civak/jiyan

  • Jinên ciwan dixwazin çanda robotîk û jîrbûna çêker li Lîbyayê belav bikin 

    Eyşe Omer anî ziman ku Tîma Super, komek ji xwendekarên temenê wan di navbera 12 û 19 salan de ye û wiha domand: "Em hewl didin di navbera dema xwendinê û dema xebatê de hevsengiyê çêbikin û du rojên me yên hefteyê hene ku em li wir kom dibin da ku kar û afrîneriyê bikin.”

  • Pirzewacî binpêkirina jiyan û mafên jinan e 

    Pirzewacî yek ji wan qeyranên herî mezin e ku her dem jin pê re rûbirû dimînin. Ji ber ku mêr wî mafî di xwe de dibîne ku hemû mafên jinan binpê bike, pirzewaciyê bi rê û rêbazên civakî bi hêsanî ji bo xwe meşrû dike û wekî mafê xwe yê rewa dibîne.

  • Bêrîtan Kaya ya 12 salî: Ez hestiyên kalikê xwe dixwazim 

    Dema ku Xizmên Windayan û ÎHD'a li Amedê di hefteya 672'emîn de aqûbeta Mehmet Ozdemîr dipirsî, Bêrîtan Kaya di nameya xwe ya ji bo kalê xwe nivîsand de wiha bang kir: “Ez Dixwazim goreke bapîrê min jî hebe. Em hestiyên xwe ji we dixwazin. Ji bapîrê xwe û hevalên wî re bibêjim hestî, çiqas êşê bide min jî lê dîsa dixwazim.”

  • Li Îranê jinên ku li dijî rejîmê radiwestin: Di sala 2022’yan dê jin bi ser bikevin 

    Li ser navê Yekitiya Jinên Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê, (Î-PDK) Mehtab Khezrî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dîroka wan a kûr dê hemû jinên Îranê ronî bike û destnîşan kir ku di sala 2022y’an de dê jin bi ser bikevin.

  • Dayikên Şemiyê: Heta em hemû windayên xwe nebînin emê têkoşîna xwe bidomînin 

    Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Marmarayê Îsmaîl Bahçecî yê 24’ê Kanûna 1994’an hatî windakirin pirsîn pirsîn.

  • Jinên Filistînê dibiniya komeleya xwe de pirojeyên aboriyê pêşdixin 

    Komeleya Lêkolînên Femînîst a Pêşketina Jinên Filistînê di aliyê aborî de piştgirî dide jinan, pirojeyên aboriyê pêşdixe û bi pirsgirêkên wan ên civakî re mijul dibe.

  • Jinên Zirganê: Dîmen û wêneyên malên me çîroka dijwariya topbaranê vedibêje 

    Sivîlên ku li navçeya Zirganê ev sê roj in di bin topbaranê de dijîn û malên wan di encama topbaranê de hatine xirakirin dest bi paqijkirina malên xwe kirin, hest, helwest û hêviyên xwe anîn ziman û gotin ku malên ku bîranîn, hêvî, xewnên wan yên zaroktî di her qoncikek xwe de dihewand hate rûxandin, lê ruxmî wê jî man û ew ê bimînin.

  • “Rêxistina Sara pişta jinên bêpişt e” 

    Endama Rêxistina Sara Reca Îsa destnîşan kir ku Rêxistina Sara ji bo peydakirina jiyana azad û ewle ji bo jinan têdikoşe û doza wan dişopîne. Her wiha da zanîn ku di sala 2021’ê de karekî serkeftî ji bo jinan hatiye meşandin û dê şaxên Sarayê berfereh bibin ji bo gihîştina hemû jinan.

  • “Divê em hemû bi hev re di sala nû de li dijî tunditujiyê bisekinin” 

    Daneyên tundîtuyijiya beramberî jinan salane ber bi zêdebûnê ve diçe, ji ber wê rêxistinên jinan behsa sedemên herî berbiçav yên tunditujiya sala 2021’an dikin û dibêjin ku li gel hemû zehemtiyan jî saleke jin zêdetir şiyarbûne û di sala nû de banga wan a ji bo rabûna jinan li hemberî tundiyê heye.

  • Ula Helles: Ji bo jinan jiyanek bi rûmet armanca Komeleya Zaxer e 

    Nûnera Komeleya Jinan Zaxer Ula Helles di derbarê xebatên Komeleyê de diyar kir ku ew ruxmê zehmetiyên heyî jî alîkariya jinan dikin û got: "Armanc û daxwaza me ew jin û zarok bi aramî bijîn."

  • Di sala 2021’an de bûyerên kuştin û xwekuştinên jinan li Başûrê Kurdistanê 

    Di sala 2021’an de buyerên kuştin û xwekuştinên jinan li gora sala borî ji sedî 39 heta 54 zêde bûye. Di nava salê de hejmara jinên hatine kuştin, xwe kuştine yan jî hewil dane xwe bi kujin 83 ne. Sedemê van buyeran jî bi pirsgirêkên civakî ve girê didin û bi navê namûsê dikujin.

