkir. Di fîlma “Kafernahûm” a di mîhrîcana 71’emîn a Cannesê de ket pêşbirkê ku bi çavên zarokek 11 salî behsa taxên xizan ên Beyrûdê tê kirin.
Yek ji wan navên ku li Lubnanê derketiye pêş jî Jocelyn Saab e ku xwediyê taybetmendiyek cuda ye. Ji derhênerên din cuda, ji çêkirina fîlman zêdetir wê projeyên dokumanteran îmze kiriye. Di tevahiya karê xwe de nêzî 30 dokumanter kişandiye. Kêm be jî çend fîlmên ku bi awayê çêkirî kişandine hene lê xala hevpar a van hemû fîlman wekî ku dê were texmînkirin, bi çavên mirovên ji rêzê yên li Lubnanê dijî li şerê navxweyî tê mêzekirin. Jocelyn Saab, difikire ku ji bo dîtina rastiyê bi forma dokumanterê rêya vegotinê vedibe. Saab rojnameger e jî û ji bo dokumanterên xwe ji Misirê heta Îranê, ji Iraqê heta Çola Sehrayê, li hemû erdnîgariyên bi zor û zehmet geriyaye. Di dokumanterên bi navê ‘Beyrûd bajarê min e’ (Lebanon in a Whîrlwînd, Dunia) de mirov dikare mijarên jin, şer, xizanî, koçberî û etnîsîte bibîne. Herî dawî li kampên penaberan ên li sînorê Lubnan-Sûriyeyê, dokumantera bi navê “Rojê dolarek” kişand. Çîrokên penaberên ku neçar in rojê bi dolarek debara xwe bikin, bi vê dokumanterê li pêşiya panoyên reklaman, nakokiya di navbera civaka îsrafker de bi hesta mîzahî ya xwezayî nîşan dide.
Annemarie Jacir - Filistîn
“Sînema tişteke ku tu negihîjiyê nîn e. Sînema nîşan dide ku çîrokên jiyana mirovan jî girîng in. Ez bi penaberên ji Sûriyeyê re dixebitim. Li vir gelek tişt diqewimin û ez bi vê yekê bextewar im.”
Ev gotin ên helbestvan û derhênerek ku li cihek wekî Filîstinê zor hatiye dinyayê, jiyaye û tevî hemû zoriyan jî ji xala esasî şahidî kiriye ne. Cîhana sîmenayê Annemarie Jacir, bi saya fîlmên serbixwe yên di dawiya salên 1990’î de dest bi çêkirina wan kir nasî. Piştî ku dest bi çêkirina fîlmên metrajdirêj kir jî hema wisa dest ji kurtefîlman berneda. Ew difikire ku ev yek, kûrbûna vegotina sînemayî xwedî dike. Mirov dikare hemû avantajên helbestvaniya wê, di zimanê wê yê metaforîk ê sînemayê de bibîne. Di fîlmên xwe de berê kameraya xwe bi qasî Filîstînê dide Urdunê jî. Bi taybetî serpêhatiya penaberên ji Filistînê yên wê serdemê li Urdunê jiyane, di fîlmên wê de xwedî cihek girîng in. Macereya Jacîr a sînemayê bi Xwêya Deryayê dest pê kiriye, bi fîlmên (Wajîp) ‘Dema min tu dîtî’, Vexwendina dawetê dimiyaye. Bi fîlma ‘Dema min tu dîtî’ ji bo ‘Fîlmê Oskar ê Biyanê Herî Baş’ li ser navê Filîstînê ket pêşbaziyê. Ji bo der barê Annemarie Jacir de mirov bigihîje daneyan, ev fîlm heta tu bibêjî baş e. Di fîlmê em behsa wê dikin de, çîroka zarokek 12 salî yê li Urdunê li kampa penaberên Filistînê li bavê xwe digere û azad dibe tê nîşandan.
Ruba Nada - Sûriye
Ji bo dosyayek bi navê “Sînemakarên Jin ên Rojhilata Navîn” nedibû ku em berê xwe nedin erdîngariya Sûriyeyê ya ku di rojevê de ye. Sûriye her çiqas niha di nava aloziyek mezin de be jî, beriya şerê heyî, xwedî sînemayek hilberîner a baş bû. Heta wisa bû ku bi vî aliyê xwe, li erdnîgariya Rojhilata Navîn di rêza yekem de bû. Piştî şerê heyî, ji neçarî wekî gelek kesani derhêner û kedkarên sînemayê jî berê xwe dan derveyî welatê xwe. Yek ji derhênerên jin ên navdar ên Sûriyeyê Ruba Nada, li derveyî welat karê xwe didomîne. Tevî ku li Kanadayê dimîne jî; mijara hemû çîrokên wê li ser welatê wê yê ku zarokatî û ciwaniya wê lê derbas bûye ye. Ruba Nada, 12 fîlm îmze kirine. Di sala 2005’an de bi fîlmê xwe yê “Sibeh” behsa jineke Ereb a li Kanadayê penabera siyasî ye dike. Kî dizane dibe ku ew bi wê fîlmê behsa xwe dike. Fîlma wê ya bi navê “Caîro Tîme” wê li cîhanê navdar kir. Bi vê fîlmê, di sala 2009’an de li Mîhrîcana Fîlman a Torontoyê, xelatek taybet girt.
