Jin ji bo civakek azad û demokratîk pêşengiyê dikin
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bilindkirina hişmendiya civakî û beşdarbûna di avakirina civakek dadmendtir û wekhevtir de, roleke girîng dilîzin.
ESMA MIHEMED
Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek saziyên jinan ji bo pêşketin û piştevaniya jinan di nav hewldanan de ne. Encûmena Jinên Sûriyeyê berdewamiya têkoşînê piştrast dike, Akademiya Jineolojiyê şoreşek rewşenbîrî pêşkêş dike da ku hişmendiyek azad ava bike, Desteya Jinan parastin û hêzkirinê bipêş dixe û Mala Jinan xebata meydanî di şerê li dijî tundiyê de temsîl dike. Hemû ji bo avakirina edalet û wekheviyê û avakirina civakek domdar a ji bo jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin.
Encumen sazî deste û navendên jinan hatin avakirin
Di çarçoveya hewldana berdewam de ji bo avakirina nirxên edalet û wekheviyê û avakirina civakek ku bi azadî û hevkariyê tê diyarkirin, Encûmena Jinên Sûriyeyê hat avakirin. Di sala 2017’an de saziyê damezrandina xwe ragihand. Mîna rêxistinek sîwanî ku jinên ji civakên cûda yên Sûriyeyê di têkoşînek yekane de ji bo bilindkirina hişmendiyê û hêzkirina jinan a di astên rewşenbîrî, siyasî û civakî de dicivîne, rola xwe tekez kir. Di çarçoveyek têkildar de, Akademiya Jineolojiyê piştrast kir ku guhertina rastîn bi ramanê destpê dike û girîngiya şoreşek di hişmendiyê de ji bo rizgarkirina jinan a ji astengiyên derûnî û mîrateyên çandî yên ku pêwendiyê domandine, tekez kir. Xwest ku di avakirina civakek hevseng de li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina hevbeş, bibin hevkarên çalak.
Desteya Jinan rave kir ku xebata di warê parastin û hêzdarkirinê de bi rêya pergalek yekgirtî ya piştgiriya psîkolojîk, civakî û qanûnî, bi lez pêşve diçe. Desteyê tekez kir ku edalet tenê bi hesabpirsîna sûcdaran û mîsogerkirina serxwebûna madî û ehlaqî ya jinan dikare were bidestxistin. Deste, serxwebûnê wekî stûnek bingehîn a di rûbirûbûna tundiyê û avakirina jiyanek hevsengtir de dihesibîne.
Di heman demê de, Navenda Jinan bi înîsiyatîfên xwe yên rojane ji bo destekkirina qurbaniyên tundiyê, dabînkirina hawîrdorek ewle ya ji wan re û organîzekirina bernameyên hişmendî û perwerdehiyê yên ku beşdarî xurtkirina baweriya bi xwe û belavkirina çandek hişmendî, azadî û berpirsiyariyê dibin, bi cih anî. Armanc ew e ku, Navenda Jinan bibe stargehek ku rûmetê diparêze û mafan diparêze.
Encûmena Jinên Sûriyeyê: Sîwanek ji bo jinên Sûriyeyê
Di vê çarçoveyê de, em rêwîtiya Encûmena Jinên Sûriyeyê ji damezrandina wê ya di sala 2017’an de hatiye damezrandin, ronî dikin. Em rola wê wekî sîwanek yekgirtî ya ji bo jinên Sûriyeyê yên ji paşxaneyên cihêreng tekez dikin. Encumena Jinên Sûriyeyê, ji bo hişyarkirin û hêzdarkirina jinan a di warên rewşenbîrî, siyasî û civakî de dixebite.
Erîfa Bekir, rêveberek di beşa têkiliyên dîplomatîk a Encûmena Jinên Sûriyeyê de ye. Erîfa diyar kir ku Encûmen wekî sîwanek berfireh hatiye damezrandin, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe dihewîne. Armanca wê, yekkirina hewldanên destekkirin û hêzdarkirina jinan a di warên cûda de ye. Erîfa anî ziman ku Encûmen ji damezrandina xwe ve, bi berdewamî ji bo hişyarkirina jinan a têkildarî mafên wan, parastina wan a ji tundiyê û baştirkirina statuya wan a di civaka Sûriyeyê de, xebitiye. Erîfa got ku “Fikra ji bo Encûmenê, di bersiva hewcedariya lezgîn a ji bo saziyek yekgirtî de derket holê ku dengê jinên Sûriyeyê temsîl dike û mafên wan bi awayekî rêxistinkirî û bi bandor diparêze.”