  • Zêw çandeke kevin e 

    Jin û zarokên Taxa Cirnika Biçûk a bajarê Qamişlo, li taxa xwe Zêw çêkirin dibêjin ku Zêw çandeke wan a pîroz e û heta saxbin dê ji bîr nekin. Her wiha dan zanîn ku Zêw tê çêkirin bi daxwaza barandina baranê ji bo ku erdên wan şîn bibin û berhem jê bigrin.

  • "Şerê taybet jin û ciwanan hedef digire" 

    Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Zulêxa El-Îbrahîm diyar kir ku şerê taybet siyaseteke sîstematîk e û wiha berdewam kir: "Ev şer ji aliyê welatên dijminahiya welatiyên ser vê axê dikin ve tê meşandin û armanca wê şikestin û helwişîna civakê ye. Bi sepandina vî şerî li ser sitûnên herî girîng ên avakirina civakê û projeya neteweya demokratîk, ango jin û komên ciwana ne."

  • Di civaka Cezayîrê de her diçe hevberdana keyîfî zêde dibe 

    Profesor Samiya Ben Qawia girêdayî mijara hevberdanên kêfî yên her diçe di civaka Cezayîrê de pêşdikeve da zanîn ku li korîdorên dadgehên Cezayîrê bûyerên hevberdanê gelek zêde ne, ev yek jî herî zêde bandorê li jiyana jin û zarokan dike.

  • Ji şewata di kampên koçberan ên li Idlibê de derdikeve herî zêde zarok û jin zirarê dibînin 

    Li hemû deverên Sûriyê koçberî hatiye jiyîn, koçberên ji ber şert û mercên şer ji herêmên xwe koç kirine bi şert û mercên jiyanê yên herî zehmet re rû bi rû manin. Bi hatina demsala zivistanê re koçberên Bakurê Sûriyê rewşek herî zehmet dijîn û bi şewata konan re rû bi rû dimînin. Di demê ku koçber di konên xwe de hewil didin xwe ji sermayê biparêzin, ji ber nebûna alavên germahiyê hin madeyên elternatîf bikar tînin ev jî dibe sedema qezayên ku agir bi konên wan dikeve û zarok û jin jiyana xwe ji dest didin.

  • Pêşangeha gerok êşên jinên Xezayê dike mijara xwe 

    Xwediya fikra projeya pêşangeha çîrok û wêneyên jinên rastî êrîş û destdirêjiyê hatî ya ji aliyê Foruma Agora ya Jinan a NY yê ve hatî organîze kirin Shaima Hamad diyar kir ku armanca wan ewe xwe bigihînin jinên di van mijaran de êş kişandine û bi wan re bibin alîkar ku bikarin êşên xwe par bikin.

  • Remziya Mihemed: Di sala 2021’ê de serkeftinên jinan guhertinên erênî bi xwe re anîn 

    Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed têkildarî kar û xebatên Kongreya Star ên salekê nirxandin kir û wiha got: “Di sala 2021’ê de em rastî gelek mijar û bûyeran hatin hem di aliyê siyasî de guhertinên ku çêbûne, hem jî serkeftinên ku bi destên jinan çêbûne, guhertinên erênî bi xwe re anîn. Di aliyê rêxistinî de me dikaribû civakek bi zanista jinan birêxistin bikin, naskirina jinan a kesayeta xwe li hemberî zîhniyeta civak û malbatê encamên pir pîroz in. Bangewaziya me ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re heye, em yekitiya xwe bi lez bidin avakirin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

  • “Divê mexdûr di ferqê de bin ku ew bûne nêçîr û rastî zilmê hatine” 

    Gelek jinên ku ketine tora bazirganiyê, di ferqê de nîn in, nikarin vê yekê bizanibin ji ber ku sûcdar bi gelemperî kesek nêzî wan e, çi ji malbatê be, çi ji hawirdora kar û têkiliyan be, ev yek di bûyera zanîna hûrguliyan û têgihîştina mirov a xwe bi xwe re, bandora şokê mezintir dike.

  • Rêvebera Kampa Holê ya ku di cîhanê de ya herî xeter e jineke Kurd e 

    Tirsa tehdîdên qetilkirinê ji aliyê jinên DAIŞ'ê ve, ji amadekirin û derketina ji deriyê malê heya riyên ku tê re derbas dibe û digihîje riya derbasbûna Kampa Holê, ji hişê Hemrîn El-Hesen dernakeve lê ruxmî wê jî dibêje: "Tirsa min ne qetilkirin e, tirsa min ew e ku ez negihîjim armancên ez ji bo wan dixebitim."

  • Xizmên windayan li di hefteya 671'ê de careke din li aqûbeta windayan pirsîn 

    Li Amedê xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê 25 sal berê di binçavan de hat windakirin û hê agahî jê nehatiye girtin pirsîn.