Şerê jinan ê bêdawî: Qirkirina zayendî (2)

Dem guherî lê şerê ji bo tunekirinê hê jî didome Wekî tê zanîn ên di şer û pevçûnan de zêde mexdûr dibin jin in. Desthilatdariya netew-dewlet faşîst ên mêr; ji bo tunekirina civakan destpêkê dest bi êrîş û qetilkirina jinan kirine. Her çiqas dîrok biguhere jî şerê li dijî jinan her dem wekî xwe ma.

Dem guherî lê şerê ji bo tunekirinê hê jî didome
Wekî tê zanîn ên di şer û pevçûnan de zêde mexdûr dibin jin in. Desthilatdariya netew-dewlet faşîst ên mêr; ji bo tunekirina civakan destpêkê dest bi êrîş û qetilkirina jinan kirine. Her çiqas dîrok biguhere jî şerê li dijî jinan her dem wekî xwe ma.
Navenda Nûçeyan- Di şer û pevçûnên ku li gelek heremên cîhanê çêbûne de; bedena jinan jî wekî desteserkirina axê, hatiye dîtin. Di şeran de li dijî jinan pêkanîn cuda bûn. Bi awayê bêexlaqî û wijdanî jin rastî tecawizên komî hatin, wekî kole û cariyeyan hatin dîlgirtin, li bazaran hatin firotin, bi kirinên ku ji bo mirovahiyê şerma herî mezin in re rûbirû man. Ev rêbazên êrîşê yên berî gel û neteweyan li ser jinan hatin ceribandin; destpêkê ji aliyê dewletên mêtinkar û emperyalîst ve hatin kirin. Di roja me de jî hêzên paramîlîter ên wekî DAIŞ’ê ku xwedî zîhniyeta dagirker a netewe dewletê ne heman tiştî kirin. 
Ev rastî wekî kevneşopiyek her dem domiya. Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di dîroka nêzîk a mirovahiyê de ji bo jinan bi mînakên qetlîam û qirkirinê yên herî berbiçav dagirtî bû. Japonan, jinên çînî ji welatên wan girtin, avêtin nava tora fuhûşê. Di salên 1937-1945’an de di dema dagirkirinê de li Koreyê 300 hezar jin bi zorê di kerxaneyan de hatin girtin. Jinên tayvanî jî di salên 2000’î de diyar kiribûn ku leşkerên Japon bi zorê fihûşê bi wan dane kirin. Tê diyarkirin ku dema DYA’yê Kore dagir kiriye 4 milyon mirov hatine qetilkirin. Tê gotin ku di dema dagirkeriyê de bi sedan jin rastî tecawizê hatine.
Jinan li Kore, Tayvan û Çinê, di dema dagirkeriya Japonyayê de yekîneyên parastinê ava kirin. Bi taybetî li gundan ji sedî zêdetir yekîneyên parastinê hatin avakirin.
Vîetnam: Tecawiz bûbû çeka dagirkirinê
Travmaya bûyerên li Vîetnamê çêbûn hê jî didome. Di salên 1965-1970’yan de dema ku DYA’yê Vîetnam dagir kir, leşkerên wî tecawizê bi hazaran jinan kirin
Gundê My Layi yek ji cihên ku balê dikşîne ye. Li wî gundî 450 zarok û jin piştî tecawizê hatin qetilkirin. Di dema şerê Vîetnamê yê Bakur-Başûr de, herî kêm 30 hezar jin rastî tecawizê hatin. 
Dema ku Vîetnam di bin dagirkeriyê de du komeleyên bi navê WILPF û WSP ên ji aliyê jinan ve hatibûn avakirin, ji bo aştiyê xebatên cidî kirin. Rêxistinên jinan, çalakiyên girseyî li dar xistin, îmze berhev kirin, îlana çap kirin, zextê li Kongreyê kirin, ji bo namzedên alîgirên aştiyê û redkarên wijdanî li riyên piştgiriyê geriyan. Sal derbas bûbin jî şopên şer hê jî hene. Têkildarî sûcên şerê li Vîetnamê darizandineke bi bandor nehat kirin. 
 Bangladeş: 200 hezar jin rastî tecawizê hatin
Di şerê ku di sala 1970’ê de di navbera Pakistan û Bangladeşê de derket, nêzî 200 hezarî jinên bangladeşî rastî tecawiza leşkerên Pakistanê hatin. Tê diyarkirin ku 25 hezar jin ji ber tecawizê ducanî mabûn.