Erîfa ragihand ku encumenê konferansa xwe ya yekem li parêzgeha Minbicê bi beşdariyeke berfireh a jin û çalakvanan li dar xistiye. Erîfa da zanîn ku di konferansê de, mijarên girîng ên têkildarî mafên qanûnî, civakî û siyasî yên jinan hatine nîqaşkirin û ev agahî dan: “Konferansa duyemîn li Helebê hate lidarxistin. Qonaxa berê hate nirxandin û planên çalakiyê yên nû hatin pêşxistin da ku çalakiyên encumenê li deverên din berfireh bibin. Di salên borî de, encumenê bi dehan semîner û civînên berfireh li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li herêmên din ên Sûriyeyê li dar xist.”
Jinên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî anîne cem hev
Erîfa li ser armanca van çalakiyan jî rawestiya û got ku bilindkirina hişmendiyê, danûstandina ezmûnan û avakirina toran a di navbera jinên ji paşxaneyên cihêreng de hedef kirine. Erîfa derbarê xebatên encumenê de got ku “Xebata encumenê li ser erdê bi taybetî li deverên wekî Qamişlo û Hesekê disekine ku gelek civîn û komxebat lê hatine lidarxistin. Encumenê di van civîn û komxebatan de jinên Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî anîne cem hev. Ev beşek ji hewldanên encumenê yên ji bo bidestxistina beşdariyeke rastîn û berfireh a ji bo jinên ji hemû civakên Sûriyeyê ye. Ev cihêrengî yekîtiya jinan nîşan dide, tevî girêdanên wan ên cûda û fikra jiyana hevbeş û wekheviyê di maf û berpirsiyariyan de xurt dike.”
Xebata yekgirtî
Encumen gelek çalakiyan pêk tîne. Bi rêya bernameyên xwe yên cûrbecûr, ji bo bilindkirina moralê jinan û zêdekirina baweriya wan bi xwe dixebite. Ji bilî hişyarkirina wan a li ser mafên xwe yên yasayî û civakî û teşwîqkirina beşdarbûna wan a di jiyana giştî de van xebatan dike. Erîfa da zanîn ku Encumen bi rêkûpêk semînerên hişyariyê li ser mijarên wekî şîdeta li ser bingeha zayendî, gotinên nefretê, aştiya sivîl û jiyana hevbeş li dar dixe. Erîfa dibêje ku her wiha rûniştinên piştgiriyê yên psîkolojîk, tenduristî, siyasî û aborî li dar dixin da ku alîkariya jinên ku ji ber şer û şert û mercên jiyanê di rewşên dijwar de êş dikşînin, bike.
Erîfa Bekir rave kir ku encumenê li gundê Tel el-Dahaba nêzîkî Qamişloyê, kampanyayek hişyariyê ya berfireh daye destpêkirin. Erîfa derbarê kampanya ku nêzîkî salek û nîv dom kiriye û civîn û dersên birêkûpêk ên ku armanc dikirin jinan ji hêla rewşenbîrî û aborî ve bihêz bikin de ev agahî dan: “Di dema kampanyayê de, jin di jêhatiyên jiyanê, rêbazên rûbirûbûna tundiyê û awayên beşdarbûna di xebata civakî û siyasî de, hatin perwerdekirin. Jinan tevlîbûnek mezin nîşanî van bernameyan dan.”
Wekî ku Erîfa Bekir piştrast dike, Encumena Jinên Sûriyeyê hewl dide ku mafên jinan bi rêya qanûnên neteweyî û navneteweyî garantî bike. Erîfa da zanîn ku pêşnûmeyek peymaneke civakî ya neteweyî hatiye amadekirin ku jinên ji herêmên cûda yên Sûriyeyê beşdar bûn. Pêşniyar û nêrînên wan hatin berhevkirin da ku mafên jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya pêşerojê de bi awayekî zelal werin bicihkirin. Pêwîstiya pejirandina kotayeke jinan a herî kêm ji sedî 50 di meqamên biryardayînê de hat tekezkirin. Ev yek wekî gaveke bingehîn ber bi dad û wekheviya rastîn ve hat hesibandin.