Haifaa Al Mansour – Erebistana Siûdî
Taybetmendiya herî berbiçav a Haifaa Al Mansour; ew e ku ew li Erebistana Siûdî ya ku jin ji ber jiyana civakî pir zoriyê dikşînin, “Yekem derhênera jin e.”  Gelekan ji me wê bi fîlma wê ya metrajdirêj a bi navê Vadjda nas kir. Ev fîlmê taybet, wê demê cihê xwe di bernameya Mîhrîcana Fîlman a li Stenbolê de girtibû. Di fîlmê ku Almanya-Erebistanê bi hev re çêkiribûn de hemû çîrok bi çavên zarokên keçik dihat vegotin. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku mafê dengdanê ji bo jinan di sala 2015’an de hat dayîn, serkeftina Haifaa Al Mansour a gihîşt derveyî welat, pir bi nirx bû. Derhêner van rojan, bi fîlmê xwe yê dawî yê bi navê “Namzediya mukemel” di rojevê de ye. Fîlm behsa jinek (Meryem) ku li Erebistanê, li bajarê lê dijî ji bo şaredariyê bûye namzed dike. Meryem rastî gelek astengiyan tê û ji beşek mezin a civakê tu piştgirî nabîne. Ji bo rewşê biguherîne divê tiştek bike. Fîlm, li 76’emîn Mîhrîcana Fîlman a Venedîkê ji bo xelata mezin di pêşbaziyê de bi ser ketibû.
Leyla Bouzid - Tunus
Derhênera ji Tunusê ya li cîhanê navdar Leyla Bouzid, cîhana xwe ya xweser, bi zimanê sînemayê nîşan dide. Bouzid bi kurtefîlmên ku li dû hev kişandin dest bi sînemayê kir, vê hilberîneriya xwe fîlmên metrajdirêj jî nîşan dide. Fîlma wê ya metrajdirêj a yekem Dema min çavên xwe vekir, di sala 2015’an de hat weşandin. Di fîlm de pêvajoya polîtîk a piştî Şoreşa Yasemîn bi taybetî bi çavên mirovên ciwan tê vegotin. Fîlm nîşan dide ku jiyana rojane bi şoreşê çawa diguhere. Fîlmê Zakaria yê di sala 2013’an de kişandiye jî li qada kurtefîlman, di gelek astan de xelatên navneteweyî girt.
Marziyeh Meshkini - Îran
Kesên bi sînemayê re eleqedar in dizanin, Îran, li cîhanê di warê sînemayê de, xwedî cihek herî taybet, cuda ye. Hûn li kîjan fîlmî temaşe dikin, bikin, li dijî wê zexta mezin a civakî, tama çîrokên ku ji qeliştekên dîwaran bi awayekî derdikevin û li hemû cîhanê belav dibin pir cuda ye. Dema ku sînemaya Îranê tê gotin, derhênerên mêr, Penahî, Ferhatî, Mecîdî werin hişê me jî; divê em behsa jineke derhêner a di demên dawî de navdar bûye bikin. Marziyeh Meshkini, wekî ku were bîra me wê, bi fîlmê “The Day I Became A Woman” çîroka sê jinên cîhana wan cuda, bi sînemayê nîşanî temaşevanan dabû. Wê demê fîlma ku di Mîhrîcana Fîlm a Venedîkê de hat nîşandan, di sînemaya Îranê de xwedî cihek girîng bû. Divê hûn teqez li fîlmê Marziyeh Meshkini li cihekî ku tu dikarî bibêjî “Welatê qedexe û mêran” nêzîkahiyên zayendperest û olperest ên li Îranê deşîfre dike temaşe bikin. Derhêner, her çiqas fîlmên serkeftî yên bi navê Kêfa dînîtiyê û Alfabeya Afgan îmze kiribe jî; kesên ji sînemayê hez dikin, bi fîlmê me li jor behsa wê kirî nas dikin.
(Zeynep Pehlivan)