Bosna/Kosova: 50 hezar jin rastî tecawiz û îşkenceyê hatin
Di şerê navbera Boşnak û Sirpan de yên herî zêde mexdûr man jin bûn. Di sala 1992’yan de piştî ku Bosna Hersekê îlan kir ku ji Yoguslavyayê veqetiya ye, di navbera Sirp, Hirvat û misilmanên ji Bosna Hersekê de şer û pevçûn derketin û sê sal domiyan. 50 hezar jinên misilman ên bosnayî, ji aliyê artêşa Sirp ve li kampan hatin girtin û bi armanca qirkirina nijadî rastî îşkence û tecawizê hatin. Rêxistinên navneteweyî jî nizanin li Bosnayê çend jin ji ber tecawizê ducanî mane lê li gorî hejmarên heyî hejmar bi “sedhezaran”e.   
Tevî ku 29 derbas bûye jî jinên mexdûrê şer, li bende ne ku berpirsyarên vê yekê werin cezakirin. Dema ku jinan dadgehên navneteweyî dişopandin di heman demê de ji bo tiştên hatine serê wan vebêjin Dadgehên Jinan ava kirin. Li herêmê ji bo navbeynkariya navbera koman, ên herî zêde xebitîn jin bûn.
Somalî: Li kampan rastî tecawizê hatin
Li Somaliyê di şerê ku di salên 1991-92’an de qewimî de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Ji ber şer û xizaniyê, 300 hezar mirovan welatê xwe terikandin. Li kampên penaberan ên li Kenyayê, bi hezaran jinên ji Somaliyê, rastî tecawiza leşkerên li kampê peywirdar hatin ku ev di raporên navneteweyî de jî heye.
Ruanda: Ji ber tecawizê 5 hezar bebik çêbûn 
Yek ji cihên ku wehşet lê çêbû jî Ruanda ye. Di şerê ku di salên 1994-1995’an de çêbû, jinên Tutsî yên ku hejmara wan di navbera 250, 000– 500,000’î de bû rastî tecawiza hutuyan hatin. Di encama tecawizan de pênc hezar bebik çêbûn. Ên bi vê travmaya li Ruandayê re têkoşiyan dîsa jin bûn. Jinan ji nû ve Ruanda ava kir. Ji 80 hezar endamên meclisê 54 jin in. Piştî qetlîamê, têkildarî wekheviya zayendan gelek zagon ji meclisê derbas bûn. Dadgeha Cezayê Navneteweyî ya Ruandayê, di encama têkoşîna jinan de tecawizê wekî sûcê li hemberî mirovahiyê hatiye kirin pejirand.
Li welatên din hatin bazarkirin 
Afganistan, di sala 1979’da ji aliyê Sovyetan ve, di sala 2001'ê de jî ji aliyê DYA’yê ve hat dagirkirin. Li gorî raporên navneteweyî, hêzên dagirker çûne li ku tecawizê bi hezaran jinan kirine, jinan di fîlmên porno de dane lîstin û jinên Afgan li welatên din bi bazirganên jinan re derxistin bazarê. Jin, li dijî dagirkerî û şîdeta baviksalar a olperest di sala 1977’an de Rêxistina Jinên Şoreşger ên Afgan RAWA’yê damezirandin. 
Li Iraqê hejmar nayê zanîn 
Dema ku DYA’ê Iraq dagir kir heta niha xebatên hatine kirin nîşan didin ku ji sedhazarî zêdetir sivîl hatine qetilkirin. Ji sedî 44 kesên qetilkirî jin in. Hejmara jinên ku li Iraqê jinebî man, hatin revandin, qetilkirin û ketin destên bazirganên jinan nayê zanîn lê li welat berxwedana jinan a her roja diçe zêde dibe heye. Li Iraqê di xwepêşandinên li dijî rejîmê de ên pêşengî kirin jin bûn. Ji bo qedexekirina sineta jinan, temenê zewaca keçikan, derfetên xebata jinan, ewlehiya jinên li kampan dimînin û gelek mijarên din de xebatên girîng hatin kirin.
SIBE: Bi tunekirina nîjadî re tunekirina zayendî