‘Pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêkek Sûriyeyê ye’
Encûmena Jinên Sûriyeyê bawer dike ku pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêkek Sûriyeyê ye, pirsgirêkek mirovî ya cîhanî ye. Erîfa Bekir dibêje, “Ger jinek li her deverek cîhanê rastî niheqî an tundiyê were, em êşa wê hîs dikin û bi wê re di nav hevgirtinê de ne. Encûmen hewl dide ku civatek aştî, hevgirtin û evînê ava bike, ku her jin tê de bi azadî, rûmet û ewlehiyê bijî. Ji bo vê armancê, em bi rêxistinên mafên mirovan û perwerdehiyê yên herêmî û navneteweyî re hevkariyê dikin. Em dixwazin ku bernameyên berfireh peyda bikin ku jinan di hemû aliyan de hêzdar bikin. Ev bernameyên psîkolojîk, siyasî û aborî ne.”
Ji bo hemû jinên Sûriyeyê dê bibe çira’
Erîfa destnîşan kir ku hevrêziya berdewam a bi van saziyan re, beşdarî berfirehkirina çarçoveya xebata Encûmenê û zêdekirina bandora wê ya li ser civakê bûye. Ev hewldan armanc dikin ku jinan bi tevahî hêzdar bikin û beşdariya wan a çalak a di avakirina pêşerojê de mîsoger bikin. Erîfa anî ziman ku encûmen plan dike ku di qonaxa pêş de projeyên nû bide destpêkirin ku balê dikişînin ser karsaziya jinan, perwerdehiya pîşeyî û hêzdarkirina jinên ciwan li deverên gundewarî û dûr. Wê diyar kir ku armanca dawîn a Encûmena Jinên Sûriyeyê, avakirina civakekê ye ku li ser bingeha edalet, wekhevî û aştiyê ye - civakek ku her jinek bi azadî û rûmet bijî, xwe bi ewle û piştgirî hîs bike û dengê wê hem li herêmê û hem jî li cîhanê were bihîstin.
‘Encûmen xwedî mekanîzmayên zelal û rêxistinkirî ye’
Erîfa destnîşan kir ku encûmen dê ji bo hemû jinên Sûriyeyê bibe çira, bi tundî û bi biryardarî li kêleka wan raweste da ku ji bo hemû jinên li Sûriyeyê û cîhanê, pêşerojek çêtir bi dest bixe. Erîfa bi tekezkirina ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne rêber û beşdarên çalak di warên cûrbecûr ên siyasî, civakî û çandî de, standardek mînak ji bo beşdarbûn û biryardanê danîne, domand û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Encûmen xwedî mekanîzmayên zelal û rêxistinkirî ye ku li ser bingeha hevrêziyê di navbera komîteyan û encûmenên herêmî de ye. Ji bo ku bidestxistina armancên xwe di piştgirî û hêzdarkirina jinan de di hemû aliyan de mîsoger bike. Rêwîtiya hêzdarkirina jinan û parastina wan a ji tundiyê dê nesekine. Em ê hewldanên xwe li Encûmena Jinên Sûriyeyê bidomînin da ku hişyariyê bilind bikin, mafan destek bikin û beşdariya jinan a di jiyana siyasî, aborî û civakî de zêde bikin.”
Akademiya Jineolojiyê: Guhertina rastîn bi ramanê destpê dike
Li ser asta rewşenbîrî, Akademiya Jineolojiyê tekez kir ku guhertina rastîn bi ramanê dest pê dike. Ew ji bo rizgarkirina jinan a ji astengiyên hişmendiya baviksalar û mîrateyên çandî dixebite. Wan dihêle ku bibin hevkarên çalak di avakirina civakek hevseng de ku li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina hevbeş e.
Endama Akademiya Jineolojiyê Hala Radwanîan li ser vê rolê şîrove kir ku tundî di civakan de diyardeyek kûr e ku nikare di şevekê de were rakirin. Hala got ku berovajî vê, ew pêvajoyek dirêj a guhertina rewşenbîrî û perwerdehî ya gav bi gav hewce dike û wiha pê de çû: “Rêûresm û kevneşopiyên kevnar, bi dehsalan, nêrînek rezîl a jinan bicîh kirine. Heya wê astê ku ev nêrîn bûye beşek ji mîrateya populer û çandî. Jinan ew qebûl kirine û wekî rastiyek xwezayî hesibandine. Bi demê re, êşa jinan veguheriye rewşek sebir û teslîmbûnê, bêyî ku bizanin ku ew celebek tundiya sîstematîk e.”
