Îxaneta 31’ê Tebaxê

Dema ku şerê navxweyî yê di navbera YNK û PDK’ê de gihîşt asta herî jor, YNK’ê dest bi serdegirtina Hewlêrê kir. PDK’ê ji bo girtina vî bajarî bi alîkariya dijminê Kurdan serokê berê yê Iraqê ev bajar girt û gelek pêşmerge şehîd bûn.

Navenda Nûçeyan- Dema ku şerê navxweyî yê di navbera YNK û PDK’ê de gihîşt asta herî jor, YNK’ê dest bi serdagirtina Hewlêrê kir. PDK’ê ji bo girtina vî bajarî bi alîkariya dijminê Kurdan Sedam Hisên bajar girt û gelek pêşmerge şehîd bûn, gelek hemwelatî birîndar bûn, bi deh hezaran kes koçber bûn.

26 sal di ser îxaneta 31’ê Tebaxa 1996’an re derbas bû, heta niha ji aliyê gelê Kurd ve weke rojek û roja şermezariyê û weke îxaneta li hemberî gel bi nav dikin. Partiyên siyasî yên Kurdan bi destên dijminên Kurdan hewl dan rola welatê xwe ji holê rakin, ji ber destên rejîma Beasê bi xwîna hezaran Kurdan sor bûye.

Destpêka avabûna hikumeta Kurd destpêka şerê navxweyî

Di bihara sala 1991’ê de gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Beasê raperîn kir û beşek mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê ji destên rejîma Beasê derxist. Yekem car deriyên azadiyê li pêşiya xwe vekirin û rûpeleke serkeftinê li dîroka Kurdistanê zêde kirin. Di sala 1992’an de hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê hatin lidarxistin û her wiha dahat di nava YNK û PDK’ê de bi yeksanî hat dabeşkirin. Li ser dahat û bac û xetên sînorî alozî di nava YNK û PDK’ê de çêbû, di sala 1994’an de şerê navxweyî dest pê kir. Di vî şerî de YNK’ê dest danî ser Hewlêrê û PDK’ê ji dest danî ser herêmên derdora Silêmaniyê.

Desthilatdarên partiyên siyasî bi destên dijmin Kurdan bi hev didin kuştin

Di roja 22’ê Tebaxa sala 1996’an hefteyek beriya êrîşên li ser Hewlêrê, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji serokê rejîma Beasê Sedam Hisên re şand û ji Sedam daxwaza hevdîtinê kir. Name bi van gotinan dest pê dike; “Birêz serokê hêja, hûn bi jêhatiniya xwe fikra destwerdana Îraniyan a karûbarên Iraqê bikin.” Piştî lihevkirinê, di sibeha 31’ê Tebaxê de hêzên artêşa Beasê ji Kerkûk û Mûsilê ber bi Hewlêrê ve ketin tevgerê. Hejmara artêşa Iraqê digihîşt 30 hezar leşkeran û 150 tankan. Yekem şikestina hêzên YNK’ê li ser riya Guwêr-Hewlêrê bû. YNK bêyî ku parastinê bike dest ji Hewlêrê berda û rejîma Beasê Hewlêr dagir kir. Tankên rejîmê gihîştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Rojnameya Al Iraq di hejmara roja duduyê Îlona sala 1996’an de manşetek mezin avêt tê de nivîsîbû ku Mesûd Barzanî spasiya serkirdeyên şoreşê dike ji bo rizgarkirina bajarê Hewlêrê ji hêzên Îranê.” Piştre televîzyona fermî ya Iraqê gelek nûçe belav kirin. Piştî derketina YNK’ê ji Bajarê Hewlêrê di roja 10’ê Cotmeha sala 1996’an de 40 roj piştî 31’ê Tebaxê, YNK’ê bi hevkariya hêzên Îranê di nava sê rojan de herêmên sînorên Silêmanî yên di bin destên PDK’ê de derxistin.

450 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 200 kes birîndar û zêdetirî 100 kes jî winda bûn

Di encama êrîşa roja 31’ê Tebaxê de 450 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 100 kes jî winda bûn. Tê gotin ku di şerê navxweyî de kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetirî 12 hezar kes in. Lê hinek çavkanî jî diyar dikin ku ev hejmar zêdetir e. Ji bilî ku heta niha bi sedan kes winda ne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber aloziyên di navbera PDK û YNK’ê de erka navbeykariyê da ser milên xwe û hewl da bi aştiyane ev pirsgirêk were çareserkirin.

Di hevdîtineke bi rojnameya Şereq Elûstî Erebî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê navbeynkariya xwe de wiha got: “Em weke PKK’ê hewl didin navbeynkariya aştiyane ya di navbera herdû partiyan de didin. Jî dîrokê ve şerê di navbera hêzan de ziyanên mezin gihandine gelan, em jî dixwazin bi yekitî û hemahengiyê çareser bikin.”