27’ê Nîsanê: Sylvia Plath
Sylvia Plath
27’ê avrêla 1932’an li Boston ji dayik bûye. Hê 8 salî bavê wê jiyana xwe ji dest daye.
Her çendî pir xweş helbest dinivîsî dîsan jî helbestvanî ji bo xwe bes nedidît û di nava lêgerînê debû.
Bi lêgerîna zêde dikeve nava fikirên negatîf û dawî li jiyana xwe tîne.
Mary Wollstonecraft
Nivîskar, fîlîzof û parêzvana mafê mirovan a Îngîlîz 27’ê Nîsana 1759’an li Londinê hat dinê.
Li dijî pergala Patriyarkaya têkoşîn da û di temenê biçûk de tevlî têkoşîna femînîst bû. Birayê wê çû dibistanê lê nehiştin ew biçe.
Bi xwe xwendin û nivîsandinê hîn bû. 1784’an bi xwişka xwe Elîza û hevala xwe Fanny re li Newîngton Green dibistanek biçûk vekirin.