Jineolojî dixwaze feraseta serdest a di nav jinan de biguherîne
Wê anî ziman ku Jineolojî zanistek bi serê xwe ye ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ve li ser bingeha felsefeya azadiyê hatiye destpêkirin. Hala destnîşan kir ku Jineolojî hewl dide ku roleke nû ji bo jinan di civakê de li ser bingeha hişmendî, wekhevî û têgihîştineke rastîn a azadiyê biafirîne û wiha got: “Armanca sereke ya Jineolojiyê ew e ku zîhniyeta serdest di nav jinan de biguherîne û wan ji astengiyên rewşenbîrî, çandî û civakî rizgar bike, da ku bikaribin biryarên xwe bidin û bi rûmet û wekheviya tevahî bi mêran re bijîn. Ev guhertin bi lez nayê bidestxistin; berovajî vê, ew dem, hewldanek domdar û hişmendiyek şoreşgerî ya hişmend hewce dike. Hişmendiyek li ser bingeha ramanek baş-fikirî û rêbazek perwerdehiyê ya hevseng e ku beşdarî rizgariya rewşenbîrî, giyanî û derûnî ya jinan dibe, asoyên ramana hişmend û aşkera vedike.”
Jin afirînera nifşan e
Rêwîtiya rizgariyê li malê dest pê dike. Hala Radwanîan bawer dike ku bingeha guhertinê di nav malbatê de dest pê dike û dibêje ku: “Jin nikare xwe ji adet û kevneşopiyên mîrasgirtî rizgar bike heya ku rêwîtiya xwe ji mala xwe dest pê neke. Ji wir, ev fikir belavî civaka berfireh dibe, sînorkirinên rewşenbîrî dişkîne û nirxan li ser bingeha edalet û wekheviyê ji nû ve ava dike. Jin afirînera nifşan e; ew e ku têgehên azadî, rûmet û îradeyê di zarokên xwe de diçîne. Ji ber vê yekê, ew gava yekem di avakirina civakek azad de, avakirina hişê hişmend û hevseng ê jinê de dibîne. Bi perwerdehiya rewşenbîrî û pratîkên rojane, hewl dide ku zîhniyetek azad û serbixwe biafirîne, ku bikaribe bi ramanên paşverû re rû bi rû bimîne û ber bi civatek bi rastî hevseng ve biçe.”
Hevkariya bi civaka herêmî û saziyên perwerdehiyê re
Hala Radwanîan destnîşan kir ku tevî zehmetiyan, xebat bi rêya akademiyan, qursên rewşenbîrî û bernameyên perwerdehiyê yên ku ji hêla Akademiya Jineolojiyê ve di gelek saziyên perwerdehî û çandî de têne meşandin, berdewam dike. Hala derbarê van xebatan de ev agahî dan: “Ramanek azad a li ser nivîsên Rêber Ocalan û têgeha jiyana hevbeş tê belavkirin. Hevkariya bi civaka herêmî û saziyên perwerdehiyê re beşdarî belavkirina vê ramanê û sepandina wê di jiyana rojane de bûye. Encamên wê bi hişmendiya jinan û pêşxistina perspektîfên wan, xwe û rola wan di civakê de dest pê bi xuyabûnê kirin. Ev di serî de li ser guhertina hişmendiya kevn a li ser girêdayîbûn û teslîmbûnê disekine, veguherîna wê ji bo hişmendiyek çalak û berhemdar e.”
Dixwaze ku tu alî li ser yê din serdest nebe
Wê rave kir ku perwerdehiya Jineolojiyê li ser çend warên sereke disekine û wiha vegot: “Bi taybetî têgeha jiyana hevbeş, belavkirina vê ramanê ya di navbera mêr û jinan de û çandina nirxên rêzgirtina hevbeş a di nav malbatê de. Ev hevsengiya rewşenbîrî beşdarî avakirina hawîrdorek saxlem dibe ku bikaribe di navbera azadî û kaosê de û di navbera maf û erkên cuda de cûdahiyê bike. Dixwaze ku tu alî li ser yê din serdest nebe, lê belê hişmendiyek yekgirtî ya li ser bingeha hevkarî û wekheviyê serdest be. Balkişandina ser raman û hişmendiya jinan kevirê bingehîn ê guhertina civakê bi tevahî ye. Hemû zanîn û hişmendiya ku jin pêşkêş dikin dê li ser zarokên wan û hawîrdora wan a civakî û di encamê de li ser tevahiya civakê jî were nîşandan.”
