9'ê Sibatê: Nivîskar Alice Walker
Nivîskar Alice Walker
9’ê sibata 1944’an, di nava malbatek feqîr ji heşt xwişk û birayan a herî biçûk tê diniyayê.
Bi romana xwe ya bi navê ( The Color Purle,1982) ‘Ji Rengan Xemrîn’ ku sala 1982’an hatî weşandin bû yekemîn jina li Efrîkayê xeleta Pulitzer girtî.
Heman pirtûka wê di sala 1985’an de ji aliyê Steven Spielberg ve bi navê ‘Salên Xemrîn’ bû filîm.
Aletta Jacobs
9’ê sibata 1854’an li Sappemeer a Hollanda yê hatiye dinê. Di navbera salên 1876-1878’an de ji Beşa Bijîşkiyê a zanîngeha Amsterdomê mezûn bûye. Di heman demê de yek ji nûnera pêla yekem a femînîzmê li Holandayê ye.
Femînîst û bijîşk Aletta ji bo mafê jinan ê perwerde û dengdanê dixebite û hewildide jinan di van xalan de têbigihîne. Di encama keda wan de sala 1917’an mafê pasîf ê hilbijartinê tê nasîn, di sala 1919’an de jî mafê hilbijartin û beştarbûna jinê a çalak ya di qada bijartinê de tê nasîn.
10’ê tebaxa 1929’an li Baarn a Hollanda yê jiyana xwe ji dest da.