23'ê Adarê: Dawiya çeteyên DAİŞ'ê

Dawiya çeteyên DAİŞ'ê
Di 23'ê Adara sala 2019'an de Hêzên Sûriya Demoqrat(HSD)'ê bi rizgarkirina gundê El-Baxoz ê Dêrazorê re dawiya çeteyên DAİŞ'ê anî.
Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê 'Şerê Tunekirina Terorê' di 18`ê Îlona 2018`an hat despêkirin.
Ev pêngav ji bo rizgarkirina herêmên dawî ên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû bi azadkirina El-Baxozê re dawî bû. 
Amalie Emmy Noether
Matematîkzana Elmanî di 23'ê Adara 1882'an de, li bajarê Erlangen di nava malbatek Yahûdî de hatiye dinê.
Di fîzîkê de, teoriya Nutter bingeha yekem ji bo danasîna têkiliya di navbera simetriyê û qanûnên parastina enerjiyê de peyda kir.
Albert Einstein wê wekî jina herî girîng di dîroka bîrkariyê de daye nasîn.