Şêwazek jiyanê ya veguherandî rastiyê
Hala destnîşan kir ku ramanên ku ji hêla Jineolojiyê ve tên pêşkêşkirin ne tenê slogan in, şêwazek jiyanê ya ku vediguhere rastiyê ye jî. Hala bang dike ku têgehên rewşenbîrî ji bo pratîka rojane werin veguhestin û wiha dibêje: “Çawa ku mirov ji bo rêberiya jiyana xwe xwe dispêrin pirtûkên pîroz, civakên azad jî ji bo avakirina pêşerojek dadperwertir û beşdartir xwe dispêrin ramana xwe ya hişmend. Ji ber vê yekê, jinên ku perwerdehiya rewşenbîrî wergirtine hewl didin ku wê di jiyana xwe ya malbatî û pîşeyî de bicîh bînin. Ev yek di têkiliyên wan ên di nav malê de û di saziyên ku lê dixebitin de xuya dike. Ev raman dibin beşek yekgirtî ya tevger û adetên wan ên rojane û ev yek bi berfirehî di hawîrdora wan a civakî de xuya dike.”
‘Bi saya çarçoveya Jineolojiyê, jina îroyîn a hişyar êdî xwe wek qurbanek nabîne’
Li gel tirsa ku hîn jî bi hin jinan re di şikandina sînorkirinên civakî de tê, wekî ku Hala Radwanîan piştrast dike, ezmûnan îspat kirine ku hişmendî dikare tirsê ji holê rake. Bi her rûniştina perwerdehiyê û her hevdîtina rewşenbîrî re, hêzek nû di hundirê jinan de derdikeve holê, wan teşwîq dike ku bibin xwediyê biryarên xwe û dengên xwe yên azad. Encamên van hewldanan di civakê de bi rêya jinên ku ji çanda wekheviyê bêtir haydar bûne, ji maf û erkên xwe bêtir haydar bûne û têgihîştineke kûrtir a wateya azadiyê hene, dest pê kirine. Armanca sereke ew e ku jin bikaribin ramana serbixwe bipêş bixin, bi her cûre şîdeta civakî, psîkolojîk û aborî re rûbirû bibin û jiyaneke azad û berpirsiyar dest pê bikin. Hala Radwanîan tekez kir ku bi saya çarçoveya Jineolojiyê, jina îroyîn a hişyar êdî xwe wekî qurbaniyek nabîne, wek hevkarek çalak di avakirina civaka xwe de dibîne. Ew mil bi mil bi mêran re radiweste, ne di pevçûnê de, di entegrasyon û hevkariyê de ji bo bidestxistina edaleta civakî têdikoşe. Ew dayîk, perwerdekar, mamoste, bijîşk û çalakvan e; ew e ku nifşan ava dike û ruhê wekhevî û rûmeta mirovan di wan de diçîne. Hala dibêje ku “Bi her rûniştina perwerdehiyê û her pratîka rojane, em hewl didin ku vê ramana serbixwe xurt bikin û hişmendiya civakê bi tevahî ji nû ve şekil bidin.”
Balansa rewşenbîrî ya di navbera jin û mêran de
Wê her wiha tekez kir ku balansa rewşenbîrî di navbera jin û mêran de bingeha her civakek serketî ye û ev tişt gotin: “Hişmendî nikare yekalî be an jî li hember zayendekê li ser zayendê din alîgir be. Ji ber ku edaleta rastîn li ser wekheviya maf û erkên xwe û li ser şirîkatiyê di avakirina jiyanê de ye. Her ku perwerdehiya rewşenbîrî li ser bingehên zexm û prensîbên saxlem were avakirin, ew qas dê nifşek hişmend, bihêz û bi bawerî çêke. Ew bi xwe, dikare diyalog û îqnakirinê bike, bawer dike ku azadî berpirsyariyek û ramanek e berî ku formek fîzîkî be.”
‘Nebin qurban, bibin afirînerên jiyanê’
Di dawiya nirxandinên xwe de Hala Radwanîan, peyamek ji jinan re şand û got “Berî laşê xwe, di hişê xwe de bihêz bin, berî xuyabûna xwe di hişmendiya xwe de azad bin. Nebin qurban, bibin afirînerên jiyanê. Hûn dayîk in, hûn rêber in û hûn ew in ku nifşên azad ava dikin. Îradeya we çiqas azad be, civaka we jî ewqas azad dibe û hişê we çiqas ronîtir bibe, ewqas jiyan dê li dora we geş bibe. Jineolojî hewl dide ku piştrast bike ku her jin xwedî hişmendiyek rastîn û beşdariyek çalak di avakirina civakek hevseng de ye ku azadî û berpirsiyariyê, maf û erkên xwe û jin û mêran bi wekhevî vedihewîne."
Desteya Jinan: Parastina jinan û hevgirtina civakî
Her wiha, Desteya Jinan piştrast dike ku xebata wê di warê parastin û hêzdarkirinê de bi rêya pergaleke yekgirtî ya piştgiriya psîkolojîk, civakî û yasayî bi lez bipêş dikeve. Ev pergal armanc dike ku serxwebûna jinan garantî bike û wan bihêz bike da ku bi tundiyê re rû bi rû bimînin û edaletê bi dest bixin. Nargis Yousef ku endama Desteya Jinan e, diyar kir ku xebata Desteyê di parastina qurbaniyên tundiyê de, li ser bingeha hevrêziya hevbeş a di navbera çend rêxistinên jinan û civakê de ye. Ev pêvajo ji kêliya ku doz dighîje Asayîşa Jinan (hêzên ewlehiyê) dest pê dike. Nargis wiha got: "Qurban ji hêla Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Jinan ve tê pêşwazîkirin, piştre ji bo komîteyek hevbeş a ku Desteya Jinan, Mala Jinan, Rêxistina Têkoşîna li dijî Şîdeta li dijî Jinan, Kongreya Star û Komîteya Lihevhatinê di nav de ye, tê şandin. Komîte dozê ji her alî ve lêkolîn dike û li gorî qanûnên di bin Rêveberiya Xweser de derbasdar in, çareseriyên guncaw dibîne. Armanca sereke ew e ku pirsgirêk bi awayekî were çareserkirin ku berjewendiyên çêtirîn ên jinê li ber çavan bigre û hevgirtina civakî biparêze.”
Jin piştgirî û rehabîlîtasyona psîkolojîk û civakî distînin
Wê rave kir ku hin rewşan, dişînin stargehên demkî yên ku ji hêla Desteya Jinan ve li bajarên Qamişlo û Hesekê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne birêvebirin. Jin ji sê mehan zêdetir li vir namînin. Di vê demê de, ew piştgirî û rehabîlîtasyona psîkolojîk û civakî distînin da ku ji wan re bibe alîkar ku baweriya xwe bi xwe vegerînin. Nargis da zanîn ku di rewşên ku gefek rasterast li ser jiyana wan heye de, wan dişînin navendên daîmî ku parastinek tevahî û lênêrîna berfireh ji wan re peyda dikin heya ku krîzê derbas bikin. Nargis li ser vê mijarê ev agahî dan: “Karê navendên daîmî ne tenê bi parastinê ve sînordar e. Di heman demê de li ser rehabîlîtasyona pîşeyî û rewşenbîrî ya jinan bi rêya qursên dirûtinê û hînkirina bi zimanên Kurdî û Erebî jî disekine. Bi armanca bidestxistina serxwebûna aborî ku alîkariya wan dike ku jiyanek nû li ser bingeha xwebawerî û baweriya bi xwe dest pê bikin."
Zêdekirina hişyariyê û perwerda civakê
Narges Yûsif her wiha rola girîng a ku Deste di bilindkirina hişmendiyê û perwerdehiya civakê de dilîze, bi van gotinan anî ziman: “Bi rêya organîzekirina ders û semîneran li dibistan, encumen û komunan, ku jin û mêr beşdar dibin. Em dixebitin ku hişmendiyek hevpar biafirînin ku beşdarî şikandina hişmendiya baviksalar a kûr a kokê dibe û avakirina civakek ku bi hevsengî û wekheviyê ve tê diyarkirin.” Narges destnîşan kir ku qanûnên ku niha di meriyetê de ne, ji bo her qonaxa şoreşê qonaxên pêşveçûnê yên li pey hev derbas kirine û van qanûnan wiha vegot: “Qanûnên wekî qedexekirina pirjiniyê û zewaca zarokan hatin derxistin, ku ev yek alîkarî kir ku pratîkên ku zirarê didin jinan û bandor li avahiya civakê dikin kêm bibin. Desthilata Jinan li ser pêşniyarkirina qanûnek nû ji bo têkoşîna li dijî şantaj û destdirêjiyê dixebite, ku cezayên darayî û cezayî yên astengker ji bo her kesê ku van binpêkirinan dike dihewîne. Edalet tenê bi hesabpirsîna sûcdar dikare were bidestxistin, bêyî ku pozîsyona wî/wê çi be.”
Piştgiriya psîkolojîk û civakî ya ku ji hêla Navenda Şehîd Amara ve tê peydakirin yek ji gavên herî girîng e ji bo vegerandina hevsengiyê ji bo jinên ku tundiyê dîtine. Ew wan rehabîlîte dike da ku şiyana xwe ya entegrebûna di civakê de ji nû ve bi dest bixin û beşek nû, aramtir û bi bawerî dest pê bikin.
Beşdarbûna jina gihîştiye ji sedî 50’yî
Nargis da zanîn ku Desthilata Jinan dixebite ku projeyên bihêzkirina aborî berfireh bike da ku hejmareke herî mezin a jinan di nav xwe de bigre û wiha got: “Ji ber ku serxwebûna darayî bingeha rizgarbûna ji girêdayîbûn û tundiyê ye. Beşdarbûna jinan di meqamên biryardanê de di nav saziyên rêveberiya xweser de gihîştiye ji sedî 50’yî. Ev yek pêşveçûna di bidestxistina wekheviya rastîn de nîşan dide. Hîn jî pirsgirêk hene. Bi taybetî hişmendiya civakî û adetên serdest ên ku hin jinan neçar dikin ku li şûna ku li alîkariyê bigerin bêdeng bimînin û ji tundiyê re tehemûl bikin. Ji bilî şiyanên darayî yên sînorkirî yên navendan, ku ji bo pêşxistina karûbarên xwe hewceyê piştgiriyek domdar in.”
Di dawiyê de, Parlamentera Desthilata Jinan Nargis Mehmûd Yûsif bang li hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku bi hemû rêbazên gengaz, bi xurtkirina kesayetiyên xwe û piştgirîkirina serxwebûna xwe ya psîkolojîk û aborî, xwe biparêzin. Nargis nirxandina xwe wiha bidawî kir: “Hêzkirina jinan rêya bingehîn e ji bo jiholêrakirina hemû cureyên tundûtûjiya psîkolojîk, fîzîkî û civakî û avakirina jiyaneke hevseng û dadperwer a ji bo hemûyan.”
Mala Jinan li meydanê dixebite
Ji aliyekî ve jî Mala Jinan bi rêya înîsiyatîfên rojane ji bo piştgiriya qurbaniyên tundiyê û dabînkirina hawîrdorek ewle, aliyê meydanê yê van hewldanan temsîl dike. Her wiha bernameyên perwerde û hişyariyê organîze dike da ku baweriya bi xwe zêde bike û çandeke hişyarî û berpirsyariyê belav bike. Derbarê van hewldanan de, Cîhan Îsmaîl a ku rêveberek li Mala Jinan a li Qamişloyê ye, axivî. Cîhan got ku xebata Malê bi giranî li ser çareserkirina pirsgirêkên jinan û şopandina rewşên wan ên rojane disekine û ev agahî dan: “Jinên di civaka me de hîn jî zehmetiyên girîng dikişînin. Hem di hundir de û hem jî li derveyî malê. Şîdeta li dijî jinan hîn jî dijwariyek rastîn e ji bo bidestxistina wekhevî û azadiyê.”
‘Bi pêşxistina baweriyê, dikarin şîdeta ku dikşînin eşkere bikin’
Navenda Jinan, wekî ku ji hêla karmendên wê ve hatiye piştrastkirin, vê mehê ku bi Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tundiya li dijî Jinan re hevdem e, bi rêya bernameyên meydanê û perwerdehiyê yên ku armanc dikin hişyarkirin û piştgiriya psîkolojîk û civakî peyda bikin, bi tundî dixebite. Cîhan got ku “Gelek jinên ku serdana navendê dikin di destpêkê de li ser êşa xwe naaxivin, lê bi demê re û bi pêşxistina baweriyê, ew dikarin şîdeta ku dikşînin, eşkere bikin. Hin rewş bi rêya xizm an cîranên ku jinek rastî îstîsmarê tê rapor dikin têne kifşkirin. Piştre tîmên pispor serdana wê dikin û rasterast bi wê re diaxivin. Armanca me ew e ku em parastinê peyda bikin û baweriyê bi jinê re ava bikin da ku ew bikaribe xwe bi azadî îfade bike."
Rolên kevneşopî şîdetê didomînin
Cîhan Îsmaîl anî ziman ku nêrîna kevneşopî ya ku rola jinê bi malê ve sînordar dike, ku erkê wê bi mezinkirina zarokan û xizmetkirina mêrê xwe ve sînordar dike, bi xwe celebek şîdetê ye. Cîhan vê nêrîna xwe bi van gotinan piştrast kir: “Şîdet ne tenê bi îstîsmara laşî ve sînordar e; ew di heman demê de îstîsmara psîkolojîk, devkî û aborî jî vedihewîne. Gelek mêr hewl didin ku ruhê jinê bişkînin dema ku ew hîs dikin ku ew ji wan bêtir bi hişmendî û bi perwerde ye. Navenda Jinan bi rêya gelek rêbazan, wek civîn, serdan û hevdîtinên rasterast, ji bo hişyarkirina jinan û xurtkirina kesayetiyên wan dixebite, ku tê de mijarên hişyariyê yên cûrbecûr têne pêşkêşkirin. Mîna sedemên tundiya li dijî jinan û çima cîhan vê rojê pîroz dike. Gelek jin wate an paşxaneya vê bûyerê nizanin, lê piştî beşdarbûna li rûniştin û perwerdeyê, perspektîfa wan diguhere û baweriya wan bi xwe zêde dibe.”
Ev bername alîkariya jinan dikin ku xwe û rola xwe ya rastîn fam bikin
Navenda Jinan di warên cûrbecûr de wekî ehlaq, welatparêzî, axaftina giştî û jêhatiyên ragihandinê di nav malbat û civakê de, perwerdehiyên berdewam li dar dixe. Cîhan Îsmaîl derbarê van xebatan de wiha got: “Ev bername alîkariya jinan dikin ku xwe û rola xwe ya rastîn di avakirina civakê de fam bikin. Hin jin di destpêkê de ji beşdarbûnê dudil bûn, lê piştî beşdarbûna qursan, ew ji bo berdewamkirinê bêtir biryardar û bi biryar bûn. Hinan jî dest bi teşwîqkirina cîran û hevalên xwe kirin ku beşdarî qursan bibin."
Pirsgirêk li gor giraniya wan tên dabeşkirin
Derbarê mekanîzmayên destwerdanê de jî Cîhan Îsmaîl destnîşan kir ku dozên ku ji navendê re têne şandin li gorî giraniya wan tên dabeşkirin û ev agahî dan: “Di dozên sivik de, destwerdan bi rêya rûniştinên hişyariyê di nav malbatê de tê kirin. Dozên nerm bi serdanên malê û rûniştinên navbeynkariyê têne şopandin, lê dozên giran an jî yên ku jiyanê tehdît dikin rasterast ji rayedarên têkildar re têne şandin da ku ewlehiya jinê were mîsogerkirin. Di dozên krîtîk de, wekî dema ku jin rastî şîdeta giran tê an jî mêrek wê yê madeyên hişber heye ku tehdît li başiya malbatê dike, hevrêziyek tavilê bi Asayîşê (hêzên ewlehiyê yên Kurd) û rayedarên têkildar re tê çêkirin. Piştre jin bi ewlehî tê veguhastin û radestî van rayedaran tê kirin da ku parastina wê ya qanûnî û civakî were mîsogerkirin. Ev prosedur armanc dike ku pêşî li zêdebûna pirsgirêkê bigire û aramiya civak û taxa ku jin lê dijî biparêze.”
‘Azadiya rastîn azadiya raman û aqil e’
Di dawiyê de, Cîhan Îsmaîl peyamek ji hemû jinan re, bi taybetî jî yên li Rojhilata Navîn re şand û ji wan xwest ku pêbawer û berpirsyar bin. "Em gihîştine xalekê ku Rêber Abdullah Ocalan azadî daye, lê azadiya rastîn azadiya raman û aqil e. Divê em berî ku gavên xwe yên din bavêjin, hişê xwe azad bikin. Divê jin di malê de nemînin; divê ew endamên çalak ên civakê bin û xwe îspat bikin ku ew hêjayî baweriya ku pê tê ne. Azadî ne kaos e, hişyarî û berpirsyarî ye.”
Cîhan bang li hemû jinên ku tundiyê dijîn kir ku serdana Navenda Jinan bikin û rewşa xwe rave bikin, ji ber ku navend ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi nepeniya tevahî heye. Cîhan wiha bidawî kir: “Armanca me parastina jinan û parastina rûmeta wan e. Bila em hemû ji bo keç û jinên xwe destek bin û ji bo tevgera me ku bawerî û azadî daye me, çavkaniyek hêzê bin."
Ev hewldanên yekgirtî - yên rewşenbîrî, rêxistinî û li ser erdê - piştrast dikin ku têkoşîna femînîst ne tenê rêze daxwazên yekser e, her wiha pêvajoyek dîrokî ya berdewam e ku armanc dike ku civakek li ser prensîbên wekhevî û rûmeta mirovan ava bibe. Bi yekkirina hewldanan û yekkirina rolan, ew bawerî tê sazkirin ku pêşeroja Sûriyeyek azad û demokratîk tenê bi beşdariya çalak a jinan, wekî hevkarek rastîn di şekildana hişmendiyê û afirandina guhertinê de, dê were bidestxistin.